Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin

  • rojane
  • 09:43 18 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê pirsa “Stratejiya PKK’ê çi ye” ji girtî Îsmaîl Hakkin Tursun pirs kir ku 31 sal in girtî ye. Înfaza Tursun, bi îdiaya “rewşa wî baş nîne” cara duyemîn hate şewitandin. 
 
Girtiyê bi navê Îsmaîl Hakki Tursun di 30’ê kanûna sala 1992’yan de li Amedê hate girtin û piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Li gel ku Tursun înfaza xwe temam kiriye jî nayê berdan. Tursun, niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Rihayê tê ragirtin û ji ber rapora “rewşa wî baş nîne” ya Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, cara duyemîn înfaza wî ji bo 6 meh û 5 rojan hate taloqkirin. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di 8’ê kanûnê de civiya û ji bo Tursun ê înfaza wî di 9’ê kanûna 2022’yan de temam bûye bi îdiaya “poşman nîne” înfaza wî şewitandin. Lijne, di 7’ê hezîranê de dîsa bi heman hincetê înfaza Tursun ji bo 6 meh û 5 rojan taloq kir. 
 
Lijneyê ji bo taloqkirina tehliyeya Tursun jî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên piştî Rewşa Awarte (OHAL) hatiye lidarxistin, greva birçîbûnê ya li dijî êrişên ser Efrînê û di sala 2018’an de li dijî tecrîd û yektîpkirina cil û bergan, serlêdanên ji bo bidawîkirina sepanên li girtîgehê, dirûşmên di dema guherandina qawîşan de hatin berzkirin û “cezayên disiplînê” yên ji hêla lijneya disiplînê ya girtîgehê ve hatine dayîn weke hincet hatin nîşandan. Di hinceta raporê de hat diyarkirin ku Tursun ji ber “sûcên” kirine “poşman nîne” û ji ber vê rewşê jî biryar hatiye dayîn ku “rewşa wî baş nîne.” 
 
Malbata Tursun, bi daxwaza alîkariya hiqûqî ya li dijî cara duyemîn şewitandina înfaza Tursun, serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê da. Li ser daxwaza malbatê, Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel çû serdana Tursun û têkildarî taloqkirina înfaza Tursun axivî. 
 
HINCET: SÛCÊN DISIPLÎNÊ YÊN BERÊ
 
Demîrel, da zanîn ku cezayên ku di demên berê de hatine dayîn û teqez bûn ên ku Tursun înfaza wan temam kiriye weke hinceta “rewşa nebaş” hatine nîşandan û wiha got: “Hincetek nedîtine û 
‘cezayên’ disiplînê yên berê weke hincet hatine nîşandan. Li ser daxwaza malbatê min bi Tursun re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de ji min re got ku dozger û midûrê girtîgehê yên di Lijneya Çavdêriyê  de cih digirin bi awayekî keyfî tevdigerin û şewitandina înfazê li wan ferz dikin. Neçûna qawîşa bêaliyan û poşman nebûn weke hincet hatine nîşandan. Tursun, got ku dozger û midûrê girtîgehê gotinên di fermiyetê de tune, di qeydan de tune ne kirine.”
 
STRATEJIYA PKK’Ê ÇI YE?
 
Bi domdarî Demîrel diyar kir ku dozgerê girtîgehê ji wî re gotinên weke “Em te nas dikin, tu 31 sal in di girtîgehê de yî, dema derketî dê tev li rêxistinê bibî” jê re kirine. Demîrel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozgerê girtîgehê ji Tursun pirsên weke ‘Gelo haya te ji planên PKK’ê yên pêşerojê heye? Stratejiya PKK’ê çi ye? Dê çi bikin?’ ji Tursun kirine. Bi darê zorê hewl dane hinek tiştan pê bidin gotin. Li dijî van pirsan jî Tursun gotiye ku ev 31 sal in girtî ye û derfeta wî nîne ku bi plan û stratejiya PKK’ê bizane. Yek ji pirsên din ên balkêş ku ji Tursun hatiye kirin jî ev e; ‘Hûn tehliye bûn û çûn malê, endamên rêxistinê hatin mala we û ji we re gotin ku were tev li me bibe. Gelo hûn dê çi bersivê bidin wan?’ Armanca wan ew e ku tehliye nekin. Bi van pirsan dixwazin zexta psîkolojîk ava bikin.” 
 
BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIR
 
Di berdewamê de Demîrel anî ziman ku Tursun jê re gotiye ku zexta “poşmantiyê” sepanekî derhiqûqî ye û wiha pê de çû: “Tursun ji min re got ku serbilind e ku li qawîşa alîgir li cem hevalên xwe dimîne û bi tu awayî poşmantiyê najî. Her wiha got ku divê rêxistinên hiqûqî li dijî van binpêkirinan bikevin nava hewldanan. Tursun, got ku înfazên gelek kesên din bi heman hincetan tên şewitandin û xwest ku raya giştî di vê mijarê de bihestiyar tevbigere. Her wiha got ku heke dengê wan baş neyê bihîstin dê şewitandina înfazan êdî bibe tiştekî jirêzê. Ji bo vê jî dixwaze her kes tişta ji dest tê bike.” 
 
‘CEZAYÊ DI NAVA CEZA DE’
 
Demîrel, bi lêv kir ku di demên dawî de înfazên gelek girtiyan bi heman hincetan tên şewitandin û axaftina xwe wiha qedand: “Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê nirxandinên xwe bi saîkên siyasî dike û hiqûqî nînin. Cezayên ku înfaza wan xelas bûye weke hincet hatine nîşandan. Girtî li dijî binpêkirinan çalakiyên aştiyane dikin lê cezayên disiplînê lê tên birîn. Ji bo van biryara ‘rewşa wî baş nîne’ tê dayîn. Li gorî Destûra Bingehîn, sûcên disiplînê yên înfaza wan temam bûne nabin hinceta ‘rewşa nebaş.’ Poşmantiyê li girtiyan ferz dikin û ev yek hiqûqî nîne. Biryarên şîretê yên NY’yê di vê mijarê de hene. Tundiya darazê ya îktîdara siyasî ava kirine, polîtîkaya wê ya afirandina cezayan a di nava cezayan de li gelek girtîgehan didome. Li gelek girtîgehan girtiyên siyasî nayên berdan. Ev cihêkarî ye, binpêkirina rêgeza wekheviyê ye. Weke OHD’ê em di nava hewldanan de ne û dê hewldanên me bidomin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

20/06/2023
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn