Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire

img
WAN - Sewalvanên Bazara Heywanan a Wanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî kes nikare heywanan bikire û bifiroşe û xwestin ku qedexe û ambargoyên ku dibin sedema kûrbûna xizaniyê bên rakirin. 
 
Navenda çandinî û sewalvaniyê Wan, bi nêzî 3 milyon pezê xwe di rêza ewil a Tirkiyeyê de ye. Wextekê ji Wanê ber bi bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, Îran, Iraq û Sûriyeyê heywan dihatin îxrackirin, lê niha ji ber krîza aborî, qedexekirina zozanan û girtina deriyên sînor zirareke mezin gihîştiye sewalvaniyê. Gelek sewalvan ji ber van sedeman heywanên xwe firotine û dest ji sewalvaniyê berdane. 
 
Niha jî çend ji Cejna Qurbanê re hindik mabe jî, sewalvan bêhêvî ne. Li bazara Heywanan a Wanê mihek di navbera 4-6 hezar TL'yan de û dewarek jî di navbera 50-70 hezarî de tê firotin. 
 
‘EM Ê ÇAWA DEBARA XWE BIKIN?'
 
Cotkar Keser Aslan bibîr xist ku beriya Cejna Remeaznê Bazara Heywanan ji ber nexweşîna tebeqê hatiye girtin û got: "Armanca wan gel tî û birçî bihêlin û perîşan bikin." Aslan bilêv kir ku çendî niha ji Cejna Qurbanê re hindik mabe jî, sewalvan û cotkar nikarin nan bibin mala xwe û got: "Em pez difiroşin. Fiyetê wan di navbera 5-6 hezaran de ye, lê kes nakire. Niha li pêşiya me Cejna Qurbanê heye, lê tê gotin ku dê car din nexweşîna şapê bikin hincet û car din qadê bigirin. Em ji sibehê heya êvarî heywanekê jî nafiroşin. Heywana ku em difiroşin jî, ancax 100 lîre ji me re dimîne. De were û bi vî pereyî debara mala xwe bike. Em ê çaw abi vî pereyî bijîn?" 
 
‘BILA AMBARGO BÊ RAKIRIN'
 
Aslan destnîşan kir ku sedema xirabiya aboriyê zextên li ser kurdan e û got: "Tu tişt nema nehat serê me kurdan. Niha jiyana tu kesî ne xweş e. Tekane sedema vê pirsgirêkê dewlet e. An bila vê meseleyê çareser bike, yan jî bila bi derew û qedexeyan bes mirovan bixapîne. Em ji dewletê dixwazin ku dawî li van qedexe û ambargoyên li ser gel bîne. Ji lew re mirov ji ber van xizan dibin. Mirov êdî nikarin zarokên xwe xwedî bikin." 
 
Abdulazîz Kimil jî got: "Em heywanên xwe di navbera 4-6 hezaran de difiroşin, lê kes nakire. Her roj fiyet biha dibin. Dolar duh bi çi qasî bû, niha bi çi qasî ye. Êdî kes nikare tiştekî bikire." 
 
HEYWANÊN WAN DI DEST WAN DE MANE
 
Huseyîn Şener jî da zanîn ku her roj heywanên xwe tîne bazarê, lê bêyî ku bifiroşe car din wan dibe malê û got ku êdî mirov li fiyetê wan jî napirsin. Şener wiha axivî: "Di cejnên berê de me yê heywanên xwe bifirota û pere qezenc bikira, lê ji ber nexweşîna şapê meydanê girtin. Dixwazin heywanan bi erzanî bikirin û bidin mezebxane û qesaban û qezenc bikin. Di her cejnê de em gel tên mexdûrkirin. Ger em heywanên xwe nefiroşin, em ê çawa debara xwe bikin? Em heywanekê difiroşin 100 lîre ji me r enamîne. Berê ji derve mirov dihatin, heywan dikirîn ûd birin. Lê niha kes nayê. Heywanên me di dest me de dimînin. Me gelê kurd mexdûr dikin. Em îxaracatê nakin ku em kar bikin. Nanekî tisî didin, lê li her derî jiyana me qedexe dikin. Em dixwazin di Cejna Qurbanê de heywanên xwe bifiroşin û pere qezenc bikin, lê qadê qedexe dikin. Em ji ku qezenc bikin, raidibin wir qedexe dikin." 
 
Yilmaz Ozel jî destnîşan kir ku heywanên xwe bi zirarê jî difiroşin kes nakire û got ku xela rabûye. 
 
HER TIŞT BIHA BÛYE
 
Salahattîn Dagbûdak jî anî ziman ku Cejna Qurbanê nêz bûye, lê hê jî heywanên wan nehatine firotin û got: "Kes heywanan nakire, ji lew re bi mirovan re pere tune ye. Niha beranekî min heye, ez dibêjim 7 hezar TL lê kes nakire. Tên dipirsin, lê herî zêde 5 hezar lîreyî teklîf dikin. Berê me xweş qezenc dikir. Lê îsal em qezenc nekin tiştên heyî jî diçe. Tu qîmeta pere nemaye. Giha, êm û kar pir biha b»ne. Tona kayê bûye 5 hezar TL, tona êm bûye 7 hezar TL. Yanî êdî em nikarin heywanan xwedî bikin û mirov jî nikarin bikirin. Kes nayê abzariyê jî nake." 
 
Mehmet Emîn Kûrt jî bilêv kir ku her kes dixisre û got "Xizan êdî nikarin bijîn. Her kes dixisire. Em rojê 50 lîreyî jî qezenc nakin. De wer û bi vî pereyî zarokên xwe xwedî bike. Sedema vê jî nezaniya gel e. Hilbijartin çêbû, em ji bo jiyaneke azad çûn ser sindoqan lê nebû. Ev pergala qirêj bi heman awayî didome. Niha em tu tiştî jî qeznec nakin. Her tişt biha bûye. Mirov nikarin tu tiştî bikirin. Lewma mirov ji bo qurbanê heywanan jî nakirin." 

Sernavên din

17/06/2023
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Parazvanên Şaredarê AKP’î êrişî rojnamevan Aygul kirin
15:13 Hat xwestin girtiyên nexweş Kavak û Kuday bên berdan
14:59 ÎHD’ê faîlên Oncu û Ûygûr ên hatin qetilkirin pirsîn
14:48 Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin
14:21 Dr. Îlkan Dîken li ser gora xwe hat bibîranîn
13:54 Komxebata Lozanê: Lozanê kir ku yekitiya kurdan çênebe
13:14 Şivanan li ser zozanan li hev xist: Herî kêm 7 kes birîndar bûn
12:57 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin
11:54 Malbata Şenyaşar: Em ê baweriya xwe ya bi edaletê winda nekin
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman