TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir

  • jin
  • 13:28 25 Sibat 2023
  • |
img
AMED - TJA'yê bi dirûşma “Piştgiriya Jinan Dide Jiyandin" deklarasyona 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyekê eşkere kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya “Piştgiriya Jinan Dide Jiyandin" li Komeleya Çand û Hûnera ya Dîcleyê ya li navçeya Sûra Amedê deklarasyona xwe bi daxuyaniya çapemeniyê parve kir. Di daxuyaniya ku li hewşa komeleyê hat dayîn de pankartên "Dem Dema Jin Jiyan Azadî ye" û "Şîna me Sedema Têkoşîna Me Ye" hat vekirin. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterên HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Remziye Tosun, Komeleya Jinan a Rosayê, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyên Amedê, MED-DER û gelek jin tev li bûn.
 
‘SERSALA TEKOŞÎNA JINÊ YE’
 
Aktîvîsta TJA'yê Gulistan Sonuk daxuyaniya bi kurdî xwend. Sonuk di destpêka daxuyaniyê de wiha got: "Jinên berxwedêr ên sala 1910'an li dijî desthilatên faşîst ên serdestiya mêran, 8ê Adarê ji dîroka têkoşînê re kirin mîrate û nîşan dane ku hevgirtina enternasyonal dikare desthilatên faşîst têk bibe. Wan jinan ev têkoşîn gihand roja îroyîn. Wek mîlada serhildana li dijî zilma bi hezaran salan, em her 8ê Adarê li hemû qadên jiyanê, bi rengekî hêjayî rastiya xwe ya dîrokî dibêjin ‘Em li vir in, bi mîrateya paşerojê û berpirsyariya siberojê em ê têkoşîna xwe bidomînin.’ Em wek TJA, li dijî zîhniyeta statukoperest a serdestiya mêran, bi rengekî hêjayî rastiya xwe ya dîrokî, li hemû qadên jiyanê û bi baweriya ku sedsala 21emîn dê bibe Sedsala Jinan pêşwazî li 8ê Adarê dikin ku yek ji qadên me yên têkoşînê ye. Wek TJA, bilindkirina vî dengî ku îro li tevahiya cîhanê wek 'Jin, Jiyan, Azadî' yê olan dide, ji 129 jinên li New Yorkê hatin kuştin heta Rosa Luksemburg û Clara Zetkinê, ji Leyla Qasim heta Sarayan û Sêvêyan, ji Aysel Doganan heta Nagîhanan, heta Jîna Emînî û Evîn Goyî, em silavên xwe li têkoşîna azadiyê ya li dijî bîrdoziya serdest a mêran-dewletê dikin!”
 
‘BINGEHA SERDESTIYÊ YA PISGIRÊKAN MER Û DEWLETLETPERESTÎ YE' 
 
Sonuk di berdewamiya daxuyaniyê de wiha axivî: “Di 6'ê Sibatê de me careke din di erdheja Mereşê de dît ku bandor li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kiribû, diyardeya bingehîn a ku pirsgirêkên civakî derxistin holê û kûrtir kirin, pergala serdestiya mêran a dewletperest e. Erdhej, ji ber xwezaya wê, nikare bê astengkirin lê encamên wê yên neyînî û zirarên wê, bi polîtîkayên rast pêşî dikare lê bê girtin. Lê bele, ev desthilat xwe dispêre talan û rantê û pêşî li encamên erdhejê nagire, lewma jî berpirsyara van texrîbatan e. Êrişên hêzên serdestiya mêran ên li ser jiyana ekolojîk, nebûna qadên jiyanê yên ewle, bajarvaniya xitimandî û efûya avahisaziyê sedemên bingehîn ên van hilweşînan in. Ji aliyekî din ve, vê desthilata riziyayî û kevneprest ji bo pêşîlêgirtina encamên erdhejê tu tedbîr negirtine. Li şûna ku pêdiviyên civakê dabîn bikin, bi taybetî jî yên jinan, me dît ku ji saetên destpêkê ve bi rêya medyaya xwe ya partîzan ji bo mayîndebûna xwe hemû derfetên xwe kirin serferber û hemû hêza xwe bi kar anîn. Di erdhejê de dûrbûna dewletê ya ji çareserkirina pirsgirêkan, girîngiya rêveberiyên herêmî û civaka rêxistinbûyî careke din nîşanî me da. Di erdhejê de ji Kurdistanê heta Tirkiyeyê û heta Ewropayê jinan, ciwanan û gelan li aliyekî rêxistin û hevgirtina civakî pêk anîn, lê belê li aliyê din, desthilatê ku herêma erdhejê aniye ser rengê komkujiyekê û goreke komî - bi ragihandina Rewşa Awarte hewl daye ku vê hevgirtinê bişikîne û sucên xwe veşêre. Vê yekê jî têra wê nekiriye, qeyûm daniye ser navendên alîkariyê û hevgirtina me û vîna me careke din bi darê zorê desteser kiriye. Çawa ku şaredariyên HDPê yên ku vîna gel temsîl dikirin û azadiya jinan diparastin bi destê desthilatê ve hatibin dizîn û talankirin ev jî bi heman awayî bû… Heman desthilat dîsa dixwaze erdnigariya kurdan û elewiyan dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Zarokên ku ji ber erdhejê bê xwedî mane ew wan bêyî parastin dihêle û dike ku hêzên mîlîtarîst û tarîqat û çete bikarin wan îstîsmar bikin. Lê divê baş bê zanîn ku bi baweriya xwe ya xwerêvebirina civakê, bi hêza xwe ya xweser û bi hêza xwe ya herêmî, em rê nadin ku ev hikumeta riziyayî û qirêj erdhejê veguherîne firsendekê û amûreke tesfiyekirina civakê!"
 
'DIJÎ ŞER Û DAGIRKERIYÊ BITÊKOŞE’
 
Sonuk da zanîn ku sedema yekane ku encamên erdhejê qas giran in, rastiya şerê heyî ye û wiha berdewam kir: “Di şerên li dijî civakê de dîsa çavkaniyên civakê tên bikaranîn û ji civakê tên dizîn. Ev şerên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê kedxwarî, hilweşandin, xizanî, penaberî, hilweşîna ekolojîk û bêcihûwarkirinê bi xwe re tînin. Şerê herî biêş jî li ser xaka Başûrê Kurdistanê hate meşandin, çekên kîmyewî bi kar anîn û li dijî mirovahiyê sûc kirin. Hilweşîna ekolojîk û sosyolojîk a ji ber çekên kîmyewî gelekî mezin e. Ev polîtîkayên şer, êrişên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd in. Bi wesîleya 8ê Adarê em careke din bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk û saziyên navneteweyî dikin ku ji vî şerî re bibêjin 'Bes e'. Her wiha em dizanin hemû êrişên li ser Rojava êrişên li ser şoreşa jinan in û em bang li hemû jinan dikin ku li dijî şer û dagirkeriyê tê bikoşin. Pergala mêtinger a mêr-serdest hem bi polîtîkayên ewlehîperest erdnigariya Kurdistana Başûr talan dike hem jî li Tirkiyeyê her bihusta erdê vediguhêrîne cihê rantê. Şewat û polîtîkaya tunekirina dar û daristanan, bi taybetî jî li Dêrsim û Cûdiyê, berdewamiya van êrişan e. Wekî ku em ji Kazdaglari û Îkîzdereyê jî dizanin, pêşkêşkirina jîngehên jinan û gelan a ji bo sermayeye jî dîsa encama vê hişmendiyê ye. Ev hişmendî sedema rastîn a hemû hilweşîn û mirinan e lê bi taybetî Mereşê û pê re jî li parêzgehên din ên ku erdhej lê qewimîbû. Ji ber vê yekê, wek TJA em careke din tînin ziman ku bê guman parastina xweza û erdnigariya me ya ku tê talankirin jî parçeyekî têkoşîna me ya azadiya jinan e.”
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN CIVAKEKÊ AZAD DIKE’
 
Sonuk bi bîr xist ku li aliyê din, ew dibin şahidê serhildaneke ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye û li tevahiya cîhanê belav bûye û wiha got: “Li dijî sîstema qirker a serdestiya mêran a ku jina kurd, Jîna Mahsa Emînî, qetil kir, felsefeya “Jin-Jiyan-Azadî”yê ya jinên kurd bû hêviya herî mezin a ne tenê Kurdan, lê her wiha ya hemû gelan û hemû jinên cîhanê. Vê hêviyê, rêya parastina jiyaneke azadixwaz û berxwedanê careke din vekir û vedike. Ev serhildana ku veguherî têkoşîna azadiya jinan dê bingeha desthilatên faşîst, xirbeyên ku wan afirandiye û her şêweyên tundiya li dijî jinan bihejîne û civakeke azad ji nû ve ava bike.” 
 
‘BERXWEDANA JINAN QADAN NETERIKAND’ 
 
Berdewamiya daxuyaniya ku Sonuk xwend wiha ye:
 
“Hişmendiya mêr-serdest a qirker û pergala netewe-dewletê ku halê wicûdgirtî yê wê hişmendiyê ye, jinên pêşeng ên şoreşê bi taybetî dikin armanca êrişên xwe û hewl didin ku berxwedana civakê bişikînin. Ev hişmendî wisa difikire ku dê bikare bi hedefgirtina Evîn Goyîyê li Parîsê û Nagihan Akarselê li Silêmaniyê têkoşîna jinan a azadiyê di şexsê jinên kurd ên berxwedêr de bi paş bixe û têk bibe. Lê belê şaşiyekê dikin! Ji ber ku em hemî dizanin ku hişmendiya netewe-dewletê misqalek cesaret jî pê re tune ye ku derkeve pêşberî jinên berxwedêr. Şerê giştî yê ku Tevgera Jinên Kurd ku pêşengtiya şoreşa sedsala 21'emîn dike û têkoşîna wan a azadiyê ji xwe re kiriye armanc, li dijî vî şerî li gelek deverên cihanê jinan bibiryarbûna xwe û hêrsa xwe anîn ziman. Em wek TJA berxwedana biheybet a wan jinan slav dikin ku kêliyekê jî qadan neterikandine! 
 
BÊÇARETÎ HILWEŞÎNÊ NÎŞAN DIDE
 
Desthilata faşîst û mêtinger a ku bi operasyonên qirkirina siyasî zarok, ciwan û pîr jî tê de bê tu pîvanî êrişî jinan, Kurdan, gelan û kedkarên çapemeniyê dike di heman demê de bêçaretiya xwe û hilweşîna xwe nîşan dide. Ev desthilata ku hildiweşe, bi îllegalîzekirina TJA'yê û desteserkirin û cezakirina bi sedan jinan, di rastiya xwe de dide zanîn ku ew temsîlkarê herî mezin ê faşîzmê ye. Bi wesîleya 8ê Adarê, em careke din wê sozê didin ku hemû jinên berxwedêr ên ku tevî hemû bêhiqûqiyan bi polîtîkayên dijminatiyê li girtîgehan tên ragirtin û hem li hundir hem jî li derve berxwedana xwe didomînin, bi taybetî girtiyên nexweş, heta ku ew hemû ji wan cihên dîlgirtinê neyên derxistin em ê têkoşîna xwe ranewestînin. Li ser vê esasê, em lêgerîna heqîqetê ya dayika Emîne Şenyaşar slav dikin ku bi nobeta xwe ya edaletê bûye sembola berxwedana jinan û tevî hemû polîtîkayên pêkutî û tirsandinê yên dewleta mêrsalar serî li ber wan natewîne û israra xwe ya berxwedanê didomîne. Sedema esas a feqîriyê pergala kapîtalîst e ku li ser înkarkirin û mêtingeriya keda jinan hatiye avakirin. Ji bo rizgarbûna ji feqîriya jinan û tunekirina vê hejariyê ku em pê re rû bi rû ne, tekane rê jî dîsa hêza rêxistinkirî ya têkoşîna jinan e ku dê aboriya komunal a demokratîk ava bike. Ev pergala mêtingeriyê ya ku xwe bi feqîriya jinan mezin dike herî zêde li ser jinan bandor dike. Destdirêjî û her cure îstîsmara zarokan, tundiya li ser jinan, qirkirin û mêtingeriya kedê her ku diçe zêdetir dibe û bi vê yekê re jî tevahiya civakê û jiyan bi xwe tên qirkirin. Di şexsê jinan de ku her roj rastî tacîz û destdirêjiyê tên û tên qetilkirin, ya ku tê hedefgirtin hemû mirovahî ye. Li ser vê esasê, em careke din tînin ziman ku di şexsê Meryem Sevîm, Emîne Bûlût, Bahar Hezer, Şûle Çet, Fatma Altinmakas û Ceren Damarê de hemû jinên ku bi hevkariya dewleta mêrsalar hatine qetilkirin sedemên têkoşîna me ne!
 
RÊXISTINA JINAN XEWNEREŞKA PERGALA MÊRSALAR E
 
Pergala mêrsalar a serdest a ku jinan qir dike, li hêleke din, bi polîtîkayên xwe yên qirêj û veşartî tevnê civakî ji xwe re dike hedef. Bi polîtîkayên taybet ên şer re ku li dijî hebûna jinan derketine holê tê xwestin ku jin bê vîn û bê xweparastin bimînin. Li dijî hemû dînamîkên civakê şerekî taybet hatiye destpêkirin ku tê de sixurî, tiryak û fihûş serkêşiyê dikin, bi van tê xwestin ku civak ji hêla ehlaqî ve were têkbirin. Li hemberî van polîtîkayên taybet ên şer em careke din dibêjin ku li dijî êrişên plankirî û pergalkirî yên ku bi destê kesên biunîforma tên kirin û di şexsê Îpek Er, Fîrdevs Babat, Gulîstan Dokûyê de jinên ciwan ên kurd ji xwe re dikin hedef, her ku diçe jin zêdetir hişyar dibin û xwe rêxistin dikin û ev yek jî dê sîstema tecawizkar, zayendperest û faşîst têk bibe! Helbet em dizanin ku ev hêza rêxistinkirî ya jinan xewnereşka pergala mêrsalar e. 
 
XWEBÛN BIBE ÎDÎAYEKE ME YE CIVAKÎ
 
Ji zimanê me yê dayikê heta çanda me, nasnameya me ya kurdbûnê û jinbûnê bi polîtîkayên yekperest û înkarê yên îdeolojiya netewe-dewletê tên tunehesibandin û pişaftin. Li hemberî îdeolojiya qedexeker û mêtinger a ku dibêje 'Yan koletî yan mirin', tişta herî girîng a ku em bikin ew e ku em ji her demê bêhtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û bikin ku 'Xwebûn' bibe îdîayeke me ya civakî. Yek ji armancên têkoşîna me ya heqîqet û rastiyê ew e ku 'heqîqeta' ku pêşkêşî me dikin em wê qebûl nekin.  Em pê dizanin ku heqîqet û rastî yekpare ye. Çand û ziman di têkoşîna ji bo fehmkirin û peydakirina heqîqet û rastiyê de wekî neynikekê ne. Hêmana herî karîger a civakê û çandê zimanê me yê dayikê ye. Heqîqet û rastî nasnameya me ye. Zimanê me yê dayikê ku yek ji sedemên hebûna me ye ev bi sedan salan e bi rêya qedexekirinên bi polîtîkayên netewe-dewletê, ji hev dûrxistin û veqetandina nasname û eslê xwe tê xwestin ku were pişaftin û tunekirin. Li dijî pergala ku dijminê Kurdan û zimanê Kurdan e em wek jin dê her pêşengtiyê bikin ku zimanê me yê dayikê di her qada jiyanê de were xebitandin. Bi vê wesîleyê, em soz didin ku em ê di her qada civakî de girîngiya hebûn û nebûnê bidin zimanê xwe û dixwazin ev yek were zanîn ku em ê tê bikoşin da ku bi taybetî zimanê Kurdî û pê re jî hemû zimanên dayikê di makezagonê de bên naskirin û bibin zimanê perwerdehiyê. 
 
JIYANA AZAD TENE BI BIRÊZ OCALAN RE MIMKIN E’ 
 
Em wek TJA, careke din bi dengê herî bilind destnîşan dikin ku di serî de pirsgirêka kurd, İmralî muxatabê esasî yê hemû pirsgirêkên civakî ye û em ê azadiya fîzîkî ya bê şert û merc a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan bikin navenda xeta xwe ya têkoşînê. Her ku polîtîkayên tecrîdê yên nîv-sedsalî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan kûrtir dibin, di serî de jinkujî; pirsgirêkên siyasî, civakî, ekonomîk û ekolojîk jî bi heman awayî kûrtir dibin û civakê bi temamî dixin bin zextan. Bi vê minasebetê, em careke din diyar dikin ku di serî de azadiya jinan, pêkanîna azadiya civakî û avakirina jiyaneke demokratîk û aştîxwaz tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan dikare mimkin bibe. Hêza herî mezin dîsan têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e ku bikare rejîma tecrîdê ya mitleq û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bişikîne ku rengê xwe dide hemû qunc û goşeyên jiyana civakî.  Peyman û makezagonên ku bi mejiyê dewlata mêrsalar hatine avakirin çawa ku azadiya jinan pêk naînin, bi heman awayî nikarin aştiya civakî jî pêk bînin. Me bi taybetî di pêvajoya Peymana Stenbolê de ev yek dît û em hê jî dibînin ku destkeftiyên me yên qanûnî di rejîmên netewe-dewletê de girêdayî gotineke desthilatdaran in. Li ser vê bingehê, ji bo avakirina jiyaneke adîlane, wekhev û azad wek jin em vê yekê îro wek berpirsiyariya xwe dizanin ku em tifaqên herî berfireh ên jinan û hevgirtina herî xurt a jinan pêk bînin û bi vî awayî jî vîna jinan xurttir bikin. Em di wê baweriyê de ne ku li dijî makezagonên yekperest, neteweperest û zayendperest, bi rêya peymaneke nû ya civakî ya li ser bingeha azadiya jinan sazbûyî avakirina civakeke 'Demokratîk û Ekolojîk a ku Azadiya Jinan Diparêze' dê bi 8'ê Adarê wateyeke nû li xwe bar bike. 
 
‘DEM DEMA AZADIYA JINAN E’ 
 
Em sedî sed pê bawer in ku di sala 2023yan de bi 8ê Adarê re têkoşîna jinan a azadiyê dê desthilata faşîst a AKP-MHPyê hilweşîne û dê ji hilbijartinan bi destkeftiyên herî zêde derkeve. Modela hevserokatiyê ya ku jinên kurd li hemberî desthilata mêran avde bi avde hilanîne û feraseta siyaseta demokratîk a ku azadiya jinan esas digire dê dawiyê li vê desthilatê bîne. Li dijî vê desthilata ku di erdhejên ku navenda wan Mereş bû de di bin kavilan de maye, jin dê bi hev re bi serkeftineke mezin jiyana nû ji nû ve ava bikin. Ev têkoşîna demokrasiyê ku bi pêşengtiya jinan dibişkuve dê ne tenê ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê, her wiha ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn xelasiyê bîne û li Rojhilata Navîn rê li ber demokratîkbûnê veke. Ji ber ku demokrasî ne miameleyeke burokratîk e, lê berevajî vê yekê, awayekî jiyanê ye. Li ser vê esasê, em bang li hemû jinên Tirkiyeyê, di serî de jî jinên kurd, dikin ku mil bidin têkoşîna li dijî bloka faşîst a AKP-MHPyê ku astenga herî mezin a li ber azadiya jinan e û desthilata ku dijminê jin, xweza û mirovan e em zora wê bibin û rizgariya civakê ava bikin. Ji ber ku dem dema azadiya jinan e! Di heyama îroyîn de serhildana mêtingeha herî kevn bi ruhê berxwedana Evîn Goyî li seranserê cihanê bi taybetî jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye şoreşekê. Ji bo jiyaneke azad û dinyayeke azad, têkoşîna azadiya jinan a ku wek zanista vê şoreşê li ser bingeha Jîneoliyê geşe dide û bi şexsê Nagihanê tê temsîlkirin dê hem jinan hem jî civakê azad bike. Em wek TJA; mîrasa ku ji çanda berxwedana jinan ji me re maye, em bi wê mîrasê soz didin ku em ê li her qadê û di her kêliyê de li ser bingeha felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' yê têkoşîna xwe mezintir bikin. Her wiha em di vê qonaxa erdhejê de ku bi dehan hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye û bi milyonan kes rastî trawmayê hatine, em li hember rejîma 'yek zilam' ku karesata herî mezin e û li hember îqtidara faşîst û zayendperest ku di bin kavilan de maye, bi pêşengiya jinan hevgirtina civakî mezintir dikin û 8'ê Adarê Roja Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşînê ya Jinan pîroz dikin.”
 
Sonuk di dawiya daxuyaniyê de bernameya 8’ê Adarê jî eşkere kir û wiha got: 
 
“* Çalakiyên me yên navendî yên 8ê Adarê dê di 1ê Adarê de li Şirnexê dest pê bikin.
 
* Em ê di navbera 1-8'ê Adarê de li hemû herêmên erdhejê bi jinan re piştevaniya xwe bidomînin.
 
* Di 8ê Adarê de li Êlih, Sêrt, Şirnex, Wan û Mêrdînê meş û daxuyanî dê bên lidarxistin û dê li hemû bajarên din bi platformên jinan re daxuyanî û meşên hevpar bên lidarxistin.
 
* Li metropolan plansazî û meşên xweser dê bên kirin.
 
EM Ê BERXWEDANA XWE MEZINTIR BIKIN 
 
Wek TJA, li dijî polîtîkayên hilweşandin û tunekirinê yên vê desthilata faşîst, bi felsefeya 'Piştgiriya jinan jiyan e' em ê bi hev re jiyana nû ava bikin û bi hevgirtineke xurt a bi hemû jinên li herêma erdhejê re berxwedanê mezintir bikin." 
 
Daxuyanî bi berzkirina "Jin jiyan azadî" û "Bijî 8'ê Adarê" bi dawî bû. 
 

Sernavên din

26/02/2023
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir