Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin

  • rojane
  • 09:01 26 Sibat 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Der barê Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil ê ku di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniya çapemeniyê xwend, lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Di 21'ê Sibatê de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaran hat pîrozkirin. Li navçeya Cizîra Şirnexê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li ber avahiya xwe daxuyanî dabû çapemeniyê. Hevserokê Komeleyê Cahît Akil ê ku metna daxuyaniyê xwendibû ket ber lêpirsînê. Bi îdiaya "Xelkê ber bi kîn û nefretê ve biriye" derbarê Akil de lêpirsîn hat destpêkirin. Akil çû Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û di çarçoveya lêpirsînê de îfade da. Akil têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. 
 
'EM XWEDÎ HIŞMENDIYEKE CIVAKPARÊZIN'
 
Akil anî ziman ku armanca daxuyaniyê pîrozkirina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bû û wiha axivî: "Weke saziya ziman û çandê ya Birca Belek di 21'ê sibatê de daxuyaniyek da. Ev daxuyaniye jî di çarçoveya pîrozkirina 21'ê sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya cîhanê de hate dayin. Weke ku tê zanîn di vê pêvajoyê de erdhêjek çêbû. Di vê erdhêjê de jî bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da, hezaran birîndar bûn û bi mîlyonan kes ji cih û warê xwe koçber bûn. Di vê pêvajoyê de gelek xemgiyên mezin çêbûn. Weke sazî ji roja erdhêjê heta roja me ya îro me piştevaniya bi gelê xwe re da nişandin. Piştî daxuyaniya ku me dayî lêpirsîn der heqê min de doz hat vekirin. Ev doze jî di çarçoveya "Gel ber bi kîn û nefretê biriye" di vê çarçoveyê de doz hat vekirin. Lêbelê di vê daxuyaniyê de me tu gel û hêz weke hedef nişan nedan. Ê ku li hemberî gelan herî zêde rêzdar nêz dibe û mafê gelan diparêze em in û em xwedî hişmendiyeke wiha ne. Em xwedî hişmendiyeke civakperezin. Em civak û mafê civakan diparêzin.  Ji ber wê jî em dixwazin ku herkes weke me birêzdarî nêzî gelê me, zimanê me û çanda me bibin."
 
'HETA NIHA DERBARÊ ÇEND ÊRIŞKARAN DE LÊPIRSÎN HATINE DESTPÊKIRIN?' 
 
Akil destnîşan kir ku kesên ku  êrişî zimanê kurdî dikin û biçûk dixin tên parastin, lê yên ku zimanê kurdî diparêzin tên cezakirin û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de, di bernameyên televîzyonan de li hemberî zimanê me nêzikatiyên gelek şaş hatin nişandin. Mîkrofon li ser kesên ku nekarîn xwe bi tirkî bînin ziman hat girtin. Kesên ku bi kurdî hestên xwe tinan ziman weşana wan hat birîn. Her wiha di parlementoyê de jî li ser zimanê me gelek nîqaşên wiha çêbûn. Bi vê daxuyaniyê me xwest ku em balê bikêşin li ser van êrişan. Li hemberî tu zimanan, gelan û hêzan dijminatiyeke me û dijberiyeke me nine. Lêbelê li hemberî zimanan û çandan kî şaşiyê bike jî em ê li hemberî wan bisekinin. Em nêçarin ku wê şaştiyê bînin ziman ku çareser bikin. Di wê rojê de jî me daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî kir. Hemwelatiyên me yên ku di herêmên erdhêjê de bin kavilan de mane nekarîne bi zimanê xwe alikariyê  bixwazin. Di daxuyaniya xwe de jî me ev anî ziman ku ev jî şaşe. Ev jî bûye sedem ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Van tiştan anîna ziman ne suce. Ev peyvireke mirovahiyê ye. Lêbelê van gotinên me weke dijberiyê nişan didin. Lêbelê bala xwe bidinê kesên ku raste rast beramberiya zimanê kurdî dikin û dixwazin ku pêşiya wê bigirin li ser çend ji wan kesan û saziyan doz hatiye vekirin? Mixabin ku dema ku mijar dibe neheqiyên li ser zimanê kurdî û kurdan be herkes xwe ker dike, dozger xwe ker dikin. Lê dema ku rewşenbîrek, siyasetmedarek û yan jî nivîskarek der barê zimanê kurdî de nêrînên xwe tîne ziman der heqê wan de doz tên vekirin. Ev jî nêzikatiya wan a li hemberî kurd û kurdî dide nişandin." 
 
'EM Ê XEBATÊN XWE BIDOMÎNIN'
 
Akil diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî êrişan têbikoşin û got: "Em li dijî tu netewê nêzikatiyên şaş nakin û em şaşîtiyan jî qebûl nakin. Li ku neheqî hebe em ê li dijî wê bisekinin. Heta ku di çarçoveyeke demokratîk de gelê me jî bigihe hemû mafên xwe em ê xebatên xwe bidomînin. Piştevaniya me û xebatên me yên ji bo ku zimanê me bibe zimanê perwerde jî dê bidome. "
 
 

Sernavên din

26/02/2023
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir
09:15 Inglîza li Islehiyeyê bi cih bûbû di erdhejê de malbata xwe winda kir
09:02 Gundiyên ku koçberî li wan tê ferzkirin: Em naxwazin dest ji axa xwe berdin
09:01 Der barê daxuyaniya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2023’YAN
25/02/2023
20:51 Sedema bêhna ku li Mereşê belav bûye, cenazeyên di bin kavilan de ne
19:18 Di civîna G20'ê de di mijara Ûkraynayê de lihevkirinek çênebû
18:30 Şaredarê AKP'î yê Nûrdaxiyê Okkeş Kavak hat girtin
18:01 Rojnameya Xwebûnê kon li mexdûrên erdhejê belav kirin
17:03 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka mezin a ehlaqê heye
16:56 Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene!
16:43 Fatûreya vînca ku psîkan rizgar kir li komeleyê hat birîn
16:29 Siyasetmedar û parêzeran serdana gundên Semsûrê kirin
16:28 Şaredariya AKP’yî beramberî daîreyan destûra qatên zêde daye
16:04 Kesên li Galeriayê rûdinin ji bo tiştên xwe yên taybet di çalakiyê de ne
15:39 Hat xwestin girtiyê nexweş Cemîl Erdem bê berdan
15:38 Şaredarê Nûrdagiyê yê AKP’î hate binçavkirin
15:26 Girtiyê nexweş ê 82 salî di 2 salan de li 4 girtîgehan gerandine
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir