Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in

  • rojane
  • 12:23 2 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêvebera PKK’ê Mûrat Karayilan encamên hilbijartinan nirxandin. Karayilan, diyar kir ku pirsgirêka esasî pirsgirêka kurd e û muxatabê pirsgirêkê ne partî lê dewlet e. Karayilan, wiha got: “Heke çareseriyê bixwazin, vaye Rêber Apo li wir e.” 
 
Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, têkildarî hilbijartinên 14-28’ê Gulanê û pirsgirêka kurd bi Stêrk TV’yê re axivî. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Karayilan diyar kir ku hilbijartin di mercên adilane û wekhev de nehatine lidarxistin û wiha got: “Aliyekî hemû derfetên dewletê bi kar anîn. Aliyê din jî tevî girtinan rastî gelek zextên piralî hat. Bûyerên hîle-dizînê çêbûn. Encamên van hilbijartinan rewa nînin. Partiyeke ku ev 21 sal in îktîdar e, hemû hêza dewletê bi kar tîne û dema vê dike jî pîvan û qanûnan esas nagire. Bi awayekî bêsînor bi kar tîne û encamê bi dest dixe. Lewma encamên rewa nînin.” 
 
HELWESTA GELÊ KURD GIRÎNG E
 
Bi domdarî Karayilan anî ziman ku gelê kurd helwesta xwe nîşan daye û wiha pê de çû: “Gelê kurd nîşan da ku li gel demokrasî û guherînê ye. Li gorî demên berê deng hinek ketine lê tevî ewqas girtin û gefan jî helwestekî girîng raber kir. Ez niha lê dinêrim, hinek derdor li ser vê gelek diaxivin. Lê ka bila xwe deynin şûna gelê me yan jî bila di rewşeke ku ewqas girtin û gefan de bixebitin. Tevî ewqas êrişan jî vîna xwe nîşan dan û ev yek tiştekî hêsan nîne. Divê ev kes van tiştan li ber çavan bigirin. Dema mirov van tiştan tevan dide berhev, bi rastî jî helwesta gelê me hêjayî pîrozkirinê ye û bi wate ye.” 
 
‘DEM HATIYE KU BIBÊJIN QRAL TAZÎ YE’
 
Karayilan bal kişand ser jinûvehilbijartina Tayyîp Erdogan û ev nirxandin kir: “Êdî dem hatiye ku rastî bi awayekî vekirî bên gotin. Dema gotina ‘qral tazî ye’ hatiye. Yê li hemberî Erdogan, kurd û elewiyek bû. Lewam deng jê re nehatin dayîn. Xuyaye ku sosyolojiya ku pergala Komara Tirkiyeyê li ser hatiye avakirin, rê nade ku kurdekî elewî bibe serokkomar. Erê rast e; dibe ku di nava dewletê de jî hinekan xwestibe guherîn çêbibe lê bikaranîna ewqas hêza dewletê encama plan û projeyan e. Vê pergala komarê ya bi pêşengtiya AKP-MHP-Ergenekonê bi xwe re sosyolojiyeke wiha afirandiye. Meyla olperest-nîjadperest ku senteza tirk-îslamê ye bi rêk û pêk kirine. Mijara esasî jî ev e. Heke wiha nebûya, Erdogan 21 sal berê hinek soz dabûn. Digot; ‘ez ê edaletê bînim, qedexeyan rakim, xizantiyê ji holê rakim.’ Ka ev tişt kirin? Berevajî vê, bi xwe re xizantî anî. Lê tevî vê yekê jî hate tercîhkirin. Çima? Ji ber ku propagandayeke li ser bingeha derewan meşandin.” 
 
KURDEK NIKARE BIBE SEROKKOMAR
 
Karayilan di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Biniherin, dibe ku ciwan pê nizanibin, lê mezin zanin; berê li nava Partiya Edaletê yekî bi navê Kamran Înan hebû. Timî bi Demîrel re bû, yek ji kesayetên sereke yên Partiya Edaletê bû. Yekî ji Bedlîsê, ji malbateke naskirî bû. Derdora wî bi dewletê re bû. Kurd bûn, lê belê nedigotin 'Em kurd in'. Ya rast Kiliçdaroglû got 'Ez Elewî me', lê belê negot ku ew kurd e. Lê belê her kesî zanîbû ew kurdekî ji Dersimê ye. Kamran Înan bi 7-8 zimanan zanî bû. Li ser dîplomasiyê xwendibû. Her cara ku hikumetên Demîrel ava dibû, ew jî di nava desteya wezîran de bû. Bendewariya wî Wezareta Karên Derve bû, lê belê li şûna wê timî wezareta enerjiyê, wezaretên din didan wî. Bi kurtasî di dema Suleyman Demîrel de çiqas hikumet hatin avakirin ew timî wezîrekî wan hikumetan bû, lê belê ti carî nebû Wezîrê Karên Derve. Bendewariya wî jî ew bû ku bibe Wezîrê Karên Derve. Ji ber ku pisporiya wî li ser wê qadê bû. Bi kurtasî Kamran Înan beriya bimire got, 'Qanûnek heye ku di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de nehatiye nivîsandin. Ew qanûn jî bi vî rengî ye; Kurdek nikare bibe Wezîrê Karên Derve; û hew.'
 
Eger kurdek nikaribe bibe Wezîrê Karên Hundir, hingî kurdek nikare bibe Serokkomar jî. Ev bi vî rengî ye. Belê, dibe ku li DYE'yê yekî mîna Obama yê reş-melez bû serok û ev pêşketinek bû. Eger li Tirkiyeyê Kiliçdaroglû hatibûya hilbijartin, ev yek wê ji bo Tirkiyeyê di asta şoreşê de girîng bûya. Lê belê ji ber ku sosyolojiya li Tirkiyeyê weke projeyekê hate afirandin rê neda, winda kir. Sedema esasî ya têkçûnê bi vî rengî ye.
 
Niha gelek kes nîqaş dike, li dora meseleyê diçin û tên lê belê kes rastiyê nabêje. Rast e, dibe ku di bin navê 'terorê' de dijberiya li kurdan dan pêş û mîna ku propagandaya Erdogan a li ser vê bingehê encamek bi xwe re anî, yan jî bi vî rengî tê nîşandan, lê belê li pişt perdeyê rastî bi vî rengî nîne. Ya ku encam bi dest xist pirsgirêka mezhebû nasnameyê bû. Yên din ew tiştên fermî têne dîtin bûn, lê belê tişta esasî ya ku bi rêya tarîqa û cemaetan li kolanan, li gundan, li her derê hate sorkirin ev mijar bû. Li ser vê bingehê li hemberî muxalefetê bi ser ketin.
 
SOSYOLOJIYA BI NASNAME HATIYE AVAKIRIN 
 
Li aliyê din kêmasiyên cuda jî hebûn. Bêguman ne pêwîste ku van hemûyan binirxînim. Mînak, di tûra duyemîn de muxalefetê li gorî propagandaya AKP'ê gotinên xwe guhert. Lê nihêrîn mîna ku AKP li ser neteweperestî û nijadperestê wê encamê bi dest bixe, wan jî dest bi bikaranîna zimanê AKP'ê kirin. Yanî ew jî li dijî me, li dijî kurdan axivîn, bi vî rengî ketin xefika AKP'ê, yanî ketin bin bandora propagandaya wan. Eger di gotinên xwe de hîn bi biryar û bawer bûya, dibe ku encam ne bi vî rengî bûya. AKP'ê di gotina xwe de timî israr kir. Derewan dike; eşkere dibe ku derewan dike, lê belê dîsa jî di heman gotinê de israr dike. Mînak; ew dîmenê montajkirî hebû ku dîmenê min bi xwe bi kar anîn. Dîmenê ku li wir hate bikaranîn, dîmenê merasîmeke beriya du salan bû. Tevî ku eşkere bû ku bi sextekarî ew dîmen bi kar anîne, tevî Erdogan bi şêweyekî li xwe mikur hat jî, heta dawiyê xwedî li wan dîmen û gotinan derket. Lê belê CHP'ê bi heman rengî nekir, gotina xwe guhert. Halbûkî li şûna ku wê bike eger di polîtîkaya xwe ya li ser çareserî, demokrasî, aştî û aboriyê de israr kiribûya, di tûra duyemîn de dikarîbû hîn bêhtir deng werbigirta. Bi kurtasî şaşitiyên bi vî rengî jî kirin. Mîna ku min got, hin kêmasiyên cuda jî hebûn, lê belê yên esasî ew nebûn. Yên esasî sosyolojiya bi nasname û sîstemê hatiye avakirin; deng neda wan, ew red kirin. Lewma kesekî ku diviyabû êdî wezîfe nekiribûya hate hilbijartin û derbasî pêşiya Kiliçdaroglû hate kirin. Encama herî girîng û esasî ya hilbijartinê yek jê bi vî rengî ye.
 
GELÊ ME LI PEY AZADIYA XWE YE
 
Partiya me partiyeke hilbijartinê nîne. Ji bo me ewqas pirsgirêkeke bingehîn nîne, lê belê bêguman divê îro jî sosyolojiya li Tirkiyeyê hatiye afirandin rast bê fêhmkirin. Ji xwe yek ji pirsgirêkên CHP'iyan û hin kurdan jî ev bû. Di vê mijarê de hin nêzîkatiyên şaş ên kurdan hene. Mînak, eger CHP'iyekî cuda bibûya namzet, dikarîbû bi ser biketa. Di mijara diyarkirina namzet de kêmasî hebûn; eger sosyolojiya hatiye afirandin bihata dîtin û rast bihata xwendin, hingî wê li hemberî faşîzmê serketin pêk bihata.
 
Bêguman dema ku em ji aliyê xwe ve dinirxînin dibînin ku gelê me bi soza xwe re ye, li pey azadiya xwe ye, alîgirê demokrasiyê ye û li pişt tevgera xwe ye. Ev yek hêzê dide me. Li ser vê bingehê em hêzê werdigirin û ji niha û pê ve em ê di asteke hîn bilindtir û xurtir de têkoşîna xwe dewam bikin. Divê alîgirên me hemû, gelê me, welatparêz û şoreşgerên Tirkiyeyî yên dost li ser vê bingehê tevbigerin. Ji vê encamê divê em xwe hîn xurtir bikin. Ji ber ku hîmê bihêzbûnê hatiye danîn û divê em encama vê yekê teqez bikin hêz.
 
MUXATABÊ PIRSGIRÊKA KURD DEWLET BI XWE YE
 
Di dema nû de bi demokrasî û azadiyê têkoşîna ji bo mafên xwezayî yên gelê me wê hîn bêhtir geş bibe. Bêguman divê em ji her cûre êrîşan re amade bin, ku ji xwe me xwe amade kirine. Lê belê vê jî bibêjim: ji bo me pirsgirêka esasî pirsgirêka çareserkirina pirsgirêka kurd e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê jî demokrasî divê. Muxatabê pirsgirêka kurd partî nîne, dewlet bi xwe ye. Yanî muxatabê me dewleta tirk e. Lewma ti pirsgirêka me nîne ku em bi partiyên li nava sîstemê re dijminatiyê yan jî dostaniyê bikin. Ji ber ku muxatabê me diyar e. Mînak, eger niha desthilatdarî hatibûya guhertin, li ber me wê dîsa heman tişt hebû. Ji ber ku ev siyaseteke dewletê ye.
Lewma em cudahiyeke gelekî mezin nabînin û têkoşîna me wê hîn bi xurtî dewam bike.
 
Beriya her tiştî em ji êrîşan re amade ne. Yanî em ji şer re amade ne. Divê vê yekê bi kurtasî bibêjim. Xwestin ku sed salan bi kuştin, qirkirin û tunehesibandinê pirsgirêka kurd ji holê rakin. AKP-MHP-Ergenekon bi taybetî 8 salên dawî bi konsepteke nû û bi êrîşên topyekûn ev yek dewam kirin. Lê belê nekarîn bikin. Vaye em li her derê hene, çeperên me parastî ne.
 
HEKE DAXWAZ ÇARESERÎ BE RÊBER APO LI WIR E
 
Tevî vê yekê jî eger bixwazin ku bi kuştin û qirkirinê encamê bi dest bixin, hingî em jî ji şer re amade ne. Divê gelê me jî amade be. Helwesta gelê me nîşan dide ku ji bo nasname û doza xwe ji her tiştî re amade ye. Gelê me gelekî fedakar e û di vê mijarê de wê ya pêwîst bike, fedakariya pêwîst wê pêk bîne. Em temsîliyeta vê rastiyê dikin. Kurdistan li Tirkiyeyê rastiyeke. Gelê kurd jî rastiyeke. Hebûna PKK'ê û gerîla rastiyeke. Nikarin ji nedîtî ve bên, nikarin ji holê rakin. Ew nikarin rastiya Rêber Apo, gerîla û Kurd-Kurdistanê ji nedîtî ve bên. Bi vî rengî ye. 40 sal in dixwazin me tune bikin; her sal dibêjin 'em ê îsal tune bikin, em ê bi ser bikevin', lê belê tiştek naguhere. Eger nêzîkatiyek bi aqilane bê nîşandan û guhertin bê kirin, hingî Rêber Apo li Îmraliyê ye. Beriya niha bi 27 salan hevdîtin pê re hate kirin, di hevdîtineke beriya niha de gotibû, ew dikare vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bike. Yanî eger daxwaz çareserî be hingî Rêber Apo li wir e. Lê belê eger dixwazin bi kuştina ciwanên kurd encamê bi dest bixin, em ê rê nedin vê û em ê wan têk bibin. Kûrahiya taktîkî û rêbaza hate afirandin, nîşan dide ku em ê bi ser bikevin. Heta dawiyê baweriya me bi vê heye û divê gelê me û dostên me jî ji vê bawer bike. Çawa ku me heta niha dijmin rawestand, ji niha û pê ve jî em ê bi ser bikevin.
 
DI ASTA HERÎ BILIND DE BI ROLA XWE RABIN
 
Di vê çarçoveyê de beriya her tiştî bang li jin û ciwanên kurd dikim ku karên rêxistinî xurt bikin. Bang li mêr ên ciwan û jin ên ciwan dikim ku hem pêşengiyê ji civakê re bikin, hem jî kar xurt bikin, berê xwe bidin qadên gerîla. Em li benda wan in. Divê ew jî di vê dema girîng de di asta herî bilind de bi rola xwe rabin. Em di wê baweriyê de ne ku ciwanên kurd hêjayî vê ne. Vaye dijmin ji wan ditirse; binihêrin li Geverê, li Pirsûsê li her derê êrîşî wan dike, digire. Ji ber ku ji wan ditirse. Lê belê kes nikare van ciwanan rawestîne. Ev jî rastiyeke, ku heta dawiyê em pê bawer in. Serketin wê ya me be; serketin wê ya hêzên demokrasiyê be, serketin wê ya gelên Kurdistanê be."
 

Sernavên din

02/06/2023
14:00 Melîk û Ayyildiz hatin bibîranîn
13:45 Emîne Şenyaşar: Edliyeya Rihayê êdî bûye mala me
13:11 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:34 Jinek li Bodrûmê bi awayek guman mir
12:23 Partiya Çepên Kesk wezîfeyên li Meclisê eşkere kir
12:23 Karayilan: Muxatabên pirsgirêka kurd ne partî lê dewlet in
11:25 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
11:05 Berxwedana Mexmûrê di roja 14’an de didome
10:43 ‘Li dijî êrişên pergalê divê bi kurdan re bibin yek’
10:24 Di meha gulanê de 8 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
09:54 Bersûc parastina ‘tehrîkê’ nekir lê bi hinceta ‘tehrîkê’ cezayê wî hate daxistin
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
31/05/2023
20:14 HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin
19:47 Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire
17:23 Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
16:30 Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin
16:11 Daxwaza rawestandina xebatên GOÇÎZDER’ê nehate qebûlkirin
16:10 Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin
15:32 Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan
15:17 Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin
15:10 Selahattîn Demîrtaş: Ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim
14:11 Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
13:53 Têkoşîna Malbata Şenyaşar a Edaletê 800 roj li pêy xwe hiştin
13:52 Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da
12:38 5’emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
12:06 NY: Ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariyê ye
11:50 Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
10:28 Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:18 Qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re
10:10 Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike
09:01 ‘Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye'
09:00 Dadgehê projeya bazirganiyê ya qeyûm red kir
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Cenazeyê Emrah Arpak piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin
30/05/2023
22:13 Kesên di binçavan de hatin windakirin hatin bibîranîn
21:08 Encamên hilbijartina parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
20:16 Li Gazîosmanpaşayê êrişî buroya CHP’ê kirin
18:17 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Çînê cara ewil astronoteke sivîl şand fezayê
16:23 TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
16:09 Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man
15:53 Piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî: Em ê encaman bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin
15:52 Komên paramîlîter li Efrînê 2 welatî revandin
15:52 Dînamîtên Înşaeta Gurbagê diteqîne ziyanê didin hawirdorê
15:35 Di doza Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
15:10 Bi komî deng dabûn: Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin
15:09 Dabeşkirina kursiyan a li Meclisê diyar bû
14:58 Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin