Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye

  • rojane
  • 09:01 26 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku sedemê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne tecrîda li Îmraliyê ye û bang kir ku li dijî zextan li dora malbatên girtiyan bibin yek. 
 
Di desthilata AKP’ê de ku girtîgehên nû bûne sozên wê yên hilbijartinê, li gorî daneyên Wezareta Dadê di 407 girtîgehên ku kapasîteya wan 289 hezar û 974 de 341 hezar û 497 kes hene. Li girtîgehên ku her roj bi binpêkirinên mafan tê rojevê di serî de mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş ên pêşî li berdana wan tê astengkirin. Serdegirtinên qawişên sîstematîk ên li girtîgehan, astengkirina mafê tenduristiyê, astengkirina mafê ragihandinê yên bi hinceta cezayên dîsîplînê, di nava binpêkirinên sereke yên girtiyan de ne.
 
Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) parêzer Yûsûf Çakas binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin û têkildarî serlêdanên girtiyan nirxandin kirin. Çakas, diyar kir ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan encama tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ye û destnîşan kir ku heta ku tecrîd ji holê ranebe ne pêkane pêşî li binpêkirinên mafan bên girtin. 
 
REWŞA GIRTINÊ YA LI TIRKIYEYÊ
 
Çakas, destnîşan kir ku rewşa girtinê ya li Tirkiyeyê ji welatên demokratîk ên din cudatir e û wiha got: “Li Tirkiyeyê û welatên weke wê armanca bingehîn a girtinan ew e ku kesên mûxalîf û yên ne ji xwe weke gef bibîne û bi polîtîkaya ‘tune hesibandinê’ tevbigere ye.”
 
HEWLDANA JI MALBATAN DÛR XISTINÊ 
 
Çakas, da zanîn ku di demên dawî de bi hinceta “ewlehiyê” têkildarî sewqkirina girtiyan a ji girtîgehên malbatên wan dûr re gelek kes serî li wan didin û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku sirgun ne hinceta ewlehiyê ne, armanca bingehîn ew e ku girtiyan ji malbatên wan dûr bixin. Li Amedê Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên Hejmarên 1 û 2 hene. Cihên tên sirgunkirin jî ‘Girtîgehên Ewlehiya Bilind in’. An ku ji aliyê ewlehiya girtîgehê ve rewşeke cuda nîne.”
 
‘QADÊN JIYANÊ TÊN TACÎZKIRIN’ 
 
Çakas, bi lêv kir ku li gelek girtîgehan pêkanînên weke serdegirtinên qawişan, belavkirina tiştên girtiyan ku bibin sedema “provokasyonan” zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Odeyên li girtîgehan qadên jiyanê ne. Li wir girtî xwarin dixwin, pirtûk dixwînin, fîlm temaşe dikin, xeyalan dikin. Bi serdegirtinên her tim qadên jiyanê yên girtiyan tên tacîzkirin. Her 7 rojên hefteyê nikare bibe hinceta ewlehiyê. Heke fikareke te ya ewlehiyê hebe li gorî ûsûla wê tevbigere, bêyî tu jiyan û tiştan belav bikî û zirarê bidiyê lêgerîna xwe bike. Lê her roj tu biçî û lêgerînê bikî navê vê dê nebe hinceta ewlehiyê dê bibe tacîz.”
 
Çakas, anî ziman ku ji ber şertên girtîgehê nexweşî çêdibin û da zanîn ku girtî têra xwe ji tavê sûdê nagirin, zêde dernaxînin cihê hewadariyê, xwarin kêm û nebaş in. Çakas, diyar kir ku girtî bi mehane nabin revîrê sewqa wan a nexweşxaneyê nayê kirin û bi lêv kir ku ji ber kesên dibin nexweşxaneyê jî mûayeneya bi kelemçe li wan tê ferzkirin nikarin tedawî bibin. 
 
PIRSGIRÊKA ATK’Ê Û ‘EWLEHIYA CIVAKÊ’ 
 
Çakas, anî ziman ku girtiyên nexweş bi “polîtîkayeke taybet” nayên berdan û bi bîr xist ku Saziya Tiba Edlî (ATK) raporên “dikarin di girtîgehê de bimînin” dide û ji ber vê yekê girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Çakas, destnîşan kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş rapora ATK’ê ya nikare di girtîgehê de bimîne tê re nake û wiha pê de çû: “Heke ATK bibêje ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî vê carê pirsgirêka ewlehiya civakê derdikeve holê. Bifikirin hûn li ber mirinê ne rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ werdigirin lê li aliyê din bi nivîseke miduriyeta polîsan ev qanûn jî ji holê radibe.”
 
MAFÊ ‘ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ’ 
 
Çakas, destnîşan kir ku rewşa ku di salên dawî de herî zêde li girtîgehan bûye sedema binpêkirinan, biryarên Desteyên Îdarî û Çavdêriyê yên di 1’ê çileya 2021’an de ketin meriyetê ne û got: “Ev deste, li şûna nêzîkatiyeke objektîf û zanistî, bi temamî pirsên subjektîf ên weke ‘hûn poşman in?  Dipirsin. Li hundir bi awayekî sîstematîk binpêkirinên mafan hene.” 
 
‘DIVÊ LI DORA MALBATAN BIBIN YEK’ 
 
Çakas, xwest ku hemû saziyên sivîl ên civakî û partiyê siysî li dora malbatên girtiyan bibin yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê destûr bê dayîn ku saziyên bêalî û parêzer biçin girtîgehan û çavdêriyên xwe bikin. Pirsgirêkên li girtîgehan çi ne? Asta hiqûqî ya biryarên ku ji aliyê desteyên înfazê ve tên girtin, çi ne? Rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê di girtîgehan re derbas dibe. Heta ku li qadeke ewçend zext û bêhiqûqî lê heye guhertin neyê kirin, divê em li benda pêngaveke cidî ya demokratîkbûyînê ya li Tirkiyeyê nesekinin.”
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne