ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir

  • rojane
  • 09:18 26 Sibat 2023
  • |
img
ENQERE - ATK'ê ji bo Ahmet Ozan Karacayê ku êrişî cemxaneyan kiribû, rapora "mesûliyeta wî ya ceza tam e" amade kir. 
 
Saziya Tiba Edlî (ATK), ji bo Ahmet Ozan Karacayê ku di 20'ê Tîrmeha 2022'yan de li Enqereyê êrişî cemxaneyan kiribû, rapor amade kir. Di danişîna 30'yê Çileya 2022'yan de ya li Dadgeha Cezayê Asliye ya 63'yan a Enqereyê doza raporê hatibû kirin. Rapora hat amadekirin, daxilî nava dosyeyê hat kirin. Rapora ATK'ê, rapora "mesûliyeta wî ya ceza tune ye" ya Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê pûç kir. 
 
'MESÛLIYETA WÎ YA CEZA TAM E'
 
Rapor ji aliyê du doçent û profesorekî ve hat amadekirin. Ji van doçent û profesoran yek jê Serokê Desteya Îhtisasê, yek jê Pisporê Tiba Edlî û yek jê jî pisporê Nexweşînên Demargiriyê ye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku bersûc Karaca di 6'ê Sibatê de hatiye muaynekirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku hişê Karaca li sera ye û wiha hat gotin: "Mesûliyeta wî ya ceza tam e." 
 
'LI BER DARIZANDINÊ TU ASTENGÎ NÎN IN'
 
Danişîna duduyan a dozê dê sibê bê lidarxistin. Ji parêzerên dozê Umran Hakverdî rapora ATK'ê nirxand û got: "Rapora ATK'ê, rapora Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê pûç kiriye. Mesûliyeta ceza ya bersûc tam e. Li ber darizandina wî tu astengî nîn in. Dê ceza neyê kêmkirin. Ji lew re mesûlieyat wî ya cez atam e û dê sûdê ji tevdîrên ji bo nexweşînên demargiriyê yên di Qanûan Ceza ya Tirk de hatine diyarkirin negire."
 
Hakverdî destnîşan kir ku sedema hedefgirtina elewiyan, zimanê cihêkar ê desthilata heyî û poşîtîkayên wê yên di vî warî de ne. 
 
Hakverdî bilêv kir ku ji bo ku bersûc bên cezakirin çi ji destê wan bê dê bikin û ji bo beşdariya li danişînê bang kir. 
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Di roja ewil a Rojiya Muharremê de, di 30'yê Tîrmeha 2022'yan de, saziyên elewiyan rastî êrişine hevwext hatibûn. Kesê bi navê Ahmet Ozan Karaca, di dema îbadetê de êrişî Cemxaneya Şah-i Merdanê kiribû; li Komeleya Eleiyên Bektaşî ya Turkmenê jinek bi kêrê hat birîndarkirin. Her wiha Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk ên Tûzlûçayirê, Cemxaneya Ana Fatmayê, Komeleya Gokçebelê û Cemxaneya Serçeşme ya Batikentê rastî êrişan hatibûn. 
 
Li Enqereyê Ahmet Ozan Karaca çûbû 4 cemxaneyan û bi kursiyan êrişî kesên li wir kiribûn. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûbûn. Di lêpirsîna hatibû destpêkirin de ji bo Karaca rapora "hişê wî ne li sera ye" hatibû amadekirin. Dozgeriyê jî xwestibû li Karaca û 2 kesên alîkariya wî kirine 12 sal û 10 meh ceza bê birîn. Her wiha dozger xwestibû ku ger dadgeh jî bibêje "hişê bersûc ne li sera ye", wê gavê divê bersûc ji sûdê ji tevdîrên ewlehiyê yên ji bo nexweşînên demargiriyê bigire. 
 
Di danişîna ewil a dozê de ku di 30'yê Çileya 2022'yan de hat lidarxistin, biryar hat girtin ku Karaca sewqî Saziya Tiba Edlî bê kirin, ji bo bê diyarkirin bê ka hişê wî li serê wî ye yan na. 
 
MA / Enes Beyaz 

Sernavên din

28/02/2023
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir