Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir

img
OSMANIYE - Li navçeya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin ji ber xesareke giran gihiştiyê ji aliyê Şaredariya Bahçeyê ya AKP’î ve ji xwediyên erd re hate qedexekirin. Prz. Ûmûtcan Kuçukoglû got ku “Ji ber mafê me yê mal û milk hatiye xespkirin nikarin erdê xwe yê bi tapo bikarbînin” û giliyê şaredariyê kir. 
 
Li Osmaniyeyê di 14’ê sibatê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Li bajarê ku 877 kesan jiyana xwe ji dest da 2 hezar û 220 kes birîndar bûn. Li bajarê ku 306 avahî lê hilweşiyan, li gorî daneyên Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê derbarê 352 avahiyan de jî biryara “hilweşîna bilez” hate dayîn. 
 
Yek ji avahiyên ku xesareke giran gihiştiyê û derbarê wê de biryara hilweşîna bilez hatiye dayîn jî avahiya 3 qatî ya li ser Cadeya Farsakoglû ya Taxa Îslam a girêdayî navçeya Bahçeyê ye. 
 
Şaredariya Bahçeyê piştî ku avahî hilweşand bêyî xwediyên mal û milk agahdar bike, maşîneyên xwe yên kar li cihê avahiyê bi cih kirin û ketina qadê ya xwediyên erdî jî qedexe kir. 
 
Parêzer Umutcan Kuçukoglu diyar kir ku qateke avahiyê mal û milkê malbata wî ye û ji ber di erdhejê de zirareke giran gihiştiyê di 2’yê adarê de ji aliyê ekîbên Miduriyeta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve hatiye hilweşandin û got: “Di saetên sibê yên 7’ê adarê de me agahiya ku tîmên girêdayî Şaredariya Bahçeyê bê destûr ketine erdê me, wergirt. Dest bi rijandina axê kirin û erd rast kirin. Me xwest em li rewşê bipirsin, lê me nekarî xwe bigihînin tu rayedaran. Bêyî ku haya xwediyên milkan jê hebe darên di baxçeyê avahiyê de tên jêkirin û erd hatiye sererastkirin û makîneyên înşaetê yên girêdayî şaredariyê hatine bicihkirin.”
 
GIRÊDAYÎ OHAL’Ê….
 
Prz. Kuçukoglû, da zanîn ku Şaredarê Bahçeyê Îbrahîm Baz ji xwediyên erd re gotiye “min girêdayî rayeyên xwe yên OHAL’ê ev der desteser kir” û wiha berdewam kir: “Şaredar di berdewama wê de got ku ‘Ez bi tu awayî nahêlim ku hûn derdora erdê xwe bi têlê bigirin û bikarbînin. Ez ê maşîneyên kar ên şaredariyê li vir bi cih bikim.’ Divê him malbata min bi xwe hem jî ferdên malbata min ên din pêdiviya xwe ya stargehê bi lez bi cih bînin lê ji ber helwesta keyfî ya şaredar mexdûriyeta me her ku diçe zêde dibe.”
 
GILÎ KIRIN
 
Kuçukoglû da zanîn ku wan bi sûcên “Peywîra xwe baş nekiriye” , “Li ser malên kesan teserûfa bêûsûl û li cihê ku mafê wan lê nîne tecawiz” giliyê şaredar û kesên têkildar li Serdozgeriya Komarê ya Bahçeyê kirine û wiha pê de çû: “Bêyî ku li ser erdê me yê bi tapo biryareke îstîmlaqkirinê û palpişteke hiqûqî hebe vê pêvajoyê didin meşandin. Her wiha me li dadgehên hiqûqê jî doz li wan vekiriye.”
 
NIKARIN LI SER ERDÊ XWE KON JÎ VEDIN
 
Kuçukoglû, bi lêv kir ku xwediyên mal û milk konteynir an jî kon peyda nekirin û nikarîn li ser erdê xwe vedin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şaredarî bêyî agahiyekê bide mafên mal û milkî binpêkirin. Ji bo ku derdora erd bê girtin me karker şandin. Di wê navberê de nehiştine ku karker bixebitin. Heqaret lê kirine. Weke hincet jî gotine fermana amirê zabitayan heye, şaredariyê dest daniye ser erdî û nikare derdora erd têl bike. Ev rewşeke pir tirsnak e. Him xanî hilweşiyaye, him jî ji ber mafê me yên mal û milk hatiye xespkirin em nikarin cihê xwe yê bitapo bikarbînin.”
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

13/03/2023
11:33 Şertê tifaqa ku pêşkeşî AKP’ê hate kirin: Di rakirina 6284’an de pirsgirêk nîne!
11:19 Xaniyê ku 7 salan xebitî û çêkir hilweşiya: Em ê Samandagê ji nû ve ava bikin
11:09 Tîma lêgerîn-rizgarkirinê ya biyanî ji bo ‘şewbê’ hişyarî da
10:44 Hevjîn, zarok û xwesûya xwe winda kir: Tevî du zarokên xwe pêdiviya me bi her tiştî heye
10:34 TUÎK’ê zimanê Xwebûnê înkar kir
10:05 Li Girtîgeha Afyonê binpêkirinên mafan didomin
09:04 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Newroz dê bibe mizgîniya çûna îktidarê
09:04 Piştî 30 salan hat berdan: Ez bi ruh û baweriya serkeftinê li ser lingan mam
09:03 Nisêbînê qet ruhê Newroza 1992’yan winda nekir
09:03 Baroya Wanê giliyê berpirsên binpêkirinên erdhejê kir
09:03 Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî
09:02 Dîroka li Girnewas tê talankirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2023'YAN
12/03/2023
22:56 Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
22:09 Fîncanci: Em ê li gorî ruhê zindiyan pergalek tenduristiyê ava bikin
17:08 HDP’ê li Rihayê starta hilbijartinê da: Em ê vê desthilatdariye bişînin
15:39 Di salvegera 19’an de qurbaniyên Komkujiya Qamişloyê hatin bibîranîn
14:50 Êrişên dewleta tirk ên li dijî başûrê Kurdistanê berdewam in
14:14 Serokê Giştî yê TMMOB’ê: Sedema karesatê, neamadebûna saziyan bû
13:39 Piştî 30 salan hate berdan: Dê têkoşîna me bidome
13:19 Êrişên bi gazên jehrî yên li Îranê berdewam in
13:08 Bi hezaran kesan Komkujiya Gaziyê protesto kirin
13:08 Hejmara 2’yan a Kovara Jin’ê derket
12:48 Îsraîlê ji hewa ve êrişî Sûriyeyê kir
11:40 Li Îranê teqîn: 5 kesan mirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Ên ku li dijî bêedaletiyê bêdeng dimînin, neçarî têkçûnê ne
11:17 Qedexeyên hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
11:14 Cihê ku agirê Newrozê qet lê nevemirî: Kurdistana Biçûk
10:38 Li Stenbolê 9 kes hatin binçavkirin
10:36 Pirsgirêkên tenduristiyê yên li herêmên erdhejê zêde dibin
10:08 Keda wan a salekê di bin kavilan de ma!
09:44 Bajar bi bajar bernameya Newrozê
09:30 Dr. Mansouran: Li Îranê 5 hezar xwendekar hatin jehrîkirin
09:12 Şîrket destûr dayê tev li xebatên rakirina kavilan bibe lê bêyî hincet ew ji kar derxist
09:11 Zirig: Dahata Şaredariya ji bo saziyên derî peywira şaredariyê hatiye seferberkirin
09:10 Kirikhanî ava vexwarinê dixwazin!
09:09 Ji ber erdhejê demeke dirêj neçûn malên xwe lê fatûre ji yên her wextî bêtir hatin!
09:04 Bi eşkerekirina roja hilbijartinê re qeyûm dest bi firotina milkên şaredariyê kir
09:03 Li Samandagê ji bo nobedê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne tê kirin
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN
11/03/2023
22:47 Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin
21:25 Li Îzmîrê agirê Newrozê hilkirin
19:41 Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin
18:54 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 47 hezar û 975'an
17:16 Serdanên KNK’ê didomin
16:58 Welatiyê ji Alanyayê li Nûrdagiyê mirî hat nîşandan
16:54 Şandeya Skotlandê li Kobanê ye
16:47 Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne
16:46 Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne
16:35 Hîzbûllah dê di berdela 2 parlamenteran de piştgiriya Erdogan bike
16:25 ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş
15:47 Bi girseyî serdana şîna Dorûdemîr hat kirin
15:43 Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir
15:39 Endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
15:32 Girtîgeha Çankiriyê hate valakirin
15:22 Faîlên Ozturk a beriya 31 salan bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
15:09 Girtiyê nexweş dest kelemçekirî hatiye emeliyatkirin!
14:53 Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe
14:50 Xizmên Windayan li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglû pirsîn
14:23 YSK’ê lîsteya partiyên ku dê bikevin hilbijartinê aşkere kirin
14:13 Sancar: Em ê bi agirê Newrozê ber bi veguherîna demokratîk a mezin ve bimeşin
13:49 Li Wanê dê di 19’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
12:37 Kiliçdaroglû li Elbistanê ye: Wê her kes di malên biewle de rûnê
12:36 Girtiyê nexweş Degîş piştî 31 salan hate berdan
12:20 Malbata Şenyaşar: Li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin
12:12 Li ser rêya nexweşxaneyê tundî li girtiyê destek û lingekî wî nînin kirin
11:39 Cenazeyê Dorûdemîr hat veşartin
11:23 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin
11:16 Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin
10:22 Li Stenbolê 44 sal in agirê Newrozê tê hilkirin
10:21 Li goristana erdhejê de zarokên bêkes
09:48 'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin'
09:47 Şaredariya Bahçeyê cihê avahiya hate hilweşandin xesp kir
09:44 Mexdûrê erdhejê: Pirsgirêka avê nehatiye çareserkirin
09:42 Hewl dide bi textên ji bin kavil derdixe deriyê serşokê çêke
09:41 Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine
09:23 Bi darê zorê girtiyan tazî kirine
09:22 Li herêma erdhejê ji bo zarokan 'Leyzgeha Jiyanê ya Berkîn Elvan' hat avakirin
09:08 Nazim hê jî 19 salî ye: Pênûsa wî her dinivîse
09:06 Ji Kawayê Hesinkar heya Kawayê Hemdem Newroz
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2023'YAN
10/03/2023
23:23 Dayika girtî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
18:15 Hejmara kesên di erdhejan de mirin gihîşt 47 hezar û 932'yan
18:12 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir
16:46 Waliyê Semsûrê îstîfa kir
16:27 Ji HDP’ê parvekirina 14’ê gulanê: #EmAmadeNe
16:08 Ji Serokê YSK'ê daxuyaniya roja hilbijartinê
15:59 Tifaqa Kurdistanî bi rojeva hilbijartinê civiya
15:29 Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kirin
15:28 Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin
15:01 Kiliçdaroglû: Gelo dewleta sosyal ne niha be wê kengê be
14:52 Serokwezîrê Iraqê bi sefîrê Tirkiyeyê re civiya
14:23 Erdogan biryara hilbijartinê îmze kir
13:52 Jinên ku di 8’ê Adarê de serî hildan wê piştevaniyê mezin bikin
13:19 Danişîna Ercan ê ji tacîzkirina xwendekaran tê darizandin hate taloqkirin
12:50 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:47 Bûldan: Newroz wê ji bo guhertinê bibe mizgîniya 14’ê Gulanê
12:17 Rêjeya betaliya ciwanan ji sedî 20 bihûrî
12:12 Malbata Şenyaşar: Ya ku hezê dide me baweriya me ye
11:43 Strana Newroza 2023’yan: Rakin meşala Newrozê