Hevserokên HDP’ê li Amedê ne: Welatê me êdî nikare êş û mirinan ragire

  • rojane
  • 15:48 15 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li Amedê têkildarî karesata erdhejê û xebatên xwe daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku desthilat di nava 10 rojan de jî nekarî xwe organîze bike û xebatên rêxistinên saziyên sivîl û partiyên siyasî asteng dike.
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi şandeya xwe re ku ji gelek parlementeran pêk dihat li Amedê serdana malbat û kesên ku ji ber keraseta erdhejê mexdûr bûne kirin. Bûldan û Sancar, ewil li stadyûma Amedsporê û piştre jî li Taxa Mevlana Xalid serdana gel kirin. Du re li avahiya partiya xwe ya navçeya Peyas a Amedê têkildarî xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê daxuyaniyek dan. Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn de pankarta “Dem dema piştgiriyê ye, roj roja hevkariyê û dest bi dest mezinkirina piştevaniyê û pêçandina birînan e” hat vekirin.
 
Di destpêka daxuyaniyê de Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Ozlem Gunduz axivî. Gunduz xebatên Navenda Koordînasyona Krîzê parve kirin û da zanîn ku ew bi zêdetirî 3500 kesan xebatên koordînasyona krîzê dimeşînin. 
 
‘LI DIJÎ DESTHILATÊ HÊRSEK MEZIN HEYE’
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldanê bi lêv kir ku di roja 10’an a erdhejê de hêj jî rewşeke gelek giran heye. Bûldanê da zanîn ku ew ji roja ewil ve li cem mexdûrên erdhejê ne û ji bo çareser kirina pêdiviyên wan di nava hewldanan de ne. Bûldanê axaftina xwe wiha domand: “Me di nava van 10 rojan de li dijî desthilatê her cihê ku em çûnê hêrsek mezin dît. Lê di vê pêvajoyê de tiştê mirov herî zêde keyfxweş dike, piştevaniya ku derketiye holê ye. Pêwîste cenazeyên tên derxistin, neyên perçekirin. Komîsyona me ya hiqûqê, ji bo vê yekê ji di nava hewldanan de ye.”
 
AQÛBETA ZAROKÊN BÊKES
 
Bûldanê bal kişand ser zarokên bêkes mane û wiha axivî: “Li ser medyaya dîjîtal derbarê zarokên bêkes mane de hinek îdîa tên kirin. Hewce ye bi lez ev yeke were lêkolînkirin û raya giştî bê agahdar kirin. Pêwîste xebat bên kirin ku zarokên bêkes dişînin ku derê û bên tespîtkirin. Desthilat di nava 10 rojan de jî nekarî xwe organîze bike û xebatên rêxistinên saziyên sivîl û partiyên siyasî asteng dike.”
 
15 SIBATÊ HAT ŞERMEZAR KIRIN
 
Bûldanê têkildarî 15 Sibatê Salvegera Komploya Navneteweyî jî axivî û ev tişt gotin: “Îro salvegera Komploya Navneteweyî ye û em vê komployê şermezar dikin. Ez dixwazim bal bikişînim ser vê yekê ku divê ev welat li hemberî siyasetên şer û tecrîdê bisekine û divê kesên ku vî welatî bi rê ve dibin jî li hemberî siyasetên şer û tecrîdê bisekinin. Welatê me êdî nikare êş û mirinan ragire.”
 
‘PIŞTEVANIYÊ PLANÊN RANDÊ TÊK BIR’
 
Dû re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dest bi axaftinê kir û da zanîn ku binavkirina vê bûyerê ya weke karesata sedsalê, reva ji berpirsyariyê ye. Sancar, diyar kir ku rastiya ji bin kavilan derketî piştevanî ye û ew jî hêviyê dide mirov û wiha domand: “Desthilat bi polîtîkayên xwe berpirsiyarê vê erdhejê ye û niha jî dixwaze encama erdhejê ji bo ranta siyasî û îktîsadî bi kar bîne. Desthilat ji bo vê rewşa xerab vegerîne rantê planan dike. Lê vê piştevaniyê planên rantê têk birin. Em weke HDP’ê amade ne ku çi bikeve ser milên me bikin.”
 
Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.
 

Sernavên din

17/02/2023
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin
11:44 Diyargaza ku di roja erdhejê de fatûre birîbû îro jî îxbarnameyên birîna gazê danî ber deriyan!
11:31 Li navçeyên ku vala bûne tenê xebata rakirina xirbeyan heye
11:19 Kemalbay: Heke tevdîr neyên girtin xetereya şewbê pir zêde ye
10:48 Qeymeqam qeyûm tayîn dike, gel jî alîkariyê dixwaze!
10:47 Navenda ku qeyûm tayîn kirinê gund bi gund birîn derman dikirin
10:36 Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê: Divê îktîdar ji biryara xwe ya perwerdeya dûr vegere
10:36 Li Bazarcixê tîmên hilweşandinê li ser kar in, malbat hewl didin eşyayên xwe xelas bikin
10:27 'Dê bi sûcdarkirina mitehitan û hedefgirtina penaberan nekarin xwe rizgar bikin’
10:19 'Heke endezyar kontrolê nekin dê heman karesat bên serê me'
09:53 Ji objektîfa nûçegihanên MA’yê Semsûr
09:45 Şêrko Kanîwar: Heke seferberî tune be, ev rewş ji holê ranabe
09:34 Ciwan ketine nava seferberiya erdhejê: 200 ciwan li Semsûrê ne
09:26 Jina ciwan a ku ji bo xalê xwe yê li herêma erdhejê girtî ye alîkarî xwest hat girtin
09:01 ‘Dewletê li herêma erdhejê rê li ber rêxistinên nijadperest vekir'
09:00 ROJEVE 16'Ê SIBATA 2023'YAN
08:51 Ji ber avahiyên li Amedê hilweşiyayîn 15 kes hatin girtin
15/02/2023
23:16 Abdullah Ocalan di rojeva cîhanê de ye: Hûn nikarin roja me tarî bikin
23:06 Li Filipînê bi pileya 6,1 erdhej çêbû
22:11 Cenazeyê dengbêj Mihemedê Nenyasî piştî 10 rojan hat derxistin
21:47 Ciwanên kurd ji bo Abdullah Ocalan ketin avahiya PE'yê
21:40 Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê ya bandor ji erdhejê girtiye dê bê veguhastin
20:46 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê: Dewletê dawî li piştevaniyê anî
20:14 Bûldan: Astengkirina alîkariyan ne hedê we ye, em ê her tim ji bo gelê xwe serferber bin
19:59 Xarpêt jî wekî herêma karesatê hat îlankirin
19:04 Endamê OHD'ê Parêzer Ozdemîr hat definkirin
18:58 Li Silêmaniyeyê Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin
18:37 Li Rihayê 4 kes ji ber avahiyên hilweşiyayî hatin girtin
18:15 Qeyûm tayinî alîkariyên erdhejê hat kirin!
18:06 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
17:49 Fiyetê kirêyan ji sedî sed biha bû
17:12 Derket holê ku kesê digot ‘dewlet li me dinihêre’ bavê polîsê li Garê hatiye kuştin e
17:11 Li Amedê xaniyên birîsk tên valakirin, gel bêçare ye
17:08 Ramazan Nazlier piştî 30 salan ji girtîgehê tehliye bû
16:52 TOP: Dewlet bi tunekirina delîlan re mijûl e!
16:48 DBP: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan helwesteke zelal nîşan bidin
16:40 ‘Divê dawî li rejîma înfazê ya Îmraliyê bê anîn’
16:31 Hiqûqnasê Destûra Bingehîn: Divê hilbijartin herî dereng di 18’ê hezîranê de bên kirin
16:28 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir
16:26 Ranta ÎHH’ê ya erdhejê: Konteynirên bi 75 hezar lîreyan, bi 100 hezar lîreyan difiroşe
16:25 Damezrînera Komeleya Jinên Welatparêz Melîke Alp di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
16:25 Derheqê Diyar Galeria ku di erdhejê de hilweşiya bû tu doz nehatine vekirin!
16:01 Dijwariya îşkenceya li Gureşçî hatiye kirin di rapora tibê de derket holê
15:48 Hevserokên HDP’ê li Amedê ne: Welatê me êdî nikare êş û mirinan ragire
15:35 3 TIR’ên alîkariya pêdiviyên lezgînî li Dîlokê hatin desteserkirin
15:34 Ji Koma Voys’ê têkildarî erdhejê dosyaya vîdeo-nûçeyê
15:15 Li Mexmûrê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê kirin
15:12 Komploya 15’ê Sibatê li Wanê hate protestokirin
14:41 Komeleya Pira Gelan: Sûcê nefretê dê tevahiya welêt bişewitîne
14:37 Mojust cihêkariya li herêmên erdhejê veguhezand Neteweyên Yekbûyî