Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin

  • rojane
  • 11:33 25 Hezîran 2023
  • |
img

ÎZMÎR - Hinek girtiyên li Girtigeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê li dijî binpêkirina derketin, sewqî girtîgehên din hatin kirin û der barê hinekan de jî lêpirsîn hate vekirin. 

 
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîfa F a Hejmar 1 a Kiriklarê ya navçeya Bûca ya Îzmîrê tên ragirtin, li dijî polîtîkayên tecrîdê, ragirtina avahiyên ji hev dûr û binpêkirina mafan, di 15-19’ê hezîranê de 2 qawiş şewitandibûn. Girtiyên di çalakiyan de cih girtibûn sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilinda a Îzmîrê ya di heman kampûsê de hatin kirin. 
 
Heyeta ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parlementara Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcûgul Çûbûk pêk dihat, têkildarî rewşê 23’yê hezîranê bi dozgerê girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kir. Berdevka Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Nehîr Bîlece têkildarî şewitandina qawişan, bi girtiyên tev li çalakiyê bûne û girtiyên qawişên rex li wan têne ragirtin re hevdîtin kir û davdêriyên xwe ragihand.  
 
Berdevka Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Îzmîrê Nehîr Bîlece
 
‘BI TENÊ TÊN RAGIRTIN’
 
Bîlece têkildarî hevdîtina bi girtiyan re ev agahî dan: "Girtiyên ku me bi wan re hevdîtin kir gotin ku îdareya girtîgehê tim bi xemsarî nêzîkî wan dibe û wan jî li dijî tecrîda hatiye girankirî çalakiya şewitandina qawişê li dar xistin. Me dît ku rêveberiya girtîgehê nahêle girtî mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin.” Bîlece destnîşan kir ku rewşa tenduristiya girtiyên qawiş dane ber agir baş e û anî ziman ku girtiyên tev li çalakiyê bûne di girtîgehê de tenê têne ragirtin. 
 
MUAMELEYA XIRAB
 
Bîlece da zanîn ku bi pêkanîna çalakiya şewitandina qawîşan, girtiyên din bi berzkirina dirûşman polîtîkayên tecrîdê şermezar kirine û li deriyan xistine. Bîlece ragihand ku der barê girtiyên tev li çalakiya şermezarkirinê bûne de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ji wan hatiye xwestin ku parastina xwe ya devkî bikin. Bîlece diyar kir ku girtî parastina devkî nekirine û ev tişt anî ziman: “Her çalakiya ku bi cezakirinê encam dibe û zêdebûna zextan, muameleya xirab e.”
 
‘BÊCEZAHIŞTIN BINPÊKIRINAN ZÊDE DIKE’
 
Bîlece bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê ku ev demeke dirêj ê li girtîgehên Tirkiyeyê tên meşandin û wiha pê de çû: "Sewqên nexweşxaneyan, binpêkirinên di lêgerînan de tên jiyîn, xwarin û vexwarin û gelek mijaran de sepanên kêfî berdewam dikin. Girtiyên siyasî di serbestiya bi venêrînê de rastî cihêkariyê tên.” Bîlece da zanîn ku xebatên wan ên ji bo pêşîlêgirtina van sepanan, dê berdewam bikin û der barê xebatên xwe yên pêşerojê de ev tişt gotin: “Em ê parvekirina raporên xwe yên bi rêveberiya girtîgehê, Wezareta Dadê û Meclisê berdewam bikin. Divê dest ji van sepanên kêfî bên berdan. Divê derbarê kesên ji van sepanan berpirsyar in, lêpirsîn were destpêkirin. Polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber binpêkirina mafan vedike.”
 

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne