Li Samandagê pirsgirêka hewînê: Di konteynirê de 35 kes dimînin

  • rojane
  • 16:35 14 Sibat 2023
  • |
img
HATAY - Ji ber ku li navçeya Samandag a Hatayê ku erdhejê rê li ber hilweşîneke mezin vekir kon nehatine vedan, park, kolan û dorse weke xanî û baxçe jî weke tuwalet tên bikaranîn. Li bajêrê ku tuwaletên seyarê nehatine danîn xetereya belavbûna nexweşiyan heye. 
 
Di roja 9’emîn a erdheja navenda wê Mereşê de li navçeya Samandag a Hatayê welatî hêj jî li kolanan dimînin. Li taxên Sutasi, Ataturk, Kûşalani, Meydan Koyu, Cumhûriyet, Yenî û navenda sûkê hatin wêrankirin.  
 
Li gel çend konên ku AFAD'ê li navenda bajêr danîn, li Stadyûma Samandag û Navenda Çandê ya Samandagê konên nû hatin vedan. Lê konên hatine vedan pêdiviyan bi cih naînin, welatî tevî sermayê jî neçar dimînin bi zarokên xwe re li konên çêkirî yên ku derfetên xwe danîne, bimînin. 
 
Welatiyên bi zarok, nexweş û pîran re di konên ku li kêleka peyarêyan û baxçeyên narinciye hatine vedan de dimînin, gazin dikin ku hêj tuwaletên seyar neanîne navçeyê. Yek ji welatiyên ku em pê re axivîn bi dayika xwe ya 93 salî û bi felc û kurê xwe yê bi nexweşiya anemiya orak hucreyê di konê ji brandayan ji xwe re çêkirî de dimîne. Welatî dixwazin pirsgirêka wan a hewînê demildest bê çareserkirin. 
 
BI DERFETÊN XWE KON VEDAN
 
Savaş Dogû ku di erdhejê de xaniyê wî hilweşiya û 3 zarokên wî hene, wiha got: “Zarokên me yên biçûk hene, em li ber sarmayê dimînin. Me ji Kiziay û AFAD’ê alîkarî xwest, gotin wê konbajar bê avakirin lê hêj tu xebat nehatine kirin. Em di konên ku me bi derfetên xwe çêkirine de dimînin. Em bifikarin klu zarokên me nexweş bibin.”
 
Dogû, bi lêv kir ku pirsgirêkeke din ne danîna lavaboyan û tuwaletên seyar e û got: “Em difikirin ku wê ev rewş rê li ber nexweşiyan veke. Divê alîkarî demildest bên kirin. Pirsgirêka me ya herî mezin hewîn û gerimkirine.”
 
DI KASEYA TIRÊ DE DIMÎNIN
 
Mexdûrekî din ê erdhejê jî wiha got: “Pirsgirêka me ya hewînê heye, em li ser rêyan dirazin. Em ji kolanan cilan kom dikin û li xwe dikin. Em ji bo zarokên me razin û pêdiviya tuwaletê pêk bînin dibin baxçeyan. Hikumet nehate vir, şaredariyên bajarên cuda hatin. Em xwarina ku ew didin dixwin. Em di dorseya tirê ku cîranê me anî de 30-35 kes dimînin. Em bi roj jî li ser peyarêyan dimînin. 10 roj çêbûn ew jî çûn. Em nizanin ka em ê çi bikin.”
 
WELATIYÊN NEXWEŞ LI KOLANAN DIMÎNIN 
 
Mexdûrekî din ê erdhejê ev tişt gotin: “Em dikarin li xwe binêrin. Em ji hikumetê tenê konteyniran dixwazin. Tiştekî din naxwazin. Ez emeliyata kapaxa dil bûm. Herkesê vê derê weke min nexweş e. Niha em xwarina xwe dixwin lê pişt re dê çi çêbe. Piştgirî lazim e. Heke pêkan be em cihekî hewînê û tuwaletê dixwazin. Dayikên bi zarok hene, her kes li derve dimîne”
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

15/02/2023
14:13 Hema kesê alîkarî dike bila kurd nebe…
14:08 Rapora Îmraliyê: Sala 2022’yan bû sala bêpeywendiyeke mutleq û agahînegirtinê
13:53 ‘Divê 50 hezar û 576 avahiyên li herêma erdhejê demildest bên hilweşandin’
13:52 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên protestokirina 15’ê Sibatê
13:41 Nûrdagi veguheriye goristanê!
13:33 3 leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin ji wezîfeyê hatin girtin
13:30 MYK'a HDP'ê: Dem dema hevrûbûna bi komploya navnetewî re ye
13:21 Şaredariya Îzmîrê dê 20 hezar çewal êm bişîne herêmên erdhejê
13:15 Ji Wezaretê daxuyanî: 508 zarok radestî malbatên wan hatin kirin
13:11 Divê xebatên rakirina kavilan di kîjan mercan de bên kirin?
13:11 Li Amedê kampanyaya ‘Ji bihakirina kirê re na’ tê destpêkirin
13:02 Li Şemzînanê 3 kes hatin binçavkirin
12:57 Walîtiyê bi TIR’a alîkariyê ya nekomkirî ve pankarta xwe daliqand
12:53 Karabudak: Îktîdar dixwaze demografyaya herêmê biguherîne
12:44 Di bin gorê de zarok li ser gorê cilên wan
12:31 Girtiyan li dijî Komploya 15’ê Sibatê banga mezinkirina têkoşînê kirin
12:06 Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê: Agahiyên girtîgehên li herêma erdhejê tên veşartin
12:05 Bi ava şolî hevîrê xwe dikin û bajarokê terk nakin
12:03 Li Islahiyeyê 12 malbat di bin du konan de dimînin
11:36 Li Islehiyeyê kemçe hatin sekinandin: Dê rakirina kavilên erdhejê bidin îhaleyê
11:27 Bavê wê li ser milên wê canê xwe ji dest da: Ne erdhejê pergalê me kuşt
11:06 Operatorê li Semsûrê cenazeyan vedişêre: Goristan her tiştî vedibêje
11:01 ‘Dinya bi balafiran alîkariyê dişînê lê dewleta tirk fûzeyan li Rojava dibarîne’
10:48 Dewlet 4 roj şûnve çûye hawarê: Qerisîn û canê xwe ji dest dan
10:23 Bi destên xwe korîdora jiyanê vekir û tevahiya malbata xwe rizgar kir
10:06 ‘Tîp’ên ku rojê nabînin: Ji Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû
09:58 ‘Hêza kurdan heye ku Abdullah Ocalan azad bikin’
09:57 Ji bo zarokên mexdûrên erdhejê kampanya ‘Konê Lîstikê’ hat destpêkirin
09:24 Înfaza girtiyê nexweş ku 30 sal in girtî ye bi hinceta 'ne poşman e' şewitandin
09:05 Xetereya ku li benda zarokên mexdûrên erdhejê ne
09:05 Li Sêrtê seferberiya piştevaniyê didome
09:05 Saziyên Çand û Ziman: Em xwedî li hev derdikevin
09:02 Ev 7 sal in nikare li wêneyê kurê xwe yê ku hatiye qetilkirin binêre
09:01 Mehmet Dag ê 34 sal di girtîgehê de ma: Abdullah Ocalan sosyalîzmê zindî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2023'YAN
14/02/2023
23:59 Jina 77 salî piştî 210 saetan bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
22:22 Li Semsûrê zarokekî 12 salî ji bin kavilan hat rizgarkirin
21:39 Jinan komploya 15'ê Sibatê protetso kir
21:28 Îdianameya der barê teqîna Taksîmê de hat amadekirin
21:06 Ji girtîgehê peyama erdhejê: Serê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê sax be
21:02 Muteahîdên avahiyên hilweşiyayî hatin binçavkirin
20:42 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 11 hezaran derbas kir
20:26 Li Osmaniyeyê dest bi xerakirina 200 avahiyên zêde bixesar hat kirin
20:19 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan: 35 hezar û 418
20:13 Sancar: Berpirs û kiryarê sereke yê karesatê desthilat e
19:23 Barzanî tevî AKP'iyan serdana herêma erdhejê kir
19:16 Mexdûrê erdhejê ku eşyayê xwe ji avahiya xesardîtî derxist: Bawerî bi desthilatê nemaye
19:04 ECW dê alîkariya zarokên sûriyeyî yên bandor ji erdhejê girtine bike
18:44 Ji Medya Haberê ji bo mexdûrên erdhejê bernameya taybet
18:33 WHO: Em bûn şahidê karesata herî xirab a sedsalê
18:23 Tenduristkara li herêma erdhejê: Bila Serokkomar bê vir
18:18 Baroya Êlihê giliyê berpirsên erdhejê kir
16:59 Li Meletiyê sîteya bixesar hate hilweşandin
16:58 ‘Bila girtî û malbatên xwe yên li herêmên erdhejê agahî ji hev bigirin’
16:58 26 fezlekeyên parêzbendiyê ji Meclisê re hatin şandin
16:43 UNÎCEF: Li Tirkiye û Sûriyeyê erdhejê bandor li 7milyon zarokan kir
16:35 Li Samandagê pirsgirêka hewînê: Di konteynirê de 35 kes dimînin
16:11 Li Rihayê welatî di konan de dimînin: Rewşa me rewşa şerpezebûnê ye
16:08 ‘Li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê girtî terkî mirinê tên kirin’
15:56 Serokê MUSÎAD’ê yê berê Poyraz hate binçavkirin
15:55 Koordînasyona li Şirnexê banga piştevaniyê kir
15:48 Cara ewil HDP’ê xwe gihand gundên Battalgaziyê
15:39 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir: Em ê hemû bi hev re birînên xwe bipêçin
15:26 HDP’ê giliyê berpirsyarên hilweşînê kir
14:43 Stûnên avahiya ku bû gora 50 kesan ji bo eywana sporê hatine birîn!
14:41 Endamê OHD’ê parêzer Serhan Ozdemîr jî bû qurbaniyê erdhejê
14:40 Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e
14:24 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan
14:22 Rapora pêşenirxandin a avahiyên hilweşiyayîn hate eşkerekirin
13:48 Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin
13:46 Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne!
13:42 Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir heye
13:33 Xwendekarên ji KYK’ê hatin derxistin: Krîzê bi krîzeke din vedişêrin lê ev tiştekî bi aqilane nîne
13:22 Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê: Bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin
13:14 AKP di bin kavilan de ma: Bacên erdhejê bo rantê û alîgiran çûn
13:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 Leşkeran tundî li penaberê ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest kir
12:59 Bîlançoya 24 saetên dawî nehat parvekirin
12:18 Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn
12:05 Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye
12:00 Li Amedê avahiya ku hat valakirin, hilweşiya
11:38 Hevserokên KNK'ê: Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmrali ye
11:22 Li Semsûrê dilxwazan bajarek ji konan ava kir û birînên mexdûran dipêçin
11:20 Gureşçî yê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate veşartin
10:28 Ji bin kavila Serîn 2’yê cenazeyê du kesan hate derxistin
10:20 Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin
10:18 Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin
10:12 Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin
10:09 Gundê ku 120 kesan lê jiyana xwe ji dest da ji holê rabû!
09:51 4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan
09:30 AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest
09:14 Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv
09:03 Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn
09:02 Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023''YAN
08:45 Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne
08:40 Li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin bidawîkirin
00:57 Di Sîteya Yagmûrê de 17 kes di bin kavil de ne
13/02/2023
23:38 Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin
23:05 Polîsan li Colemêrgê wesayîta alîkariyê asteng kir