Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye

  • rojane
  • 09:05 18 Hezîran 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Salih Kuday, birayê girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê di Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de, diyar kir ku birayê wî li ber "mirinê" ye û bang kir ku her kes bibe dengê girtiyên nexweş. 
 
Abdulkadîr Kuday, li Mêrdînê di dema çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê de hat binçavkirin û paşê hate girtin. Kuday ewilî di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ma û paşê ew sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê kirin. Li vir nexweşîn li Kuday peyda bûn û 4 salan li serhev sewqî nexweşxaneyê nehat kirin. Lê piştî hewldanên partiyên siyasî û rêxistinên mirovan, sewqî nexweşxaneyê hat kirin. Di sala 2021'ê de bijîşkan teşhîs kir ku fitiq pê re heye. Piştî vê Kuday di hezîrana 2021'ê de emeliyat bû, lê gava piştî emeliyatê nexweşîna wî 3 mehan dewam kir, vê carê derket holê kur teşhîsa hatiye kirin şaş e. 
 
JI BER TEŞHÎSA ŞAŞ...
 
Piştî muayene û tetkîkan, derket holê ku nexweşîna ALS'ê pê re heye û piştî wextekê felcî bû. Ji ber vê Kuday nikare bi tena serê xwe lazmatiyê xwe peyda bike. Kuday di çileya 2022'yan de sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê hat kirin. Kuday ku ji ber grevên birçîbûnê nexweşînên madeyê jî lê peyda bûne, niha di nava ciyan de ye û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. 
 
EW Û GIRTIYÊ ASTENGDAR DI HEMAN QAWÎŞÊ DE NE
 
Kuday, niha tevî Serdar Yildirim ê ji sedî 93 astengdar ku li Mêrdîna Qoserê hatiye girtin û bi sendeliyeya biteker diçe û tê, di heman qawîşê de ye. Yildirim, tenê dikare destên xwe bi kar bîne. Parêzerên Kuday heya niha ji bo taloqkirina înfaza wî gelek caran serlêdan kirine, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin. 
 
Salih Kuday, birayê Abdulkadir Kuday, da zanîn ku çavên birayên wî jî baş nabînin û wiha got: "Niha pirsgirêka wî ya herî mezin, mîdeya wî ye. Du meh in wî nabin nexweşxaneyê. Ger roja ewil teşhîsa ALS'ê bihata danîn, belkî neketa vî halî. Dê nexweşîna wî ev qasî pêş ve neçûya. Nêzî 4 salan ew nebirin revîrê jî. Piştî ku cezayê wî hat pesendkirin, bi tena serê xwe di hucreyê de dima. Me serlêdan kir û me got nikare bi tena serê xwe bijî. Destên wî jî baş nedixebitîn. Nigê wî erdê nedigirtin. Ew dan cem hevalekî felcî yê bi sendeliyeya biteker. Ew û wî hevalî alîkariya hev du dikin. Hevrêtî tiştekî cuda ye. Bi feraseta hevrêtiyê lazmatiyên hev du peyde dikin." 
 
‘GER EM BIBIN DENGÊ WAN DÊ TECRÎD BIŞIKÊ'
 
Kuday destnîşan kir ku birayê wî li ber mirinê ye û got ku ew dixwazin rojên xwe yên dawî li cem malbata xwe derbas bike. Kuday bilêv kir ku civak di warê girtiyên nexweş de qels maye û got ku tiştên hatine serê birayê wî girêdayî tecrîda ku ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Kuday wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tecrîd tenê ne li Îmraliyê, li hemû girtîgehan tê pêkanîn. Ev tecrîd jî tenê bi çalakiyan dikare bê şikandin. Ger em bibin dengê girtiyên nexweş, dibe ku ev etcrîd bê şikandin." 
 
MA / Ahmet Kanbal 
 

Sernavên din

20/06/2023
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn