Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye

  • rojane
  • 09:01 16 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz anî ziman ku du sal di ser qetilkirina keça wê re derbas bûne, lê hê jî edalet pêk nehatiye û got: "Ji bo ku berpirs hesab bidin, heya em sax bin em ê têbikoşin." 
 
Di 17'ê Hezîrana 2021'ê de Onûr Gencer li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi çekê Denîz Poyraz qetil kiribû. Piştî bûyerê polîsên hatin ber avahiyê, demekê mudaxileyî bûyerê nekiribûn û gava Gencer daketibû jêrê jê re gotibûn "keko navê te çi ye?" û ew binçav kiribûn. Her wiha wê demê bi hezaran HDP'î jî ber bi avahiya partiyê ve hatibûn. Dayik Fehîme Poyraz jî ku xebera qetilkirina keça xwe bihîstibû, peyama "Denîzek çû, dê hezar Denîz bên" dabû. 
 
Kujer Gencer piştî ku hatibû girtin, lêpirsîna der barê wî de di 11'ê Cotmeha 2021'ê de hatibû temamkirin û Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê îdianameya wî amade kiribû. Di îdianameyê de hatibû xwestin ku bi sûcê "kuştina bi qesdî û sêwirandî" cezayê muebed agiran û bi sûcê "binpêkirina parêzbendiya kargehê", "zirardayîna li partiya siyasî û avahiya wê" jî 7 sal ceza li Gencer bê birîn.  
 
Danişîna dozê ya ewil di 29’ê Kanûna 2021’ê de dest pê kiribû û ji roja darizandin dest pê kiribû heta roja biryarê ji bo ku hêzên li pişt kujer dernekevin holê, hewl hat dayîn. Hemû daxwazên malbata Poyrazê û parêzeran ku ji bo hêzên li pişt bûyerê derkevin holê ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin. Dadgehê daxwazên kujer qebûl kiribûn, lê daxwazên malbat û parêzeran red kiribûn. 
 
Beriya danişîna 5’emîn ku di 12’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin, serokê heyeta dadgehê hatibû guherandin. Serokê dadgehê yê nû berî ku li ser qoltixa dadgehê rûnê hemû daxwazên parêzeran red kiribû û destûr nedabû ku parêzer bi belgeya rayeyî tev li danişînê bibin. 
 
Di danişîna 6’emîn de jî ku di 14’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin, helwesta heyeta dadgehê ya li hemberî dozê neguherîbû û danişîn bêparêzer hatibû destpêkirin û destûr nehatibû dayîn ku parêzer û yên dixwestin dozê bişopînin bikevin eywana danişînê. Parêzeran bertek nîşanî helwesta dadgehê dabûn û leşkeran bi ava şid û gaza îsotê êrişî parêzeran kiribû. 
 
Di danişîna 7'an de ku di 27’ê Kanûnê de hat lidarxistin, heyeta dadgehê, danişînê bêparêzer bi rê ve biribû û biryara xw eeşkere kiribû û cezayê muebeda giran û 9 sal ceza li Gencer birîbû.
 
‘DENÎZ BI ME RE DIJÎ'
 
Fehîme Poyraz, dayika Denîz Poyraz, tiştên di du salên borî de qewimîne vegotin. Poyraz bilêv kir ku 2 sal di ser qetilkirina Denîzê re derbas bûne, lê hê jî êşa wê wekî ya roja ewil e û got ku keça xwe qet jibîr nekiriye. Poyraz got: "Keça min her tim bi me re ye. Ez wiha his dikim ku hê jî sax e. Carinan ez dibêjim qey li malê ye. Hemû şehîd wiha ne. Ruhê hemûyan bi me re ye. Ji lew re ji bo zimanê xwe, ji bo nasnameya xwe hatin qetilkirin." 
 
XWEDÎDERKETIN
 
Poyraz anî ziman ku piştî qetilkirina keça wê gel xwedî li wan derketiye û got: "Gelê me kir ku em li ser pêyan bimînin. Her kes li cem me bû. Keça min bi awayekî bêparastin hat qetilkirin. Xwedîderketina gelê me, em şanaz kirin. Hê jî ji Şirnexê, ji bajarên din mirov tên. Serdana me dikin." 
 
'BILA HESAB BÊ PIRSÎN''
 
Poyraz bilêv kir ku di doza keça wê de edlaet pêk nehatiye û got ku ew tenê edaletê ji bo keça xwe naxwazin ji bo hemû kesên rastî zilmê tên dixwazin û dixwazin hesab bê pirsîn. Poyraz wiha domand: "Kujer Onûr Gencer, ji dadger û dozger re got 'Min terorîstek kuşt. Divê hûn min xelat bikin.' Keça min kuştiye û radibe van tiştan dibêje. Nexwe hin kes li pişta wî ne. Hin kes ne li pişta wî bin, ma dikare tiştekî wiha ji dozger re bibêje?"
 
'EM Ê DEST JÊ BERNEDIN'
 
Poyraz xwest hemû kesên alîkariya kujer Gencer kirine û hêza li pişta wî bê darizandin û got ku tenê cezakirin û girtina Gencer tiştekî naguherîne. Poyraz destnîşan kir ku ew malbata heya ku sax bin ew ê dest ji vê dozê bernedin û heya hesab ji hemû berpirsan neyê pirsîn dê bitêkoşin. 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

17/06/2023
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman