Karkerên li Sakaryayê êrişî wan hat kirin: Gefa şewitandinê li me xwarin

img

MÊRDÎN – Karkerên kurd ên li Sakaryayê bi êrişê re rûbirû man qala êrişê kirin û diyar kirin ku xwediyê kar û gundiyan gefa şewitandinê li wan xwarine û li gel ew li cendirmeyan geriyane jî neçûne cihê bûyerê û bi heqaretên giran re rûbirû mane. 

 
Karkerên kurd ên ji gundê Kelekê ya girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê çûbûn gundê Sirt a girêdayî navçeya Ortakoyê ya Sakaryayê ku findiqan berhev bikin û duh bi êrişek nijadperest re rûbirû man. Karker piştî êrişê vegeriyan Mêrdînê û îro gihîştin gundê xwe. Karker ewilî çûn nexweşxaneyê û rapora derpkirinê wergirtin. Di vê navberê de Fermandariya Cendirmeyan a Şemrexê li keyayê gund geriya û xwest karker biçin qereqolê îfade bidin. Piştî ku karker gihîştin gund di saetên nîvro de cendirmeyan têketin û derketina gund qedexe kirin.
 
Karkeran êrişa li dijî wan pêk hatiye ji ajansa me Mezopotamyayê re vegotin. 
 
EWILÎ ÊRIŞÎ KURAP Û KEKÊ WÊ DIKIN 
 
Ji karkeran Hadara Demîr a bi êrişê re hevrû ma diyar kir ku serê sibê ew bi kêfxweşî çûne kar û wiha got: “Ewilî neviyê xwediyê kar heqaret li me kir. Pişt re xwediyê kar ji nişkeve got ‘keriyê kuçikan, keriyê heywanan.’ Xeberên nebaş li me kir. Li ser vê yekê em ji baxçe derketin. Em çûn cihek sekinîn. Koma êrişkaran hat û êrişî me kirin. Me jî got ev extiyar in em serê xwe bi wan ve neêşînin. Em ji wir jî çûn. Yek hat ba me û me ji wan re got em diçin welatê xwe. Wî got ez ê we bibim. Wî kesî heta malê me bir. Di wê navberê de xwediyê kar li zarokên xwe geriya û bang li wan kir ku werin gund. Xwediyê kar êrişî kurapê min kir. Kekê min jî ket navber û li ser vê yekê xwediyê kar bi kulman êrişî keke min jî kir.” 
 
‘EM LI CENDIRMEYAN GERIYAN NEHATIN’ 
 
Demîr destnîşan kir ku li ser wê êrişê her ku çû êriş mezin bû û wiha got: “Vê carê êrişî me jî kirin.” Demîr diyar kir ku Walîtiya Sakaryayê bûyerê manîpule dike û got: “Dibêjin ku bûyer derew e. Baş e ku li er medyayê bûyer derket holê. Me telefon jî kir kes nehat gund. Em çend caran li cendirmeyan geriyan jî nehatin gund. Me nihêrî heke cendirme werin jî wê piştevaniya êrişkaran bike, me her tiştê xwe hişt û me got xwedê bela wan bide wan.” Demîr ji bo êrişkaran got “faşîst” û wiha domand: “Em 17 roj berê çûbûn Sakaryayê. Her roj heqaret li me dikirin. Em 3 roj dixebitîn, carna 3 rojê me wek rojekê hesab dikirin. Me jî ji neçarî îdare dikir.” 
 
‘DIBÊJIN KURD TUNE NE’ 
 
Tûba Demîr jî ya ku bi êrişê re rûbirû maye jî wek Hadara Demîr qala bûyerê kir û wiha got: “Rojê 90 lîre didan me. Em ji bo pêdiviyên xwe çûn Sakaryayê. Piştî bûyerê me got em ê li cendirmeyan bigerin. Êrîşkaran got ‘hûn dixwazin li silala kurdan bigerin, hûn dixwazin li silaleya cendirmeyan bigerin. Cendirme li pişt me ne. Ez ê serbest bimînim.’ Tişta ku anîn serê me nijadperestî û faşîzm e. Heta îro kîjan patron derket pêşberî me faşîst û nijdarperest bû. Ez dikarim navê hemûyan bidim we. Dibêjin ‘Em tek in. Ji me pêve wek din kes nîne. Kurd tune ne.’ Qey meriv dibêje Xwedê wan tenê afirandiye.” 
 
‘JI BO KU WÊ CENDIRME BIHATANA CILÊ XWE QETAND’ 
 
Şîlan Demîr a ku di dîmenên ji aliyê ajansa me Mezopotamya ve hatin belavkirin ku têde tê dîtin zilamek kulmê lê dide jî destnîşan kir ku xwediyê kar û gundiyan heqaret li wan kir û wiha got: “Gotinên ku nayên ser zimanê meriv ji me re digotin. Tevî vê yekê jî em dixebitîn. Me heqaretên wan qebûl nekir, pişt re êrişî me kirin. Piştî ku şîmaq li min da merivên wî ew kişandin hundir. Lê neçû. Kesê bi navê Kadir Cebecioğlu êrişa li dijî min domand. Gotin ‘heke hûn neçin em ê we bi eşyayên we ve bişewitînin.’ Tam dema me xwest em derkevin, kesê bi navê Kadir Cebecioğlu cilê xwe qelaşt. Rûyê xwe birîndar kir. Em jî şaş man. Ji bo ku cendirme wê bihatana gund wî wisa kir.” 
 
GEFA ‘EV DER NE MÊRDÎN E’ 
 
Demîr diyar kir ku kesê bi navê Kadir Cebecioğlu ji wan re gotiye “Hûnê bisekinin em ê we bikujin. Ev der ne Mêrdîn e û naşibe Mêrdînê. Ev der welatê me ye. Cendirme li cem me cih digirin. Leşker ên me ne. Kes we li vir nagire.’ Cendirmeyan ji me re got çima hûn nesekinîne. Me jî got em ji ditirsiyan ku wê me bikujin. Em ê derbarê êrişa li me hatiye kirin gilî bikin.” 
 
Karkerek din Newroz Demîr jî diyar kir ku her tişt hema di kêliyekî de pêk hat û ew ê dev ji mafê xwe bernedin. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

09/09/2020
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê
09:06 Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
09:06 Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir
09:05 Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
09:05 Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
08:17 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
08:13 Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan
07/09/2020
23:21 Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket
21:48 Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan
21:42 Hezar û 703 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
17:10 Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da
16:47 Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn
16:25 Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin
16:12 Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan
15:56 ‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’
15:55 Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan
15:36 Hevserokên DBP’a Mêrdînê yên berê hatin tahliyekirin
15:08 Li Amedê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
15:05 Ciwanên Başûr ji ber zextan koçî Ewropayê dikin
15:04 Li Çiyayê Cûdî şewatek vedimire, yekê din dest pê dike
14:51 Li Cizîrê kêliyên tundiya polîsan ketin ber kamerayê
14:37 KESK: Zimanê tund ê îqtîdarê êrişan bi xwe re tîne
14:27 Polîsan mudaxileyî meşa mexdûrên KHK’ê kir û gelek kes binçav kirin
13:38 Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:30 Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike?
13:16 Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû
13:05 Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin
12:26 Li Mûşê bi pileya 4.1 erd hejiya
12:15 Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin
11:22 Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin
10:40 Li Çewlikê qeza: 11 kes birîndar bûn
09:50 Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin
09:43 Gundê karkerên êrişî wan hatibû kirin xistin karantînayê
09:04 Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket
09:04 Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye
09:03 Hêviya wan a kar dîtinê tuneye
09:03 Li Girtîgeha Kirşehîrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 112’an de ye
09:03 Berhevkirina fistiqên 600 salî dest pê kir