Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin

  • rojane
  • 13:23 23 Sibat 2023
  • |
img
RIHA - Piştî lêkolînên tespîtkirina xesarê, ji bo Pasaja Qapaxliyê ya navçeya Halîliyeyê biryara hilweşandinê hate dayîn. Esnafên pasajê dan zanîn ku ew dereng hatine agahdarkirin, bêyî ku ji wan re cihek were peydakirin ev biryar hatiye dayîn û dê ji ber vê biryarê gelek esnaf mexdûr bibin. 
 
Erdhejên Mereşê bandoreke hilweşîner li ser 10 bajaran kir. Yek jî ji van bajaran jî Riha ye. Li Rihayê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin bidawîkirin û piştre jî xebatên tespîtkirina xesaran hatin destpêkirin. Di xebatan de 20 avahiyên xesareke mezin gihiştiyê hatin tespîtkirin. Her wiha avahiyên ji bo wan biryara hilweşandinê hatine dayîn jî hatin valakirin. Yek ji van avahiyan jî Pasaja Qapaxliyê ya li navçeya Halîliyê ye ku esnafê wê di 22’yê sibatê de ji biryara hilweşandinê hatin agahdarkirin. Esnafên ku îro di danê sibehê de hatin pasajê, rastî dorpêça polîsan hatin û dîtin ku pasaj hatiye mohrkirin. Esnafên li pasajê kom bûn, bertek nîşanî biryara hilweşandinê dan. 
 
 ESNAF TÊN MEXDÛRKIRIN
 
Ji esnafên pasajê Ahmet Yildirim da zanîn ku nêzî 7 sal in li pasajê esnaftiyê dike û ji bo biryara hilweşandinê jî wiha got: “Heta duh jî tu kesî ji me negotibû ku dê pasaj were hilweşandin. Duh, zabita hatin û gotin ku divê pasaj di nava 2 saetan de were valakirin. Li vir dikanên mezin hene. Em ê di nava du saetan de çawa dikanên xwe vala bikin? Heke ji zû de bo me cihek hatibûya destnîşankirin, em jî mexdûr nedibûn. Bi hezaran kes li vê pasajê debara xwe dike. Hemû esnaf mexdûr kirin. Avahiyên ji pasajê xerabtir hene lê ji bo wan biryara hilweşandinê nehatiye dayîn. Heke pasaj bê girtin, dê gelek kes bêkar bimînin. Wê deme tu kes nikarê pêşî li vê yekê bigire.”
 
PASAJ HATE MOHRKIRIN
 
Esnafê bi navê Abdulkadîr Kara jî got ku ev 20 sal in di pasajê de esnaftiyê dike û bertek nîşanî mohrkirina pasajê da. Kara, diyar kir ku heta niha tu rayedar bi wan re neaxiviye û wiha domand: “Heke ev pasaj bê hilweşandin, dê bi hezaran kes bêkar bimînin. Ji tu kesî re cihê kar nehatiye peydarkirin. Ji seat 8’an ve em li vê derê ne. Hemû hevalên me bêkar hiştin, hemû kes maxdûr bûn. Beriya mohrkirinê ji me tu kes nehat agahdarkirin. Em serê sibehê hatin û me dît ku pasaj hatiye mohrkirin. Tu endezyaran li vir lêkolînek nekirin. Hinek kes dixwazin pasaj bê hilweşandin û em vê biryarê qebûl nakin.”
 
‘EWQAS MIROV DÊ BI KU DE BIÇIN?’
 
Têkildarî mijarê ji esnafên pasajê Abdulbakî Karakeçî jî wiha bertek nîşan da: “Îro di danê sibehê de polîsan derdora pasajê dorpêç kirin. Em nizanin bê ka biryara hilweşandinê heye yan na. Me ji kê pirsî be dibêjin biryar hatiye dayîn lê nayê zanîn bê ka kê ev biryar daye. Dibêjin di erdhejê de ziyan gihiştiyê lê ev der heta niha jî vekirî bû. Wê demê çima heta niha vekirî hiştin? Di vê mijarê de gumanên min hene. Heke hilweşînin jî divê esnaf neyên mexdûrkirin. Ma dê ev qas mirov bi ku de biçin?”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

23/02/2023
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin
14:54 Buldan bersiv da Erdogan: Ev gel êdî tenê yek rojê jî tehemûla we nake
14:47 ‘Dixwazin bi rakirina bilez a kavilan ser heqîqetê bigirin’
14:36 Komeke parêzeran giliyê 2 jê qeyûm 134 şaredaran kir
14:32 Welatiyê astengdar: Dewlet ji girtina xelkê re jêhatî ye lê dewlet nehat rizgarkirinê
13:57 Li Semsûrê bajarê konteyniran tê avakirin
13:56 Tevî rapora ‘ji bo bikaranînê guncav nîne’ jî nexweşxane hêj tê xebitandin
13:27 Hêj ajalên asê mayîn nehatin rizgarkirin dest bi hilweşandinê kirin
13:05 Biryara OHAL’ê: Qedexeye ku karker ji kar bên derxistin
12:52 Parêzer Tozbey: Dewlet bi radestkirina zarokan a weqfan sûc dike
12:18 Bi rojan tî û birçî li benda alîkariyê man
11:51 Wêneyê ‘dewlet tune ye’!
11:38 Malbata Şenyaşar: Yên ku sûcê mirovahiyê dikin, wê di bîra civakê de neyên ji bîr kirin
11:36 MALÇEP: Em neçarin li gorî şertên xwezayê avahiyan çêkin
11:20 Li Hênê bi pileya 4.5’an erdhej çêbû
11:19 ‘Hewa sar e, merc giran in lê kon nayên şandin’
11:18 Dr. Akengîn: Li herêmên erdhejê pêdivî zêdetir bi jinan heye
10:53 ‘Ji ber ku em kurdên elewî ne alîkariyê nadin me’
10:38 Pirsgirêka konan a Samandagê hêj nehatiye çareserkirin!
10:29 Li Mereşê toz û duman radibe û welatî di konên nelihev de dimînin
10:21 Ji bo pirsgirêka penaberan pêşniyara wezaretê
10:14 Rojnamevana Îranî Abasian: Rêya dîktatoran yek e
09:44 Topuz: Helwesta ‘me eleqedar nake’ dike ku êrişên ser rojnamegerên kurd zêde bibe
09:28 ‘Ne erdhej lê dewlet dikuje'
09:12 Ji Egeyê 31 TIR û 20 kamyon alîkarî hat şandin
09:06 Li Amedê erdhej çêbû
09:04 Muslim: Di erdhejê de rastiya dewleta tirk derket holê
09:01 'Ger dewlet li şûna bombebarankirina çiyayên Kurdistanê, bi hawara gel biçûya ev qas kes nedimirin'
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2023'YAN
21/02/2023
21:20 Alîkariya xelkê Silêmaniyê gihaşt Rojavayê
20:22 Ahmet Turk: Ger dewlet dewlet bûna, dê ev tişt neqewimiyana
19:50 CÎSST: 17 hezar û 600 girtî bandor ji erdhejê girtine
18:59 Cenazeyê Çîftçiyê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin
18:03 Li Girtîgeha Islahiyeyê gardiyanan êrişî girtiyan kir
17:36 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe jid est dan gihîşt 42 hezar û 310'an
17:26 Stûnên Girtîgeha Osmaniyeyê xesar dîtine: Em bi mirinê re rû bi rû hiştine
17:15 Êrişî HDP'a Stenbolê hat kirin
16:57 DBP: Em bi yek dengî xwedî li doza zimanê kurdî derkevin
16:51 Doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
16:46 Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin û welêt jinûve ava bikin
16:45 Ji Serokkomarê Almanyayê peyama erdhejê ya bi kurdî: Êşa we êşa me ye
16:37 Pîrê elewiyan: Li şûna polîtîkayên ewlehiyê bila plana îmarê çêbikin
16:16 14 saziyên ziman daxuyanî dan: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya zimanê kurdî têbikoşin
15:49 Saziyên Kurdî: Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!
15:46 ‘Li Wanê planeke saziyên fermî ya têkildarî mexdûrên erdhejê nîne’
15:29 Başaran: Di vê karesata mezin de jî dev ji dijminatiya xwe ya kurdî bernedan
15:02 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê dest ji ‘konbajarê’ mayînde berdin
14:48 Gelo ji bo cihê konbajar lê tê avakirin soza îmarê hatiye dayîn?
14:35 Malbat nikare xwe bigihîne zaroka 15 salî ku ji bin kavilan sax xelas bû
14:21 Mutalaaya ‘Doza Akademiya KCK’ê’: Dozger 255 sal cezayê hefsê xwest
14:08 Avahî li ber hilweşînê ye lê rapora ‘kêmxesar’ dane!
13:39 Parlamenterên HDP’ê çûn serdana Girtîgeha Islehiyeyê
13:31 HDP’ê giliyê polîsên îşkencekar kir
13:21 Komeleya Ziman a Birca Belek: Em ê xwe ji vê pergala zimankuj biparêzin
13:18 Rapora çavdêriya HDK’ê: Dewlet tune ye, HDP li gorî ruhê piştevaniyê tevdigere
12:59 Coşkûn a HDP’î: Pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê nayên pêşwazîkirin
12:40 Di bin konên vala de zehmetiyên jiyanê didomin