Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?

  • rojane
  • 11:53 16 Hezîran 2023
  • |
img
COLEMÊRG - Di bûyera Colemêrgê de ku kesek hatibû kuştin, malbatan bi daxwaza “darizandina adilane” çalakî dane destpêkirin û dixwazin were eşkerekirin bê ka kesên di îdianameyê de weke “îstîxbaratvan” tên diyarkirin û bertîl jê re hatiye şandin kî ne. 
 
Di 5’ê sibata 2022’yan de li Colemêrgê di navbera xwediyên du navendên rehabîlîtasyonê de şer derket û di şer de Hîkmet Demîr jiyana xwe ji dest da. Ji her du malbatan bi giştî 6 kes birîndar bûn. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin. Di dozê de Ramazan Ozer weke kesê gule berdayî tê darizandin û bi tawanbariya “kuştina biqesdî” cezayê muebbetê û 9 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Bi sedema “tev li bûyerê bûne” li Ramazan Karakiş, Denîz Turan û Cûma Ozer jî 9 sal cezayê hefsê hate birîn. Ji malbata din jî bi sedema “Hewldana ji bo kuştina biqesdî” 23 sal cezayê hefsê li Berk Demîr hate birîn û bi tawanbariya “Bi çekê gef xwariye” 2 sal cezayê hefsê dan Sabir Demîr lê hate tehliyekirin. Derheqê Necat û Hadî Ozer de jî biryara beraetê hate dayîn. 
 
DAXWAZA MALBATAN
 
Piştî biryara dadgehê, malbatên Ozer, Turan û Karakiş bi daxwaza “darizandina adilane” li navenda bajar dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya malbatan a bi daxwaza “edaletê” 83 roj li pey xwe hişt. Malbatên ku çalakiya xwe didomînin, dibêjin ku aliyê din têkiliya wan bi “îstîxbaratê” re heye, ji bo girtina navenda rehabîlîtasyonê bertîl dane kesên ji “îstîxbaratê”, bertîlê hatiye dayîn di îdianameyê de cih girtiye û tevî ku kesên mexdûr bûn xizmên wan in jî cezayê giran li wan hatiye birîn. Malbat dibêjin ku ji ber van sedeman darizandineke “adilane” nehatiye kirin û dixwaza darizandineke adilane dikin. 
 
BERTÎLA DI TAPEYAN DE CIH GIRTÎ
 
Malbat, îdiaya xwe ya têkildarî peywendiyên bi kesên ji “îstîxbaratê “ re jî dispêrin “Girteka Guhdarîkirina Hevdîtina Girtî” û “Girteka Guhdarîkirina Hevdîtina li Ser Telefonê.” Li gorî girtekên di îdianameyê de cih digirin; Sabir Demîr ku heta demekî di girtîgehê de ma û piştre hate tehliyekirin, di 8’ê sibata 2022’yan de bi S.D. û C.D. re hevdîtinê dike û dibêje ku dê ji bo girtina navenda rehabîlîtasyona aliyê din 250 hezar TL’an bidin kesên “îstîxbaratvan.” 
 
Sabir Demîr, di hevdîtina bi S.D. re wiha dibêje: “Welhasil em çûn wê derê li Hîkmet (kesê hatiye kuştin) û Berk (xizmê wî yê ceza lê hatiye birîn) geriya dê agahî bida. Îstîxbaratê gotiye ku divê 250 hezar lîre bên dayîn ku dibistan were girtin. Te fêm kir?” 
 
Sabir Demîr, di 10’ê sibata 2022’yan de li ser telefonê bi S.D. re diaxive û heman mijarê dîsa vedibêje. Sabir Demîr, di vê hevdîtinê de ji birayê xwe re wiha dibêje: “Binêre, ez ê bo te bibêjim. Hîkmet (kesê hatiye kuştin) bi îstîxbaratê re axivî bû. Min 250 hezar lîre daye. Dê dibistan 4 delîlan bîne.” 
 
Malbatên ku bi daxwaza “edaletê” çalakiya xwe didomînin, dibêjin ku kesên di îdianameyê de weke “îstîxbaratvan” hatine diyarkirin nehatiye lêkolînkirin û cezayên neadilane li xizmên wan hatine birîn. 
 
DEMA ÎNŞAET DIDOMIYA GEF HATIN XWARIN 
 
Asûman Tûran ku hevjîna Denîz Tûran ê girî ye, diyar kir ku hevjînê wê û hevalên xwe heta demekî dirêj li cem Hîkmet Demîr xebitî ne, piştre ji wir veqetiyane û ji xwe re navendekî rehabîlîtasyonê ya nû vekirine. Tûran, îdia kir ku dema xebatên înşaetê yên navenda rehabîlîtasyonê didomiyan, Hîkmet Demîr her tim gef li hevjîn û hevalên wî dixwar. Tûran, diyar kir ku Hîkmet Demîr têkildarî navenda rehabîlîtasyonê li walîtî û Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) gilî dikir. Tûran, anî ziman ku dibistana wan ji hemû kontrolan re derbas bûye û giliyê dihatin kirin pûç kirine. 
 
Tûran, da zanîn ku wan dibistana xwe di nîva meha kanûna 2022’yan de vekirine û wiha dmand: “Piştî vekirina dibistanê, îcar Hîkmet Demîr gef xwarin û got ku divê hûn ji derdora nêz xwendekaran negirin. 21’ê kanûnê roja karnameyan bû. Hevjînê min Denîz Tûran dema li dibistana lê peywirdar bû karname belav dikir, haya me jê çêbû ku Hîkmet û kesên pê re wesayîta dibistanê şopandine û gef lê xwarine. Me jî piştre li dozgeriyê giliyê Hîkmet Demîr kir. Li ser vê yekê Hîkmet Demîr hate girtin. Ber bi danê êvarê ve jî Hîkmet hate berdan. Di wesayîta wî de gelek çek û çoyên beysbolê hatibûn dîtin.” 
 
'DELÎL ĞAŞGUH KIRIN’
 
Di berdewamê de Tûran got ku hevjînê wê û kesên pê re xwe parastine û wiha dirêjî da axaftina xwe: Ji ber vê sedemê jî cezayê muebbetê lê hate birîn. Qeydên TAPE’yê yên aydê Sabir Demîr hene. Di axaftina xwe ya piştî bûyerê de Demîr ji C.D. re dibêje ku 250 hezar TL dane îstîxbaratê. Lê Sabir Demîr di dadgehê biisrar dibêje ku çeka li ser wî ya Denîz Tûran e. Di raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) de derket holê ku çek ya Sabir e û bi awayekî bêrûxset bi kar tîne. Her tişt di qeydên TAPE’yê de heye. Lê mixabin şandeya dadgehê guh neda tu delîlan û bi biryareke ku wijdana mirovan diêşîne cezayê muebbetê û 9 salan da 3 mamosteyên me.”
 
OZER: BILA DARIZANDINEKE BÊALÎ BE
 
Hevjîna Cûma Ozer ê girtî, Hulya Ozer jî dibêje ku darizandineke “adilane” nehatiye kirin. Ozer, anî ziman ku aliyê mexdûr bêhtir hatiye cezakirin û wiha got: “Kesên bi ser malan de girtin niha li derve destên xwe dihejînin û bi rehetî digerin. Ji bo ku darizandineke adilane çêbibe ev zêdetirî 80’ê roj in em li vê derê ne. Tekane daxwaza min ew e ku hevjînê min û hevalên xwe bi awayekî bêalî bên darizandin.” 
 

Sernavên din

17/06/2023
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman