Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn

  • rojane
  • 16:19 29 Hezîran 2023
  • |

AMED - Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd, Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û xwest ku cihên gorên wan bên aşkerekirin.  

Bi pêşengtiya Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd re bi boneya 98’emîn salvegera qetilkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Qada Şêx Seîd ya navçeya Sûra Amedê daxuyaniyek hat lidarxistin. Serokê komeleyê Kasim Firat û endamên komeleyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlementerên Partiya Çepên Kesk yên Amedê Adalet Kaya û Halîde Turkoglû, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, hevserok û rêveberên DBP'ê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘EM JI DAGIRKERAN TU TIŞTÎ NAXWAZIN’
 
Nevî û wasiyê Şêx Seîd Kasim Firat pêşiyê dest bi axaftinê kir ku destnîşan kir ku ew ji bo salvegera vê roja reş hatine ba hev. Firat, diyar kir ku ew ê gunehên wan zlimkar û nemrûdan dîsa bînin ziman û wiha got: “Peyama min  ji bo gelê kurd e. Ez ji dagirkeran tu tiştî naxwazim. Şêx Seîd û rêhevalên xwe di sala 1925’an de derketin û li dijî zagonên komarê ji bo gelê xwe tekoşîn kirin. Ji ber ku di nava wan zagonan de înkar û îmha hebû. Ew ê hertim di dilê me de bin.”
 
‘EM Ê ÎTÎRAZÊN XWE BIDOMÎNIN’
 
Pişt re Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku mafê axaftinê girt, Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anî. Eren bi bîr xist ku wan weke baroyê 2 sal berê ji bo dîtina goran serlêdan kirin û got ku serlêdana wan hatiye redkirin. Eren têkildarî pêvajoya hiqûqî agahî da û got: “Divê dadgeh bizane ku Şêx Saîd û hevalên wî bi biryara dadgehê hatine qetilkirin. Em ê îtîrazên xwe bidomînin. Pêşî em ê biçin AYM'ê û DMME’yê. Em banga edaletê, mirovahiyê dikin. Heta ku em encam bigirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin,”
 
‘BI BIRYARA DEWLETÊ HATIN DARVEKIRIN’
 
Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya metna daxuyaniyê xwend û wiha got:  
 
“Şêx Saîd û hevdozên wî 98 sal berê gihiştin mertebeya şehadetê. Ew li hember zilmê û înkar û tunekirinê rabûn. Bi vê munasebetê qiyam kirin. Dadgeha bi navê Îstîklalê bê darazindinek dadî bi biryara dewletê hatin bidarvekirin. Bi tevî ku 98 sal di ser berxwedana 1925’an re derbas bûye heqîqeta dîrokî û civakî hê jî nehatiye zelalkirin. Biryara bidarvekirina Şêx Seîd û hevdozên wî di encama darizandineke bêbingeh de hatibû dayîn. Cenazeyên wan jî bi mebesta binpêkirina berxwedana mafdar û maneviyata civakî nehat dayîn. Ji malbatên wan re gorên wan hatin veşartin.
 
CIYÊ GORÊN GELEK MEZINÊN KURDAN NAYÊN ZANÎN
 
Berî Şêx Seîd û hevdozên wî, bi Xalid Begê Cibrî, Seyid Abdulkadir,Yusif Ziya Beg û rêhevalên wan nedana cenazeyan, veşartin û tahrîbkirina goran dest pê kiribû. Ligel Xalid Begê Cibrî, Şêx Saîd û hevdozên wî, Seyîd Riza, Saîdê Kurdî û ciyên gorên gelek munewerên kurd nayên zanîn. Piştî îdamkirina wan di sala 1938’an da bi qanûna hejmara 3527’an biryar hat girtin ku li ser biryarên Dadgeha Îstîklalê yên ku ceza xwarine hatin efûkirin û yên ku hatibûn îdamkirin jî biryara îade-i îtîbarê hate dayîn. Vê biryara îade-i îtîbarê jî di heman rojê de hate girtin. Ango di 29’ê hezîranê da ev biryar hate girtin. Ev jî watedar e.
 
LI SER HEMÛ CIVAKA KURD HEQARETEK MEZIN E
 
Ev biryara ku ciyê mezelên şehîdan veşartinê ne tenê li ser malbatan, li ser hemû civaka kurd heqareteke mezin e. Ev biryara siyasî bi tu rêbazek dînî, hiqûqî û exlaqî re li hev nake. Ev helwest tenê bi hêrsa dijberiyê nayê vegotin. Di heman demê de ev helwesteke li hember bîra civakê ye. Dixwaze bîra civakê ziwa bike.  Li vir em bangawazî dikin ku di serî da mafê rewa yê definkirina Şêx Saîd û hevdozên wî û Xalid Begê Cibrî, Seyid Abdulkadir, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û hemû şehîdên kurdan ku di goristanan da bêne veşartin û mafê gorîkirinê bê dayîn.
 
WEZARETÊ DÎSA RÊYA ÎNKARÊ HILBIJART
 
Me wekî Komeleya Şêx Seîd û hevdozên wî û Baroya Amedê di 11 nîsana 2022’yan de me serî li Wezareta Karên Hundirîn a Komara Tirkiyê da ku gorên veşarî bêne dîtin. Lê wezaretê dîsa rêya înkarê hilbijart û tu bersiv neda. Digel şermezarkirina helwesta dewletê em ê doza xwe bidomînin. Di 98’mîn salvegera şehadeta Şêx Seîdê ku wiha gotiye: ‘Ez niha li ber xatirxwestina jiyana fanî me. Ez ne poşman im ku ji bona bawerî û gelê xwe, xwe feda dikim. Bi tenê ez dixwazim ku nevî û peyrewên min li hember dijmin, min fedîkar dernexin.’
 
EM ŞEHÎDÊN XWE BI BÎR TÎNIN
 
Em jî wekî peyrew û neviyên Şêx Seîd û hevdozên wî dibêjin ku em ê tu caran ji bîr nekin, her tim ew ê van gotinên pêşevanên me di bîra me de be û em şehîdên xwe yên ku di rêya maf, edalet, şeref, rûmet û azadiyê de jiyana xwe feda kirine bi bîr tînin û em dibêjin em jî rêwiyên rêwa wan in.”
 
BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku pişt re axivî, diyar kir ku her çend 98 sal derbas bûne jî cihê Şêx Saîd û hevalên wî nehatine diyarkirin. Aydenîz, Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û got ku piştî 98 salan jî dewletê gorên wan nîşan neda. Aydenîz, anî ziman ku tevî 98 sal derbas bûne jî dijminatiya kurdan didome û got, “Şêx Saîd û hevalên wî ji bo gelê kurd berdêlên mezin dan. Ji bo azadiya kurdan tekoşîn kirine û têkoşîna wan heta îro jî berdewam dike. Em wek neviyên Şêx Seîd û Seyît Riza tu carî fedakariya wan ji bîr nakin û em ê şopdarên rêya wan bin. Şêx Seîd û hevalên wî bi neqebûlkirina zagonên dewletê yên ji bo hebûn, statu û yekîtiya kurdan serî hildan. Yên ku li Dadgehên Îstiklalê tên înfazkirin îspata wê yekê ye ku dewletê çiqasî dijminatiya gelan kiriye. Îro jî heman zîhniyet plana wê rojê pêk tîne. Heman zîhniyet îro jî êrîşî goristanan dike. Zîhniyeta ku bi plana Îslahata Şerqê kurdan ji nedîtî ve tê, îro jî li ser Abdullah Ocalan tecrîd berdewam dike. Çawa ku duh ji gelê kurd hat xwestin ku Şêx Seîd û hevalên wî nas nekin, îro jî heman polîtîka bi tecrîdê didome. Çawa ku me helwesta Şêx Seîd û hevalên wî ji bîr nekir, em ê polîtîkayên tecrîdê jî normal nebînin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê kurd mezin bikin.”
 
POLÎSAN XWEST ASTENG BIKE
 
Dema Aydenîzê qala tecrîdê kir, balkêş bû ku polîsên çevîkê bi mertalan beşdarên daxuyaniyê dorpêç kirin. Aydenîz di berdewamiya axaftina xwe ya dema astengkirinê de jî got, “Ya ku hatiye kirin paşguhkirina hebûna gelê kurd e. Ev îtîraz neqebûlkirina serokên gelê kurd e. Hûn çi bikin, hûn ê winda bikin. Hûn bi paşguhkirina kurdan nikarin kurdan bi dawî bikin. Hûn nikarin bi kuştina gelê kurd dawî li vê yekê bînin. Weke neviyên wan em ê bi têkoşîna xwe ya azadî û yekîtiya gelê kurd mezintir bikin.”
 
Herî dawî Hevserokê Komîsyona Baweriyan a HDP'ê Mele Emîn Ay, Şêx Saîd û rêhevalên wî bi bîr anî.
 
MEŞ HAT LIDARXISTIN
 
Piştî daxuyaniyê heta Nexweşxaneya Diyar life ya dawiya Qada Şêx Seîd meş hat lidarxistin. Piştî meşê Kasım Firat axivî û got, “Dibe ku li vir hatibin definkirin. Tenê bi vî awayî em dikarin şehîdên xwe bi bîr bînin û cejnên wan pîroz bikin.”
 
Salîha Aydenîzê jî got, “Tu hêz nikare bikeve navbera me û şehîdên me. Em ê rêya wan bişopînin." 
 
Bîranîn piştî kirinên duayan û axaftinan bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

02/07/2023
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin