Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin

  • rojane
  • 13:42 10 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di civîna Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê de axivî, diyar kir ku gelê kurd di hilbijartinan de rê neda AKP’ê û MHP’ê û wiha got: “Em ê gelê xwe guhdar bikin. Têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Rêveberiyên Herêmî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Otela Mîtannî civîna nirxandina hilbijartinê li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Rêveberiya Herêmên Demokratîk a HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Halîde Turkoglû, hevşaredar û endamên meclise yên hatin hilbijartin tev li civînê bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir nirxandin kirin. 
 
‘KURDAN SEKNEKE DÎROKÎ NÎŞANDAN’ 
 
Bayindir, anî ziman ku piştî hilbijartinê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve ketina pêvajoya rexnekirin û xwerexnedayînê û wê nîqaş û plankirinên dirêj bikin. Bayindir, da zanîn ku armanc dikin nîqaşan bi encam bikin û plankirineke baş deynin pêşiya xwe û wê encaman bi rayagiştî û gel re parve bikin. Bayindir, axaftina xwe wiha domand: “Hûn dizanin piştî hilbijartinên di 14 û 28’ê gulanê de hem ji bo tevgera siyasî ya kurd hem jî ji bo desthilata AKP’ê û MHP’ê nîqaş û rexne derketin holê. Têkildarî encamên ku ketin berê me ji 15’ê gulanê ve bênavber nîqaşên xwe didomînin. Li Kurdistan, Tirkiye û Anatoliyayê pêngaveke gelekî girîng li benda me ye. Encamên hilbijartinê ji bo pêvajoya dîrokî da destpêkirin. Gelê kurd di her du hilbijartinan de jî li Kurdistanê li dijî AKP’ê û MHP’ê sekneke dîrokî nîşan da.”
 
‘YA JI BO ME GIRÎNG DAXWAZÊN GELÊ ME NE’ 
 
Bayindir, diyar kir ku gelê kurd li Kurdistanê rê neda pergala Erdogan û da zanîn ku weke di encama her du hilbijartinan de jî diyar dibe AKP û MHP li Kurdistanê veguherîne partiya tabelayê. Bayindir bi bîr xist ku têkildarî encamên hilbijartinê jî pêvajoya xwe rexnedayînê dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Ji bo em qelsbûna xwe bibînin û bi rexnekirin û xwe rexnedayînê ji holê rakin em ê pêngaveke mezin deynin li ber xwe. Divê em ji bo serkeftin û azadiya gelê me em vê rêyê bişopînin. Em ê di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê de bi van rexneyan xebatên ku ‘kêmasî ji ku derketin holê’ û ‘em dikarin çawa rast bikin’ bimeşînin. Em ê xebateke layiqî vî gelî bimeşînin. Em ê temsiliyeta vê di van nirxan de derxînin holê. Ya ji bo me herî girîng daxwazên gel in.”
 
‘AQLÊ AKP’Ê, MHP’Ê Û DEWLETÊ DI NAVA PANÎKÊ DE NE’ 
 
Bayindir, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê tevî hemû derfetên dewletê jî bi awayekî serkeftî ji hilbijartinê derneket û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê yên ketine nava panîkê ne partî, sazî û dezgehên me ne. Li Rojhilata Navîn qertên siyasetê tên belavkirin û tê xwestin Rojhilata Navîn bê dîzaynkirin. Di hilbijartinan de derkete holê ku ji bo gelê kurd û Kurdistanê tu rewabûna AKP’ê û MHP’ê nîne. Ev nayê wê wateyê ku em kêmasiyên xwe nabînin. Ji ber vê yekê yên di nava panîkê de desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Em vê yekê di kabîneyên wan de dibînin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê hemû komên qirêj û netewperest girtin cem xwe û bi piştgiriya dewletê dixwaze vê bidomîne. Li dijî berxwedana gelê kurd zêde wextê vê faşîzmê nema. Ji ber vê yekê wê ev desthilat zêde pêş nekeve. Bi plan û projeyên aqlê dewletê pêk anîn xwestin rêxistinkirina gelê kurd bi hêzên tarî, komên netewperest ên weke HUDA-PAR’ê qels bikin. Înkara sed salan dixwazin bi van re bidomînin. Ev mekanizmaya wê jî wê di demekî nêz de bişewite. Ji ber vê yekê tu kîjan dînamîkan tev li bikî bike nikarî li dijî berxwedana gelê kurd serbikevî. Em baweriyê bi xwe û gelê xwe bînin. Xebatên xwe li gorî vê yekê bimeşînin.” 
 
‘YA KU TENGAV BÛYE DESTHILATA AKP’Ê Û MHP’Ê YE’ 
 
Bayindir ê qala daxwazên gel kirin, anî ziman ku xebatên xwe dê di çarçoveya daxwaza gel zêde bikin û wiha domand: “Gelê kurd zimanê xwe dixwaze. Gelê kurd statuya siyasî ya Kurdistanê dixwaze, gelê kurd makeqanûneke demokratîk dixwaze. Di xala çareseriya pirsgirêka kurd de tu rêya dewletê û desthilatê nîne. Kabîneya îro hatiye dizaynkirin, kabîneyeke sivik e. Ev kabîne ew kabîneya ku polîtîkayên şerê taybet bimeşîne ye. Em ê ji bo dengê gelê xwe, siyaseta demokratîk bimeşînin. Em sazî, dezgeh û partiyên xwe j ibo siyaseteke demokratîk ji nû ve ava bikin û serbikevin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên zilm, zehmetî û tune hesibandinê têkoşîna xwe didomîne. Ya ku îro difetise û tengav bûye desthilata AKP’ê û MHP’ê ye û polîtîkaya wê ya înkarê ya 100 salan e.”
 
‘DAXWAZÊN GEL’ 
 
Bayindir, bal kişand ser girîngiya civîna Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di erdhejê de jî hate dîtin ku desthilat nikare bi rê ve bibe. Di erdhejê de 3 şaredariyên biçûk tişta ku AKP’ê û MHP’ê nekarî bike kir. Ji ber van hemû sedeman, desthilata AKP’ê û MHP’ê bi vê ferasetê nikare zêde pêş bikeve. Em ê daxwazên gelê xwe çawa çareser bikin. Em ê ji bo gund bi gund, mal bi mal, kolan bi kolan çawa zêdetir pêş ve bibin nîqaşan bikin. Em ê îro van biaxivin. Em dikevin hilbijartinên herêmî. Em ê daxwazên gelê xwe guhdar bikin. Ev jî ji bo pêşeroja me sedemeke girîng e.”
 
Civîn piştî axaftina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir ji çapemeniyê re girtî didome. 
 
 

Sernavên din

12/06/2023
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Daranê Kurdistanî qir kene’ derket
10:23 Emîne Şenyaşar 5 sal in li benda ‘edaletê’ ye
10:14 Di bûyera ku hate xwestin bên lînckirin de bûn sûcdar!
09:08 Seroka Partiya Şoreşger Oneren: Faşîzm dikare li kolanê were têkbirin
09:07 Xwendekarên zanîngehê ji bo ku bixwînin neçarin bixebitin
09:04 Avci: Divê ewilî di nava gel de bawerî bê avakirin
09:03 Li Şirnexê qirkirina siyasî: Di 40 rojan de 82 kes hatin binçavkirin, 13 kes hatin girtin
09:01 Di her saniyê de hezar û 800 lître ava kanalîzasyonê berdidin Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:14 Li Elkê 5 kes hatin binçavkirin
11/06/2023
22:07 5’emîn Rojên Ma Muzîkê bi dawî bûn: Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin
20:20 Bi afîşan zarokên hatin qetilkirin bi bîr anîn
19:44 Vebijêrka zimanê kurdî li malpera bajarê Bernê hate zêdekirin
19:20 Li Edeneyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
17:34 Du leşker hatin kuştin
17:28 Cenazeyê Arasan li Qendîlê hate veşartin
16:21 Birayê girtiyê hatibû bidarvekirin hate revandin
16:20 Piştî 30 salan hate bajarê xwe: Em deyndarên gelê xwe ne
13:49 Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin
13:37 ‘Navenda Bîra Komkujiya Madimakê’ dest bi weşanê kir
13:24 Bîrleşîk Kamu-Îş’ê xwest kêmtirîn mûçe were zêdekirin
13:19 Li Pakistanê lehî rabû: 25 kes mirin
12:39 Tokmak bi zorê bêhnê distîne û rojê tenê dikare saetekê razê
12:15 Li hunermendê hatibû revandin gefa kuştinê hate xwarin
11:36 Di êrişa DAIŞ’ê de 2 leşkerên Iraqê mirin
11:34 Erzirom bi pileya 4,6’ê hejiya
11:31 Tevahiya jiyana Arasan bi têkoşînê derbas bû
11:07 Bakirhan: Ji ber ku em ji xeta xwe hinek dûr ketin me nekarî hedefên xwe pêk bînin
10:01 Her ku krîz kûr dibe hejmara zarokên tên xebitandin jî zêde dibe
09:35 Ji ber 'zêdebûna maliyetê' çêkirina nexweşxaneyê hat sekinandin
09:17 Rûbarê Nerdûşê sê sal in reş diherike: Av kêm bû, cotkarî nema
09:16 Zextên rejîma Îranê yên li hember rojnamevanan zêde bûn
09:00 ‘Jin dê xwedî li mîrateya têkoşînê derkevin'
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin