'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'

  • rojane
  • 09:38 10 Sibat 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Sazî û rêxistinên Botanê anîn ziman ku ragihandina OHAL'ê pêşîgirtina li banga alikariyê ye û gotin: "Ji bo kêmasiyên xwe yên heyî veşêre OHAL îlan kir. Dev ji OHAL'ê berdin û van herêman wekî herêmên karesatê îlan bikin." 
 
Li navçeya Bazarcixa Mereşê di 6’ê sibatê de bi pileya 7.7 û 7.6 du erdhej çêbûn. Ji vê erdhêjê 9 bajarên din bandor bûn. Heta niha bi hezaran kesên ku di bin kavilên malan de man jiyana xwe ji dest dan. Gelek ji wan jî 5 roj in di bin kavilan de li benda alikariyê ne. Desthilata AKP-MHP'ê ku di warê alikariyê de ketiye rewşeke sosret. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî erdheja li Kurdistanê piştî 34 saetan derket pêşberî kamerayan û Rewşa Awarte (OHAL) li her 10 bajarên ku erdhêj lê çêbû ragihand. Li gel ragihandina Rewşa Awarte li gelek bajaran alikariya ku ber bi herêmên erdhêjê ve çû hat astengkirin. Li Kurdistanê ku ji bo piştevaniya mexdûran seferberî hatiye îlankirin, alîkarî didom in. Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Botanê bertek nîşanî ragihandina OHAL'ê dan û gotin ku desthilat di bin erdhêjê de maye. 
 
'PÊŞIYA ALIKARIYÊ VEKIN'
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Abdullah Gungen, diyar kir ku îlankirina OHAL'ê astengkirina alikariyane û wiha axivî: " Em bi hevre rojên giran derbas dikin. Li tevî vê jî şûna ku em bêtir ji herêmên erdhêjî çêbûye alîkariyê bikin OHAL hate ragihandin. Ev biryar mirovî dike nava fikaran de. Divê ku dewlet pêşiya alikariyê veke, pêşiya çapemeniyê veke. Ji bo alikarî dayinê tişta pêwîst ev e. Ji bo ku gel bi hêsanî xwe bikarabibe bigihîne mexdûrên erdhêjê ev pêwîste. Lê mixabin li gel îlankirina OHAL'ê gel dixe nav fikaran. Em vê helwesta dewletê rexne dikin. Divê dewlet xwe bigîhine her derê. Lê mixabin di rewşeke wiha de mexdûr tênê tên hiştin. Di van 20 salan de desthilata AKP-MHP'ê li şûna ku biçin di nava gel de, pêşiya çapemeniyê veke, pêşiya gel veke digire. Di van 20 salan de tenê berjewendiyên xwe parastin. Ji bo gel tiştek nekirin. Di vê pêvajoyê de careke din xuya bû ku tifaqiya gel ancax dikare gel rizgar bike. Botan di nav piştevaniyê de ye û seferber bûye. Me ruhê seferberiyê ava kiriye û heta niha 10 TIR me şandin. Di nava gel de komuneke mezin çêbûye û em vê digihîjîne gelê xwe. Em ê xebatên xwe û piştevaniya xwe bidomînin." 
 
'BI OHAL'Ê DIXWAZIN KÊMASIYÊN XWE VEŞÊRIN'
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekî Îrmez jî bi lêv kir ku desthilat AKP-MHP'ê di bin kavilên erdhêjiyê de ma û wiha got: "Kareseteke gelek mezin li ser gelê me çêbû. Di vê erdhêjiyê de careke din xuya bû ku dewletê heta niha bi tu awayî tedbîr nestandine. Dewletê hemû derfet û hêza xwe bi saziyên xwe ve ji bo şer dixebitine. Beriya vê erdhêjiya pisporan hişyarî kir û gotin ku ew li benda erdhêjiyê ne. Ji aliyê van pisporan ve hişyariyên gelek girîng jî hatin kirin. Lê mixabin desthilatdariya AKP-MHP'ê bi tu awayî tevbîr nestandin. Bi ser ev qas kêmasiyên xwe re OHAL îlan kir. Ji ber çi îlan kir? Ji bo ku kêmasiyên xwe yên heyî veşêre OHAL îlan kir. Bi OHAL'ê xwestin ku van kêmasiyên xwe veşêrin. Ji bo ku kesek van kêmasiyên wan ji gel re parve neke û dernekeve holê OHAL îlan kir. Ev tê wê wateyê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di bin vê erdhejiy de maye. Gel kareseteke mezin dît. Lê gel bi piştgiriya gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê dê bi ser xwe bê. Hewce bû ku desthilatdariya AKP-MHP'ê banga tifaqiyê bikira, bangawaziya piştevaniyê bikira. Lê astengiya derdixine. Çapemeniyê hedef nîşan dide. Êdî tu tişt destê desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê nayê. Ji ber wê divê ku em bi xwe birînên xwe bipêçin û piştevaniya xwe mezintir bikin." 
 
'LI ŞÛNA OHAL'Ê KARASATÊ ÎLAN BIKIN'
 
Rêveberê Egitîm-Senê Adnan Şenbayram anî ziman ku divê demildest li cihên ku erdhêjî çêbûye wekî herêmên karasetê bê îlankirin û got: "Em hemû ji erdhejê bandor bûn. Em difikirin ku em çawa bikaribin alîkariyê bikin. Di dema ku em li ser alîkariyê dixebitin, mixabin di qonaxa niha de, em dibînin ku hikûmet yekser rewş veguherandiye qezenc û rant. Hikûmetê çi kir? Rewşa Awarte ragihand. Şûna ku alîkarî bihata şandin, hikûmetê hewl da ku alîkariyê asteng bike. Me berê jî gelek caran gotibû, divê tedbîrên erdhejê bên girtin. Tirkiye welatekî erdhejê ye. Divê hûn avahiyên li dijî erdhejê ava bikin. Lê mixabin li Hatay, Mereş, Osmaniye, Semsûr, Amed, Meletî, Riha û gelek bajarên din avahiyên erdhejê nehatin çêkirin. Û bi mîlyonan mirov ji wê bandor bûne. Tiştê ku ketibû ser desthilatdariyê ne ragihandina rewşa awarte bû, birêxistinkirina alikariyê bû. Yekem tişta ku ew kesên ku hukumetê bi rê ve dibirin, weke her carê, ragihandina rewşa awarte bû. Em dibêjin herêmên ku erdhej lê zerar dîtine bila weke herêmên karesatê bên ragihandin, ne Rewşa Awarte, bila alîkariyên lezgîn werin, kî çi ji destê wan tê bila bihêlin ku alikariyê bikin. Gel vê ji me hêvî dike. Dev ji Rewşa Awarte berdin û van  herêman karesatê îlan bikin."

Sernavên din

10/02/2023
10:17 Hejmara qûrbaniyan gihîşt 18 hezar û 342 kesan
10:16 Jefofîzîkvan Şahan: Avahî mîna peksîmetê tebiqîn û ev nîşan dide ku venêrîn nehatiye kirin
10:11 Li Semsûrê hê jî avahiyên hilweşiyayî li şûna xwe ne
09:38 'Bi Rewşa Awarte dixwazin pêşî li alîkariyan bigirin'
09:37 Roja pencemîn a erdhejê: Hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê olan dide BLOGA ZINDÎ
09:02 Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2023’YAN
02:05 Biryara Meclisê ya OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:54 Li Osmaniye, Kilîs û Rihayê xebat bi dawî bûn
01:18 Bûldan diçe Mereşê
01:04 Cemîl Bayik: Heta birînên gelê me tên cebirandin em ê çalakiyan li dar nexin
09/02/2023
23:16 15'ê Sibatê wê sibê li Silêmaniyê bê şermezarkirin
22:44 Hatîmogûllari: Li Îskenderûn, Antakya û Samandagiyê rûxîneke mezin heye
22:39 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest danegihîşt 17 hezar û 406’an
21:58 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bû 17 hezar û 134 kesan
21:53 Nûçegihanê me Guleş û dilxwazê erdhejê hatin berdan
21:52 Demîrtaş ji bo mezinkirina piştevaniyê bang kir
21:33 Me cara ewil dîmenên gundên Bazarcixê girtin: 156 kesan jiyana xwe ji dest da
21:31 Gundên Nûrdagiyê bûne kavil: Ka AFAD, ka dewlet?
21:03 Tûnç Soyer: Dewlet nîne gel bi tena serê xwe ye
20:20 Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana malbatên qurbaniyan kir
19:57 Li Amedê cenazeyên 5 kesên din hatin derxistin
19:50 KNK: Dem dema hevgirtin û alîkariya neteweyî ye
19:47 Semsûrî: Em bi piştevaniya gelê xwe li ser piyan dimînin
19:34 Ji sedî 80 Nûrdagiyê hilweşiyaye
19:08 Biryara OHAL’ê li Meclisê hate qebûlkirin
19:04 Hejmara miriyên erdheja Mereşê ji hejmara miriyên erdheja Marmarayê derbas bû
17:09 Kampanyaya ‘Ji her malekî teştek nan’: 18 hezar û 200 nan hatin şandin
17:07 DFG’ê bersiv da Walitiya Rihayê: Tu biryar nikare pêşî li nivîsandina rastiyan bigire
17:06 OHD: Divê têkildarî îdiayên li girtîgehan lêprisîn bê destpêkirin
17:03 Sergolan wêran bûye: Qet nebe bila cenazeyên me ji bin kavilan derxînin
16:51 Li Osmaniyeyê cenaze li bûzxane û mezbaxaneyan tên sekinandin
16:50 CFWIJ’ê bertek nîşanî astengkirina rojnamegeran da
16:37 Li Elbistanê gel bi tenê hatiye hiştin, mirov diqerisin
16:16 Deriyê dikana xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir: Dem dema piştgiriyê ye
16:15 ŞanoWan bi armanca piştevaniyê ber bi Hatayê ve bi rê ket
16:12 Li Elbistanê 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin
16:11 Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin
16:02 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin
15:55 Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn
15:42 Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
15:31 Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê
15:20 Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na?
15:12 Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê
15:01 30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan
14:53 Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn
14:35 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da
14:32 Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî
14:30 Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
14:30 Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir
14:21 TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê
14:13 Li Hatayê roja 4’emîn a erdhejê: Xelk û cenaze bi tenê hatine hiştin
14:01 'Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin'
14:00 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan
13:51 Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e
13:31 Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da!
13:23 Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin
13:23 Ji Colemêrgê 18 TIR bi rê ketin
13:18 Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin
13:07 Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da
12:48 Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin
12:31 Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber
12:21 Li herêma erdhejê rewşa hewayê
12:21 Sertel ê CHP’î ku çûbû Bazarcixê: Kon tune ne, gel tî û birçî ye
12:03 Ulkuciyan mexdûra erdhejê şêland!
12:03 DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire
11:44 4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in
11:43 Nacî Gorur: Erdheja Stenbolê nêz e û li gorî me dê herî zêde bi pileya 7.5 be aci-gor
11:42 Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn
11:07 Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin
11:03 Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne
10:57 Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre!
10:34 Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn
09:35 Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze
09:27 Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'
09:04 Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN
08:54 Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ
01:18 EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike
01:06 Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
00:55 Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin
00:33 Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê
00:18 Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
08/02/2023
23:56 Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan
23:38 Piştî 3 rojan kavil derketin holê: Alîkarî bêyî walîtiyê qedexe ne!
23:16 Nûçegihanê me Mehmet Guleş hat binçavkirin
22:48 Li Girtîgeha Hatayê girtiyan serî rakir: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:37 Parêzer Hesen xeleta xwe diyarî Abdullah Ocalan kir
22:05 Xizmên mexdûrên erdhejê dê karibin li ser e-Nabız’ê agahiyan wergirin
22:03 Pirsa ‘Hûn çima hatine vê derê?’ ji rojnamegeran kirin
21:54 Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambulans nikarin tevbigerin
21:54 Bertekên li dijî tengkirina banda medyaya civakî: Sansûr e
21:10 Ji bin kavilê Hotêla Avşarê 6 kes hatin derxistin: Me deng da AKP’ê lê niha li ku ne?
21:07 Ji Amedê ji bo Semsûr û Bazarcixê alîkarî
20:59 NetBlock: Twîtter li Tirkiyeyê hate bisînorkirin