Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin

  • rojane
  • 10:59 28 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Bi ser qetilkirina Şêx Seîd û hevalên wî re 98 sal derbas bûn lê hêj jî cihên gorên wan nayên zanîn. Nevî û vasîsê Şêx Seîd, Kasim Firat bertek nîşan da û wiha got: “Heta ku em cihê gora wan dibînin dê ev têkoşîna me bidome.” 
 
Şêx Seîd û 46 hevalên wî bi biryara Dadgeha Îstîklalê ve hatin bidarvekirin û qetilkirin. Bi ser qetilkirina Şêx Seîd û hevalên wî re 98 sal derbas bûn. Berxwedana ku bi pêşengtiya Şêx Seîd di 5’ê sibata 1925’an de hatibû destpêkirin, di meha gulanê ya heman salê de hate têkbirin. Dadgeha Îstîklalê, di 28’ê Hezîranê de ji bo Şêx Seîd û 46 hevalên wî biryara darvekirinê da. Rojek piştî biryarê jî Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 29’ê Hezîrana sala 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina Şêx Seîd û hevalên wî re 98 sal derbas bûn lê hêj jî cihê gorên wan nehatiye eşkerekirin. Serokê Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û vasîsê Şêx Seîd, Kasim Firat ji bo dîtina gorên wan di sala 2009’an de serî li Wezareta Karên Hundir da. Wezareta Karên Hundir di nava mehekê de bersiva serlêdanê neda û bi awayekî neyekser red kir. Li ser vê yekê Firat, serî li 5’emîn Dadgeha Kargêriyê ya Enqereyê da. 
 
5’emîn Dadgeha Kargêriyê ya Enqereyê, serlêdana ji bo eşkerekirina gorên 47 kesan bi hinceta “Qeydên arşîvê yên têkildarî cihên goran tune ne” red kir. Serokê Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û vasîsê Şêx Seîd, Kasim Firat têkildarî têkoşîna 98 salan kir. 
 
ÎNKARA FERMÎ YA EWIL A KURDAN
 
Firat, da zanîn ku kurd di dîrokê de cara ewil di sala 1924’an de bi awayekî fermî hatin înkarkirin û wiha got: “Di sala 1924’an de ev înkar li Meclisê hate qanûnîkirin. Gotina ‘Li Tirkiyeyê her kes tirk e, yek ziman heye ku ew jî tirkî ye. Ji bilî vê em tu gelan qebûl nakin’ di qanûnê de cih girt. Li dijî vê înkara fermî, Şêx Seîd û hevalên xwe jî bi awayekî fermî serî hil dan. Şêx Seîd û hevalên wî jî gotin; ‘Kurd hene, zimanê wan heye, erdnîgariya wan heye û em hene.’ Lewma ev serhildan gelek girîng e. Divê em wateya vê baş bizanin.” 
 
BERDEWAMIYA TUNEKIRIN Û ÎNKARÊ
 
Bi domdarî Firat bi bîr xist ku Şêx Seîd û hevalên xwe 98 sal berê bi biryara Dadgeha Îstîklalê hatin bidarvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tunekirin û înkarkirina kurdan, bi cezayên muebbetê hate domandin. Bi ser re 98 sal derbas bûn lê tiştek neguheriye. Jixwe komar li ser bingeha tunekirin û înkarkirina kurdan hate avakirin. Bi gotina ‘Kurd tune ne, em kesên dibêjin em kurd in jî tune dikin’ hate avakirin. Ev tunekirin, heta îro jî didome. Di sala 1939'an de qanûnek derxistin û ji bo kesên li dijî komarê derketin gotin ‘qedirê wan lê vedigerînin.’ Lê dîsa aqûbeta Şêx Seîd û hevalên wî înkar kirin. Îro jî wisa ye. Heke kurd sibe jî dengê xwe nekin dê her wiha be. Armanca hebûna komarê ev e. Divê em gavên xwe li gorî vê biavêjin.” 
 
TUNEKIRIN Û ÎNKAR: PEYMANA LOZANÊ 
 
Di berdewamê de Firat got ku di sala 1923’yan bi Peymana Lozanê siyaseta tunekirin û înkarê ketiye meriyetê û wiha pê de çû: “Ev peyman hêj îro jî didome. Hêzên navneteweyî ku Ingilistan û Fransa serkêşiya wan dikirin, bi vê peymanê re Kurdistan kirin 4 parçe. Li her çar parçeyan jî di navbera kurdan de dijminatî ava kirin. Berê kurdan dan hev. Ev rewş hêj didome. Divê partiyên kurd ên li her çar parçeyan bi aqilekî hevpar tevbigerin û hesabên yekitiyê bikin. Kurdên li dora van hesaban tên ba hev jî divê yekitiya xwe ava bikin. 
 
Kurd sed sal berê li çiyayan hatin qetilkirin, hatin bidarvekirin, cezayên muebbetê lê hatin birîn û ketin rêyên koçberiyê. Îro jî heman tiştan dijîn. Sedema vê jî tunekirin û înkara bi Lozanê re ketiye meriyetê ye. Divê kurd jî li dijî dinyaya nû bên gel hev. Divê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Nexwe dê şerên wan her bidomin. Dê kurd her li ber xwe bidin û dê wiha bidome.”
 
'GELÊ KURD EV SED SAL IN LI BER XWE DIDE’
 
Firat, anî ziman ku gelê kurd ev sed sal in li dijî siyaseta tunekirin û înkarê li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Berxwedanên wan car bi car şikestin xwarin, carnan sekinîn lê tu carî bi dawî nebû. Kurd li Dêrsimê, Zîlanê li Helebçeyê hatin qetilkirin. Di serhildana Şêx Seîd û hevalên wî de hatin qetilkirin, hatin talankirin lê kurdan her ku firsend dît li ber xwe dan. Gelê kurd, gelekî pir fedekar e. Malbata xwe, hizûra xwe, zarokê xwe dide lê ji serxwebûn û azadiya xwe tawîz nade. Lewma kurd divê bi awayekî adilane yekitiya xwe ava bikin.”
 
SERLÊDANÊN FERMÎ BÊENCAM MAN 
 
Têkildarî cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî jî Firat wiha got: “Bi ser re 98 sal derbas bûn lê hêj jî cihê gorên wan nehatiye eşkerekirin. Sedema vê jî siyaseta tunekirin û înkarê ye. Di nava 20 salên îktîdara AKP’ê de me gelek caran serlêdan kirin lê tu carî bersiveke fermî nedan me. Ji me re digotin; ‘di vê mijarê de agahiyê li ber destê me nînin.’ Lê ne wisa ye. Tu 47 kesan bidarve dikî lê dibêjî ‘ez cihê wan nizanim.’ Ma tiştekî wiha dibe? Dê têkoşîna me ya ji bo dîtina gorên Şêx Seîd û hevalên wî bidome. Dawiya wê çi dibe bila bibe em ê prosedûrên hiqûqî bi cih bînin. Di biryarê de Dadgeha Kargêriyê dibêje ‘em cihê wan nizanin.’ Em ê vê biryarê bibin Dadgeha Îstînafê. Li gorî min dê îstînaf jî înkar bike. Em ê piştre serî li dadgeha navneteweyî bidin. Em ê mijarê bixin rojeva DMME û her çar parçeyên Kurdistanê. Heke li wir biryarek were dayîn û Tirkiye pê neke, ez ê heta dawiya emrê xwe têbikoşim. Di vê mijarê de em bibiryar in. Şêx Seîd û hevalên xwe sembol in. Ev serhildan, serhildaneke neteweyî û civakî ye. Divê em xwedî lê derkevin. Ev, wesiyeta Şêx Seîd û hevalên wî ye. Wiha gotin; ‘Bila neviyên me gorên me çêbikin. Bila li ser gorên me fetîheyê bixwînin.’ Dawiya wê çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

02/07/2023
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin