Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin

  • rojane
  • 09:00 19 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Hevşaredarên Bismilê û hevserokê HDP’a Bismilê diyar kirin ku ji ber şerê di navbera malbatan de geleke xemgînin û wiha bang li her du aliyan kirin: "Werin em alîgirê çareseriya bi diyalogê bin. Tiştekî ku em bi axaftinê çareser nekin tune." 
 
Li gundê Şidada yê bi ser navçeya Bismila Amedê ve di 15’ê hezîranê de ji ber nelihevkirina li ser erdan di navbera malbatên Taş û Alyamaç de şer qewimî û ev şer bû sedema mirina 9 kesên ji heman malbatan. Bûyer hêj jî di rojevê de ye. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bismilê Meşhel Sirimsî û Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz ji bo careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin, ji bo çareseriyê banga tercîhkirina diyalogê kirin.
 
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bismilê Meşhel Sirimsî diyar kir ku ji ber mirina 9 kesan xemgîn in û ji bo careke din heman bûyer neqewimin dê bixebitin û wiha got:  “Berê ji ber vê meselê pirsgirêkên wan malbatan hebûn, wek Rêxistina Navçeya Bismilê em ketin navbera wan lê mixabin me nikarîbû wan li hev bînin. Ji ber ku malbatek nêzîk nebû, me nekarî tiştekî bikin. Lê ev ne sedem e, diviyabû em zêdetir li ser bifikiriyan. Ji vir şûnde em dixwazin rexneya xwe di serî didin gelê Bismilê û tevahiya gelê xwe. Em gelek xemgîn in ku me nekarî pêşî li vî şerî her du malbatan bigirin.” 
 
‘ÊŞA HER DU ALIYAN JÎ ÊŞA ME YE’ 
 
Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer ku qeyûm li şûna wê hatiye tayînkirin jî diyar kir ku ew xwe berpirsyar dibînin û wiha got: “Vê bûyerê em gelek êşandin. Em li ber mirinê ewqas bêçare man. Em sersaxiyê ji malbatan re dixwazin, ji kesên din re jî sebrê û ji kesên jiyana xwe ji dest dane jî rehmetê dixwazin. Divê em erka aramkirin û rawestandina mirovan bigirin ser milê xwe. Em xwe ji vê yekê berpirsyar dibînin. Ev 3 roj in em li ber xwe didin, em li cem her du malbatan in. Em êşa her du aliyan bêyî cihêkariyê bixin navbera wna parve dikin. Berê hevalên me bi mijarê re eleqedar dibûn, lê me nedikarî pêşbîniya bûyerek wiha xemgîn dê biqewime nedikir. Ev kêmasiya me ye.”
 
Ozer banga aştiyê li gel kir ku careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin û wiha got: “Divê her kes avê bi vî agirî de bike. Pêwîste her kes ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe.”
 
‘DEWLET SÎNORAN XERA DIKE’ 
 
Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, bûyera qewimî bi bîr xist û wiha got: “Dewlet di bin navê ‘komkirinê’ hevgirtinê’ de sînorên gundan xera dike û erdê kesek din li ser kesek din tomar dike. Li aliyê din gundiyên me dixwazin zeviyên ku sed sal in lê çandiniyê dikin, biçînin. Kes naxwaze axa kesî biajo û bi ser erdên hev ve biçin. Lewma dema wisa dibe alozî diqewime. Ewilî nexweşî di navbera wan de heye û paşê veguherî şerê çekdarî. Bûyerên bi vî rengî yên civakî ku bi rêya darazê dihatin çareserkirin lê ji ber ku ew rêxistinbûyîna çareseriyê hatin belavkirin, niha jî bûyerên wiha nexweş diqewimin. Ji ber vê yekê jî 2 roj berê ji bo du bost erd 9 welatiyên me canê xwe ji dest dan. Li pey wan hêsirên dayikan man.” 
 
RÊYA ÇARESERIYÊ DIYALOG E 
 
Ayaz bang li raya giştî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çek, xwîn ne çareserî ye. Werin em alîgirê çareseriya bi diyalogê bin. Tiştekî ku em bi axaftinê çareser nekin tune. Di encamê de bi sedan mirov bimirin jî em ê rûnin, biaxivin û ev jî bi diyalogê dikare were çareserkirin. 9 welatiyên me çûn. Dê dîsa bê nîqaşkirin, dê diyalog bê kirin û bi aştiyane çareser bibe. Banga me ji bo hemû welatiyên me ye; dema nakokî çêdibe, rayadarên herêmê hene, rûspiyên herêmê hene, hevşaredar û rêxistinên partiya me hene, bi wan bişêwirin. Ji kerema xwe, xwe bigihînin wan, ji wan alîkariyê bixwazin. Piştî vê demê em naxwazin neynûka welatiyek me jî xwîn bibe.” 
 
 

Sernavên din

20/06/2023
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn