Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike

  • rojane
  • 11:12 6 Hezîran 2023
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku AKP ji bo tesfiyekirina gelê kurd di nava hewldana pêşxistina rêbazên nû de ye û wiha balê dikişîne ser hêzên kûr ên li pişt Hîzbûllahê û planên wan û wiha got: “AKP hewl dide Hamasa kurd ava bike.”  
 
Hilbijartinên serokkomarî û giştî bi xwe re tifaqên cuda anîn. AKP û MHP’ê ku siyaseta xwe li ser bingeha dijminatiya kurd ava kir, bi partiyên weke Partiya Doza Azad, Partiya Yenîden Refahê û Partiya Yekitiya Mezin (BBP) Tifaqa Cumhur ava kir. Bi vê yekê hem peyama domandina şerê li dijî kurdan da û di qadên hilbijartinê de jî bi daxuyaniyên xwe ev yek piştrast kir. 
 
Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu ku AKP’ê di sala 2016’an de kiribû wezîr û ji wê rojê heta niha bi dijminatiya xwe ya li dijî kurdan tê naskirin û niha jî weke Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê hate hilbijartin, di tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de şîfreyên vê tifaqê eşkere kir. 
 
Soylu, tifaqa AKP’ê ya bi Partiya Doza Azad re weke “aqilê dewletê” pênase kir û bi gotina “Heke me HUDA PAR ji bo wî alî bihişta, dê me çi bikira” re diyar kir ku gavekî stratejîk avêtine. 
 
Di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) a di 30’ê cotmeha 2014’an de biryara “Plana Têkbirinê” hate dayîn û AKP’ê di 24’ê tîrmeha 2015’an de dest bi plana tesfiyekirina kurdan kir. Lê piştî ku encama dixwest bi dest nexist, serî li rêbazên cuda da. AKP’ê îşaretên vê jî bi tifaqên di bin navê hilbijartinê de ava kirî re da. Lewma bicihgirtina Partiya Doza Azad a di nava Tifaqa Cumhur de, careke din Hîzbûllah xist rojeva raya giştî ku di salên 1990’î de bi qetilkirina kurdan tê naskirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di hevdîtineke xwe yê berê de bi gotina “AKP hewl dide Hamasa kurd ava bike” hişyariyê dide û balê dikişîne ser plana AKP’ê ya tesfiyekirina kurdan.  
 
‘ÎSLAMA SIYASÎ BI AKP’Ê DIDOME’
 
Abdullah Ocalan dibêje ku Îslama Siyasî ji destpêka damezirandina komarê heta niha bi partiyan re di nava peywendiyan de ye û di demên berê de bi Partiya Demokrat û Partiya Selametê û niha jî bi AKP’ê re didomîne. Abdullah Ocalan, bi domdarî dibêje ku baskekî Îslama Siyasî li ser Sûriyeyê xwe digihîne Erebistana Siûdî û alîkariya aborî digire. Abdullah Ocalan, destnîşan dike ku Hîzbûllaha ku bi hezaran kurd qetil kirî jî parçeyeke van e. Di hevdîtina 13’ê îlona 2007’an a bi parêzeran re de Ocalan dibêje ku di vê ev yek baş bi gel re were vegotin û wiha didomîne: “Divê ew wehşeta hatiye jiyîn neyê jibîrkirin. Ev kes li Amedê ji pişt ve nêzî mirovan dibûn, bi biviran dikuştin. An jî ji pişt ve guleyek li serê xelkê didan û dikuştin. Gelo ma ne ev bûn ên bi vî awayî bi hezaran kurdên welatparêz ên hejar kuştin? Heke bihêlin dê me tevan bi hovane qetil bikin. Ji ewil Bahriye Uçok, Ugur Mumcu û kemalîstên çepgir qetil kirin. Piştre jî - ku naxwazim tevahiya dewletê di bin gumanê de bihêlim – bi destê hinek walî û fermandarên garnîzonan bi taybet jî di sala 92’yan de weke hîzbûl-kontra li dijî kurdan hatin bikaranîn. Weke mînak, ya ku Waliyê Êlihê kirî ev bû. Dadgeha Amedê bi salan piştre di biryareke xwe de dibêje bê ka ev rêbaz çiqasî şaş bû. Heta ku dadgehê jî dibêje ev yek nayê qebûlkirin. Divê gelê me li dijî van talûkeyan hişyar be.” 
 
‘DEWLETÊ ÇAVÊN XWE LI HÎZBÛLLAHÊ GIRT’
 
Di hevdîtina 19’ê îlona 2007’an de Abdullah Ocalan dibêje ku Hîzbûllah rêxistineke xeternake, divê gel li dijî wê baş were têgihandin û wiha didomîne: “Di demên berê de weke Hîzbûl-kontrayê şandin ser me. Bi hezaran welatparêz qetil kirin. Dewletê jî çavên xwe li vê girt. Lê êdî dadgeh jî dibêjin ku ev yek helwestekî xelete. Dibêjin me bi bikaranîna Hîzbûllahê re xeletî kir. Lê niha tu ferqa vê ekîba niha ji Hîzbûl-kontrayê nîne. Armanc, tesfiye kirine. AKP hewl dide Hamasa kurd ava bike. Wisa vala vala bang li Hamasê nekirin û pê re hevdîtin nekirin. Çawa ku Hamasê FKO (Rêxistina Rizgariya Filistînê) tesfiye kir, dixwazin heman aqûbetê bi serê PKK’ê bînin.” 
 
DI SALÊN 90’Î DE KOMKUJIYA KURDAN
 
Di hevdîtina 26’ê îlona 2007’an de jî Abdullah Ocalan hişyariya avakirina Hamasa kurd dike û wiha dibêje: “Deh sal berê kesekî texmîn nedikir ku dê FKO û Hamas ji hev veqetin û li dijî hev şer bikin. Tu kesî texmîn nedikir ku dê Hîzbûllah di salên 1990’î de were avakirin û bi hezaran kurdan pê bidin kuştin. Lê FKO û Hamas niha şer dikin. Hîzbûllahê jî bi hezaran mirovên me qetil kir. Di nava kolanan de bi satoran xelkê me yê welatparêz qetil kirin.” 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 27’ê kanûna 2007’an de dibêje ku dê hewl bidin valahiya piştî tesfiyekirina PKK’ê li herêmê çêdibe bi Hamasa Kurd re tije bikin û wiha didomîne: “Ev yek dê bi destê AKP’ê were kirin. Lê ev yek bêçaresertî ye. Siyaseta herî maqûl a çareseriyê, siyaseta me ye.” 
 
‘DIVÊ HEMÛ HÊZ BÊN SEFERBERKIRIN’
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 9’ê çileya 2008’an de diyar dike ku Hîzbûllahê ji ewil xwe di bin banê Cemiyeta Îlîmê de birêxistin kiriye û wiha pê de diçe: “Piştre bû du beş. Ji ewil deh kes bûn, piştre bûn sed kes, bûn hezar kes û xelkê Amedê bi satoran birîn. Niha hejmara wan zêdetire û xeteretir in. Ji ewil piştgirî dan Velîoglû, bi kar anîn û rewşa piştre jî tê zanîn. Dikarin hemû hêzên Amedê seferber bikin û xebatekî baş bikin. Divê kesên li ser navê Amedê siyasetê dikin vê yekê baş vebêjin.” 
 
‘DIVÊ GEL XWE PIR BAŞ BIRÊXISTIN BIKE’
 
Di hevdîtina 9’ê îlona 2009’an de Abdullah Ocalan dibêje ku Hîzbûllah li herêmê dîsa ketiye nava liv û tevgerê û wiha dibêje: “Dibe ku ev dîsa bikevin nava tevgerê û dest bi cînayetan bikin. Weke ku hûn jî dizanin di salên 90’î de Farqîn serûbin kirin. Ev faşîst in, kujer in. Wisa ji pişt ve qetil dikin û haya we jê çênabe. Divê gelê me li dijî van hişyar be û xwe pir baş birêxistin bike.” 
 
ÎKTÎDARA EL FETÎHÊ BI BÎR XIST
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 1’ê mijdara 2010’an de jî dibêje ku hinek rêxistinbûnên li herêmê aliyê Hîzbûllahê yên nebiçek in û vê nirxandinê dike: “Ev yek pir cidî ye, Hîzbûllah bêçek ava dikin. Bi demê re ji bo ola îslamê ji bo armancên xwe bi kar bînin, dibe ku veguherin karektereke pir xetere. AKP hewl dide Hamasa xwe ava bike. Di rewşeke wiha de dê we bixeniqînin. Dibe ku birêz serokwezîr di ferqa vê talûkeyê de nebe, di ferqa micidbûna rewşê de nebe lê heke ev rêxistinên mîna Hamasê herêmê bi dest bixin, êdî ew jî nikarin kontrol bikin. Ev kes ne tenê dê hewl bidin me tesfiye bikin lê dibe ku tevahiya herêmê bixin bin kontrola xwe. Li Filistînê wiha kirin. Desthilatdarî çawa ji El Fetîhê standin? Ma we nedît bê ka vê zîhniyeta Hamasê li Filistînê çi kir? Di dema bidestxistina desthilatdariyê de mirov ji ser serê bînayan avêtin xwarê. Dixwazin heman tiştî li herêmê jî dubare bikin. Tu eleqeya van bi olê re nîne. Hewl didin îslameke wiha sexte re bikin.” 
 
'ARMANCA ESASÎ YA AKP’Ê TESFIYE YE’
 
Abdullah Ocalan dibêje ku Hîzbûllah parçeyeke pir biçûk a “Hêzên kûr e” û bal kişand ser hêzên kûr ên li pişt wê û planên wan. Di hevdîtina 2’yê sibata 2011’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan vê nirxandinê dike: “Armanca esasî ya AKP’ê tesfiyekirine. Ev yek pir zelal û eşkere ye. Heta niha jî nekarin kurdan bi rêbazên klasîk kurdan tesfiye bikin. Niha jî serî li rêbazên cuda didin. Ev polîtîkaye, polîtîkayên qirkirinê yên nû ne. Vaye beşekê artêşê şer naxwaze, ji şer êdî bêzar bûne, giran û tiral bûne. Lewma nikarin şerê dixwazin bi van bidin kirin. Lewma hêzeke taybet a girêdayî xwe ya ji 50 hezar kesan pêk tê ya bitevger ava kir. Dê milyarek û nîv û du milyar pereyan bide her yek ji wan. Her wiha artêşeke melayan a ji 15 hezaran kesan pêk tê şandiye herêmê. Lê ev ne melayên klasîk in. Ev kes bi taybet hatine peywirdarkirin. Bawerim qereqolên nû tên avakirin.  Ma artêşa bipereyan ava nekir, ma melayên bi peywira taybet nehatin tayînkirin, ma bi tehliyekirina Hîzbûllahê re hêzên cîgir ava nekir? Tesfiyekirina kurdan bi rêbazên cuda tê meşandin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina 18’ê sibatê de jî diyar dike ku AKP hewl dide hegemonyaya xwe ava bike û divê hemû kes li dijî vê bikeve nava liv û tevgerê. 
 

Sernavên din

06/06/2023
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin
12:40 HDP’ê qurbaniyên komkujiya 5’ê Hezîranê bi bîr anî
12:32 Ûçar: Têkoşînek pir xurt li pêşiya me ye
11:04 Jina astengdar a serokê terîqetê destdirêjî lê kiribû întîhar kir
10:09 Jongerden: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe Tirkiye demokratîk nabe
09:59 Li Meclisê pêvajoya hilbijartina serokatiyê dest pê dike
09:21 'Çare ne şer, demokrasî ye'
09:19 Rojnameya Xwebûnê bi manşet ‘Tecrîd li dijî hebûna kurdan e’ derket
09:03 Dolar derket 21 lîreyan
09:02 Cixare hatin bihakirin
09:00 Banga beşdarbûna 5’emîn Rojên Ma Muzîkê
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 Tirkiyeyê li Şarbajêrê bi SÎHA’yan êriş kir
08:52 Li Cizîrê cerdevanek di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
04/06/2023
22:25 Bûldan û Sancar daxuyandin ku dê di kongreyê de nebin namzet
21:46 Li Licê liv û tevgera helîkopteran
21:42 Dengbêj Şakiro hat bibîranîn
21:24 Berxwedana mexmûriyan bi ser ket: Artêşa Iraqê vekişiya
17:15 Erdogan bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya
16:02 TJA: Em ê li dijî zimanê mêr têbikoşin
15:47 Kongreya MEBYA-DER'ê: Gelê kurd di paş de gav neavêt
15:14 Di nav 5 rojan de 167 êrîş pêk hatin
15:01 Li Xarpêtê karkerekî kana medenê jiyana ji xwe ji dest da
13:54 Serdema Soylû bi dawî bû
13:06 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
12:54 Wezîrê Karên Derve yê Suriyeyê serdana Bexdayê kir
12:16 Berxwedana Mexmûrê ket roja 16'an
11:20 Birîndarên 5'ê Hezîranê: Divê piştgirên komkujiyê bên darizandin
10:38 Çînê ji bo Asya-Pasîfîkê Amerîka hişyar kir
09:00 Ciwan: An civakeke ekolojîk an jî tunebûn
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
03/06/2023
22:54 Erdogan qabîneya nû eşkere kir
20:08 Şenyaşar: Wê her kes hesabê sûcê xwe bide
20:00 Ji CÎSST'ê konferansa 'Pandemî û Girtîgeh': Tecrîd girantir bû
19:28 Rênas Jiyan: Ez nikarim cih nedim êş û azara kurdan
17:08 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin, hatin berdan
17:00 Qeyûm navê parka kurdî da jêbirin
16:15 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin
15:25 Erdogan sond xwar
15:19 ‘Xetere li ser jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar e’
14:55 Di kongreya TUHAY-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn
14:37 Girtiyê nexweş Emen nayê tedawîkirin
14:27 Piştî ku hatin revandin agahî jê nehatin wergirtin
13:14 Li Licê operasyona leşkerî
12:35 Polîsan dîsa Dayikên Şemiyê binçav kirin
12:29 29 sal in aqûbeta wan ne diyar e!
12:19 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Amêdiyê bombebaran kirin
11:29 Meclisa Partiyê ya CHP’ê civiya
11:18 Di qezaya trenê ya li Hindistanê de hejmara miriyan derket 288 kesan
10:19 Berxwedana xelkê Mexmûrê di roja 15'emîn de berdewam dike
10:06 Qeyûm eraziyên şaredariyê da ber firotinê
09:37 Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Erdogan bibe
09:37 Taş ê ji sedî 62 astengdarê zîhnî ye bi nivîsên li ser dîwaran hate sûcdarkirin
09:07 Rojnamevan Yalçin: Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin
09:00 Polat: Tecrîd feraseta dewletê ya sedsalî ye
09:00 Kurê girtiyê nexweş Ozkan: Bavê min tê tecrîdkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
02/06/2023
23:14 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin girtin
21:28 Li Biradostê mayin teqiya: Kesek mir, kesek jî birîndar bû
21:14 WHO: Li Sûdanê xetereya şewbê zêde dibe
21:06 Li Başûr di Gulanê de 3 zarok û jinek hatine qetilkirin
20:11 KCDP: Di Gulanê de 40 jin hatine kuştin
16:32 Şahidên Komkujiya Dêrsimê Çîçe û Dûman jiyana xwe ji dest dan
16:18 Pisporê girtîgehan O'Haern: Tecrîdek mîna ya Îmraliyê li cihekî din nîne
15:57 ÎHD: Hewcehî bi makeqanûneke nû heye
15:49 Cerdevanên ku tev li operasyonê nebûn çekên wan hatin desteserkirin
14:21 Li meclisê torena sondxwarinê dest pê kir
14:21 Komeleyên Dêrsimê bertek nîşanî êrişa otobusê da