Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê

  • rojane
  • 09:59 6 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Derket holê ku di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de Midûr Emniyetê û amirê TEM’ê jî di nav de, komekê tiştên di mal û kargehan talan kirine û ev tiştên dizîn firotine. 
 
Di 14’ê adara 2016’an de li Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û ev qedexe bi mehan domiya. Di dema qedexeya derketina kolanan de polîsan “Şebekeya talankirinê” ava kirin. Ev şebekeye kete malên gelê ku ji neçarî koç kirî, alav û amûrên wan talan kirin û dîmenên vê talanê bi salan piştre derketin holê. Li ser giliyê xelkê navçeyê jî Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê di sala 2018’an de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî lêpirsînê derket holê ku ev şebekeya behsa xeberê ji hêla Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Kadîr Şen û Amirê Şaxa TEM’ê Unal Uyar ve hatiye avakirin. 
 
MIDÛRÊ EMNIYETÊ, CÎGIR, AMIRÊ TEM’Ê
 
Têkildarî bûyerê îdianame hate amadekirin û ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê yê wê demê Kadîr Şen, Cîgirê Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Ahmet Tugcu, Amirê Şaxa TEM’a Nisêbînê Unal Uyar, polîsên bi navên Mahmût Oztekîn, Muslum Bozkurt, mitehitê bi navê Mahmût Çomoglû ku di piştî qedexeya derketina derve karê hilweşandinê jê re hatibû dayîn, xebatkarê fîrmayê Arîf Kara û Firat Abdulkerîm Sezîşlî ku tê payîn sîxûrê polîsane weke bersûc cih girtin. Tawanên weke “Dayîn û wergirtina bertîlê”, “bi darê zorê xerabî pê daye kirin” û “Gefxwarin, bi îxmalkirina peywira xwe ya venihêrînê re bûye sedema zîmmet û zorê” lê hatin kirin. Heta niha 12 rûniştinên dozê hatin lidarxistin. Dozger xwest ku temamiya bersûcan bên cezakirin. 
 
BERTÎL Û GEFXWARIN
 
Di îdianameyê de her wiha îfadeyên bersûcan û şahidan jî cih girtin. Bersûcan tawanbariyên lê tên kirin qebûl nekirin lê belê îfadeyên mexdûr û polîsan ku di dosyayê de weke şahid lê hatiye guhdarîkirin ev şebekeya behsa xeberê û karên kirine raxist ber çavan. Hat destnîşankirin ku di dema qedexeyan de malên ketinê hatine şêlandin, di malên ziyan negihiştibûyê teqemenî hatine bicihkirin û teqandin, ji welatiyên ku dixwestin alav û amûrên xwe bibin bertîl hatiye girtin. Di dosyayê de her wiha hat gotin ku bersûcan gef li gelek kesên nedixwestin pereyan bidin û şahidî kirin xwarine. 
 
ALAV Û AMÛR LI DIBISTANÊ HATIN VEŞARTIN
 
Midûrê dibistana ku alav lê hatibûn veşartin ê bi navê A.T. di îfadeya xwe de wiha got: “Dema ez ketim dibistanê min dît ku gelek alavên malê di odeya min de hene. Li ser vê yekê li kesê bi navê Mahmût Oztekîn geriyam. Min jê pirs kir bê ka çi bi van tiştan bikim. Wî jî ji min re got ku dê bên bigirin. Lê tiştên behsa xeberê negirtin û ez dîsa lê geriyam. Ji min re got ku tiştên behsa xeberê li ser min hatine zîmmetkirin û dê werin wan tiştan bibin. Piştre di 30/09/2016’an de polîsek hate cem min û got ku ji bo wergirtina tiştan hatiye. Min jî jê re got ku heke tu nivîseke fermî û nifteya dibistanê bînî dê bidim te. Dema min nivîsa fermî xwestî, bi gotina ‘dê derheqê tê de lêpirsînê bidim destpêkirin’ gef li min xwar. Piştre 3 polîs bi wesayîta zirxî hatin dibistanê û xwestin min bi darê zorê bibin. Lê ez li Midûrên Perwerdehiya Neteweyî yên navçe û bajar geriyam û min xwe xelas kir. Piştî bûyerê tevî Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê çûm cem Midûrê Emniyetê yê Nisêbînê Kadîr Şen. Şen jî gefa ‘tu ji çi tiştê xwe bawerî ku nivîsa fermî dixwazî?’ Bi talankirina wan tiştan re rewşa heyî jî hate veşartin. Piştre polîsek hate dibistanê, ew tişt li kamyonekê bar kirin û birin.” 
 
BANKNOTÊN 200 TL HATIN PARVEKIRIN
 
Polîsê bi navê O.D. ku di dosyayê de weke şahid lê hate guhdarîkirin û ji ber dosyayeke din a “talankirin, gefxwarin û îşkenceyê” ceza lê hatibû birîn jî di îfadeya xwe de wiha got: “Ji bo ku ewraqan bi Amirê Emniyetê Unal Uyar bidim îmzekirin çûm lokala amiran. Dema ketim odeyê min dît ku Midûrê Emniyetê yê Navçeyê Kadîr Şen, Cîgirê Midûrê Emniyetê Unal Uyar û Amirê Koma KOM’ê Serhan Amir di navbera xwe de pereyan parve dikin. Pere ji pereyên bi banknota 200 TL’an bûn. Li ser vê yekê kesên di hundir de şaş bûn.” 
 
‘TIŞ DERDIXIST Û DIFIROT’ 
 
Polîsê bi navê G.A. ku weke şahid lê hate guhdarîkirin jî di îfadeya xwe de ev agahî dan: “Polîsê bi navê Mahmût Oztekîn ji kesên malên wan li taxên qedexekirî bertîl distand û wisa destûr dida ku tiştên xwe derxîne. Ferman dida komên polîsan û jê re digot; ‘dê di filane noqteyê de wesayît derbas bibe, destûr bidin ku biçin mala xwe.’ Lê tu agahiya ekîbê ji tiştekî nebû. Mahmût Oztekîn molozên ji navçeyê derdiketin jî bi pereyan difirot. Li cem min lîste amade dikir û digot; ‘di vê lîsteyê de 300 kamyon ji filane kesî, 500 kamyon ji filane kesî ne.’ Ev lîste jî di destê Muslum de bû. Polîsê bi navê Muslum jî di Amirtiya Koma Hêzên Çevîkê de weke operastorê kemçeyê dixebitî. Min bihîst ku kemçeyên ji bo rûxandinê ji emniyetê re dihatin dida kirê. Her wiha min bihîst ku ji malên li deverên operasyonê amûrên elektronîk derdixist û difirot, li zêr û tiştên binirx digeriyan. Min bihîst ku dema Mahmût bi vê boneyê diket malekê ketibû û destê xwe şikandibû. Tevî ku destê wî nêzî mehek û nîvan pêçayî jî bû yek rojê jî istirehet nekir.” 
 
MALÊN SAXLEM HATIN TEQANDIN 
 
G.A. destnîşan kir ku Heyva Sor a Tirk rojane li xebatkarên Midûriyeta Emniyetê ya Nisêbînê xwarin belav dikir û 200 xwarinên zêde jî li şîrketa karê rûxandinê dimeşand dihat firotin. G.A. wiha domand: “Hinek mal saxlem bûn û diviya nehatibûn rûxandin lê bombe tê de hatin bicihkirin û hatin teqandin. Min bihîst ku xurdeya ji vir derdiket û eşyayên wê hatin firotin. Bi kesên dê malên wan nehatina rûxandin re peywendî danîn, jê re digotin ‘dê mala we were rûxandin’ û pere jê digirtin.” 
 
‘PASAJ BOMBE KIRIN Û CÎHAZÊN ELEKTRONÎK DIZÎN’ 
 
Polîsê bi navê U.Ç. jî di îfadeya xwe de talanê wiha radixe ber çavan: “Di dema bûyeran de pasaja ku weke sûka qaçaxçiyan tê zanîn hate bombekirin. Di vê navberê de Mahmût Oztekîn hate vê herêmê û gelek alavên elektronîk û tiştên pere dikirin li wesayîtê bar kir û bir. Her wiha xwe gihand kesên malên wan li herêmên qedexe lê malên wan nayên rûxandin û jê re digot; ‘heke malên we bên rûxandin dê ji dewletê bêhtir pereyan bistînin.’ Bi vî awayî qaneh dikir. Piştre jî jê re digot di vî karî de endezyar jî hene û ji bo endezyaran pere dixwest. Lê ji wan dixwest ku vî pereyî razînin hesaba wî. Ev mal jî yan ji deverekê kemçe dixwest û dirûxand, yan jî tûp û teqemenî bi stûnên malê ve girê dide, banga teqemeniyê li pisporên bombeyan dikir, ew jî dihatin malê û ev bombe diteqandin. Bi vê yekê re diket lîsteya malên dê bihatina rûxandin.” 
 
DERIYÊ TRAFOYÊ DA ŞIKANDIN, QABLO DIZÎN
 
Operatorê kemçeyê polîsê bi navê M.A. jî weke şahid ev tişt anî ziman: “Bi hinceta ku dibe endamên rêxistinê di nav de bin, ferman dan min ku deriyê trafoyê bişikînim. Gelek qabloyên sifirê di van trafoyan de hebûn. Çendek roj piştre dema em hatin cem trafoyê, me dît ku qabloyên sifirê li cihê xwe nînin.” 
 
KADÎR ŞEN HÊJ LI SER PEYWIRA XWE YE
 
Kadîr Şen û Unal Uyar ku di heman dosyayê de weke bersûc cih digirin, beriya niha jî karmendek revandibûn û ji ber sûcê îşkence, gefxwarin û talankirinê bi hev re hatibûn darizandin. Di çarçoveya dozê de li Unal Uyar 22 sal cezayê hefsê hatibû birîn. Ji bo Kadîr Şen jî biryara beraetê hatibû dayîn. Unal Uyar, piştî cezayê hefsê hatibû tehliyekirin. Kadîr Şen, di dema darizandinê de li Midûriyeta Emniyetê ya Tîreyê weke midûr hatibû peywirdarkirin. Piştre jî weke Midûrê Emniyetê yê di Asta Yekemîn terfî bû. Hat zanîn ku Kadîr Şen hêj niha jî weke Mufetîşê Emniyetê peywira xwe didomîne. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

06/06/2023
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da