Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!

img
ÎZMÎR - Li Tirkiyeyê 21 sal in AKP li ser îktidarê ye û li gel di van 21 salan de ewqas li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê erdhej, lehî, bobelatên madenê û bûyerên bombebaranê çêbûn jî lê kesekî îstîfa nekir. 
 
Li Yewnanistanê trêna rêwiyan û trêna bar li hev qelîbîn û herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî qezayê Wezîrê Veguhestinê Kostas Karamanlis îstîfa kir. Li welat 3 roj şîn hat ragihandin. Piştî îstîfaya vî wezîrê li cîhanê di bûyerên bi vî rengî de refleksên diqewimin hatin rojevê. Li gelek welatan di karesatên wiha de berpirsirên dewlet ango îktidarên wan welatiyan îstîfa dikin. Lê belê li Tirkiyeyê tevî ku qetlîamên mezin ku di encama xemsariyê de diqewimin jî tenê kesek jî îstîfa nake. 
 
Mînakên bûyerên bi vî rengî li cîhanê gelek in, wek mînaka îstîfayê ya li Yewnanistanê. Piştî qezaya trafîkê ya ku di 24’ê tebaxa 2018’an de li Bulgaristanê 17 kes mirin, Wezîrê Gihandinê Îvaylo Moskovski, Wezîrê Pêşketina Herêmê Nikolay Nankov û Wezîrê Karên Hundir Valentin Radev îstifa kiribûn. Di 17’ê mijdara 2012’an de di encama qezaya trênê ya ku li Tahire ya Misirê pêk hat de 49 kes mirin, Wezîrê Gihandinê Reşad El-Matenî îstifa kiribû. Serokwezîrê Letonyayê Valdîs Dombrovskis piştî ku di 21'ê mijdara 2013'an de di encama hilweşîna banê navenda danûstendinê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û got, "Berpirsiyariya min jî heye" îstifa kir. Serokwezîrê Japonya Naoto Kan, ku ji ber rêveberiya krîzê ya bêbandor di erdheja 8,9 û tsunamî ya 11'ê adara 2011'an de hat rexnekirin, îstifa kir. Wezîra Veguhastinê ya Kosta Rîkayê Karla Gonzales piştî hilweşîna pira ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da îstifa kir. 
 
JI MEXDÛRAN RE GOT, ‘BÊNAMÛS’ 
 
Ev çend mînak in, di erdhejên ku di 6ê Sibatê de erdhejên navenda wê Mereş bû çêbûn û tesîrê li 11 bajaran kiribû, berawirdkirina nebûna îstifayan hat kirin. Li gel ku hejmara miriyên erdheja li Tirkiyeyê ji 45 hezarî derbas bû jî, bertekên li dijî rayedarek îktidara Tirkiyeyê îstifa nekir, zêde dibin. Li ser vê yekê, bi taybetî mexdûrên erdhejê rexneyên "dewlet nîne û dereng maye" kirin. Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li ser rexneyên ku AFAD û Kizilayê li herêmên erdhejê bêbandor in jî wiha got: "Ez dixwazim bibêjim ku me heqaretên ku li saziyên alîkariyê yên sîvîl tên kirin tu carî ji bîr nekiriye û ji bo ku em biqewimin me qeyd kirine. Di siberojê de hesap tê pirsîn. Hey bêehlaq hey bênamûs, Kizilay rojê 2 caran xwarinê dide du milyon û nîv kesî."
 
Her wiha şirîkê biçûk yê îktidarê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî gef li muxalîfan û muxalefetê û xelkê xwar û wek her demê heqaret kir. 
 
‘MIZGÎNIYA’ ÎNŞAETÊ 
 
Gotinên ewil ên Erdogan ên derbarê zirarên giran ên piştî erdheja navenda wê Mereşê bû da 10 bajaran jî li ser mizgîniya avahîsaziyê û sitargehê bû. Wiha gotibû, “Ez hêvî dikim ku Wezareta me ya Hawirdor û Bajarvaniyê dest bi xebatên rakirina kavilan bike. Ji ber ku mebesta me ew e ku li Mereşê û 9 parêzgehên din jî bi heman awayî em wek Îdareya Pêşxistina Xaniyan (TOKÎ) van operasyonan pêk bînin.” 
 
Ev gotinên Erdogan, pratîk û gotinên rayedarên îktidarê yên di qetlîam û felaketên berê li Tirkiyeyê qewimîn de anî bîra mirovan.  
 
SOMA: BI PEHÎNAN LI XIZMÊN QURBANIYAN DAN 
 
Di 13’ê gulana 2014’an de li navçeya Soma ya Manîsayê di kana komirê de şewat derketibû û 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji qezaya kar a madenê ya herî mezin li Tirkiyeyê pêk hat, qetlîama madenê ya Somayê bû. Serokwezîrê wê demê Erdogan heman gotin û gefan xwaribû. Erdogan ê ku wê çaxê serokwezîr bû piştî bûyerê çû herêmê û dîsa gotinên xapandinê kiribû û qezaya kar ji nedîtî ve hatibû. Xizmên karkerên madenê Erdogan protesto kirin. Lê Cîgirê Midûrê Nivîsgeha Taybet ê serokwezîriyê Yusuf Yerkel bi pehînan li xizmên qurbaniyan da. 
 
PIRSÛS: ÎKTIDARÊ TENÊ ŞERMEZAR KRI, MHP’Ê JÎ CIWANAN SÛCDAR KIR 
 
Di 20’ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, DAIŞ’ê li dijî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ku dixwestin alîkariyê bibin Kobanê, êriş xwekuj pêk anî. Di êrişê de 34 ciwanên sosyalîst hatin kuştin û bi ser sed kesî re welatî birîndar bûn. Serokkomar Erdogan bûyerê wek “hovîtiyê” pênase kir û daxuyaniya şermezarkirinê da. Wezareta Karên Navxweyî jî daxuyanî dabû ku wê kujeran derxin pêşberî darazê. Lê belê piştî êrişê pêvajoya darizandinê ku pêk hat, berovajî daxuyaniya Wezaretê hat birêvebirin. Her wiha Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî dîsa wek her tim heqaret û gef xwar û Fedarasyona Ciwanên Sosyalîst hedef nîşan dabû û qurbaniyan û birîndaran wek “terorê” pênase kiribû. 
 
ENQERE: AKP’Ê KOMKUJIYÊ WEK ‘GEFÊ’ NIRXAND 
 
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de beriya mitînga ji aliyê KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê ve bê lidarxistin,  li ber Gara Trênê ya Enqereyê DAIŞ’ê êrişek bombeyî ya xwekuj pêk anîbû û 109 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî êrişê RTUK'ê li ser saziyên weşanê qedexeya demkî ya weşanê ferz kir û gihandina hin malperên medyaya civakî (Twitter, Facebook) û malperên înternetê asteng kir. Piştî êrişê rayedarên AKP’ê ev bûyer ji bo hilbijartinan weke “gefê” nirxand, Wezîrê Daristan û Avê Veysel Eroglû jî gotibû, "Yên ku dixwazin aramiya gel xera bikin, bi taybetî di dema hilbijartinê de, her tim van kiryarên terorîstî dikin. Berê li Amedê beriya hilbijartinan 'tenê ji bo ku benda hilbijartinê derbas bikin', me heman fîlm li Amedê dît. Me li cihên din jî dît.” Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok jî diyar kir ku tu xisarên ewlehiyê tune ne.
 
QEZAYA TRÊNÊ YA LI ÇORLÛ: KÊMASIYA KONTROLÊ YE 
 
Di 8’ê tîrmeha 2018’an de trêna rêwiyan ku ji Kapikuleyê diçû Stenbolê li navçeya Çorlûyê qeza kir û 5 vagon qelibîn û di qezayê de 25 kesan canê xwe ji dest da û 317 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê rayedarên hikûmetê ango îktidarê berpirsiyariya xwe qebûl nekirin û tenê peyamên sersaxiyê weşandin. Parlamenterên muxalefetê ji bo lêkolînkirina bûyerê pêşniyazname dan Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Cahît Tûran û pêşniyaznameyê ji nedîtî ve hat û wek kêmasiya kontrolê pênase kirin. 
 
ERDHEJA ÎZMÎRÊ: SOZA XWE BICIH NEANÎN 
 
Piştî erdheja ku navenda wê li peravên Girava Samos a Yewnanistanê bû, di 30’ê cotmeha 2020’an de li Îzmîrê jî çêbû, 117 kes mirin û hezar û 553 kes jî birîndar bûn. Hikûmeta ku piştî vê erdhejê berpirsyariya bûyerê negirt ser xwe, ji bo avakirina avahiyên nû "mizgînî" da. Serokkomar Erdogan got, "Em bi projeyên veguherîna bajaran stokên xwe yên li hemberî erdhejê nû dikin û her roja ku derbas dibe welatê xwe ji bo bobelatan amade dikin. Êşa erdheja Elezîz û Meletiyê ya di meha çile da pêk hat hê dewam dike. Ev xebera Îzmîrê em gelekî xemgîn kirin." Li aliyê din Wezîrê Bajarvaniyê Murat Kurum jî diyar kir ku li Îzmîrê jî mîna piştî erdheja Mereşê dê di nava salekê de avahî bên teslîmkirin. Lê tevî 2 sal û nîvên navberê jî piraniya welatiyên di 17 avahiyên hilweşiyayî de dijîn nekarîn vegerin malên xwe.
 
LI BEHRA REŞ LEHÎ: AKP LI XWE MIKÛR HAT 
 
Di encama lehî û şimitîna axê ya piştî barana zêde ya ku di 11’ê tebaxa 2021’an de li bajarên rojavayê Behra Reş de rû da, li bajarên Kastamonu, Sînop û Bartinê bi giştî 82 kesan jiyana xwe ji dest dan, 228 kes jî birîndar bûn. 16 kes ji bo kesên hatin windakirin doz hat vekirin. Piştî karesata lehiyê Serokê Meclisê AKP'ê Mustafa Şentop li xwe mikur hat û got, "Diviyabû li navçeya Bozkurtê destûra înşaetê nehatiba dayîn. Heke em bi perspektîfên salek du salan lê binêrin, ev yek ne pêkan e. Bi xwezayê re pir bi zanebûn di nava ahengekê de ye, bi xwezayê re di nava ahengekê de ye, bi têgihîştina wê re û xebatên mezin dikin." Lê belê piştî wê karesatê, dema ku lehî li gelek bajarên Behra Reş diqewimî, avakirina li ser heman çeman berdewam kir.
 
BERPIRSIYARIYÊ NEGIRTIN SER MILÊ XWE 
 
Ji xeynî van, di erdhejên Wan, Çewligê, lehiyên ku her havîn li Rîze, Artvîn û Gîresûnê rû didin, qezayên madenê yên li Karaman, Zonguldak, Bûrsa û Şirnexê û gelek cînayetên kar, teqîn û cînayetên siyasî qewimîn û heta niha tu rayedarên AKP’ê ango îktidarê îstîfa nekirin û berpirsiyariya xwe jî qebûl nekirin. Îktidar berpirsyariya felaketan dixe stûyê xwezayê, qezayên kar jî wek "çarenûs" pênase dike û êrişên siyasî jî tenê bi "şermezarkirinê" re sînordar dimîne. 
 
MA / Tolga Guney 
 

Sernavên din

05/03/2023
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin