Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye

  • rojane
  • 09:04 19 Hezîran 2023
  • |
img
RIHA - Parêzer Îsmet Îbrahîm anî ziman ku biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka xelkê herêmê ye û wiha got: "Heqê her kesî heye ku tev li dadgehê bibin. Cezayê herî kêm 3 sal, herî bilind jî muebeda demdirêj e."     
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10'ê hezîranê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wê dest bi darizandina endamên DAIŞ'ê yên biyanî ku li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne bê kirin. Bi daxuyaniya Rêveberiya Xweser re mijar bû yek ji rojevên sereke yên ragihandin û civakê. Nexasim ji 60 welatan bi hezaran endamê DAIŞ’ê yên bên darizandin hene. Niha lîsteyên van û sûcê wan tê amadekirin. Li gel biryara pirsê wê li gorî kîjan yasayan çawa werin darizandin, dê cezayên çawa bên dayîn, kî dikare daxilî bibe ketin rojevê.  
 
Parêzer Îsmet Îbrahîm ku li Kobanê dimîne û endamê Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye mijarên têkildarî darizandina endamên DAIŞ’ê di rojevê de ye ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.  
 
RÊVEBERÎ NEÇAR MAYE KU BIRYARÊ BIDE 
 
Îbrahîm bibîr xist ku Rêveberiya Xweser gelek cara bangawazî li civaka navneteweyî kiriye û wiha got: "Piştî şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi DAIŞ'ê re, piştî serkeftina Baxozê şûnve heya îro Rêveberîya Xweser û Meclisa Sûriyeya Demokratîk bangî hemû dewletan kirin. Gotin werin dadgehek navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin. Lê gişta guhê xwe kerr kirin û niha xwestin dadgehê bicih bikin. Xwestek ew bû ku kesê ku welatiyê kîjan dewletê be ew dewlet were û wî kesî bibe û li dewleta xwe bidarizîne. Kesê ji 60 dewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên girtin. Hinek dewlet hatin û hinek zarok û jin nav birin. Lê hema hê jî 12 hezar girtî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ji ber wê Rêveberiya Xweser neçar ma ku vê biryarê bistîne û darizandinê bide destpêkirin."  
 
'QANÛNÊN DARIZANDINÊ HENE’ 
 
Îbrahîm da zanîn ku ji sala 2015’an heya îro du dadgehê giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketine pêş û wiha berdewam kir: "Yek jê li bajarê Qamişlo ya din jî li Kobanê. Kesê ku ji Sûriyeyê tev li DAIŞ’ê bûne li van dadgehan hatin darizandin. Lê kesê ku derveyî Sûriyeyê hatin heya niha hê dadgeh nebûne. Ji ber wê niha piştî biryarê ew jî wê werin dadgehkirin. Hema qanûnên ku werin dadgehkirin hene. Ji ber ku 2015’an heya niha endamên DAIŞ’ê li vir tên dadgehkirin. Wê ev kes li gorî qanûnên dualî werin darizandin. Hem li gorî qanûnên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li gorî qanûnên newneteweyî wê werin darizandin." 
 
'CEZAYÊ BIDARVEKIRINÊ TUNE YE’ 
  
Îbrahîm bal kişand ser wê her endamên DAIŞ’ê li gorî sûcê ku kirine wê werin darizandin û wiha pê de çû: "Ji her sûcekî re cezayek heye. Cezayê herî hindik wê 3 sal be. Ji sê sala heya muebedê wê ceza hebin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cezayê bidarvekirinê tune ye. Heya îro gelek darizandin çêbûn lê çi dadgehê biryara kuştinê nedaye. Cezayê herî bilind muebeda demdirêj e. Kesekî wî cezayî bigire wê heya sax be girtî bimîne” 
  
'XWESTEKA GELÊN HERÊMÊ YE’ 
 
Bi domdarî Îbrahîm bi lêv kir ku hemû hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terora DAIŞ’ê zirar dîtine û ev tişt anî ziman: "Wê malbatên şehîdan tev li dozan bibin û wê ji wa kesan bibin dozdar. Xwediyê kesê ku di zindanê de tên girtin bixwazin tev li bibin wê karibin tev li bibin. Heqê her kesî heye ku tev li dadgehê bibin. Kesê ku tev li bibin wê bibînin qanûn û darizandin bi çi rengî dimeşe. Kîjan medya bixwaze dikare tev li dadgehkirinê bibe. Kesê welatiyên wan tên darizandin bawer nakim tev li bibin lê wê ji wan re daxwazî bê şandin. Lidarxistina vê dadgehê xwesteka gelên herêmê ye.” 
  
'JI BO CÎHANÊ XETER E’   
 
Îbrahîm bi bîr xist ku salek berê li Girtîgeha Sina ya Hesekê endamên DAIŞ’ê xwestibûn birevin û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Wê demê gelek şervan şehîd ketin. Ji ber vê yekê êdî gel dixwaze ev kes werin darizandin. Dema ev werin darizandin wê êşa malbatên şehîdan hinekî kêm bibe. Heqê parastinê heqekî sereke ye. Hemû kes dikare xwe bi parêze. Dema parêzerê kesekî tune be Meclisa Edaletê dê gazî parêzeran bike û dikare mafê wî kesî biparêze. Hewceye di hemû dozan de parêzer hebe û maf biparêzê. Li gelek welatan endamên DAIŞ’ê hatine darizandin û ceza li wan hatiye birîn. Rêveberiya Xweser jî gelek caran bang kir lê kesekî nexwest banga wê bibihîze. Îro li Kampa Holê 16 hezar kes dimînin, ev jî xetereyê nîşan dide. Zarok mezin dibin û li gorî hişmendiya DAIŞ’ê tên mezinkirin. Ev ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû herêmê, cîhanê xetere ye. Ji ber wê dewletên tiliya wan di meseleya Sûriyeyê de hene wekî Amerîka wekî Rûsya wekî Îranê dixwazin karibin bila alîkariya aborî bikin, karibin alîkariya hiqûqî bidin da ku xwe ji vê meselê xilas bikin. Em bang dikin dîsa bila hemû kes were hemwelatiyên xwe yên ku li vir girtî ne bibînin.” 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

20/06/2023
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin
15:42 Cenazeyên 39 qûrbaniyên ku DAIŞ'ê qetilkiribûn radestî malbatên wan hatin kirin
15:39 Dadgeha Bilind cezayê Garîbe Gezer erê kir!
15:27 Roja Penaberan: Rê li ber sedemên ku penaberî afirandine bigirin
14:47 Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan
14:26 Parêzeran li dijî zextan banga piştevaniyê kirin
14:13 Di doza qeyûm de bal kişand ser gotinên Soylu: Divê biryara beraetê bê dayîn
13:56 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê taloq bû
13:56 Dewleta tirk li Tirbespiyeyê êrişî wesayîtekê kir
13:36 Li Astanayê civîna çar alî
13:35 Endamê Meclisa HDP’ê Kirmizi yê girtî hate derbkirin
13:35 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:52 Li Geverê operasyona bertîlê: 4 jê polîs 14 kes hatin girtin
12:48 Uçar: Em ê tifaqa xwe ya civakî berfirehtir bikin
12:25 Doza rojnamevan Boltan hat taloqkirin
11:58 Parêzer ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
11:46 Emîne Şenyaşar ji dadger re got: Baş tê bîra min ka zarokên min çawa hatine kuştin
11:46 Meaşê kêmtirîn diyar bû
11:28 Barzanî, ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike hate Enqereyê
10:50 Li Geverê piştî operasyona leşkerî şerekî dijwar diqewime
10:38 Ji ber girtiyan ji bo hewa bistînin têl ji hev ve kirin doz lê hate vekirin
09:55 Li 8 bajaran 22 xebatkarên girtîgehan hatin binçavkirin
09:55 Bayindir: Siyaseta Tirkiyeyê xetimî ye, çareserî di destê Ocalan de ye
09:39 Zexta ‘bi tirkî biaxivin’ li girtiyan tê kirin
09:38 Lozan di sedsaliya xwe de ye: Divê kurd li dora berjewendiyên neteweyî bibin yek
09:29 Penaber di her qadên jiyanê de rastî êrişan tên
09:03 Dîroka Anzeleyê hat tunekirin
09:02 Berteka ji bo qedexekirina çalakiyên kurdî: Em ê bi hunera xwe bersiva wan bidin
09:02 53 sal in kasetfiroşiyê dike
09:01 ‘Pêdiviya gelan bi dengê Abdullah Ocalan heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
19/06/2023
22:40 Li Dîlok û Colemêrgê qeza: 4 mirî û 5 birîndar
22:31 Li Mereşê erdhej çêbû
20:02 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
19:25 Ciwanekî din jî ji ber merasîma cenazeyê Mîr Perwer hat girtin
18:56 Der barê malbata Şenyaşar de lêpirsîn!
16:52 AYM, daxwaza bloqekirina hesabên HDP’ê red kir
16:44 Êrişa li dijî rojnamevan Aygul hate şermezarkirin
16:14 Yekitiya Hilberînerên Fistiqan a Amedê hate avakirin
16:13 Qeymeqamtiya Tetwanê lîstika bi kurdî qedexe kir
15:35 DÎSK: Divê mûçeyê kêmtirîn li ser enflasyona rastî bê hesabkirin
15:07 Malbata Şenyaşar: Daraza ku ji bo îfadeyê bangî Yildiz nekir dê dayika li edaletê digere bidarizîne
14:46 Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir
13:49 Di êrişa bikûçikan de rapora kesê pispor hate xwestin
13:48 Êrişa li rojnamevan Aygul hate kirin bir rojeva Meclisê
13:26 Emniyetê giliyê Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sakî kir
12:23 Li Enqereyê û Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
12:21 Gilînameyên li girtîgeha Rihayê tên îmhakirin!
11:35 5 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dag û Er 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:51 Faîlê 4 kes qetil kiribûn hate binçavkirin
10:29 Mertcan Kose ku Bîlge Kose qetil kiribû hate binçavkirin
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake’ derket
09:53 DTSO'yê ji bo şerê li Bismilê banga aramiyê kir
09:50 Kesên li Taksîmê hatin binçavkirin hatin berdan
09:05 Rojnameger Turay: Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam
09:04 Hiqûqzan Îbrahîm: Biryara darizandina endamên DAIŞ’ê xwesteka gelê herêmê ye
09:03 Krîza NATO’yê didome: Tişta Tirkiyeyê dixwest negirt, bazarî didome
09:02 Krîza dermanan mayînde bû
09:01 Çinîna zad didome: Cotkar zirar dike, keysperestên TMO’yê jî kar dikin
09:00 Rêveber û hevşaredarên Bismilê banga sulh û diyalogê kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:20 Li Mêrdînê wesayîta leşkerî wergeriya
18/06/2023
23:48 Li Geverê 5 kes hatin binçavkirin
20:33 Polîsan êrişî girseya ku xwest bimeşe Taksîmê kir
18:58 Êrişa li dijî Sînan Aygul hat protestokirin
16:18 Eren Keskîn: Divê em xwe bêhêvî nekin
15:45 Ciwanan tecrîd protesto kirin
15:03 Di sarincê de 3 cenaze hatin dîtin
14:44 Hemşîreya ku kamyonê lê xistî jiyana xwe ji dest da
14:37 TEV-DEM: Dewleta tirk ji bo astengkirina darizandina DAIŞ’iyan êrişên xwe zêde kirin
13:55 Kesên êrişî rojnameger Aygul kirin hatin girtin
13:54 Li Dîlokê mirineke biguman
13:12 Cotkarê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
12:59 Li Sûdanê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin
12:59 Hat îdiakirin ku xwendekarekê li Mûglayê întîhar kiriye
12:58 Bi çekên giran êrişî Hesekê dikin
12:13 Malbata Şenyaşar bangî wezîr Tûnç kir: Em li benda îcraetê ne
10:59 Nivîskar Çelîk: Hevhelalkirin bêyî axaftina tecrîda Îmraliyê nabe
10:25 Xelkê Bismilê dixwaze malbat sulha xwe bikin: Divê bûyerên wiha neqewimin
09:43 Înfaza girtiyê ku pirsa ‘stratejiya PKK’ê’ jê hatiye pirsîn şewitandin
09:08 Li Sûrê nerazîbûna ji bo îstimlaqkirinê: Em ê ji vir derneyên
09:07 Parêzer Demîr: Rewabûna CPT'yê hatiye asta lêpirsînê
09:05 Girtiyê nexweş Kuday li ber mirinê ye
09:03 Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê dersa kurdî da 71 xwendekaran
09:01 Sed carî avêtine ser mala wê, kurekî wê hatiye kuştin û du kurên wê jî girtî ne
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
08:55 Dayikên Şemiyê hatin berdan
17/06/2023
22:11 Li Şirnexê ciwanekî xwe kuşt
21:59 NÇM'ê guh li qedexeyê nekir
20:04 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
19:28 Sema Yuce li ser gora xwe hat bibîranîn