Ocalan di çareseriyê de û îqtîdar jî di tecrîtê de israr dike

img

AMED – Li Amedê di 5’ê Îlona 2015’an 50 siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên kurd ji bo bidawîanîna tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê û ev çalakî di sala 5’an de ye. Her çiqas piştî wê çalakiyê dem bi deman li gel Ocalan hevdîtin hat kirin jî lê tecrîta girankirî ya li Îmraliyê didome. 

 
Polîtîkaya tecrîta girangkirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê de ye didome. Her çiqas dem bi deman bi hewldanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji aliyê siyasetmedar û girtiyên siyasî ve hatibin kirin û hevdîtin li gel Ocalan hatibin kirin jî lê dewletê polîtîkaya tecrîtê dewam kir. Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê di dîroka têkoşîna azadiya gelê kurd de cara ewil di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dest pê kir. Piştî darbeya 12’ê Îlonê li Girtîgeha Amedê girtiyan li dijî êşkence û sepanên dij mirovane ketin grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê û vê yekê deng veda û hêj tesîra wê heta îro didome. 
 
Ji bo malbat û parêzerên Ocalan dikaribin hevdîtinê bikin ji çalakiyên greva birçîbûnê ya rê li ber pêvajoya çareseriyê vekir di 12’ê Îlona 2012’an de hatibû destpêkirin. Li girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kiribû û bi hezaran girtî bedena xwe dan ber mirinê û vê çalakiyê 67 rojan dewam kiribû. Bi Ocalan re hevdîtin hat kirin û Ocalan banga dawîanîna çalakiyê kir. Pêvajoya çareseriyê ku di 2013’an de hat destpêkirin polîtîkaya tecrîtê hatibû bidawîkirin. Lê piştî ku pêvajo bi destê îqtîdara AKP’ê hat bidawîkirin carek din hevdîtinên li gel Ocalan hatin birîn û tecrîta girankirî hat sepandin. 
 
Serokkomar Tayyîp Erdogan di 5’ê Nîsana 2015’an de daxuyanî dabû û gotibû ku wan pêvajoya çareseriyê rakiriye refê û ev yek jî bû îlana ku dê pêvjoya çareseriyê carek din cihê xwe ji polîtîkayên ewlekariyê re berde. 
 
Her çiqas Parlamentera HDP’ê Pervîn Bûldan a ku endama Şandeya Îmraliyê bû her çiqas daxuyanî da ku ew amade ne dîsa biçin cem Ocalan jî lê ev daxuyaniya wê bêbersiv hat hiştin. 
 
BERSIVA HEVDÎTINÊ BÛ GIRTINA SIYASETMEDARAN Û TAYÎNKIRINA QEYÛMAN 
 
Li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên berfireh hatin birêvebirin û li navendên bajar û navçeyan şer dest pê kir. Piştî vê pêvajoyê di sala 2016’an Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken ê endamê Şandeya Îmraliyê û gelek wekîl û siyasetmedarên din hatin girtin û qeyûman tayînî şûna hevşaredaran hatin kirin û bi dehan hevşaredar hatin girtin. Gelek navçe hatin hilweşandin û bi hezaran însan ji warê xwe koç kirin û gelek welatî û siyasetmedar jî neçar man derkevin derveyî welat. 
 
50 KESAYET DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN 
 
Siyaseta kurd li dijî polîtîkayên neçareserkirinê yên îqtîdarê dest bi greva birçîbûnê bikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya wê demê Sebahat Tuncel, encama Şandeya Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya, ji parêzerên Ocalan Ebrû Gunay û Cengîz Çîçek, rojnamevan, hunermend, nivîskar ku ji 50 kesî pêk dihatin di 5’ê Îlona 2016’an de ji bo dawîanîna tecrîta li ser Ocalan li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. 
 
ÇALAKÎ LI GIRTÎGEHAN BELAV BÛ 
 
Bi destpêkirina çalakiyê re girtiyên PKK’ê û PJAK’ê jî ragihandin ku ew destekê didin çalakiyê. Li 7 girtîgehên cuda 35 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê li raya giştî deng veda û li ser vê yekê hikumet neçar ma carek din deriyê Îmraliyê veke û birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li Îmraliyê hevdîtinek pêk anî. 
 
‘HEKE BIXWAZIN DI 6 MEHAN DE TÊ ÇARESERKIRIN’ 
 
Mehmet Ocalan roja 11’ê Îlonê ku çalakiya siyasetmedaran didomiya li Îmraliyê li gel birayê xwe Ocalan hevdîtinek saetekî rûbirû pêk anî. Di vê hevdîtinê de Ocalan peyama “Dewlet bixwaze wê ev pirsgirêk di 6 mehan de çareser bibe” ji hikumetê re şand. 
 
Siyasetmedarên di çalakiyê de li ser bang û peyama Ocalan dawî li greva birçîbûnê anîn. Lê belê dewletê bi polîtîkaya tecrîta girankirî bersivê da banga Ocalan û dewlet carek din vegeriya ser şopa polîtîkayên salên 1990’î. 
 
LEYLA GUVEN ÇIRÛSKÊ PÊXIST Û PIŞT RE GEŞ BÛ 
 
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi boneya êrişên Tirkiyê yên li dijî Efrînê şermezar û rexne kir hat girtin. Guven di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de pêk hat wek Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê hat bijartin. Tevî Guven bû parlamenter jî nehat berdan. 
 
Guven a li Girtîgeha Jinan a Amedê di 7’ê Mijara 2018’an de tecrîta li ser Ocalan şermezar kir û biryara çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger da destpêkirin. Siyaseseta kurd û sazî û dezgehên demokratîk ên kurd û dostên kurdan xwedî li çalakiya Leyla Guven derketin. Xelk li çar aliyê Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê daketin qadan gotin “daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye” û xwestin tecrîta li ser Ocalan were rakirin. Piştî van bangan HDP’ê di roja 11’emîn a çalakiyê de li Amed, Wan, Colemêrg, Riha û Edeneyê çalakiyên greva birçîbûnê yên piştevaniyê da destpêkirin. 
 
Bi sedan girtiyên li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê ji 27’ê Mijdara 2018’an ve kom bi kom piştevanî dan Guven û dest bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Di 1’ê Adara 2019’an de çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehan hemû belav bû û çalakî heta Ewropayê belav bû. 
 
DERIYÊ ÎMRALIYÊ JI NÛVE VEBÛ 
 
Di roja 67’emîn a çalakiyê de destûra çûyîna birayê Ocalan, Mehmet Ocalan a Îmraliyê hat dayîn û bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî. 
 
Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kiribû ku ev hevdîtin nayê wê maneyê ku tecrît i dawî bûye û ragihand ku ew ê çalakiya xwe bênavber bidomînin. Çalakiyan dewam dikir di roja 78’emîn a çalakiyê de Leyla Guven ji girtîgehê hat berdan û wê jî çalakiya xwe bi dawî nekir û li mala xwe berdewam kir. 
 
Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayyip Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê Adara 2019’an de li Amedê beşdarî çalakiyê bûn û ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. 
 
GEREVÊN BIRÇÎBÛNÊ VEGUHERÎN ROJIYA MIRINÊ 
 
Li 4 girtîgehên cuda 15 girtiyan di roja 136’emîn a çalakiyê de gerva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. 15 girtiyên din jî beşdarî vê rojiya mirinê bûn. Ûgûr Şakar (li Ewropa), Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Sîraç Yuksek, Yonca Akici û Mahsum Pamay li dijî tecrîtê çalakî li dar xistin û dawî li jiyana xwe anîn. 
 
PIŞTÎ 8 SALAN HEVDÎTINA EWIL PÊK HAT 
 
Di encama belavbûn û dengvedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê de piştî 8 salan destûra parêzerên Ocalan hat dayîn ku biçin Îmraliyê û hevdîtina ewil di 2’yê Gulana 2019’an de pêk hat. Agahiyên derbarê hevdîtinê de di 6’ê Gulanê de ji raya giştî re hat parvekirin. Ev hevdîtin piştî 11’ê Tîrmeha 2011’an ku parêzeran 810 serlêdan kiribû pêk hat. 
 
PEYAMA OCALAN 
 
Ocalan têkildarî greva birçîbûnê û rojiya mirinê vê peyamê da raya giştî: “Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer. Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin. Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.
 
Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye. Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013'an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye. Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e. Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in.” 
 
HEVDÎTINA DUYEMÎN 
 
Parêzeran cara duyemîn di 22’yê gulanê li gel Ocalan hevdîtin pêk anî. Di vê hevdîtinê de Ocalan û girtiyên li gel wî 7 xalên ji bo çareseriyê ji raya giştî re hat parvekirin. 
 
ÇALAKÎ HAT BIDAWÎKIRIN 
 
Ocalan di vê peyamê de jî wiha gotibû: “Hevrêyên Rêzdar, di serî de hevalên ku bedena xwe dane ber rojiya mirinê û greva birçîbûnê û hevan din, di çarçoveya ku du parêzerên min bi berfirehî agahiyan bide ez li bendê me ku hûn dawî li çalakiya xwe bînin. Ez bi rehedî dikarim bêjim meqseda we ji bo min diyar e. Ez spasî û hezkirinên xwe yên herî kûr pêşkeşî we dikim. Ya girîng, ez hevî dikim û li bendê me ku ji niha û şûnde hûn bi awayekî têr û vînek xurt hevkariyê bi min re bikin.” 
 
TECRÎT DIDOME 
 
Li ser van bangên Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê di 26’ê Gulana 2019’an de hat bidawîkirin. Piştî bidawîkirina çalakiyan Ocalan di 5’ê Hezîranê de bi malbata xwe re û di 12’ê, 18’ê Hezîran û di 7’ê Tebaxê de jî bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û pişt re dîsa polîtîkaya tecrîtê ket dewrê. 
 
Bi mehan dîsa ji Ocalan agahî nehat girtin. Di 27’ê sibatê de li Grav Îmraliyê şewatek derket û li ser vê yekê metirsiyên gelê kurd û dostên wan zêde bûn. Piştî şewatê birayê Ocalan, Mehemt Ocalan di 2’yê adarê de çû Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. 
 
Pişt re dîsa heta meha nîsanê agahî ji Ocalan nehat girtin û vê carê jî metirsiya nexweşiya vîrûsa koronayê belav bû û metirsiyên xelkê zêde bûn. Li ser van metirsyan Ocalan piştî 21 salan cara yekemîn hevdîtinek bi telefonê li gel malbata xwe ango Mehmet Ocalan pêk anî. 
 
Ji roja ku malbatê hevdîtina telefonê li gel Ocalan kirine heta niha agahî ji Ocalan nayê girtin. 
 
MA / Ergîn Çaglar – Cahît Ozbek 
 

Sernavên din

09/09/2020
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê
09:06 Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
09:06 Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir
09:05 Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
09:05 Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
08:17 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
08:13 Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan
07/09/2020
23:21 Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket
21:48 Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan
21:42 Hezar û 703 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
17:10 Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da
16:47 Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn
16:25 Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin
16:12 Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan
15:56 ‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’
15:55 Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan
15:36 Hevserokên DBP’a Mêrdînê yên berê hatin tahliyekirin
15:08 Li Amedê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
15:05 Ciwanên Başûr ji ber zextan koçî Ewropayê dikin
15:04 Li Çiyayê Cûdî şewatek vedimire, yekê din dest pê dike
14:51 Li Cizîrê kêliyên tundiya polîsan ketin ber kamerayê
14:37 KESK: Zimanê tund ê îqtîdarê êrişan bi xwe re tîne
14:27 Polîsan mudaxileyî meşa mexdûrên KHK’ê kir û gelek kes binçav kirin
13:38 Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:30 Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike?
13:16 Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû
13:05 Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin
12:26 Li Mûşê bi pileya 4.1 erd hejiya
12:15 Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin
11:22 Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin
10:40 Li Çewlikê qeza: 11 kes birîndar bûn
09:50 Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin
09:43 Gundê karkerên êrişî wan hatibû kirin xistin karantînayê
09:04 Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket
09:04 Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye
09:03 Hêviya wan a kar dîtinê tuneye
09:03 Li Girtîgeha Kirşehîrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 112’an de ye
09:03 Berhevkirina fistiqên 600 salî dest pê kir