Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt

  • rojane
  • 10:26 15 Hezîran 2023
  • |
img
 
ÎZMÎR - Beriya hefteyekê siyasetmedar Huseyîn Arasan li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Seyîthan Gumuş hevalê Arasan ê biçûkatiyê û têkoşînê ye. Gumuş diyar kir ku Huseyîn tevî hemû zextan jî gavek paşve neavêt û got: “Em deyndarê hevalên xwe yên mîna Huseyîn in.” 
 
Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan li bajarê Silêmaniyê di 9’ê hezîranê de li ber komeleyê bi êrişek suîkastê re rûbirû ma. Arasan bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Arasan li gundê  Dengiza yê bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê tê dinê. Ew kedkar û fedakerek têkoşîna azadiya kurd bû. Ji ber ked û xebata têkoşîna siyasî ya kurdan 16 salan di girtîgehê de dimîne. Ji ber zextên îktidar-dewletê di sala 2019’an de neçar ma ku berê xwe bide başurê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê bicih bû. Arasan têkoşîna xwe di bin banê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê de berdewam kir. Arasan ê hat qetilkirin wesiyet kiribû ku wî li Şehîdgeha Mehmet Karasungur veşêrin. Cenazeyê Arasan di 11’ê hezîranê de li şehîdgehê hat veşartin. 
 
HEM HEVAL BÛNE HEM HEVRÊ BÛNE 
 
Seyîthan Gumuş hevalê biçûkatiyê û têkoşînê yê Huseyîn Arasan e. Gumuş behsa têkoşîna Arasan kir. Gumuş hê 6 salî ye di sala 1984’an de li taxa Nafîz Gurman navçeya Bayrakliya Îzmîrê Arasan nas dike û pê re dibe heval. Zarokatiya wan bi hev re derbas dibe. Gumuş anî ziman ku wan di sala 1993’yan de di nav ciwanên Partiya Kedê ya Gel (HEP) gav avêtine nav têkoşîna siyasî û ji wê demê ve dest bi xebatên siyasî kirin û bi rolek çalak rabûne. 
 
Seyîthan Gumuş
 
‘HUSEYÎN BANDORÊ LI SER MIROVAN DIKIR’
 
Gumuş da zanîn ku Huseyîn Arasan çûbe ku şopek li ser mirovan hiştiye û wiha got: “Hevalek pir dilnizm bû. Heke ku karek li ber bûya û di destê wî de hebûya bi rojan jî xwarin nedihat bîra wî. Teqez divê wî karê xwe biqedanda. Dema te digot xebatên partiyê, her tişt ji bo wî ew bû. Ava çem û kaniyan bisekiniya, ew nedisekinî. Em li bazaran, li taxan digeriyan. Hestek wî xwedî derketina xelkê xwe û têkoşîna doza xwe hebû. Pir girîngiyê dida civînên taxan û gel. Her tim pêşengê mirovan bû.” 
  
NEWROZA SALA 1993’YAN A ÎZMÎRÊ 
 
 Gumuş diyar kir ku Arasan di 12-13 saliya xwe de bi înîsiyatîf rabû û ruhê xwe yê têkoşer raxist ber çavan û bîranîna xwe ya Newroza 1993’yan a li gel Arasan wiha vegot: “Di sala 1993’yan de pîrozbahiya Newrozê dê bihata kirin. Wan salan destûra pîrozbahiya Newrozê nedihat dayîn. Li Baryakliyê meşek hatibû kirin. Em hê zarok bûn tev li meşê bûn, panzêran avê direşand û bombeyên gazê diavêtin ser me. Her kes ditirsiya. Lê Huseyîn digot, ‘bila kes nece cihekî, em tiştek rast dikin’. Paşê me agirê Newrozê vêxist. Huseyîn di wî temenê xwe de ji gel re bû pêşeng û em bi ser ketin. Her tim dikeniya. Pir ji doza xwe hez dikir û pê bi bawer bû, biryardarî û fedakariya wî zêde bû.” 
 
ROJNAMEYA AZADIYA WELAT JÎ BELAV KIRIYE 
 
Gumuş destnîşan kir ku Huseyîn Arasan demekê rojnameya Azadiya Welat jî belav kiribû û bi saetan li bazaran, li taxan ked dida. Gumuş da zanîn ku Arasan di nav xebata têkoşînê de nikaribû bêhna xwe veda û wiha axivî: “Yên ku pereyê wan nebû, pereyê rojnameyê ji berîka xwe dida. Her tim digot ‘agahiyên pir baş di rojnameya me de ne’. Ji bo xelk nûçeyên rast bixwîne, rojnameyê belav dikir. Wê hevalên me yên mîna Huseyîn carek din paşve neyên. Wek ku wî digot; heke tu karekî bi biryardarî bikî tu yê bigihîjî encama wê.” 
 
'WÊ KEDA WÎ DÎROK BINIVISÎNE’ 
 
Gumuş anî ziman ku Arasan li girtîgehê jî bandor pir li ser mirovan kiribû û wiha pêde çû: “Ew û apê min di heman girtîgehê de mabûn. Ez diçû hevdîtina apê xwe û min bi wî re jî hevdîtin dikir. Her tim bandora wî li ser min hebû. Tu demê paşve gav neavêt. Piştî hat berdan me dîsa hev didît. Malbata wî xwest ku bizewice. Lê her tim di bîr û baweriya wî de xebatên partiyê hebûn. Ji bilî vê tu tiştek din danenî pêşiya xwe û nekir armanca xwe. Ji bo mirov qala hevalê Huseyîn bike peyv têr nakin. Helbet wê aliyek kêm bimîne. Divê mirov wî nas bikira. Ez gelek bi siûdim ku min wî nas kir. Ji ber vê yekê em bi gelek tiştan deyndarê hevalên me yên mîna Huseyînin. Wê ked û têkoşîna wan dîrokê binivisîne.” 
 
'WÊ HUSEYÎN NEYÊ JIBÎRKIRIN’ 
 
Gumuş da zanîn ku mehek beriya ku Arasan bê qetilkirin pê re bi telefonê axivî ye û ji ber ew nekaribûye tev li merasîma cenazeyê dayika xwe bibe gelek xemgîn bûbû û wiha got: “Herî dawî li ser hevalê xwe lorandibû. Ya rast di wê zêmarê de qala xwe dikir, mîna ku dizanibû wê tiştek bihata serê wî. Min ewilî di televîzyonê de bihîst ku bi giranî birîndar bûye. Me nexwest em bawer bikin. Ew ji ber dozên xwe yên siyasî koç kir. Nedixwest biçe Ewropayê. Her tim dixwest ji bo gelê xwe bixebite û li Kurdistanê be. Wê her tim di dilê me de be û em ê girêdayî bîranînên wî bimînin. Ne mimkûn e em Huseyîn ji bîra bikin. Em gelek xemgîn bûn ku ku li naverasta kolanê hatiye qetilkirin. Di salekî de çend heval wisa şehîd ketin. Divê raya giştî ya dinyayê li ser van bûyeran bisekine. Divê parlamenter viya li Meclisê bînin ziman.” 
 
MA / Tolga Guney 
 

Sernavên din

17/06/2023
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman