Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin

  • rojane
  • 10:08 27 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Gelê Amedê bertek nîşanî zema dê li veguhestinê bê kirin da û destnîşan kirin ku heta desthilat negûhere ev rewşa heyî jî, ji holê narabe. 
 
Desthilata ku ev 21 sal in welat bi rê ve dibe, piştî hilbijartinê kabîneyeke nû ava kir û xwest pêşî li ber rewşa aborî ya her ku diçe xerabtir dibe, bigire. Lê ji ber polîtîkayên desthilatê, aboriya welatiyan roj bi roj xerabtir dibe. Di navbera 5 salên dawî de enfolasyon ji sedî 200’an zêdetir bû û hema bêje zam hat li ser hemû tiştan. Dolmîş û otobusên di nava bajaran de ku ji bo hatin û çûyîna welatiyan cihekî girîng digirin jî, ji zeman bandor bûn û heqê dolmîşên Amedê ku ji bo sivîlan 6 lîre û nîv, ji bo şagirtan jî 3 lîre û nîv bû, dê ji 3’yê tîrmehê ve ji bo sivîlan bibe 10 û ji bo şagirtan jî bibe 6 lîre. Otobusên şaredariyê jî ji 5 lîreyan derket 8 lîreyan. Welatiyên Amedê ku me mîkrofona xwe dirêjî wan kir, nerazîbûna xwe anîn ziman û bertek nîşanê biryara zemê dan.
 
‘MILET NIKARE ZIKÊ XWE TÊR BIKE’
 
Welatiyê bi navê Mehmet Dogan destnîşan kir ku rewşa wan ji aliyê aborî ve nebaş e û her roj jî ber bi xerabiyê ve diçe. Dogan, anî ziman ku partiyên siyasî jî, li dijî vê yekê sekinîne û tenê partiyên kurdan muxalefetê dikin û wiha got: “Zeman ji bo hevkarên xwe dikin. Malbatên weke me ku em 7 hezar û nîv lîre mûçe digirin dê çawa kirêya xwe bidin? Ez teqawîd bûme û nexweş im. Jiyana me tim xerabe, feqîrî û xîzanî ye. Dîsa kêm be jî mûçeyeke me heye, gelek kesên ji me xerabtir jî hene. Mirov dikarin ne bi otobusan, peyatî jî her in lê mirov nikare zikê xwe têr bikin. Dev ji dolmîşan berdin. Milet feqîr e, nikare nan bixwin.”
 
Welatî Sedat Aslan destnîşan kir ku rewşa aborî li holê ye û ji ber ku pere di berîka wan de nîne ew hemû cihan bi meşê diçin. Aslan, diyar kir ku kar tune ye, lewma pereyê wî jî nînin û dimeşe. 
 
‘ZEM HATIYE LI SER HEMÛ TIŞTAN’
 
Welatiyê bi navê Yûnûs Ay destnîşan kir ku bi mûçeya asgarî dixebite û malbata wî ji 5 kesan pêk tê. Ay da zanîn ku ji mûçeya wî û mûçeyeke teqawîdbûnê zêdetir tu dahatiya wan nîne û wiha axivî: “Ji xwe em li benda zemekê bûn. Ne tenê ji bo dolmîşan, ji bo her tişî zem hatiye. Kûra dowîzê li cihê xwe nasekine. Di van rojên çûyîn de mûçeya asgarî zem kirin lê ji niha ve heliya û ji 483 dolaran ket 413 dolaran. Sedema vê yekê ya sereke jî siyaset e. Li vî welatî hemû tişt girêdayî siyasetê û polîtîkayên ji der ve ye. Ji xwe di demeke nêz de me pêvajoyek hilbijartinê derbas kir û ji bo ku di hilbijartinê de dolarê bidin sekinandin gelek rezerv bi kar anîn. Niha jî em encama wê dikişînin.”
 
‘DÊ ROJÊ 40 LÎRE TENÊ JI BO DOLMÎŞAN BIÇE’
 
Ay, bi lêv kir ku rojê 4 caran dolmîşê li dolmîşê siwar dibe û wiha lê zêde kir: “Ez serê sibê diçim kar, danê nîvro têm malê, piştî nîvro dîsa diçim kar û şev dîsa têm malê. Yanî ez mecbûr im ku rojê 4 caran li dolmîşê siwar bim û ev jî di rojê de dike 40 lîre. Tabî heke karekî min yê cuda yan jî yê taybet dernekeve. Nan nexwim, çay nevexwim, tiştekî nedim destê zarokan, pariyek nan nebim malê di mehê de tenê hezar û 600-700 lîre ji bo heqê dolmîşê diçe. Pêwîste bi lez çareseriyekê ji bo vê rewşê bibînin. Çareserî jî çûyîna vê desthilatê ye. Ji ber ku sedem ew in. Pergala seroktiyê anîn, gotin ‘Wê hemû tişt baş be’ lê her tişt xerabtir bû. Aborî kete rewşek gelekî xerab. Her wiha pêşiya hilbijartinê gotin ‘Wê Tirkiye sedsala xwe ya nû bijî, em ê bifirin.’ Lê tiştê firiya tenê bû kûra dowîzê, zêr, fiyatên tiştan û danûstandinê. Tiştê firiya pereyê berîka me de bû, xwarina di mala me de bû.”
 
Welatiyê bi navê Mûhammed Dundar ku 18 salî ye, da zanîn ku ew hem dixwîne û hem jî dixebite û mûçeyeke kêm digire. Dundar, diyar kir ku nizane wê bi vê mûçeyê heqê dolmîşê bide, yan dê bide dersxaneyê û yan jî alîkariya malbatê bike. 
 
‘ÇARESERÎ TUNE YE’
 
Welatiyê bi navê Mûhammed Çakir jî diyar kir ku di malbata ji 7 kesan pêk tê de tenê ew dixebite û bavê wî jî mûçeya teqawîdbûnê digire. Çakir, bi lêv kir ku karê înşaatê dikin û rojane dixebitin. Çakir bi domdarî wiha got: “Rojê 4 caran li dolmîşê siwar dibim û heke heqê dolmîşan bibe 10 lîre wê rojane 40 lîre biçe ji bo dolmîşan. Mehê jî dike hezar 200 lîre û tu nikarî pere kom bikî. Çareserî tune ye, kesek nemaye ku çareser bike. Mehmet Şîmşek hat û ew jî, ji gel re dibêje kemerê bişidînin.”
 
‘ZEM NEHEQÎ NE’
 
Welatiyê bi navê Îbrahîm Karakaş bertek nîşanî zeman da û da zanîn ku ew teqawîd bûye û mûçeya wî jî 7 hezar 500 lîre ye. Karakaş da zanîn ku ew nikarin bi vê mûçeyê debara xwe bikin û zemên tên kirin jî neheqî ne. Karakaş bi lêv kir ku şagirt û sivîl nikarin li dolmîşan siwar bibin û ew mecbûr in ku li dolmîşan siwar bibin. 
 
‘HEWCEYE MIROV EMPATÎ BIKE’
 
Welatiya bi navê Evîndar Bey jî bertek nîşanî zeman da û da zanîn ku rewşa wê ya aborî nebaş e û lewma li dolmîşan siwar nabe. Bey, diyar kir ku ew welatiyên rewşa wan nebaş difikire û got ku niha tu qîmeta 10 lîreyan nemaye. Bey, bi bîr xist ku hewceye mirov empatî bike û kesên li hemberê xwe jî bifikire. 
 
‘MESELE PERGAL E’
 
Welatiyê ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku pergaleke baş tune ye lewma her tim zem tên kirin û wiha got: “Heke benzîn an jî tiştên din zem nebe dolmîş jî zem nabin. Mesele ne meseleya dolmîşê ye, mesele pergal bi xwe ye. Heta desthilat neyê guhertin ev rewş ji holê narabe. Divê pergal jî bê guhertin.”
 

Sernavên din

27/06/2023
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne