'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'

  • rojane
  • 09:00 18 Sibat 2023
  • |
RIHA – Endamê Desteya Rêveberiya Giştî yê PYD’ê Ehmed Xoce anî ziman ku Tirkiye dixwaze berî hilbijartinê cardin êrişî Rojavayê bike. Xoce destnîşan kir ku armanca van êrişan di şexsê Kobanê de jiholêrakirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser in û got ku lê ew ê nehêlin. 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Çendî di 6’ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdhejeke mezin çêbû û bandor li Sûriyeyê kir jî, êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestiyan. Tirkiyeyê di 12’ê Sibatê de bi Balafirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) êrişî gundê Menaz ê Kobanê kir û welatiyê sivîl ê bi navê Mahmûd Kobanê qetil kir. Herî dawî duh jî navçeya Til Rifatê ya bi ser herêma Şehbayê ve topbaran kir û di encama vê topbaranê de Yûsêf Ebid ê 70 salî hat qetilkirin. Her wiha desthilata AKP-MHP’ê beriya hilbijartinê bi êrişan bênavber gefan li Rojava dixwe. 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce têkildarî êrişên Tirkiye yên li dijî Rojavayê ji ajansa me re axivî. 
 
‘DIXWAZIN KURDAN QIR BIKIN’
 
Ehmed Xoce anî ziman ku armanca êrişan qirkirina gelên Rojavayê ye û di roja erdhejê de jî balafîrên Tirkiyeyê li ser Şehbayê bûne. Xoce bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li Til Rifat û Kobanê û ev tişt gotin: “Dewleta tirk dixwaze vê erdhejê jî ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne û bi van erişan gelê li vir koçber bike û demografiya vir biguherîne. Ji bo wê jî hemû welatiyên li Rojavayê ji xwe re hedef digire. Ew êrişa ku çend roj berê li gundê Menazê pêk hat li dijî welatiyekî sivîl bû. Bi vê êrişê dixwazin çavê hemû kesî bitirsînin, dibêjin em hebûna we qebûl nakin. Dibêjin em qebûl nakin ku hûn bibin xwedî statu.”
 
‘HEZÊN GARANTOR ALÎKARIYA ÊRIŞAN DIKIN’
 
Xoce bal kişand ser bêdengiya hezên garantor a ji bo êrişên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hezên garantor digotin divê êdî şer li vê herême raweste, lê dema em li êrişên dewleta tirk dinêrin, em dibînin ku ew hezên garantor jî rê li pêşiya van êrişan vekirine. Êrişa dewleta tirk ku li gundê Menazê pêk hat, wargehên Rûsyayê nêzî kîlometreke dûrî wir bû. Wan jî çavên xwe ji van êrişan re girtine, li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Rûsya dixwaze di êrişên xwe yên li ser Ûkranyayê de dewleta tirk li cem xwe bigire. Amerîka jî car caran ji bo Tirkiyeyê di nav NATO'ye de bimîne çavên xwe digire. Ew jî tê wê wateyê ku di van êrişan de alîkariya van dewletan jî heye. Yanî ew jî dizanin projeya Rêveberiya Xweser ji bo gelên Rojhilata Navîn vejîneke mezin e, ji ber vê jî bi fikar in, dixwazin careke din desthilatdariya xwe li ser herême ferz bikin. Dixwazin projeya Rêveberiya Xweser jî di bin bandora wan de be.”
 
‘ARMANC KOBANÊ YE’
 
Xoce di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye beriya hilbijartinê dixwaze êrişî Kobanê bike û axaftina xwe wiha domand: “Ji dewletên dinyayê desthilat projeyên alikariya gel ji bo hilbijartinê pêşkeş dikin, lê desthilata AKP’ê soz dide ku wê gelê kurd qir bike. Em jî texmîn dikin ku çi di destê dewleta tirk de hebe wê berî hilbijartinê êrişî Rojava bike. Desthilata AKP’ê dixwaze krîzên hundirîn ên Tirkiyeyê bi êriş li se Rojavayê Kurdistanê por bike û di hilbijartinê de bi ser bikeve. Projeya wan jî êrişa li ser Kobanê ye. Kobanê nîşana berxwedanê ye, xwedî dîrok û rolekî pir mezin lîstiye. Ji hatina Rêber Apo ya sala 1979’an bigire ku welatpareziya Kobanê pê tê naskirin heta manewiyeta Kobanê ya têkbirina DAÎŞ’ê ku ji çar parçeyên Kurdistanê gel şehîd ket. Ji ber wê jî dixwazin Kobanê di bin destê wan de be û bi vê yekê herêma Kantona Efrînê û Cizîrê ji hev du veqetînin. Ji ber wê jî dixwazin bi êrişên li ser Kobanê destkeftiyên li vir têk bibin.”
 
‘EM JI ÊRIŞAN RE AMADE NE’
 
Xoce bi lêv kir ku li dijî van êrişan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ye û wiha pê dê çû: “Gelê Kobanê di vî warî de xwedî tecrûbe ye. Gelê Kobanê bi têkbirina DAÎŞ’ê re pir baş dizane ku wê çawa li ber xwe bide û heta dawiyê girêdayî welatpareziya xwe ye. Gelê Kobanê bi vî rengî difikire û tevdigere. Rêveberiya Xweser û gelê Kobanê bi hev re ne. Rêveberiya Xweser jî ji êrişan re amade ye û heta dawiyê dikare bersiva van êrişan bide. Di vî warî de hesabê her tiştî hatiye kirin. Ji aliyê parastin û xizmeta gel ve hemû amadekarî hatine kirin. Sekna Rêveberiya Xweser sûdeke mezin ji gel girt.”
 
‘QEDERA GELÊ KURD YEK E’
 
Xoce di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî van êrişan gelê kurd bi yekrêziya xwe dikare destkêftiyan bi dest bixe û axaftina xwe wiha qedand:  “Qedera gelê kurd yek e. Di berxwedana Kobanê de ev yek hat îspatkirin. Îro keç û xortên kurdan li çar parçeyên Kurdistanê şer dikin. Keç û xortên Rojava li Bakur yên Bakur jî li Rojava şehîd dikevin. Yekîtiya gelê kurd ji vî alî de jî heye. Gelê kurd îro li cihanê jî deng daye. Niha em dibînin heke li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd yekrêziya xwe nîşan bide wê bi ser bikeve û destkeftiyan bi dest bixe. Lê ji aliyê din ve jî yên ku belkî dikevin îxanete jî hene. PDK ji vî alî de berbiçav e. Îro hevkariya PDK û Tirkiyeyê em dibînin. Lê edî heqîqeta gelê kurd ji îxanetê mezintir e. Êdî gelê kurd îradeya xwe nas kiriye. Gelê kurd li ser fikir û rêmanên Rêber Apo baş perwerde bûye, êdî rêça xwe nas kiriye, wê li ser vê rêçe jî biçe serkeftinê.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

19/02/2023
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax