Cemîl Bayik: Heta birînên gelê me tên cebirandin em ê çalakiyan li dar nexin

  • rojane
  • 01:04 10 Sibat 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya erdhejê bang li hemû hêzên çekdar kir û wiha got: “Çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin. Heta dewleta tirkiyeyê, êriş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik bi boneya erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê Sibatê de bi pileyên 7.7 û 7.6 çêbû, peyamek weşand û wiha got: “Em bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin ku li Tirkiyeyê, li metropolan, li bajaran çalakiyên leşkerî ku dikin, bisekinînin. Dîsa ku heta dewleta tirkiyeyê, bi ser me de neyê û êrişî me neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin. Heta ku êşên gelê me kêm bibin, birînên xwe derman bikin, ev biryara me derbasdar e. Helbet dê helwesta dewletê jî wê li ser biryara me diyarker be.”

Bayik, bi domdarî wiha got: “Gelê me yê hêja, erdhejê rê li ber felaketeke mezin vekir. Li bakurê Kurdistanê, li Rojava, li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê, gelên me di nav zehmetiyeke mezin de ne. Bi taybetî ji ber siyaset û pêkanînên dewleta tirk, gel zêdetir êşê dikişîne. Ji bo wê, bi taybetî, ew dewleta dagirker, qirker a tirk, siyaset û pêkanînên ku dimeşîne, li ser gelan zêdetir êşê çêdike. Gelê kurd, tirk, ereb û gelên din, hemû jî zêde êş dikişînin. Hestên civakê gelek bandor li ser me kir. Ji bo yên jiyana xwe ji dest dane, ez ji Xwedê rehmetê dixwazim, ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim, dibêjim ji bo yê bi malbatî jiyana xwe ji dest dane, ji bo hemû gelê me sersaxiyê dixwazim.

DIVÊ HEMÛ DERFET BÊN SEFERBERKIRIN

Em hest û êşên ku hûn dikişînin, hîs dikin û dijîn. Mixabin, erdhej li hemû deran, li hemû cîhanê diqewimin. Ya girîng ew e ku gelek welat ji bo erdhejê tevdîrên xwe werdigirin. Ji wê boneyê zerar û ziyan kêmtir çêdibe. Hem hilweşîna xaniyan kêm dibe, hem wefat kêm dibin. Em li Tirkiyeyê dinihêrin; lê Tirkiye ji ber ku ew tevdîr wernegirtine, felaket çêdibin. Hêj jî bi hezaran mirovên me di bin kavilan de ne. Pêwîst e em wan zû derbixin. Ji ber ku zivistan e, berf e, baran e, serma ye. Eger em zû dernexin, dibe ku gelek kes ji ber sermayê jiyana xwe ji dest bidin. Lewma divê her kes çi derfetên xwe hebin divê seferber bike, bi lez alîkarî ên ku di bin avahiyan de mane, bi pêş bixin. Saziyên demokratîk û her kes, derfetên xwe çi ne, divê bi tevahî ji bo wê seferber bikin.

TEVDÎR NEHATIN GIRTIN

AKP-MHP, li ser desthilatê ye. 20 sal in AKP li ser desthilatê ye. Dewletê bi rê ve dibe. Tê zanîn ku Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li ser xeta fayê ye. Ji wê boneyê, welatekê erdhejê ye. A ku dihat xwestin ku tevdîr ji bo wê bihatina wergirtin. Lê AKP’ê tu tevdîr bi pêş nexistin. Ji bo gel xizmetekê nake. Li Tirkiyeyê ji bo erdhejê tê zanîn, bac dihatin wergirtin. Lê çi bi wan bacan bû kes nizane. Dewleta tirkiyeyê, hemû derfetên xwe; hundir û derve, ji bo li Kurdistanê gelê Kurd qir bike, bi milyaran dolar xerc kirin. Şerê taybet bi pêş xistin. Alîgirên xwe xurt kirin. Çete xurt kirin. Hinek saziyên şerê taybet xurt kirin. Hemû derfetên Tirkiyeyê ji wê boneyê xerc kirin. Ji bo wê tiştek nadin gelê Tirkiyeyê. Bi taybetî jî nedan gelê Kurd. Di desthilata xwe bêyî hidûd dizî kirin. Rant, talan bi pêş xistin. Dewlemendiyên xwe zêdetir kirin. Gel jî feqîr xistin. Her ku çû zêdetir feqîr xistin. Di navbera xwe û gelan de zêde cudahî çêkirin. Wek em dizanin, gelek caran ji bo mitehîd û çeteyan qanûnên xwe guhertin. Qanûnên îhaleyan guhertin da ku bikarin ên di xizmeta xwe de dewlemendtir bikin. Li cîhanê li gelek cihan erdhej çêdibin. Mînak; li Japonyayê, erdhejên mezin çêdibin. Em dibînin di van erdhejan de avahî zêde xera nabin, kes zêde namirin. Ji ber ku bi cidî li ser disekinin. Tevdîrên xwe bi pêş dixin. Ji wê boneyê ew êş zêde nayên kişandin. Eger dewleta tirkiyeyê jî wek Japonyayê tevdîr werbigirtana ew êşên ku îro tên kişandin, wê nehatana kişandin. Bi hezaran avahî xera nabin. Bajar û gund xera nabin û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest nadin, birîndar nabin.

TIRKIYE VEGUHERANDINE ŞÎRKETÊKÊ

AKP-MHP’ê di desthilata xwe gelek pere kom kirin. Her sal ji bo erdhejê pere kom kirin. Lê em dibînin ku ew pere li rastê nîn in. Hemû ji bo şer xerc kirine. Ji ber ku ji bo şer bi milyar dolaran pere xerc kirin. Eger ew pere ji bo gel xerc bikirana, bo erdhejê tevdîr werbigirtana, bo tenduristî û perwerdehiya gel bi pêş bixistana, ew êş û xirabî nedihatin jiyîn. Gelê Tirkiyeyê wê di nav xweşiyê de bijiya. Eger îro hinek pir dewlemend bûne, ku gel jî zêde feqîr ketiye, ew encama siyaseta AKP-MHP’ê ye ku li dijî gelê Kurd dimeşîne. Ji ber ku dixwaze gelê Kurd qir bike, ji wê boneyê hemû derfetên Tirkiyeyê û derve dixe xizmeta vî şerî. AKP-MHP, Tirkiyeyê wek şirketekê bi rê ve dibin. Wek patronekê bêwijdan, zalim nêzê gel dibin. Çi pêwîstiyên gel ji bo xwe esas nagirin, tu caran armanceke wer nadin pêşiya xwe. Ji bo wê jî pêwîst e; gelê me, gelê Kurd, Tirk, Ereb, gelên li Tirkiyeyê dijîn hemû hesabê wê divê bipirsin. Hem hesab bipirsin, hem jî hevkariya xwe derxin asta herî bilind.

BIRYAR HATIYE DAYÎN

AKP-MHP’ê, rewşa awarte îlan kir. Ji bo çi îlan kir? Dixwazin ser erdhejê bigirin. Dixwazin ser êşa gel, qêrîna gel bigirin ku dengê wan tu caran negihîje çi cihan. Dixwazin ser erdhejê bi temamî bigirin ku kes pê nehise. Pirsgirêkên tên jiyîn ku kes fêm neke. Ji bo wê jî ragihandinên xwe bi liv tevger kirine. Ê çawa gelan û dinyayê bixapînin, li ser wî esasî propagandayekê bi pêş dixin. Gelek tiştan vedişêrin. Wer didin diyarkirin ku li hemû cihan bi gel re dibin alîkar. Ev derew in. Ragihandinên bêalî, wan derewên wan hemû derxistin holê. Dixwazin bi vê ew alîkariya ku gel dişîne cihê erdhejê, ku pêşiyê lê bigirin. Dixwazin di nava gel de hevgirtineke bipêşketî, ku pêşiyê lê bigirin ku bi temamî desthilatiya xwe li wan deran çêbikin. Derfetên ji derve hatiye, ya jî ji nav Tirkiyeyê hatiye jî ku dîsa têxin bin xizmeta xwe. Bo wê jî wextê demokrasî, gelên Tirkiyeyê, gelê Kurd divê hevkariya xwe her bi awayî dewam bikin. Nehêlin ku dest bidin, ser tarî bikin. Dema ku gelên wê felaketê dijîn, êşeke wisa dikişînin, di nav me de jî wek tevger pêwît dît ku em rewşa heyî û pêşketinên dawîn ku çêdibin, binirxînin û li ser wî esasî em bigihin hinek encaman. Ji ber ku em hurmetê nîşanê gel, jiyana gelan û mirovahiyê didin, êşan li êşan zêde nakin. Li aliyê mirovî, wijdanî, exlaqî, me rewş nirxand. Em bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin ku li Tirkiyeyê, li metropolan, li bajaran çalakiyên leşkerî ku dikin, bisekinînin. Dîsa ku heta dewleta tirkiyeyê, bi ser me de neyê û êrîşê me neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin. Heta ku êşên gelê me kêm bibin, birînên xwe derman bikin, ev biryara me derbasdar e. Helbet helwesta dewletê jî wê li ser biryara me diyarker be. Careke din dibêjim; ên ku jiyana xwe ji dest dane, rehma Xwedê lê be û yên birîndar jî şifaya acîl dixwazim û dibêjim serê gelê me sax be. Hevgirtina civakî wê ji heqê van êrîşan were der, birînên xwe ew ê bi hev re derman bikin.“

Sernavên din

10/02/2023
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'
09:37 Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ
09:02 Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN
02:05 Biryara Meclisê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:54 Li Osmaniye, Kilîs û Rihayê xebat bi dawî bûn
01:18 Bûldan diçe Mereşê
01:04 Cemîl Bayik: Heta birînên gelê me tên cebirandin em ê çalakiyan li dar nexin
09/02/2023
23:16 15'ê Sibatê wê sibê li Silêmaniyê bê şermezarkirin
22:44 Hatîmogûllari: Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê rûxîneke mezin heye
22:39 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest danegihîşt 17 hezar û 406’an
21:58 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 17 hezar û 134 kesan
21:53 Nûçegihanê me Guleş û dilxwazê erdhejê hatin berdan
21:52 Demîrtaş ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir
21:33 Me cara ewil dîmenên gundên Bazarcixê girtin: 156 kesan jiyana xwe ji dest da
21:31 Gundên Nûrdagiyê bûne kavil: Ka AFAD, ka dewlet?
21:03 Tûnç Soyer: Dewlet nîne gel bi tena serê xwe ye
20:20 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana malbatên qurbaniyan kir
19:57 Li Amedê cenazeyên 5 kesên din hatin derxistin
19:50 KNK: Dem dema hevgirtin û alîkariya neteweyî ye
19:47 Semsûrî: Em bi piştevaniya gelê xwe li ser piyan dimînin
19:34 Ji sedî 80 Nûrdagiyê hilweşiyaye
19:08 Biryara OHAL’ê li Meclisê hate qebûlkirin
19:04 Hejmara miriyên erdheja Mereşê ji hejmara miriyên erdheja Marmarayê derbas bû
17:09 Kampanyaya ‘Ji her malekî teştek nan’: 18 hezar û 200 nan hatin şandin
17:07 DFG’ê bersiv da Walitiya Rihayê: Tu biryar nikare pêşî li nivîsandina rastiyan bigire
17:06 OHD: Divê têkildarî îdiayên li girtîgehan lêprisîn bê destpêkirin
17:03 Sergolan wêran bûye: Qet nebe bila cenazeyên me ji bin kavilan derxînin
16:51 Li Osmaniyeyê cenaze li bûzxane û mezbaxaneyan tên sekinandin
16:50 CFWIJ’ê bertek nîşanî astengkirina rojnamegeran da
16:37 Li Elbistanê gel bi tenê hatiye hiştin, mirov diqerisin
16:16 Deriyê dikana xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir: Dem dema piştgiriyê ye
16:15 ŞanoWan bi armanca piştevaniyê ber bi Hatayê ve bi rê ket
16:12 Li Elbistanê 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin
16:11 Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin
16:02 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin
15:55 Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn
15:42 Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
15:31 Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê
15:20 Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na?
15:12 Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê
15:01 30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan
14:53 Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn
14:35 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da
14:32 Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî
14:30 Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
14:30 Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir
14:21 TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê
14:13 Li Hatayê roja 4’emîn a erdhejê: Xelk û cenaze bi tenê hatine hiştin
14:01 'Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin'
14:00 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan
13:51 Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e
13:31 Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da!
13:23 Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin
13:23 Ji Colemêrgê 18 TIR bi rê ketin
13:18 Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin
13:07 Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da
12:48 Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin
12:31 Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber
12:21 Li herêma erdhejê rewşa hewayê
12:21 Sertel ê CHP’î ku çûbû Bazarcixê: Kon tune ne, gel tî û birçî ye
12:03 Ulkuciyan mexdûra erdhejê şêland!
12:03 DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire
11:44 4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in
11:43 Nacî Gorur: Erdheja Stenbolê nêz e û li gorî me dê herî zêde bi pileya 7.5 be aci-gor
11:42 Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn
11:07 Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin
11:03 Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne
10:57 Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre!
10:34 Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn
09:35 Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze
09:27 Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'
09:04 Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN
08:54 Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ
01:18 EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike
01:06 Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
00:55 Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin
00:33 Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê
00:18 Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
08/02/2023
23:56 Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan
23:38 Piştî 3 rojan kavil derketin holê: Alîkarî bêyî walîtiyê qedexe ne!
23:16 Nûçegihanê me Mehmet Guleş hat binçavkirin
22:48 Li Girtîgeha Hatayê girtiyan serî rakir: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:37 Parêzer Hesen xeleta xwe diyarî Abdullah Ocalan kir
22:05 Xizmên mexdûrên erdhejê dê karibin li ser e-Nabız’ê agahiyan wergirin
22:03 Pirsa ‘Hûn çima hatine vê derê?’ ji rojnamegeran kirin
21:54 Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambulans nikarin tevbigerin
21:54 Bertekên li dijî tengkirina banda medyaya civakî: Sansûr e
21:10 Ji bin kavilê Hotêla Avşarê 6 kes hatin derxistin: Me deng da AKP’ê lê niha li ku ne?
21:07 Ji Amedê ji bo Semsûr û Bazarcixê alîkarî
20:59 NetBlock: Twîtter li Tirkiyeyê hate bisînorkirin