Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?

img
MELETÎ - Cotkarê bi navê Alî Gelîncîk diyar kir ku bi tonan tûtina wî di bin kavilan de ma ye û wiha got: “Me bang li rayedaran kirin lê nehatin. Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?” 
 
Di encama erdhejên Mereşê de zêdetirî 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn. Yek ji bajarên herî zêde bandora erdhejê lê çêbûyî jî Meletî ye. Li bajar niha xebatên rakirina kavilan hatine destpêkirin. Hinek mexdûrên erdhejê hewl didin alav û amûrên xwe ji malên xwe yên bixesar derxînin, hinek jî hewl didin mişmiş û tûtina xwe ya di bin kavilan de ma ye derxînin. 
 
Yek ji cotkarên tûtinê Alî Gelîncîk, li gundê Kurucuova yê navçeya Wêranşerê dijî. Gelîncîk jî hewl dide tûtina xwe ji bin kavilan derxîne. Ji bo derxistina tûtina xwe makîneyeke kar kirê kiriye û 6 rojan xebitî Gelîncîk, da zanîn ku gelemperiya tûtinê şikestiye û şil bûye. Gelîncîk, diyar kir ku kariye tenê 3 tonên tûtina xwe derxîne û wiha got: “Em piştî erdhejê bêxwedî hatin hiştin.” 
 
KEDA 10 MEHAN ÇÛ
 
Gelîncîk, destnîşan kir ku tûtina di bin kavilan de mayî, berhema keda wan a 10 meha ye û ev tişt anî ziman: “Keda pênc-deh malbatan di bin van kavilan de ma. Me nekarî xelas bikin. Ji bo derxistina tûtinê me bang li rayedaran kir. Wan jî got ku dê tûtinê li gorî rêzê derxînin. Gotin ku ya kê herî zêde lezgîn be dê wê derxînin. Me dizanî ku dê dernexin lewma me makîneyeke kar kirê kir. Rojane me 12 hezar TL pere da xwediyê makîneya kar û 6 rojan xebitî. Bi giştî min 65 hezar TL pere da û ji bin kavilan 3 tonên tûtinê derxistin. Beşekê wê jî şil bûbû û hûr bûbû. Me gelemperiya wê nekarî ji bin kavilan derxînin.”
 
‘YÊN KU CAN RIZGAR NEKIRÎN MA DÊ MAL RIZGAR BIKIN’ 
 
Bi domdarî Gelîncîk anî ziman ku rayedaran di du-sê rojên ewil de tu kes ji bin kavilan rizgar nekirine û wiha bi dawî kir: “Rayedarên ku ji bo rizgarkirina can nehatibûn, ma dê ji bo rizgarkirina mal bên. Hemû kes terkî qedera xwe hat kirin. Divê dewlet alîkariyê bide hemwelatiyê xwe lê me bi xwe gel xelas kir. Jixwe di sê rojên ewil ên erdhejê de yek ji wan nehat. Xizmên me yên li Semsûrê tevek sax bûn lê mudaxale nekirin lewma tevek jî mirin. Piştre jî serokkomar dibêje ‘heqê xwe li min helal bikin.’ Bila canê xwe deynin şûna canê me, belkî wê demê helal bikin. Bedela vê, lêborîneke biçûk nîne. 
 
Tûtin berhema xweha eniya me bû. Em debara xwe bi wê dikin. Lê mixabin me nekarî xelas bikin. Em nizanin dê vê tûtinê li kîjan bazarê bifiroşin. Ji ber ku dewlet vê tûtinê qaçax bi nav dike. Di sala 2017’an de bi qanûnekê tûtina me qedexe kirin. Ev der xaka bav û kalên me ne, bi sala ye em tûtinê dikêlin. Dev ji alîkariyê berde, hema bila me asteng nekin ev besî me ye. Bila me neçarî rantxwir, febrîqator û kartelan nekin, ev besî me ye.” 
 
MA / Dilgeş Ruvanas

Sernavên din

08/03/2023
09:00 ROJEVA 8’Î ADARA 2023’YAN
07/03/2023
23:16 Ciwanên ku li Rihayê hatin binçavkirin hatin berdan
20:47 Ciwanan êrişa li dijî Amedsporê protesto kir
19:27 Xebatkarê Modernîteya Demokratîkê Dîşari hat berdan
19:19 HDP'ê têkildarî êrişa nijadperest giliyê berpirsan kir
19:00 Leşkerek mir
18:20 Lê Sêwazê erdhej çêbû
16:56 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Wanê bang kirin
16:41 Temel: Divê Maseya Şeşan çûyîn û vegerê ji xelkê re rave bike
16:32 Dek û Dolabên Scapen dê îcar ji bo piştevaniyê bê lîstin
16:16 Kiliçdaroglû: Kêmek ma ye em textê zaliman hilweşînin
16:00 Bi hinceta tevlibûna merasîma bîranîna Jîna Emînî cezayê hefsê dan aktîvîst Melaî
15:50 ‘Bi zanebûn rê dan êrişên li dijî Amedsporê’
15:36 Li Zanîngeha Dîcleyê qirkirina daran
15:31 MKGP û DFG’ê ji bo rojnamegerên girtî bang kirin
15:30 Buldan: Em ê mijara diyarkirina namzetiya serokkomariyê dîsa binirxînin
14:27 Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate valakirin
14:20 Girtiyê nexweş ê ku înfaza wî hatibû taloqkirin dîsa dişînin girtîgehê
14:10 Sefîra DYA’yê bi Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê re hevdîtin kir
14:03 OHD’ê ji bo 8 sûcên li dijî Amedsporê hatine kirin li dozgeriyê gilî kir
13:41 Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê serdana Bexdayê kir
13:40 Jin li dijî gazên jehrî daketin qadan
13:38 Mexdûrên erdhejê ku konên wan di bin avê de man konteyniran dixwazin
13:24 Li Amedê 3 hezar û 252 avahî xesara giran dîtiye
13:13 Malbata Şenyaşar ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find vêxist
12:40 Amûrên çandiniyê di bin xirbeyan de ne, cotkar bi fikar in
12:18 Li herêma erdhejê mal bi mal digere û konan vedide
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:16 Bahçelî Amedspor hedef girt û êrişên faşîst silav kir
11:59 Di êrişên kîmyewî yên li dijî dibistanên Îranê de 4 zarok hatin qertilkirin
11:53 ‘Me encamên erênî yên piştevaniyê li vir dîtin’
11:52 Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Êlihê bang kirin
10:56 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yan
10:53 Ji bo jiyaneke azadîxwaziya jinê û ekolojîk dixebitin
10:14 Mîna 10 bajarên din qeyûmê Colemêrgê jî ‘ji bo erdhejê amade ye!’
09:15 ‘Ji ber ku em kurd û elewî ne kon nedan me'
09:14 Jinên hatayî: Em giya jî bixwin, em ji vir naçin
09:09 Sûriyeyî hewl didin kesên piştî erdhejê winda bûne bibînin
09:07 Ji girtiyê ku gardiyanan parxanên wî şikandin 250 hezar TL dixwazin
09:05 Ajalên li ber kavilan sekinandî!
09:03 Jinên êzidî bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî'yê vedigerin hêza xwe ya xweser
09:01 'Heke zû mudaxile bihata kirin dê encam cuda bûya'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'YAN
06/03/2023
21:01 Namzetê serokkomartiyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû ye
20:05 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 46 hezar û 104'an
19:31 Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mûglayê: Hikûmet îstifa
18:29 Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê qeza: 8 kes birîndar bûn
17:09 Jinên îranî: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdeyê bernedin
16:35 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye
16:07 Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin
16:03 Akşener dîsa vegeriya Tifaqa Milet
15:50 Elçî piştî 31 salan hate berdan
15:42 Kiliçdaroglû dê bi Akşener re hevdîtinê bike
15:36 Baroya Bursayê daxuyanî da
15:26 Şertê Akşener: Bila Îmamoglû û Yavaş bibin cîgirên serokkomar
15:23 Kavilên leşkeriyê dirijînin pengava avdaniyê ya taxê
15:03 'Tevî polîtîkaya cihêkar a dewletê jî’ jin li cem hev in
14:43 Piştgirî dan Amedsporê: Em ê li hemberî xerabiya bi van bûyerên gemar tên kirin bisekinin
14:30 Îmamoglû û Yavaş çûn serdana Akşener
14:20 Li herêmên erdhejê bager rabû
14:02 Rêxistinên Ekolojiyê: Bila Biryarnameya Hejmar 126 bê betalkirin
13:34 Li rojnamegera girtî Şahînlî 6 sal piştre doz hate vekirin
12:43 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Binpêkirin didomin
12:23 Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê
12:19 Ji bo Emîne Şenyaşar nebînin ji deriyê piştê dikevin edliyeyê!
12:14 145 nivîskaran ji bo kampanyaya ‘Tu jî di paca xwe de findekî vêxe’ bang kirin
11:41 Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin
11:34 Ji HDP’ê vîdeoya ‘Di erdhejê de mehek’: Hûn dê hesabê bidin
11:21 Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye
11:04 Ji bo derxistina 600 berdanên êm li benda hilweşandina avahî ne
10:57 Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo biryara dawî ya namzetiya serokkomariyê dicive
10:41 Tifaqa Milet dicive: Dê namzetê serokkomariyê bê eşkerekirin
10:27 Roja pîroz a erebên elewî 'Leyle-t el-shaban' hat pîrozkirin
10:27 TJA û Dayikên Aştiyê li Rihayê hevgirtinê mezin dikin
10:06 Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?
09:30 Berberên dilxwaz li Nûrdaxî û Islahiyeyê welatiyan traş dikin
09:29 ‘Kêmbûna baweriya li dijî otorîteya navendî dibe ku bi xwe re guherînên cidî yên civakî bîne’
09:15 'Ger AFAD zû bihata dê nîviyê kesên jiyana xwe ji dest dan rizgar bûbûna'
09:01 Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2023’YAN
05/03/2023
22:00 Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê
21:30 Otobusa alîkariyê ya HDK, HDP û TJA'yê bi rê ket
20:00 Li Colemêrgê mirineke bi guman
18:53 Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê
18:06 Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin
16:55 Jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
16:47 Hatîmogûllari: Divê îktîdar bedelekî pir giran bide
16:45 Li zarokan pêlîstok belav kirin û bi hev re lîstin
16:34 Soylu yê ku pêşî li ber êrişan negirt daxuyanî da!
16:26 Piştî erdhejê îcar jî hezaz çêbû: Şaredarî bi kolandina avahiyên TOKÎ’yê ve mijûl e
16:09 Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide!
15:54 Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin
15:49 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîna me bidome
15:41 TAJÊ: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
15:31 Jinên TÎP’î ber bi Hatayê ve ketin rê
15:21 ‘Tirkiye ji sedî 75’î ava bo Iraqê tê dibire’
15:12 Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike
15:00 Baroya Amedê têkildarî êrişa faşîst li serdozgeriyê gilî kir
14:38 Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin
14:31 Li dijî Amedsporê êrişa faşîst: Wêneyên JÎTEM û Torosên Spî hatin vekirin