Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan

img
SEMSÛR - Di erdhejê de li bajarokê Balyanê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku di erdheja Xarpêtê de xesar gihiştibû bi dehan avahiyan, welatiyan daxwazname nivîsandine lê Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ev daxwazname red kirine. 
 
Li bajarokê Balyan ê Semsûrê 700 kes dijîn û di encama erdhejên Mereşê de 72 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 tax û 4 gundên bajarokê hene. Ji 280 avahiyên bajarokê de 260 jê di erdhejan de hilweşiyan. Di erdhejê de herî zêde jî Taxa Karaçali bibandor bû. Ji 79 avahiyên taxê 75 jê hilweşiyan û 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Taxa Navendê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Derket holê ku di erdheja 24’ê çileya 2020’an a Xarpêtê de xesareke mezin gihiştibû gelek avahiyên navçeyê. Hat zanîn ku di erdheja Xarpêtê de dîwarên hinek malan hilweşiyan, dîwarên gelek malan derizîn û şêniyên bajarokê ji ber vê yekê bo Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê daxwazname nivîsandine. Lê belê ev daxwazname bi hinceta “Li derveyî qada erdhejê ye” hatin redkirin. 
 
131 DAXWAZNAME HATIN PAŞGUHKIRIN
 
Şaredarê Bajarokê Balyanê Abuzer Aydin da zanîn ku piştî erdheja Xarpêtê xesar gihiştibû gelek avahiyên li bajarokê û wiha got: “Welatiyan ji bo tespîtkirina xesarê daxwazname nivîsandin. Her wiha 91 daxwazname jî bo şaredariyê hatin şandin. Me jî ev daxwazname ji Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê. Rayedarên midûriyeta bajar hatin şaredariyê û lêkolîn kirin. Lê gotin ku di çarçoveya erdhejê de lêkolînê nakin. Di wê pêvajoyê de navçeyên Sincik, Aldûş û Çêlikan ên Semsûrê xistibûn çarçoveya erdhejê. Bajarokê me girêdayî navçeyê navendî ye lewma paşguh kirin. 91 welatiyan daxwazname dan şaredariyê. 30-40 welatiyan bi xwe serî li Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê dan. Heke wê demê tevdîr bihatina girtin, dê ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedabûna.” 
 
TEVDÎR NEHATIN GIRTIN
 
Di erdhejê de herî zêde Taxa Karaçaliyê hilweşiya. Ji 79 malên taxê 75 jê hilweşiyan. Her wiha 42 kesan jiyana xwe ji des dan. Di dema erdheja Xarpêtê bi dehan kesan bo AFAD’ê daxwazname nivîsandin. Keyayê taxê Yilmaz Bozdemîr têkildarî mijarê axivî û ev agahî parve kirin: “Di wê derhejê de xesar gihişt mala min jî. Me tevî hemwelatiyên xesar gihiştiye malên wan, bo AFAD’ê daxwazname şandin. Rayedarên AFAD’ê gotin ku taxa me li derveyî herêma erdhejê ye. Di vê erdhejê de mala min jî herifî. Min bi zor û zehmet xwe ji bin kavilan xelas kir. Çavên hevjîna min kor bûn. Birayê min, xwîşka min û 3 biraziyên min jî di nav de bi giştî 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heke wê demê guh nedan gotinên me. Heke wê demê tevdîr bihatina girtin dê ewqas kes nemiribûna.” 
 
JI KESÊN SERLÊDAN KIRIBÛN NÎVÎ JÊ MIRIN 
 
Keyayê Taxa Navendî ya Balyanê Azîz Kartal jî got ku di erdhejê de li taxa wan 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Kartal, da zanîn ku piştî erdheja Xarpêtê, ji bo şêniyên taxê Mehmet Alî Soyoglu û Abuzer Ermutlu daxwazname dane û ev tişt anî ziman: “Wê demê mala me hilweşiya. Rexeka malan bi temamî hilweşiyan. Me jî ji ber vê yekê ji AFAD’ê re daxwazname şandin. Min du daxwazname birin. Lê hatin redkirin. Em hatin paşguhkirin. Mehmet Alî Soyoglû di erdhejê de mir û Abuzer Ermutlu jî pişta wî şikest.” 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

13/03/2023
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê