KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe: Dê 500 sazî û partî tevli bibin

  • rojane
  • 09:02 14 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamus diyar kir ku konferansa 100 saliya Peymana Lozanê dê çarenûsa kurd a pêşerojê diyar bike û got: "Em ji vê konferansê bi hêvî ne. Her saziyek dê daxwaz û armancên xwe pêşkeş bike. Em ê jî deklarasyoneke neteweyî ragihînin. Em ê di vê konferansê de kêmasiyên xwe bibînin û li gorî wê tev li pêvajoyê bibin." 
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, bi tevlibûna hemû pêkhateyên li çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, di navbera 23-24'ê tîrmehê de kongreyeke neteweyî ya mezin li dar bixe. Li çar parçeyên Kurdistanê ku êriş lê didomin tevlibûn çêbibe û dê bi vê konferansê helwesta gelê kurd bi aşkerekirina encamnameya konferansê bi raya giştî re bê parvekirin. KNK ku pêşkeşiya konferansê dike, xebatên xwe yên di vî warî de bênavber didomîne. Di çaçroveya xebatan de hevdîtinên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê yên bi rêxistin, partiyên siyasî û hemû civaka Kurdistanê re didomîne. Tê payîn ku dê 500 nûnerên sazî û partiyên siyasî yên cuda yên li çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bibin. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs, der barê naveroka konferansê, girîngiya wê û Peymana Lozanê bi ajansa me re axivî. 
 
Ahmed Karamûs
 
'KONFERANS AMADEKARIYA PÊVAJOYA PÊŞIYA ME YE'
 
Ahmed Karamus diyar kir di çarçoveya xebatên konferansê de wan li çar parçeyên Kurdistanê xebat dane meşandin û got ku ew ji bo beşdariyê li benda hejmareke mezin in. Karamus têkildarî xebatên ji bo konferansê wiha got: "Amadekariyên konferansa me ya peymana sedsalî ya Lozanê hatine destpêkirin. Ji aliyê pêwendiyê, naverok û teknîkî ve ber bi xelas bûnê ve diçe. Heta ku ji aliyê hedef û armancên me ber bi zelaliyê ve diçe. Ev konferans dê bi beşdarbûna 52 rêxistinên siyasî, sazî, rewşenbîr, akademîsyen, mezinên eşîran, êzidî, xiristiyan, yaresanî, elewî, zerdeştî û saziyên serbixwe bê lidarxistin. Me pêşniyaza xwe pêşkeşî komîteya serpereşkiyê kir. Ev pêşniyaza me hat qebûlkirin. Bernameya ku me amade kiriye ber bi xelasbûnê ve diçe."
 
Karamus bilêv kir ku ew li ser pirsa "Em ê ji vê konferansê çi encamê bigirin?" tevgeriyane û wiha pê de çû: "Li ser vê nirxandin hatine kirin. Li ser mijareke berfireh lihevhatinek çêbû, helwestek hate nîşandin. Ji bo em helwesteke neteweyî, yêkrêzî û yekdengiya gelê Kurdistanê nîşan bidin amadekariyên geleke baş hatine kirin. Pêwendiyên me bi sedî 75 partî, saziyên civakî, siyasî û mamosteyên oldar re çêbûn. Nêrînên van kesan hatin guhdarkirin û pêşniyaz hatine girtin. Ev konferans ne konferanseke jirêzê ye. Ev konferansa amadekariya pêvajoya pêşiya me ye."
 
KONFERANSA FÎNALÊ'
 
Karamus destnîşan kir ku ew vê konferansê wekî konferansa fînalê amade dikin û wiha axivî: "Her wiha hevdîtin, panel û xebatên ku beriya niha hatine kirin dê encamên wan bên parvekirin. Ev xebat dê li ser encama konferansê bên zêdekirin û weke deklarasyonekê bê parvekirin. Bi hemû cureyên katagoriya civaka Kurdistanê re hevdîtin hatine kirin û ev hevdîtin jî bi awayekî erênî derbas bûne. Li başûrê Kurdistanê ji bilî PDK'ê hemû partî û rêxistinên din helwesteke erênî nîşan dan û dê tev li konferansê bibin. Li rojavayê Kurdistanê jî her çendî bi ENKS'ê re hevdîtinên me çênebûne jî em ê dawetnameyê ji wan re jî bîşinin ku tev li konferansê bibin. Heke di warê hevdîtinê de daxwaza wan çêbibe em ê hewl bidin ku bi wan re bicivîn. Her wiha danûstandina me bi Hizbî Demokrat a Kurdistan a Îranê re jî heye. Li rojhilatê Kurdistanê çi hizbên kurdistanî hebin em dixwazin wan di nava xwe de bibînin. Danûstandinên me yên cur bi cur bi wan re çêbûne û wan jî da xuyakirin ku ew ê beşdarî konferansê bibin." 
 
'GELÊ KURD DÊ VÊ PEYMANÊ QEBÛL NEKE'
 
Hevserokê KNK'ê Karamus bal kişand ser girîngiya Peymana Lozanê diyar kir ku ev peyman li ser tunekirina gelê kurd hatiye îmzekirin û ev nirxandin kir: "Peymana Lozanê bi xwe re perçebûna Kurdistanê aniye. Di encama vê peymanê de Kurdistan hatiye dagirkirin, qirkirin û tunekirin. Koçberî, guhertina demografyayê û her cureyên dagirkeriyê, red û statûya gelê kurd û berjewendiyên kurd dike. Ev konferans, dê careke din eşkere bike ku em vê peymanê red dikin û li dijî wê derdikevin. Bêguman ev peyman bêyî îradeya gelê kurd e, bi hîleyan xapandina gelê kurd e û dagirkerî li ser ferz kirine. Rabûna li dijî vê, helwesta hemû rêxistinên Kurdistanê ye û soz dane ku ew ê beşdarî konferansê bibin. Ev helwest hêjayî gotinê ye. Em ê encamnameya konferansê bi raya giştî ya navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Yekitiya Ewropayê, Yekitiya Dewletên Ereb û hemû dewletên cîhanê ku em karibin xwe bigihînin re parve bikin û helwesta xwe nîşanî wan bidin. Gelê kurd ji destpêka tomarkirina vê peymanê heta niha ev peyman qebûl nekiriye û dê qebûl neke. Gelê kurd li dijî statûya mêtingeriyê helwesta xwe bi berxwedana xwe aşkere kiriye."
 
Karamus wiha domand: "Gelê kurd hebûna xwe, nasnameya xwe, mafê xwe yê çandî, hûnerî û neteweyî dixwaze. Ji ber wê temsîliyeta gelê kurd a di konferansê de ku nehatiye qebûl kirin û rê û derfet nedane ku gelê Kurdistanê tev li bibe. Lê di sedsala 21'emîn de gelê kurd bi tu şêwazî statûyeke bi vî rengî û peymaneke bi vî rengî qebûl nake. Heke peymaneke nû û yan jî çareseriyeke nû çêbibe ev jî bi qebûlkirina gelê kurd, îradeya wî û zimanê wî û mafê gelê kurd ê neteweyî û demokratîk pêkan e. Di vê konferansê de tişta ku em hêvî dikin, heke ku deklarasyonek be, em ê şandeyeke ku di vê qadê de şareza ava bikin. Encamnameya di konferansê de bê qebûlkirin, em ê li ser wê kar û xebatên xwe bikin. Ev şande dê temsîliyeta gelê Kurdistanê bike."
 
'DEWLETÊN ÎTÎLAFÊ ŞIRÎKÊN VÎ SÛCÎ NE'
 
Karamus di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tifaqên dewletên îtîlafê jî şirîkê vê qirkirinê ne ku li ser gelê kurd hatiye meşandin û da zanîn ku ji bo telafîkirina vê derfetên wan hene. Karamus destnîşan kir ku gelê kurd êdî ferzkirina bênasnamebûnê qebûl nake û wiha derbirî: "Kurdan her çendî li dijî vê peymanê nerazîbûna xwe nîşan dabe jî hat qebûlkirin. Kurd, di asta netewebûnê, di asta siyasî, civakî û erdnîgarî de perçe perçe kirin. Ji ber ku derfetên gelê kurd gelek bisînor bûn perçe bûn. Jixwe ev peyman, peymaneke dewletên îtîlafê ingilîz, fransiz, îtalî û çend dewletên din e ku di pêvajoya Peymana Lozanê de cih girtibûn û neheqî li Kurdistanê kiribûn. Gelê Kurdistanê ji mafê netewebûnê, mafê siyasî û çandî dûr xistin. Bi darê zorê mafê wan ji destê wan hat standin. Li gorî nêrîna me dewletên ku tev li tifaqa Peymana Lozanê bûne û mafê gelê kurd ji destê wî standine û pêşkeşî dewletên dagirker kirine, ew bi xwe jî bûne sûcdarê vê peymanê. Ev sûceke li dijî mirovahiyê ye, li dijî mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê sedemê ew dewletên ku îmzeya wan di bin vê peymanê de heye, hevparê vî sûcî ne. Daxwaza me ew e ku ew dewletên ku beşdarî Peymana Lozanê bûne û ew qebûl kirine, ji vir şûnde neheqiya ku li gelê kurd kirine telafî bikin. Lê bêguman heke ku gelê kurd xwe neparêze û doza mafê xwe neke dê tu encaman bi dest nexe. Heke ku em bi xwe di vê tekoşînê de nebin aktoreke sereke dê tu kes mafê me di tepsiyekê de pêşkeşî me neke."
 
Di berdewamê de Karamus bilêv kir ku di vê sedsala 21'emîn de demokrasî dê bi berxwedana gelê kurd pêkane be û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwîst e ku em gelê Kurdistanê di nava xwe de guftûgo bikin û bigihîjin encamekê. Ev pêkan e ku em di vê konferansê de tifaqiya xwe ragihînin. Em bi meseleyê komî, yekane û partiyan tevnegarin. Em ê bi vîzyoneke gelek berfirehberjewendiyên gelê Kurdistanê mîsoger bikin û li hev bicivîn. Ji vê konferansê hêviyên me yên gelek mezin hene. Hejmara ku gihiştiye ber destê me de 500 e. Dê 500 kesên ku di her warî de temsîliyeta civaka Kurdistanê dikin beşdar bibin. Her saziyek dê daxwaz û armancên xwe pêşkeş bike. Em jî dê deklarasyoneke neteweyî ya bi vî rengî ku nêrîna her çar perçeyan di xwe de dihewîne ragihînin. Em bi hêvî ne ev konferans dê bi xwe re serkeftinekê bîne û em ê di vê konferansê de kêmasiyên xwe bibînin û li gorî wê tev li pêvajoyê bibîn." 
 
'HEVDÎTINÊN WAN NÎŞANEYA PEYMANEKE NÛ YE'
 
Hevserokê KNK'ê Karamus bi lêv kir ku erka her kurdekî ye ku tev li vê konferansê bibe û wiha bang kir: "Em dizanin ku plan û konseptên van her çar dewletên kolonyalîst, li ser bingeha red û înkarkirkirina gelê kurd e. Ji bo ku gelê kurd ji holê rakin di nav hewledanan de ne. Ev ji bo Îranê jî derbasdar e, ji bo Hikûmeta Navendî ya Iraqê, dewleta faşîst a Tirkiyeyê û rejîma Baas jî derbasdar e. Dema ku mijar dibe kurd tu gumanên wan çênabin û destê xwe didin hev. Dema ku mesele dibe kurd û Kurdistan ew nakokiyên ku di nava wan de hene didin aliyekî û lihevkirinê dikin. Di van rojên dawî de civînên wan ên ku li Rûsyayê û Sûriyeyê pêk tên nîşana peymaneke nû ye. Gefên Îranê û Iraqê didomin. Hikûmeta Iraqê ya navendî niha bi rêbazên cuda dixwaze ku statûya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji holê rake. Ev gef û metirsî hene. Heman tişt ji bo rejîma Baasê jî derbasdar e. Heke ku em bi tifaqî tevnegerin ev xetere dê her tim hebin."
 
Karamus wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hewldanên me yên danûstandinê yên bi partiyên din re jî dê bidomin. Çi pêwîstî û fedekarî ji me bê xwestin em ê bikin. Em ê erka xwe û peywira xwe bi cih bînin. Ji ber ku em saziyeke neteweyî ne. Ev gefên li me tên xwarin, em ê pêşî li wan bigirin. Divê em bi vê hesasiyetê tevbigerin. Heke hevditinên me bi hin partiyan re çênebin jî divê ku ew jî bi berpirsyar tevbigerin û tev li konferansê bibin. Pêwîst e hemû aliyên Kurdistanê tev li vê konferansê bibin. Em bang dikin ku hunermend, eşîrên welatparêz, kesayetên cuda bila bi berpirsyarî tevbigerin û bi me re danûstandinê deynin û tev li vê konferansê bibin." 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

14/06/2023
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû
10:30 Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe?
10:24 Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin
10:04 Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin
10:03 Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê
09:09 Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng
09:09 Li Islahiyeyê rêya ji ber erdhejê hatibû girtin hê jî nehatiye vekirin
09:08 Li Şirnexê meaşên malbatên gelek rêveberên HDP'ê hatin betalkirin
09:02 KNK konferansa neteweyî ya mezin li dar dixe: Dê 500 sazî û partî tevli bibin
09:01 'Dê bi hezaran DAIŞ'î li ber çavên gel bên darizandin'
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:11 Di êrişa Tirkiyeyê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
13/06/2023
23:05 Di komxebata li Libnanê de krîza global û rêveberî hatin nîqaşkirin
21:15 Tifaqa Ked û Azadiyê dê sibê civîna xwe ya ewil a piştî hilbijartinê li dar bixe
18:50 Erbaşê HDP'î şandin girtîgehê
18:46 Jina ku di bin traktorê de ma jiyana xwe ji dest da
16:12 Civîna kêmtirîn mûçeyê bi dawî bû: Reqemek nehat diyarkirin!
15:55 ‘Gelo li Şirnexê alîkariyên civakî çima tên birîn?’
15:53 Qeyûm li Erxeniyê 6 neguhêzbar da ber firotinê
15:10 Xelkê Seqizê greva giştî dan destpêkirin
15:10 ‘Em ê serî li ber îktidarê netewînin’
15:02 Karkerê trênê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:59 DMME’yê ji bo cezayê ‘Kurdistanê’ biryara binpêkirinê da
14:44 Malbata Şenyaşar: Ev 5 sal in em li benda edaletê ne
14:34 KESK: Bila tazmînatên erdhejê yên kedkaran bên dayîn
14:30 Seven a di êrişa DAIŞ’ê de birîndar bûbû hat binçavkirin
13:50 12 sal in ji bo kifşa cihê bûyerê ‘ewlehî’ nayê temînkirin
12:54 Cezayê muebeda girînkirî li kujerê Şûleyê hat birîn
12:29 Kedkaran ji bo mafên xwe dest bi çalakiyê kirin
12:04 Civîna MYK’a HDP û Partiya Çepên Kesk dest pê kir
11:59 Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:50 Hevseroka HDP’a Bedlîsê hat binçavkirin
11:33 CENTCOM: 22 leşkerên me di qezaya helîkopterê de birîndar bûn
11:06 Li Cizîrê 15 kes hatin girtin
10:48 Li Kubayê lehî rabûn: 3 kes mirin
10:23 Derheqê parêzerê ji Arîf Çetîn re got ‘xwe ji rêxistinên sûc dûr bigire’ lêpirsîn hate destpêkirin
10:02 KCK’ê pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ bi dawî kir
10:00 Dolar û euro dîsa rabûn
09:52 Şahidên qetlîamê: Ji bo malbata Şenyaşar edalet bicih were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were
09:09 Hevpîşeyên rojnameger Alagaş: Em xwedî li doza Safiye derkevin
09:08 Îmara parkê hat guherandin û dewrî midûriyeta polîsan hat kirin
09:08 'Zanîngeh veguherîne bazirganxaneyan'
09:07 Li Rihayê nexweş bi mehan li benda dora xwe disekinin
09:06 Bihabûn û krîza aboriyê sewalkarî jî qedand
09:04 Demîrel: Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin
09:02 Birca Belek ji bo gel hatiye qedexekirin
09:01 Omer Ocalan: Divê demildest tecrîd were bidawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
12/06/2023
23:52 Erbaş ê HDP'î hat binçavkirin
23:47 Civîna NATO'yê: Dê sê welat li Enqereyê bicivin
20:28 Hevşaredarên Panosê hatin girtin
19:30 Li Girtîgeha Îdirê gardiyanan li girtiyan xist
18:21 Li Efrînê jinek hat kuştin
16:39 Daxwaza girtina bersûcên êrişa cemxaneyan hat redkirin
16:22 Parêzer Gulhan Kaya hate girtin
15:33 Li Elkê hejmara binçavkiriyan gihişt 12 kesan
15:04 Li Kobanê êrişa hewayî: 3 kes birîndar bûn
14:42 Servîsa karkeran ji kontrolê derket: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
14:38 Rêxistinên mafên zarokan xwestin ku xebitandina zarokan bi dawî bibe
14:16 Mizrakli nehat berdan: Me serî netewand û dê netewînin | HATE NÛKIRIN
14:05 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi mir
13:50 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê li mala xwe nerûnin
13:27 Bavê zarokê li edliyeyê tundî lê hate kirin: Polîsan beriya mehekê gef li min xwarin
13:10 Li ser rêya Amed-Rihayê qeza çêbû: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn
13:05 Li gorî TÛÎK'ê bêkarî bû ji sedî 10,2
12:54 ÎSÎG: Di serdema AKP’ê de 888 zarokan jiyana xwe ji dest dan
12:15 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Şehbayê li dijî wesayîta rûsan êriş hate kirin
11:38 Rojnamevan Şahînlî beraet kir
11:25 Li Mûşê bi ser malan de girtin
11:03 Dadgeh dê parlamenteriya Kaya ji Meclisê bipirse!
11:02 Li Beyrûdê komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk’ tê lidarxistin
10:38 Ji Abdullah Ocalan bo HDP’ê: Bi hestiyar tevnegerin, ji rexneyan netirsin