Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin

  • rojane
  • 11:59 21 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kiriklarê diyar kirin ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin, çalakiyên sporê tên astengkirin, cezayên disiplînê yên keyfî li wan tên birîn û wiha gotin: “Ji ber ku dayikekê peyva ‘bijî’ bi kar anî, 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê hate dayîn.”  
 
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên heyî, bi rêya malbatên xwe nameyek ji ajansa me re şandin. Di nameyê de girtiyan bal kişandin ser sepanên keyfî yên rêveberiya girtîgehê. Girtiyan, wiha got: “Ji bo ku hemû sepanên antîdemokratîk û zextker ên tên jiyîn û hewl bidin bidin jiyîn bi dawî bibin, em dixwazin hûn piştgiriyê bidin têkoşîna me û dengê me bigihînin raya giştî ya neteweyî û navneteweyî.” 
 
FIKARA EWLEHIYA CAN 
 
Girtiyan da zanîn ku zêdetirî salek û nîve hinek hevalên wan ên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Îzmîrê li bloqên cuda tên ragirtin û ev agahî parve kirin: “Hevalên me Alî Şahîn, Davût Onder, Abdullatîf Karaaslanli, Şukru Çîçek, Denîz Ataş ku ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kirikkaleyê sirgûnî vê derê hatine kirin, li bloqên cuda yên saziya em lê dimînin tên ragirtin û bi darê zorê wan li beşên komên ji sûcên cuda û korîdoran tên ragirtin. Ji bo ewlehiya canê hevalên me fikarên me hene. Em her tim di nava fikaran de ne ku tiştek bi serê hevalên me bê. Vê rewşê êdî tu sînorên tehemûlê bo me nehişt. Hevalên me li cihekî cuda tên ragirtin û ev yek derusûlî û derqanûnî ye. Di xal û rêziknameyên Lijneya Înfazkirina Cezayan de ev rewş weke derqanûntî tê destnîşankirin. Tevî vê yekê jî hevalên me nayînin cem me. Ji bo hevalên me bînin vê derê me gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê da lê tu bersivên erênî nedan me.” 
 
BÊTEHEMÛLIYA JI BO KURDÎ
 
Bi domdarî girtiyan diyar kirin ku li seranserî cîhanê 40 milyon kurd bi zimanê kurdî diaxivin û rêveberiya girtîgehê tehemûla zimanê kurdî nake û wiha hat gotin: “Di hevdîtina vekirî de dayika hevalê me peyva ‘bijî’ bi kar anî. Ji ber vê peyvê jî cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan hate dayîn. Di ewraqên hatine teblîxkirin de ji bo kurdî pênaseya ‘zimanekê nayê fêmkirin’ tê kirin. Ev yek, bêtehemûlî û êrişa li hemberî zimanê kurdî ye.” 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ YÊN NEHEQ
 
Girtiyan, diyar kir ku lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û ev agahî parve kirin: “Me ev rewş bi saziyên têkildar re parve kir û me xwest ku têkildarî kesên ji vê rewşê berpisyar lêpirsîn were destpêkirin. Lê belê di vê mijarê de tu kirarî nehatin kirin. Mijara behsa xeberê rewşekî cidî ye. Hewl didin vê rewşê veşêrin. Ji bo ku ev rewş bigihije encamekê û ji bo sedemekî me qaneh dike were kirin, me xwest bi midûrê yekemîn re hevdîtinê bikin. Lê belê midûrê yekemîn ê saziyê bi me re hevdîtinê nake û tu bersivan nade daxwazên me. Rêveberiya girtîgehê ji bo ku ev sepanên derexlaqî bi dawî bibin tu hewldanan nake. Ji ber ku em dengekî bilind li dijî van sepanan derdikevin, cezayên disiplînê dide me. Herî dawî jî di 30’ê hezîranê di bin navê disiplînê de cezayê ‘heta mehekê dê nekarin amûrên ragihandinê (telefon) bi kar bînin’ dan me. Bi van cezayan hewl didin me bêdeng û bêzar bikin.” 
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’
 
Di berdewamê de girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Gelek hevalên me yên nexweş hene ku nexweşiyên wan kronîk in. Ev hevalên me nikarin li girtîgehê bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Bi awayekî tendurist û baş nayên tedawîkirin. Ev yek jî dike ku rewşa wan hêj xerabtir bibe. Ji van hevalan hinek jê li odeyên cuda bi tena serê xwe tên ragirtin. Bi tena serê xwe nikarin odeya xwe paqij bikin. Ji bo ku van hevalên me di zûtirin demê de bînin odeyên me, me gelek caran daxwaz ji rêveberiya girtîgehê kir. Lê belê di vê mijarê de tenê gavekî biçûk jî nayê avêtin. Ev hevalên me raste rast terkî mirinê tên kirin. Nahêlin hevalên me ji berdana bi kontrola edlî û cureyên înfazê yên cuda sûd bigirin.” 
 
ASTENGKIRINA ZIYARETVANAN
 
Girtiyan, daxuyand ku navên ziyaretvanan ên di kontenjana ziyaretvanan de bi hincetên cuda û bêbingeh tên jêbirin û wiha domandin: “Xala qanûnê ya ku weke bingeha vê sepanê tê nîşandan, ji bo ziyaretvanên nû derbasdar e. Di vê xala navborî de bi tu awayî nayê gotin ku divê navên kesên di demên berê de hatine qeydkirin bila werin jêbirin. Li gel vê, heke rewşeke wiha hebe jî ev yek raste rast binpêkirina xalên 20 û 22’yemîn ên Destûra Bingehîn e.bi vê yekê hewl didin têkiliya me ya bi derve re bi temamî qut bikin.” 
 
ÇALAKIYÊN SPORÊ TÊN ASTENGKIRIN
 
Di berdewamiya nameyê de girtiyan bi lêv kirin ku nikarin baş ji spor û çalakiyên sporê sûd bigirin û ev agahî dan: “Ji bo sporê her hefteyê tenê 40 deqeyan destûrê didin û tenê cureyekî sporê ye. Heta em tên cihê sporê ji xwe nîviya vê demê diçe. Anku em dikarin tenê 20 deqeyan sporê bikin. Ji ber vê rewşê jî em nikarin sporê bikin. Ev rewş bandorekî neyînî li ser tenduristiya me dike. Di qanûn û rêziknameyan de tê gotin ku divê hefteyê herî kêm 10 saetan destûr were dayîn lê tenê ji bo 40 deqeyan destûrê didin. Sedema vê rewşê jî helwesta keyfî ya rêveberiya girtîgehê ye.” 
 
BI XWARINAN MIROV TÊR NABIN
 
Girtiyan got ku xwarinên tên dayîn girtî pê têr nabin û vê yekê jî bandoreke giran li ser tenduristiya girtiyan kirye. 
 
SERDAN TÊN BISÎNORKIRIN
 
Nameya girtiyan wiha dom kir: “Hevdîtina li ser telefonê ya heftane tenê bi 10 deqeyan hatiye bisînorkirin. Li gorî xalên qanûna hejmar 52-75, dema hevdîtina li ser telefonê ya heftane 30 deqe ne. Tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî ev dem daxistiye 10 deqeyan. Ev rewş tê wateya binpêkirina mafên me yên makeqanûnî û binpêkirina ‘mafên me yên rêzgirtina li hemberî malbat û jiyana taybet.’ Em dixwazin ku ev rewş bi dawî bibe. Em nikarin mafê xwe yê serdanê baş bi kar bînin. Dema hevdîtinan di qanûnan de weke saet û nîv hatiye destnîşankirin lê rêveberiya girtîgehê destûrê dide ku em tenê saetekê hevdîtinê bikin. Bi vê yekê re mafên me yên qanûnî tên xespkirin.” 
 
ASTENGKIRINA ÇAPEMENIYA MUXALÎF
 
Girtiyan got ku di pergala weşanê ya navendî ya rêveberiya girtîgehê de tenê destûra kanalên nêzî îktîdarê hene û tevî daxwaza wan jî rêveberiya girtîgehê destûra rojname û kanalên muxalîf nade. 
 
SEPANÊN KEYFÎ
 
Bi domdarî girtiyan daxuyandin ku malbatên wan bi rêya postayê ji wan re gotar, çîrok, fotokopî û hwd. dişînin lê rêveberiya girtîgehê nade wan û ev tişt gotin: “Li gel ku tu bingehekê wê yê qanûnî nîne jî, mafê me yê ragihandinê bi awayekî keyfî tê astengkirin. Her wiha hinek wêneyên gund û menzereyan ên bi rêya postayê tên şandin jî radestî me nayên kirin. Tevî ku sepanên derqanûnî ne jî rêveberiya girtîgehê di pêkanîna van sepanan de biisrar e. Hevalên me yên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn nikarin bi tena serê xwe sporê bikin û ev sepanên keyfî raste rast encama nêzikatiya girtîgehê ne. Em dixwazin ku ev sepan bi dawî bibin û hevalên me jî bi me re derkevin sporê.” 
 
BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIRIN
 
Nameya girtiyên siyasî wiha bi dawî bû: “Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em dixwazin bi midûrê yekemîn ê girtîgehê re hevdîtinê bikin lê bi tu awayî erênî nêz nabe. Ev yek jî dike ku pirsgirêkên heyî hêj mezintir bibin. Midûrê yekemîn ê saziyê peywirên xwe pêk nayîne. Bi vê yekê re xetereyê li ser ewlehiya jiyana me çêdike. Em li girtîgehê her roj bi van pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Rêveberiya girtîgehê bi pirsgirêkên me re eleqedar nîne. Ji bo ku ev rewş bi dawî bibe û pirsgirêkên heyî bên çareserkirin, em dixwazin hûn bi rolekî çalak rabin, bi cihên eleqedar re peywendiyan deynin û dengê me bi raya giştî bidin bihîstin.” 
 

Sernavên din

24/06/2023
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir