Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin

  • rojane
  • 14:49 23 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku bajêr tenê ne ji avahiyan pêk tên û got: “Em ê van bajaran ji nû ve li gorî ruhê dîrok û çanda wê ava bikin.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Mereşê û navçeyên wê serdana mexdûrên erdhejê kir û ji xebatkaran derbarê xebatên wan de agahî wergirt. Sancar piştî serdana li Narliyê derbasû Cemxaneya li Bazarcixê bû û lokme belav kir. Sancar li vir daxuyanî da. 
 
Sancar anî ziman ku manzereya li Bazarcixê kezeba mirovan dişewîtine û got: “Me carek din li vir dît ku gelek mirovên xwe canê xwe ji dest dane. Em sersaxiyê ji hemûyan re dixwazin û dibêjin xwedê rehma xwe li wan bike. Tevî ku ewqas roj derbas bûn jî bêkoordînasyonî û bêplanî didome. Em dibînin ku hê jî alîkarî baş negihîştiye hemû gundan. Kon li hin deveran hene û li konbajaran jî pirsgirêka binesaziyê heye. Ji bo hemû pêdivî bên temînkirin divê hemû pirsigrêk bên çareserkirin û di warê eleqedariya bi zarokan re jî tengasiyên cidî hene.”
 
HÊ JÎ KÊMASÎ DIDOMIN 
 
Sancar da zanîn ku tevî ewqas roj derbas bûne jî berdewamiya kêmasiyan nayê qebûlkirin û û wiha got: “Helbet sedemê vê hilweşandinê em dibînin ku polîtîkayên îktidarê ne. Mirov hilweşandina ewqas avahî nikare tenê bi erdhejê ve girê bide. Belê rast e xeta fayê di bin erdê de ye lê sedemên hilweşandina ewqas dijwar li ser ruyê erdê ne û ev zîhnet e û feraseta rêveberiya wan e. Qeyda van hemûyan hatiye kirin, hem di bîra me de hem jî di arşîvan de cih girtin. Divê ji hemû berpirsiyaran hesab bê xwestin. Em ê li ser pirsgirêkan bi axivin û em ê ji berpirsiyaran hesab bixwazin. Heke em vê nekin wê hemû felaket bi dijwarî bidomin.” 
 
‘MIROVAN PIŞTEVANIYÊ HÛNAND’ 
 
Sancar destnîşan kir ku di çar pênc rojên ewil ên erdhejê de dewlet û îktidarê tu alîkarî negihand mexdûran û wiha axivî: “Sedemê ewqas mirinan ew e ku mudaxileyek bi lez û bez nehat kirin. Her kes bi viya dizane. Xizmet û alîkarî di saetên ewil de negihîşt herêman û bû sedema mirina bi hezaran kes. Di vir de jî zîhniyeta îktidarê sedema bingehîn e. Em bi ferasetek ku ne jiyana mirovan û civakê li ber çavan digire bi îktidarek ku ketiye pey rantê re rûbirû mane. Lê tevî ewqas hilweşandin û êşa giran jî me dît ku mirovan bi piştevaniyê dest dest da destên hev û piştevaniyê hûnandin.
 
JI NÛ VE AVAKIRINEK LI GORÎ DÎROKÊ Û ÇANDÊ 
 
Ji ber ku gelê me bêyî cudahiya bawerî û nasnameyan bike, bi lez û bez alîkariya hev kirin. Hemû mirov bûne yek giyan. Ev yek bû bersiva herî bi bandor li hêzên ku cihêkariyê weke polîtîkaya xwe ya bingehîn qebûl kirin. Li vir her kes yek giyan e û bi hawara hev vediçin. Nirxa vê yekê wê bi demê re baştir were fahmkirin. Hevgirtin di dermankirina birînan û kêmkirina êşan de bi bandor e, lê divê em wê bikin hêzek girîng a avakirina pêşerojê. Bajarên me helbet dê ji nû ve bên avakirin, ev yek bi înşaetan re e sînordar nabe. Ji nû ve avakirina bajaran, parastina çand, rabirdû û hemû jiyana wê yek ji erkên me yên herî girîng e. Divê em jiyanê ji nû ve ava bikin, ne tenê avahiyên wêrankirî. Dema em jiyanê ji nû ve ava dikin, divê em çand û dîroka xwe li vir esas bigirin.”
 
HÛNANDINA JIYANÊ 
 
Bajarên me ne tenê avahî ne. Ji ber vê yekê divê em bi hev re bajarên xwe biparêzin. Em dizanin ku derfeta jiyana di malan de nemaye, gelê me neçar e koçî cihên din bike. Beriya her tiştî pêwîstiya starbûnê û daxwaza parastina jiyanê derdikeve pêş. Ev hemû pir xwezayî ne û divê bibin. Avakirina bêyî terikandina axa ku em tê de dijîn ne armancek e ku em bidin aliyekî. Berevajî vê em ê jiyanê ji nû ve ava bikin, lê em ê bi çand, rabirdû û dîroka ku li ser axa vir geş bûye, bikin. Em ê bi hev re welatekî nû ava bikin.”
 
‘WÊ HEQARET Î GEFÊN ÎKTIDARÊ NIKARIBE GEL TÊK BIBE’ 
 
Sancar destnîşan kir ku nûnerên îktidarê ji bo ku şerma xwe veşêrin her tim heqaretê dikin û gefan dixwin û got: “Liv ir hezkirin, yekitî û pêkvekirina jiyanê heye. Dixwazin jiyanek bihûnînin. Heqaret û gefên îktidarê wê nikaribin vê enerjiya xelkê me û ruhê wan ê piştevaniyê têk bibin. Belê rast e êşa me giran e lê hêviya me ewqas jî saxlem e û wê rê nede neheqiyên îktidarê. Em bi hêviya rojên xweş li ber xwe didin û piştevaniya gelê xwe dikin. Hê jî îktidar li pey wê yekê ku xelkê bêdeng bike. 
 
DIXWAZIN SER HEQÎQETÊ BIGIRIN 
 
Duh ekranên hin kanalên televîzyonê bi cezayan girtin. Îro jî gelek malperên çapemeniya muxalîf ji xwegihandinê re asteng kirin. Dixwazin bi van astengiyan vî ruhê hatiye afirandin asteng bikin. Ew difikirin ku bi qutkirina dengê heqîqetê û veşartina bûyeran dê ji hesab dayînê rizgar bibin, lê wê gel destûrê nede vê û gel bêdeng nebe. Gel wê piştevaniya xwe berfirehtir bike û birînên xwe bipêçe. Îktidar sedemê hemû qurbaniyan û hiwleşandinê ye. Ev jî wezîfeya me ye ku em ê hesab ji îktidarê bixwazin.” 
 
 

Sernavên din

26/02/2023
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir