‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’

img
SEMSÛR - Aktîvîstên TJA’yê ku li Semsûrê li konbajar ji mirovan zincîr çêkirin û ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî li kamyonê bi cih kirin ev peyam dan: “Em ê jiyaneke komînal û azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin.”
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a li ser navê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) axivî, wiha got: “Em ê jiyaneke komînal û azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin.”
 
TJA’yê di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo bi jinên mexdûrên erdhejê re bikeve nava piştevaniyê li ber konê jinan ê li konbajarê li Taxa Narlikûyû ya navenda Semsûrê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Beriya daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, endamên Komeleya Jinan a Rosayê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û aktivîstên TJA’yê yek bi yek serdana konan kir. Jinan pişt re zincîr çêkirin malzemeyên pêwîst ku dê di tevahiya rojê de li mexdûrên erdhejê yên lig undan belav bikin li kamyonan bi cih kirin. Rêxistinên sivîl ên civakî yên li konbajêr jî ketin nav piştevaniyê. 
 
‘EM ARMANC DIKIN BI HEV RE BIN’
 
Di daxuyaniya li ber konê ku TJA’yê vedayî hate dayîn de pankarta “Bijî 8’ê Adarê Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê Ye!” hate vekirin. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ku di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku karesata xwezayî di encama polîtîkayên feraseta mêr de pêk hatiye û wiha got: “Ev qirkirina ku li gelek bajarên Kurdistanê pêk hat di encama pergalê de çêbûye. Me careke din dît ku rêxistinbûyîna jinan çiqas girîng e. Em jinûve jiyanê û bi hev re bûnê armanc dikin. Ji bo em jiyaneke baş birêxistin bikin divê em têkoşînê bilind bikin.”
 
‘DEWLET JI BO BEKAYA XWE HEYE’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku roja erdhejê ya 26’an e, dewletê bi tu awayî alîkariya gel nekir. Aydenîz, bal kişand ku jin, ciwan, rêxistinên girseyî yên demokratîk bi rojane li qadê ne û wiha got: “Ji bo mezinkirina têkoşînê ji bo jiyaneke baş û alternatif dilxwaz li vir bûn. Em dizanin ku vê felaketê nîşanî me da ku dewlet bi tu awayî serkeftî nebû. Dewletê xwarin û xurek belav nekir. Dewlet ji bo armanc û bekaya xwe heye.”
 
‘EM HELAL NAKIN EM Ê HESABÊ BISTÎNIN’ 
 
Aydenîz, diyar kir ku bi piştevaniyê jiyaneke demokratîk pêkan e û ev tişt gotin: “Piştevaniya derket holê têkoşîna jiyaneke ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê ye. Me di vê piştevaniyê de dît ku qadên jiyanê bi piştevaniyê dikarin dervevin holê. Dibêjin ku ‘em dewlet in û alîkariya gel dikin, li kolanane û li qadan e.’ Bi wezîr, şaredarî û alîkarên xwe li tu deran nebûn. Tenê bi xeber û heqaretên xwe hebûn. Îro derdikevin helaliyê dixwazin, em heqê xwe helal nakin, em ê hesabê bipirsin. Em ê hesaba astengkirina alîkariyan, tenê hiştina jinan û terkkirina mirovan a mirinê bipirsin. Em ê ji ji kesên OHAL derxist holê hesabê bipirsin. Em jiyaneke alternatîf, azadîxwaziya jinê û komînal bi destên xwe ava bikin.”
 
 

Sernavên din

05/03/2023
14:13 Miley çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:10 Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir
13:58 Tevî biryara bêçalaktiyê jî êrişên dewleta tirk didomin
13:16 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi navê ‘Jin’ derket
12:50 HDK’ê kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ da destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Êş û doza me yek e
12:21 Pirsgirêka konan a li Mereşê hêj didome
12:02 ‘Dê jin jiyana di bin kavilan de mayî jinûve ava bikin’
11:25 Serokwezîrê Iraqê diçe Misirê
11:24 Îlham Ehmed: Divê jin xwe li dora dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ birêxistin bikin
10:46 Samur ê ku hatiye îşkencekirin: Polîsan ez xistim korekê û gotin ‘dê te bikujin’
10:21 Li Bursayê li dijî Amedsporê êrişa nîjadperest
09:53 Ji bo jinên ducanî xizmeta tenduristiyê ya bêheq
09:53 Cendirmeyan 'giliyê' mexdûra erdhejê kiriye
09:44 Li dû bajarekî hilweşyayî: Xem û Semsûr
09:37 Ji bo kesên ji Hatayê koç kirine bang: Werin em bajarê xwe bi hev re ava bikin
09:24 Bi hevkariya mêr-dewletê hat girtin: Ya ku me rizgar bike hêza me ya xweser e
09:06 Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine
09:06 Nexweşa beşa venihêrîna awarte Elîf Topyurek ev meheke winda ye!
09:02 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê Parka Jiyanê ya Berkîn Elvan ava bike
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2023’YAN
04/03/2023
22:28 Li Îranê di Sibatê de 13 kurd hat îdamkirin û 16 kolber hatin qetilkirin
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin