Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Felaketa eredhejê ya 6'ê Sibatê ji êrişên Tirkiyeyê ya li dijî kurdan û gelên herêmê nebû asteng. Yên ku di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest nedan, bi top, çek û çekên qedexekirî yên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Piştî erdheja wêranker a ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da û bandor li Sûriyeyê kir, Fermandariya Giştî ya QSD'ê ragihand ku ew amade ne alîkariyê pêşkêş bikin da ku bandorên erdhejê li Sûriyeyê sivik bike. Her wiha çalakiyên leşkerî rawestandin. Di 10’ê sibatê de Rêveberiya Xweser bang kir ku nakokiyên siyasî deynin aliyekî û girîngiyê bidin rewşa mirovî.
 
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya erdhejê bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin, kir û got: “Çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin. Heta dewleta Tirkiyeyê, êriş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.” 
 
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); êrişên 22 rojên dawî yên Tirkiyeyê berhev kiriye. Li gorî ANHA’yê; Tirkiye li şûna rizgarkirina bi milyonan mexdûrên erdhejê, qirkirina gelê kurd û gelên herêmê xistiye rojeva xwe ya serek û sûcê qetilkirinê zêdetir kiriye.
 
Daneyên ku ANHA’yê berhev kirine wiha ne: 
 
“6'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kir.
 
8'ê Sibatê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Ebdurehman El Cilmûd di êrişeke terorî de şehîd bû.
 
9'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker gundê Xalidiyê, bajarokê Hîşê û rêya M4 yên li Eyn Îsayê topbaran kirin. Her wiha çeperên gerîla yên derdora gundê Sîda û herêma Çemço yên navçeya Şêladizê ya Amediyê du caran bi çekên qedexekirî bombe kirin û bi dehan caran bi topên obîsan, tankan topbaran kirin. Di bersivdayîna gerîlayên azadiyê de leşkerekî Tirk hat kuştin.
 
10'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê yên herêma Çemço bi çekên giran topbaran dikin. Di çarçoveya mafê parastina rewa de gerîlayan leşkerekî Tirk ceza kir û helîkopetereke dewleta Tirk derbe kir.
 
11'ê Sibatê, gundên Seyda, Xalidiyê, Tîba û rêya M4 ên Eyn Îsayê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin. Qadên berxwedanê yên gerîla 27 caran bi obîs û çekên giran bombe kirin.
 
12'ê Sibatê, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk rêya Menaz ê gundewarê rojava yê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de endamê TEV-DEM'ê Mehmûd Beşar (Mehmûd Kobanê) şehîd bû. Ciwanên bi navê Îsmaîl Hemdî El Ebdullah, Ela Hisên El Omer (20) ên ji Ezazê û Mihemed Ramî Rustem (24) ê ji bajarokê Daret Îze dema dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin da ku xizmên xwe yên di binê kavilan de asê mane, xilas bikin, bi awayekî hovane ji aliyê leşkerên artêşa dagirker ve li gundê Sewan ê navçeya Şêra ya Efrînê hatin qetilkirin.
 
14'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker qada deşta Kafiya ya Garê 5 caran bi balafirên şer kirin hedef.
 
15'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran qada berxwedanê ya Girê Cûdî topbaran kir. Her wiha çeperên berxwedanê yên nêzî gundê Sîda yê navçeya Şêladizê bi bombeyên qedexekirî bombe kirin.
 
16'ê Sibatê, artêşa Tirk navçeya Til Rifetê topbaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Yûsif Ebid (70) şehîd bû û welatiyekî din birîndar bû.
 
15 û 16'ê Sibatê artêşa Tirk çeperên berxwedanê yên Girê FM yên li gundê Sîda û qada Çemço 43 caran bi bombe, tank û çekên giran bombe kirin.
 
17'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker 38 caran qadên gerîla bi helîkopterên şer, tank û topên obîsan û çekên giran bombebaran kirin.
 
18'ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker rêya M4, xwaringeha El Nexîl, gundê Seyda, Kampa Kevin a Eyn Îsayê yê rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin. Di heman rojê de 63 carab çeperên berxwedanê yên li Girê Cûdî yê nêzî gundê Sîda û qada Çemço bi top, tang û çekên giran bombebaran kirin.
 
19`ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker nuqteyên gerîla 6 caran bi balafirên şer û 6 bi tankan û çekên giran bombebaran kirin.
 
20`ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker 46 caran bi tank, top, çekên giran topbaran kirin û bi dehan caran bi balafirên şer qadên berxwedanê ên gerîla bombebaran kirin.
 
20`ê Sibatê artêşa Tirk a dagirger gundê Hiwêce û Fatsa yên rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.
 
22`yê Sibatê erebeyeke li ser rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de li nêzî gundê Biweyre yê rojhilatê Qamişlo ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefkirin. Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Mencê şehîd bû û yek din jî birîndar bû.
 
23`yê Sibatê artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê yên nêzî gundê Sîda 25 caran bi bombeyên qedexekirî, madeyên fosfor bombebaran kirin. Her wiha girê Amedêyê û girê Cûdî 83 caran bi bombe, tank, top û çekên giran kirin hedef.
 
24`ê Sibatê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li herêma Şiqeyif a bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê erebeyek teqand. Di encamê de endamê Komîteya Aboriyê Hemze Kobanê şehîd bû û 3 kesên din birîndar bûn. Di heman rojê de artêşa dagirker qadên berxwedayê yên nêzî gundê Sîda 17 caran bi bombeyên fosforê û qedexekirî bombebaran kirin. Her wiha herêma girê FM û herêma Çemço 65 caran bi top û tankan bombebaran kirin.
 
25`ê Sibatê Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku endamê wan ê bi navê Metşer El Ehmed di êrişeke terorîst de şehîd bû. Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker rêya M4 bi çekên giran topbaran kir. Her wiha qadên gerîla 2 caran bi balafirên şer, 65 caran bi helîkopteran û topên hawrtz û 17 caran bi  bombeyên fosfor yên qedexekirî hatin bombekirin.
 
26'ê Sibatê qadên berxwedanê 43 caran bi tank, top û çekên giran ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin. Çeperên berxwedanê yên nêzî gundê Sîda 15 caran bi madeyên fosforê hatin topbarankirin. Artêşa Tirk a dagirker gundê Gozeliyê yê başûrê navçeyê yê nêzî rêya M4, gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeyê bi çekên giran topbaran kirin.
 
27'ê Sibatê erebeyek li nêzî Dibistana Rufeyda El Îslemiye ya Seretayî ya taxa Kelase ya Hesekê hat teqandin. Di encamê de şervanekî QSD'ê şehîd bû û 2 welatiyên din birîndar bûn. Her wiha Kampa Eyn Îsa, gundên Seyda û Xalidiye bi çekên giran ji aliyê artêşa Tirk ve hatin topbarankirin.
 
Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihand ku di êrişa balafirên bê mirov ên biçek ên dewleta Tirk de li dijî gundê Behreva yê Şengalê ji fermandarên wan Seed El Bedel (Pîr Çeko) û Xeyrî Xidir Xelef (Agir Cefrî) şehîd bûn.
 
Her wiha di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li gundê Dirdara yê rojhilatê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê de jina bi navê Wedha El Faris ku pezê xwe diçêrand ji lingê xwe yê çepê de birîndar bû.”
 

Sernavên din

03/03/2023
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin
11:42 Jin li herêma erdhejê ne: Em ê bi piştevanî û wêrektiyê jinûve ava bikin
11:31 Roja 25’emîn a erdhejê: Kon nîne, di serayê de dimînin
11:13 Mexdûra erdhejê ji bo dilxwazan xwarinê çêdike
11:08 Talabanî ji PDK’ê re got: Divê em alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên Rojava
10:45 Navçeya ku bi rant, îmara taybet û betonan hatiye fetisandin: Elbistan
10:32 ‘Keça min ji ber sarmayê mir’
09:48 'Em ê ji bo alîkarî piştevaniya jinan her li qadê bin'
09:41 Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e
09:15 7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat
09:08 'Ez ê bi vî halê xwe yê nexweş çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?'
09:07 Li Semsûrê her tişt ji bo zarokan!
09:07 Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin
09:04 Mexdûrê erdhejê yê hatayî: Silavan li serokê me bike!
09:02 Jiyaneke di navbera mirin û xizaniyê de: Kolberî
09:01 Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2023
23:12 Encamnameya konferansa 'Azadî ji bo Ocalan' hat eşkerekirin
21:46 Konferansa Azadî ji bo Ocalan: Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya me hemû gelên bindest e
20:12 QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir
19:02 TJA û HDP'ê li Meletiyê serdana jinan kirin
18:23 Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
17:07 Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin
16:40 Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
16:14 Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
16:13 Doza li Ceren Sozerî û Evrenselê hatiye vekirin, hate taloqkirin
15:56 Giliyê kesa ku di medyaya dîjîtal de kurd hedef nîşandan hate kirin
15:28 TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
15:11 Di protestoya li Stenbolê de 8 kes hatin binçavkirin
15:09 ‘Divê berpirsyar îstîfa bikin’
15:02 TMMOB'ê ji bo pêşî lêgirtina zêdekirina kirê pêşniyara 'buroyên kontrolê' kir
14:56 ‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
14:32 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin
14:28 Senedê sûriyeyî gihişt cihê ortopedîk ku pêdiviya wî pê hebû
14:18 Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
14:14 Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
14:00 Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da
14:00 Ji girtiyê ku xwest tev li şîna bavê xwe bibe 40 hezar lîre hate xwestin
13:43 Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn
13:34 DAKAP’ê komxebatên xwe yên 8’ê Adarê dan destpêkirin
13:33 ‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’
13:06 Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome
12:49 Dewleta tirk êrişî Şengalê kir: Birîndar hene
12:43 Konên li Parka Koşûyolû bi zexta ‘bertîlê’ û qutkirina ceyranê hatin valakirin
12:19 Bîlançoya şer a meha sibatê
12:17 Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava
12:11 ‘Cenazeyek hat jibîrkirin, min xist devê kemçeyê û heta sibehê li bendê sekinîm’
12:00 Li Hatayê bi pileya 4,8 erdhej çêbû
11:59 Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê
11:58 ‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin
11:33 Nesîmî Aday: Dixwazin erdhejê bi kar bînin û kurdên elewî yên Mereşê koçber bikin
11:13 Zincîr…
11:10 Tora Parastina Jinan: Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin
10:54 Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
10:26 Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin
10:13 Serokê EMO’yê Çetînkaya: Bila heqê fatûreyên 3-4 mehan ji gel neyên standin
09:52 ‘Zîhniyeta AKP’ê welêt weke şîrket, gel jî weke mişterî dibîne’
09:08 ‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e'
09:07 Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye
09:06 Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim
09:04 Ji Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, lê li Semsûrê di bin kavilan de man
09:02 Ji heman malbatê 3 kes 30 sal in girtî ne: Çavê me li rêya wan qerimîn
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2023'YAN
02:32 Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû
28/02/2023
22:06 Li Mûşê xwestin bi darê zorê zaroka 13 salî 'bizewicînin'
19:40 Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin
19:06 10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
17:07 Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk: Divê berpirsyar demildest îstifa bikin
17:00 HDP li Hatayê tax bi tax birînan derman dike
16:47 Kiliçdaroglû bang li Heyva Sor a Tirk kir: Di depoyên we de çiqas kon hebin em ê tevan bistînin
16:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê li Bismilê 2 malbat li hev anîn
16:24 Kurdoxoliyê kavil weke roja ewil di cihê xwe de ne!