Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê

  • rojane
  • 12:21 21 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Li gundên Bazarcixê ku navenda erdheja ewil bû me dîmenên 25 gundan û mezrayan girtin û herî kêm 339 kesan canê xwe ji dest daye û bi sedan mal hilweşiyan e. Mexdûrên erdhejê li benda erzaq û tiştên hîjyenê ne. 
 
Di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê erdhêj çêbû û erdhejokên li pey didomin. Em roja ewil gihîştin Bazarcixê û 16 roj in em dîmen û wêneyên hem navenda navçeyê hem jî gundan digirin. Li navenda navçeyê bi sedan avahî hilweşiyan e û avahiyek ku xesar nedîtibe tune ye. Li gundên navçeyê jî rewş ne cuda ye. Li hin gundan ji sedî 90’ê xaniyan hilweşiyan e û axûr û dikan jî pelişîne. Li gundan hema bêje xaniyek ku xesar nedîtibe nîne. 
 
Waliyê Kirikkaleyê Bulent Tekbiyikoglû ku wek waliyê koordînator hatiye wezîfedarkirin têkildarî navenda navçeyê û gundan heta niha tenê daxuyaniyek daye. Walî di 11’ê sibatê de daxuyanî dabû û gotibû ku xebata lêgerînê û rizgarkirinê li navçeyê qediyane û ji binê kavilên 872 avahiyan 41 kes hatine rizgarkirin û bi giştî 413 welatiyan canê xwe ji dest daye. 
 
Nayê zanîn ku gelo daneyên li gundan jî daxilî vê hejmarê an na. Dema mirin û hilweşandina li gundan jî li ber çavan bê girtin, berovajî daxuyaniya walî bîlançoyek hin girantir derdikeve holê. 
 
HEWCEDARIYÊN BINGEHÎN 
 
Di rojên ewil ên erdhejê de ku sir û seqemek dijwar hebû, hewcedariyek zêde bi kon, zexîre û cilan hebû. Piştî sê çar rojan hindik be jî ev hewcedarî hatin temînkirin. Ji ber alîkariya ku ji derve hatiye kêm bû dîsa hewcedariya zexîre ango xurekan xwe da nîşandan. Her wiha welatî dibêjin hewcedariya wan bi tewalet û serşokên seyar heye. Jinan jî da zanîn ku herî zêde pêdiviya wan bi ped, şampuan, sabûna destan, firşe û macûna diranan, bincilkên termal û bincilan heye. 
 
Me wek Ajansa Mezopotamya xwe gihand gundên ku di bin tesîra erdhejê de mane û me qurbaniyan û rûxandina çêbûye berhev kir: 
 
BUYUKNACAR KOCADERE: Herî kêm li vir 50 kesan canê xwe ji dest daye. 500 kes nifûsa wê heye û malan xesarek mezin dîtiye. Tenê 10 mal saxlem mane 
 
BUYUKNACAR MERKEZ: Keyayê gundê dibêje ku 130 malên wan hene û piştî erdhejê 10-12 gund saxlem mane. 31 kes li navenda gund mirine û 15 kes jî li mezraya gund canê xwe ji dest dane. Gelek sewal jî di bin kavilan de mane.
 
FATÎH: 80 malên gund hene û tenê du sê mal tiştek bi wan nehatiye. Hejmara qurbaniyan zelal nîne û tê gotin herî kêm 60 kes mirine. 
 
KARAÇAY: 60 malên gund hene. Malek ku xera nebûbe û xesar nedîtibe tune ye. Li gund Celal Akar jiyana xwe ji dest daye û Elîf Horoz jî birîndar bûye. 
 
OSMANDERE: Nêzî 70 malên gund hene. 2 jê zarok 4 kes mirin e. 5 welatî ji aliyê gundiyan ve ji bin kavilan hatin rizgarkirin. Tîmên AFAD’ê piştî çar pênc rojan xwe gihandine gund. 
 
ORDEKDEDE: Hema bêje li vir 300 xanî û dikan xesar dîtine û hilweşiyan e. 10 jê zarok 33 kes canê xwe ji dest dane. Gelek sewalên gundiyn jî di bin kavilan de mirin e. Tîma lêgerînê û rizgarkirinê roja duyemîn ji Mêrsînê xwe gihandine gund û 2 kesan rizgar kirine û her du kesan jî paşê jiyana xwe ji dest dane. 
 
EVRÎ: Yek ji gundên herî mezin ê Bazarcixê gundê Evrî ye. Nêzî 2 hezar nifûsa wê heye û herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest daye û herî zêde hewcedariya gund bi konan heye. 
 
EVRÎ-KUMEEVLER: Ev der mezraya Evrî ye û 15 mal hemû hilweşiyan e. Ewqas axûr jî hilweşiyan e. 14 welatiyan canê xwe ji dest dane û hejmara birîndaran nayê zanîn. 7 kesên mirî ji heman malbatê ne. 
 
SARIERÎK: 60 malên gund hene û 17 malbat li vir dimînin. 3 kesan canê xwe ji dest daye. Li ber deriyê her malê konên AFAD’ê hene. Alîkariya ku xizmên gundiyan ên li Ewropayê dimînin û dişînin mal bi mal tê belavkirin. 
 
EMÎROGLÛ: 80 malên gund hene û herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest daye. Gelek mal û axur hilweşiyan e. 
 
EMÎROGLÛ-MEZRAYA BETÎZLER: Rûxandina li mezrayê dîmenên şer tîne ber çavan. Her kolan bi kavilan tije bûye. 56 malên mezrayê hene û gundiyan xwe bi xwe cenazeyên 6 jê zarok 12 kesan ji bin kavilan derxistine. 
 
YENÎKOY: 120 malên gund hene. Li gund malek tune ku xera nebûye. Li gund mirî tune ne. 7 xizmên gundiyan li erdheja Dîlokê jiyana xwe ji dest daye. Xelkê gund dibêjin ku hewcedariya wan bi rûn, şekir û deterjanê heye. 
 
AKDEMÎR: Yek ji wan gundan e ku xesara erdhejê hindik lê çêbûye. Tenê avahiya dibistanê ya kevn xera bûye. Hin mal xesar lê çêbûne û kesî jiyana xwe ji dest nedaye. 
 
KARAHUYUK: 120 xaniyên gund hene û 22 mal hilweşiyan e. Welatî li konan û li malên xesar nedîtine dimînin. 4 kes di bin kavilan de mane lê hatine rizgarkirin. 
 
NARLI: Ev gund berê bajarok bûye û hejmarek kêm xanî hilweşiyane. Nêzî 8 hezar nifûsa wê heye û herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hin welatî li konbajar dimînin û hewcedariya wan bi tewalet û serşokan heye. 
 
YARBAŞI: Beşek mezin a gund li derveyî welat an jî li metropolên Tirkiyeyê dimînin. Ji ber vê yekê tevî ku hilweşandin çêbûye jî kesî canê xwe ji dest nedaye. Nêzî 20 xaniyên gund hene. Hat zanîn ku hin gundiyan li navenda bajêr jiyana xwe ji dest dane. 
 
ARMUTLU: Hejmarek kêm mal hilweşiyane û mirî tune ne. 100 malên gund hene û welatiyên gund di konan û baraqeyan de dijîn. 
 
ARMUTLU-MEZRAYA ŞEKERLÎ: 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
ÇÎÇEKALANI: Hin dîwarên îstînatê û embar hilweşiyane. Kesî canê xwe ji dest nedaye. Welatî hê jî li derve dimînin. 
 
TETÎRLÎK: Yek ji mezintirîn gundê herêmê ye û nêzî 300 malên gund hene û 10 xanî hilweşiyane. Welatî newêrin bikevin malên xwe. 
 
ŞAHÎNTEPE: 16 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kes jî bi giranî birîndar bûne. Birîndar hê jî li nexweşxaneyan tên dermankirin. 
 
ŞAHÎTEPE- MEZRAYA ORTAKOY: 2 kesan di bin kavilan de canê xwe ji dest daye. 
 
MUSOLAR (PAYAMLIBAG): 216 mal li gund hene û tevî ku gelek malan xesar dîtine jî tenê kesek miriye. Îmam Sungur ê 80 salî diyar kir ku hê jî erdhejok çêdibin û dema erdhejok çêdibin li gel ew di konan de ne jî direvin derve. 
 
MUSOLAR-MEZRAYA ÎLYASLAR: 15 mal li mezrayê hene û di avahiyên hilweşiyan de ne kes najî û kesî jiyana xwe ji dest nedaye. 
 
SOKU MILYANLI: 150 malên gund hene û hema bêje malek jî li vir xesar nedîtiye. Gelek welatiyên herêmê hatine vî gundî û li malên nasên xwe dimînin. 
 
MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok
 

Sernavên din

21/02/2023
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin
12:21 Li navenda erdhejê gund bi gund bîlançoya erdhejê
12:09 Malbata Şenyaşar: Yek ji sedema erdhejê bêedaletî ye
12:04 Taxa Narliyê 2 metreyan tebiqî û 2 metreyan zeliya ye!
11:52 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo zarokan 'Leyzgeha Ceylan Onkolê' ava kir
11:49 Şêniyên Hasanaliyê: Ji ber ku em kurd û elewî ne, em bi cihêkariyê re rû bi rû man
11:47 Ji bo 9 hezar kesan tenê bijîşkek hatiye peywirdarkirin
11:39 ‘Bila qeysiyên di bin kavilan de TMO bikire’
11:21 Li Hatayê 2 nexweşxane hatin valakirin
11:16 Di erdhejê de 60 sewalên wî mirin
11:15 Piştî erdhejê li Girtîgeha Îskenderûnê tundiya psîkolojîk zêde bû
10:49 ‘Ez ê kon vedim lê dîsa jî xaka xwe naterikînim’
10:48 Wesayita leşkêrî qulipî: 8 leşker birindar bûn
10:34 Li Hatayê piştî OHAL’ê bêhiqûqî û tundî zêde bû
10:17 Gelê kurd ev sed sal in ji bo parastina zimanê xwe li dijî înkarê têdikoşe
09:57 'Divê pêdiviya mexdûrê erdhejê ya tuwalet, ava paqij û serşûştinê bê pêşwazîkirin'
09:16 Endezyarê Jeolojiyê Ceyhan: Efûya îmarê rê li ber encamên xedar vekir
09:00 Ekolojîst Çaglar: Kavilên li robaran tên valakirin dê bibin sedema qirkirina xwezayê
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Piştî erdheja li Defneyê 73 erdhejok çêbûn
08:10 Di erdhejên Hatayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 6'an
00:56 Ji Prof. Gorur hişyariya ji bo erdhejê: Divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin
00:46 Li Defneyê li nav kavilên avahiya hilweşiyayî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
00:34 Li Lubnanê gel ji ber erdhejê li derve ye
00:23 AFAD: 42 îxbar ji Navenda Banga Lezgîn 112'yê re hatine
00:00 Li Hatayê du erdhej çêbûn:Gelek kes di bin kavilan de ne | BLOGA ZINDÎ
20/02/2023
23:53 Hişyariya ji bo 'avahiyên xesardîtî' yên Amedê
23:48 Li Amedê polîsan mudaxileyî welatiyan kir ku piştî erdhejê derketin derve
23:27 Li Antakyayê cenazeyê kesekî ji bin kavilan hat derxistin
23:17 Di erdheja Hatayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
23:12 Li Dîlokê gel derket derve
22:50 Nûçegihanên me ji Hatayê radigihînin
22:37 Li Sûriyeyê gelek kes ji ber erdhejê birîndar bûn
22:31 Li Îskenderûnê avahiyeke 3 qatî hilweşiya
22:13 Li Samandagiyê gelek avahî hilweşiyan, malbatek di bin kavilan de ma
21:54 Ji EMSC'yê hişyariya ji bo tsûnamiyê: Ji peravê dûr bisekinin
21:41 AFAD: Ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin
19:57 Li konên AFAD'ê lazmatiyên jinan nayên peydekirin
19:43 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê pêlîstok ji zarokên mexdûrên erdhejê re şandin
18:13 Akşenerê xwest mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê ber bi Stenbolê ve bên koçandin
18:04 Li konebajarê li Islahiyeyê qursa Quranê hat vekirin
17:12 Li Meletiyê ji ewil kavilên Trend Garden Rezidansê hatin rakirin!
17:08 Jinên Botanê TIR'a binevşî ber bi Dîlokê ve bi rê kir
16:54 Li girtîgeha bixesar ji bo sewqê heqê rê hate xwestin
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin