Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan

  • rojane
  • 09:53 28 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Zohre û Ahmet Çelîktaş ku hevjîn in diyar kirin ku di 3 rojên piştî erdhejê de tu alîkarî bi wan re nehatiye kirin û wiha gotin: “Tîmên tespîtkirina xesarê ji bo mala me ya ku xesareke mezin gihiştiyê rapora kêmxesar dan.” 
 
Li gorî daneyên fermî; di encama erdhejên Mereşê de herî kêm 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li 10 bajaran xesarên mezin ên madî-manewî çêbûn, bi dehhezaran welatî li kolanan man. Li Bazarcix a Mereşê ku yek ji navendên erdhejê bû, xelk di rewşeke nebaş de ye û nizanin dê çi bikin. Gelek welatî dibêjin ku îktîdarî çi alîkarî nedaye wan an jî pir dereng şandine. Ev yek jî rewşa mexdûrên erdhejê hêj girantir dike. 
 
QALA ROJA ERDHEJÊ KIR
 
Ji mexdûrên erdhejê Zohre Çelîktaş ku li gel hevjînê xwe di koneke li pêşiya mala xwe vedayîn de dimîne, qala roja erdhejê û pêvajoya piştre kir. Çelîktaş, da zanîn ku dema li ser cihê xwe radizan erdhej çêbûye û wiha got: “Me nezanî bê ka dê bi ku de biçin. Mal û dîwar bi ser me de dihatin. Min pala xwe da derî. Vegotina wan kêliyan gelek zehmet e. Ez nizanim dê çi vebêjim. Hevjînê min hatibû cem televîzyonê. Min bangî hevjînê xwe kir û got; ‘ez baş im.’ Me bi destên hev girt û ji derenceyan daketin jêr. Derence mîna derziyê bûbûn. Em li ser wan daketin jêr û xwe avête derve. Lê hêj jî dihejiya. Dîwar teqiya bûn. Lê şikir ji xwedê re ku em birîndar nebûn.”
 
11 ROJAN DI WESAYÎTÊ DE MAN
 
Bi domdarî Çelîktaş diyar kir ku 3 rojên ewil tu alîkarî ji bo wan nehatibû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez û hevjînê xwe 11 rojan di wesayîtê de man. Ji bo xwe germ bibin, me heta serê sibehê wesayît dida xebitandin. Em li konbajar nebûn lewma alîkarî zêde bo me nehat. Em 3-4 malbat li vir dimînin. Me got ji stûnê ceyranê bidin me. Gotin; ‘em nikarin bidin tenê 2 malbatan.’ Qet nebûya dê me sobeya xwe vêxista û li ber rûniştina. Em vê dixwazin. Niha enerjiyeke royê ya biçûk heye. Em bi şev bi wê îdareya xwe dikin. Ji bilî vê me tu alîkarî wernegirtiye. Dibêjin dê serê her malbatê 10 hezar TL’an bidin lê tevî ku me du caran serlêdan kiriye jî nedan. Dibêjin; ‘li ser navê we hatiye şandin.’ Cemxaneyê alîkarî da me û kon dan.”
 
‘EM BI SAYA KEDA XWE LI SER PÊYA NE’
 
Çelîktaş, wiha domand: “Cemxaneyê konek da me û min û hevjînê xwe bi hev re sê konên ji texteyan çêkirin. Yek ji van weke mitbaxê, yek ji bo cihê razanê, yekî bo cihê rûniştinê û li yê din jî em tiştên zêde lê bi cih dikin. Em niha yekê din jî çêdikin. Dê tiştên xwe yên em ji malê derdixînin li wir bi cih bikin. Em bi saya keda xwe li ser pêyan dimînin. Ji bo deriyên mala me jê bikin me bang li hinek kesan kir lê ji me 9 hezar TL xwestin. Êdî bes e ji van keysbazan re.” 
 
MALÊ BI BIHAYÊ MILYONEK TL’AN HATE DIZÎN
 
Di berdewamê de Çelîktaş diyar kir ku piştî erdhejê dikana wan a rûlihêfan hatiye talankirin û ev agahî dan: "Her yekî ji berê xwe ve birin. Di hundirê wê de tiştek nema. Tenê 2 makîne man. Min ew anîn, niha di bin konê de ne. Tiştekî din nema. Kêm kêm bihayê milyonek tişt di dikanê de hebûn. Ew jî çûn.  Di destê me de deynên me ji xizmên xwe kirine man. Ew jî çûn. Em nizanin dê çi bikin. Min hêj jî tiştek ji hikûmetê nedîtiye. Gelek cîranên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Serê yekî û destê yekî 3 rojan li derve bû. Me didît. Alîkarî nehat. AFAD nehat. Ji wê malê 9 cenaze derketin. Ji wan 3 jê piştî 5 rojan hatin derxistin û hêjta sax bûn.” 
 
JI BO MALA PIRXESAR RAPORA KÊMXESAR DAN
 
Hevjînê Çelîktaş, Ahmet Çelîktaş jî da zanîn ku tîmên tespîtkirina xesarê ji bo mala wan hatine û li ser e-devletê weke “kêmxesar” xuya dike. Çelîktaş, got ku ditirsin bikevin mala xwe û wiha bi dawî kir: “Em ditirsiyan bikevin malê lewma me bang li şaredariyê kir. Tîmên hatin pêş avahî gotin; ‘avahî pirxesar xuya dike.’ Lê belê mala me li ser e-devletê hêj jî ‘kêmxesar’ xuya dike. Têkildarî mijarê me li Wezareta Hawirdorê îtîraz kir. Lê dibêjin; ‘xwe li benda roja îtîrazê bigirin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

28/02/2023
16:24 Doza Kobanê hate taloqkirin
16:06 Kesê ku AA’yê digot ‘bi operasyona MÎT’ê hat girtin’ 3 sal berê ji PKK’ê veqetiyaye
15:51 Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan
15:47 ‘Ji bo mirov helalkirina heqê xwe ji gel bixwaze divê ji ewil rûyê mirov hebe’
15:46 Hiqûqnasan giliyê Erdogan û berpirsyarên din kirin
15:25 HDP li pêşiya Heyva Sor a Tirk e: Berpirsyarên vê pergala heramiyan dê hesabê bidin
14:39 Serokê Giştî yê EHP’ê: Ji bo îktîdarê ya girîng ne gel lê qaseyên pereyan e
14:34 Bûldan: Lingê siyasî yê karesatê, sîstema yek mêr e
14:33 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:13 TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
13:58 Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî
13:36 Doza Kobanê: Parêzer û siyasetmedar ji ber erdhejê tev li nebûn
13:31 Malbata Şenyaşar: Ez heqê xwe helal nakim
13:23 Konferansa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir
13:14 Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin
13:13 SES’ê bang li Wezaretê kir: Pêvajoya têkildarî zarokan bizelalî bi rê ve bibin
13:05 Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan
12:56 Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne!
12:10 Qeyûm alîkarî belav nekir û bi kamyonan veguhest depoya AFAD’ê
11:43 Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne
11:42 Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin
11:32 ‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’
11:22 Kizilay a di bin xirbeyan de lê tê gerandin: Kepçe bigirin xelas bikin!
10:42 Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê diyar bû
10:41 Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
10:34 Mexdûra erdhejê: Min mala xwe di 27 salan de çêkir lê di 27 saniyeyan de çû
10:04 Mexdûrên erdhejê ji bin kavilan û avahiyên xesareke zêde gihiştinê tiştên xwe derdixînin
09:53 Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan
09:09 Di konê kufikî de dimînin
09:04 Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
09:03 Endamê Baretên Azad: Ji bo erdheja Stenbolê divê em rûnên û bi zelalî biaxivin
09:00 Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2023'YAN
27/02/2023
23:02 Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat veşartin
22:17 Li Îzmîrê erdhej çêbû
20:54 Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike
16:53 Li Wanê peywîra endamê Meclisa HDP’ê hate îade kirin
16:46 Li Meletiyê herî kêm 3 kes di bin kavilan de ne
16:17 HDP’ê bersiv da Erdogan: Em heqê xwe li te helal nakin
16:16 Erdoganê li xwe mikur hat helalî xwest
16:08 Plana erdhejê ya AKP’ê: Şîrketa Kalyon dê li bajaran avahiyan çêbike
15:43 35 caran bombeyên fosforê hatine bikaranîn
15:21 DÎK, DAD û HDP’ê serdana mexdûrên erdhejê kirin
15:14 HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da
15:12 Rejîma Îranê kolberek birîndar kir
15:06 Li Edeneyê mînareyên 150 mizgeftan tên hilweşandin
14:33 Ji bo avahiyê dîwarên wî hilweşiyayîn rapora ‘kêmxesar’ hate dayîn
14:28 HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir
14:02 Kizilayê xurek jî firotiye AHBAP’ê
13:46 TOP: Gefa îşkenceyê li rêhevalên me tê xwarin
13:12 Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin
13:03 Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
12:43 Nîjadperestî heta konan jî hat
12:34 Li Meletiyê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
12:32 Beriya hatina Erdogan kavilên li Elbistanê tên rakirin
12:31 Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve
12:18 Tiştên xwe ji bin kavilan derdixîne û li mexdûrên erdhejê belav dike
12:08 Li Hesekê teqîn çêbû
12:00 Ji bajar tenê kavil, toz û dûman ma
11:51 Malbata Şenyaşar: Tevî heqîqetê jî dozger erka xwe bi cih nayînin
11:38 15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî
11:34 Kovara Lemanê cih da firotina konan: Kizilay di bin kavilan de ye
11:22 'Hikûmeta Şamê nahêle alîkarî derbasî herêmê bibin’
11:01 Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin
10:56 Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir
10:55 ‘Wesayîta cenaze nedane, law bavê xwe di hembêza xwe de biriye goristanê’
09:02 Raporên kêmxesar didin mexdûrên erdhejê: Heke kêmxesar be hûn werin rûnin
09:01 Tê xwestin ku taxa welatiyên kurdên elewî bê valakirin
09:01 'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’
09:00 Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir
09:00 Ji bo bajarên ku li benda erdhejek muhtemel in banga tevdîrgirtinê
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN
26/02/2023
23:29 Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
20:00 Alîgirên Beşîktaşê bi dirûşma ‘hikûmet îstîfa’ stad hejandin
19:45 Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 44 hezar 374 kesan
19:37 Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene
19:09 Polîs û zabiteyan zext li welatiyan kirin ku konên xwe rakin
18:30 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: Zêdeyî 40 kesî fetisîn
17:08 Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
16:40 ÇHD: Polîsan li Antakyayê îşkence li 3 kesan kirin
16:13 Mexdûrê erdhejê: Hêj jî pirsgirêka kon û xurekan heye
15:41 'Ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê dem dema piştevaniyê ye’
15:35 HDP’ê ji ber zarokan çapemenî hişyar kir
15:21 Malbata Şenyaşar: Em bêdeng nebûn û dê bêdeng nemînin
15:15 Binpêkirinên li dijî rojnamegeran di dema erdhejê de jî nesekinin!
13:55 AHBAP: Heyva Sor a Tirk 2 hezar û 50 kon firotin me
13:40 Hatîmogûllari: Xelkê Hatayê bifikar e ku ji xaka xwe were derxistin
13:00 Li Iraqê li dijî konvoya lojîstîkê ya DYA’yê êriş hat kirin
12:57 Li qadên kon lê hatine vegirtin nexweşiya gurîbûnê dest pê kir
12:43 Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e
12:23 Li Semsûrê bûyerên gurîbûnê zêde dibin
12:02 Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
11:24 Tûpeke Tunêla Erkenekê tevî xesarê jî vekirî tê hiştin
11:07 Cîranên Ak ew rizgar kir, kurê wî konteynir şand: Bi navê dewletê kes li vir nebû
10:54 Gelo kesekî xwe gihandiye kolanên teng ên Antakyayê?
10:26 Ji Hatîceya bin kavilan sax hatibû derxistin ev 21 roj in tu agahî nayên girtin!
10:26 Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin
09:50 Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
09:43 Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan
09:18 ATK'ê ji bo kesê êrişî cemxaneyan kir rapora 'mesûlîyeta wî ya ceza tam e' amade kir