Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê

  • rojane
  • 09:00 27 Sibat 2023
  • |
img
COLEMÊRG/ÇEWLIG - Nûnerê Odeya Endezyarên Înşaetan a Çewligê Emre Bûlşû li ser erdheja Çewligê ku qala muhtemeliya wê tê kirin axivî û diyar kir ku divê ji sedî 25’ê avahiyên nesaxlem werin nûkirin û Nûnerê heman odeyê yê Geverê Serhat Kotlûk jî bal kişand ser Bendava Dîlîmlî. 
 
Erdhejên ku bi pileya 7,7 û 7,6 navenda wê Mereş bû çêbûn, bandora xwe li ser 11 bajaran kir. Li gorî daneyên fermî heta niha ji 44 hezar kesan zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Piştî van erdhejan tê gotin ku bandor li xetên fayê yên din jî hatiye kirin û nîqaşa ku dibe xetên fayê yên Çewlig, Colemêrg û Stenbol, Edene jî bişikîn tê kirin. Tê gotin ku wê ev bajêr navenda erdhejên muhtemeliya wê tê kirin bin. 
 
‘DIVÊ JI NIHA VE TEVDÎR BÊN GIRTIN’ 
 
Nûnerê Odeya Endezyarên Înşaetê yê Geverê Serhat Kotlûk erdhejek muhtemel ku tê gotin dê li Colemêrgê çêbibe û ji bo tevdîrên divê bên girtin nirxand. Kotlûk da zanîn ku deşt bi awayek bêserûber ji îmarê re hatine vekirin û ji ber ku avahiyên bêkontrol zêde bûne heke erdhejek li Colemêrgê çêbibe dê rê li ber xesarek can û malê xelkê veke û ji ber vê yekê hişyarî da rayedar û xelkê. Kotlûk anî ziman ku ji ber erdhejên herêmî şikestin, derz û hezaz çêbûne û li gel vê yekê jî li vê herêmê avahî zêde tên çêkirin û dê ev yek xesara erdhejê zêdetir bike. 
 
‘HEKE RÊ WERE GIRTIN DÊ KRÎZEK MEZIN ÇÊBIBE’ 
 
Kotlûk diyar kir ku ji bo kêmkirina ziyana can û malê xelkê divê tevdîr bên girtin û beriya her tiştî maseya krîzê ji niha vê bê avakirin. Kotlûk da zanîn ku divê zêdekirina qatan bê rakirin û destûr neyê dayîn û biryara vê yekê jî endeyzar bidin. Kotlûk anî ziman ku divê ji niha vê li herêma Colemêrgê dest bi lêkolîna ku xetên vayê lê derbas dibin bê kirin û li wan deveran tevdîr bên girtin. Kotlûk destnîşan kir ku saziyên dewletê yên li bajêr bikevin tevgerê agahdariya erdhejê bikin û li her deverê binesaziya ceyran, telekomunîkasyonê bikin û xetereya vê ji hol^erakirin. Kotlûk anî ziman ku ji kontrola avahiyan bigire heta tîmên hawarê û tenduristiyê û her tişta pêwîst ji bo erdhejekê bên amadekirin û divê kelûpelên krîtîk ên ji bo erdhejê bên stokkirin. Kotlûk bal kişand ser erdhejek muhtemel ku pêk were dê tekane rêya heyî ya Geverê qut bibe û dê pirsgirêka çûnehatê çêbibe û wê rê li ber krîzên mezin veke û got: “Pêwîste ev yek neyê piştguhkirin. Xetereya Bendeva Dîlîmlî ji bo navçeyê heye. Lazim e Bendeva Dîlîmlî kontrolek bi hesasiyet bê kirin û divê demildest lêkolînek li serê bê kirin. Nexwê heke neyê kirin dê di felaketek muhtemel de ji bo Geverê rê li ber metirsiyek mezin beke. Divê her sazî berpirsyariya xwe bicih bîne û li gorî wezîfeya xwe tevger bike û lazime amadekarî hebin.” 
 
‘JI SEDÎ 25’Ê AVAHIYÊN BAJÊR BERIYA 2003’YAN HATINE ÇÊKIRIN’ 
 
Nûnerê Odeya Endezyarên Înşaetê yê Çewligê Emre Bûlşû jî bi bîr xist ku ev erdheja ku behsa muhtemeliya wê tê kirin dê tesîra xwe li ser bajarên wek Dêrsim, Xarpêt, Erzirom, Erzîngan, Mûş, Amed û Bedlîsê bike. Bûlşû da zanîn ku avahiyên heyî yên li Çewligê ji sedî 25’ê wê beriya sala 2003’yan hatine çêkirin û wiha got: “Avahiyên ku beriya 2003’yan hatine çêkirin, kategoriya xetereyê de cih digirin. Sedemê vê yekê jî ew e ku kalîteya betonê ye. Li ser hin gelek avahiyên hatine hilweşandin li gorî lêkolîna ku hatiye kirin kalîteya betonê sexte ye. Beton û hestinên van avahiyan ne li gorî rêziknameya erdhejê hatine bikaranîn. Di avahiyên beriya 2003’yan de di warê teknîkî de jî gelek kêmasî têde hene û heta mirov dikare bêje ku qet endezyariya van avahiyan nehatiye kirin.” 
 
HIŞYARIYA TEVDÎR Û PLANSAZIYÊ 
 
Bûlşû hişyariya ji bo erdhejek muhtemel da hemû rayedar û saziyan û got: “Heke ji vê saetê şûn ve tevdîr neyên girtin, tespîtên ww dikin dê li şûna xwe bimînin û bibe sedemek karesatek mezin. Divê li Çewligê demildest xebatên amadekariya erdhejek muhtemel bên destpêkirin û her kes di vê mijarê de berpirsiyariyê hilde ser milê xwe. Ji bo bandora erdhejek muhtemel bê asta herî kêm divê plansaziyên girîng bên amadekirin. Pêwîste rewşa xetere ya Çewligê li ber çavan bê girtin. Divê hem xelkê me hem jî sazî û dezgeh bi hestiyarî tevbigerin û çi dikeve ser milê wan bikin.” 
 
 

Sernavên din

28/02/2023
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir