‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'

  • rojane
  • 09:01 2 Tîrmeh 2023
  • |
img

RIHA - Cotkarên Hewagê diyar kirin ku li ser çandiniyê polîtîkayên qirêj tên meşandin, lê belê ew li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin û wiha gotin: "Dixwazin mirovên vê axê muhtacî xwe bikin û yên qebûl nekin jî koçber bikin." 

Piştî hilbijartinan kûrên dowîzan li ser hev du zêde bûn. Ji ber vê cotkar nikarin zadê xwe bifiroşin. Zêdebûna mesrefan, bihabûna gubre, mazot, bihabûna fiyetê tovan, guherandina avhewayê û li derî çandiniyê bikaranîna zeviyan kirine ku cotkar nikaribin hilberînin. Li gundê Cewsaq ê navçeya Hewag a Rihayê cotkar di van şert û mercan de çandiniyê dikin. Cotkaran anî ziman ku êdî çandinî hatiye asta qedandinê.
 
250 HEZAR MESREF
 
Cotkar Vedat Yildirim (30) anî ziman ku di sala 2006'an de di çaçroveya Bendava Ataturkê de av hatiye û çandinî dest pê kiriye. Yildirim destnîşan kir ku ev 15 sal in her ku diçe rewşa çandiniyê xirabtir dibe û wiha domand: "Cotkar ne yek in. Lewma haya wan jî ji hev tune ye. Li vir pirsgirêka kotayê heye. Ji ber ku haya cotkaran ji hev tune ye, ev meseleya kotayê jî dike ku berhemên wan di dest wan de bimîne." Yildirim bilêv kir ku îsal 40 donim zebeş danîne û bal kişand ser mesrefan: "Min bi 140 hezarî şitil kirîn. Min 20 hezar da karkeran. Min 70 hezar da heqê gubre û û min 5 hezar jî da heqê mazotê. Lê zebeş nexweş ketin. Em nikarin pêşî li ber bigirin." 
 
Yildirim destnîşan kir ku her sal cureyên berheman kêm dikin û got ku par pembû çandiiye lê ji ber ku xisiriye îsal şebeş daniye. Yildirim wiha domand: "Berê me pembû, îsot diçand. Her diçe em kêmtir dikin. Me îsal zebeş çand. Ger wiha biçe em ê sala bê tiştekî jî neçînin. Berê mesrefa erdekî 40-50 hezar bû, lê îsal 100-150 hezar e. Kesên em mesrefên we ji wan dikirin jî pereyê xwe pêşin dixwazin. Lê tiştên em diçînin me têr nake. Hemû bar li ser milê cotkaran e." 
 
Yildirim destnîşan kir ku desthilata polîtîkayeke li dijî çandiniyê dimeşîne û ev tişt anî ziman: "Her ku diçe li me tê ferzkirin ku em dest ji çandiniyê berdin. Berê me bi çandiniyê debara xwe dikir, lê niha em nikarin debara xwe bikin. Ciwan daxilî çandiniyê nabin. Gava min nû dest bi çandiniyê kir, nêzî 30 xizmên min çandinî dikirin. Niha em 2-3 kes mane. Xêr di çandiniyê de nemaye." Yildirim da zanîn ku çavkaniyeke debarê ya Rihayê jî fistiq in û got ku lê ji ber guherandina avhewayê fistiq jî kêm bûne. Yildirim wiha pê de çû: "Em zehmetiyê dikişînin. Carinan em difikirin, 'gelo em ji vir biçin?' Lê em di çandiniyê de israr dikin. Em li ber xwe didin. Divê em dest ji axa xwe bernedin. Ji xeynî desteka dewletê, divê em cotkar jî alternatîfekê biafirînin. Divê em cotkar bibin yek û kooperatîfekê ava bikin." 
 
‘DIVÊ COTKAR BIBIN YEK'
 
Cotkar Mûstafa Dûrmaz jî da zanîn ku ew garis, îsot, genim û zebeş datînin. Dûrmaz ev tişt gotin: "Fiyetê genim diyar e. Em bi vî pereyî nikarin heqê mazot û gubere jî bidin." Dûrmaz da zanîn ku ew ji sala 2015'an ve dixisirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber van prisgirêkan gelek ciwan ji çandiniyê sar bûne. Deynê her kesî li me ye. Pêşiya me wekî şevê ye. Ji bo başkirina rewşa cotkaran divê polîtîka bên sererastkirin. Lewma divê cotkar û gundî jî bibin yek da ku ev polîtîka bên rastkirin." 
 
‘POLÎTÎKAYA QIRÊJ'
 
Cotkar Tahsîn Dûmaz jî bilêv kir ku polîtîkayeke çandiniyê ya ku karibe pirsgirêkên cotkaran çareser bike tune ye û got ku her diçe bêtir dixisirin. Dûrmaz, wiha got: "Li vir dixwazin mirovên vê axê muhtacî xwe bikin û yên qebûl nekin jî koçber bikin. Beriya her tiştî pêdivî bi edaletê heye. Ev polîtîkayên çandiniyê ne derî siyaseta heyî ne."
 
Dûrmaz destnîşan kir ku divê welatî li dijî van polîtîkayên heyî yên çandiniyê rêyeke alternatîf bibînin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

02/07/2023
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe
09:03 Elîaçik: AKP bi kapîtalîzmê destnimêjê dide girtin
09:01 ‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin'
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN
01/07/2023
19:31 Peykerê Îştarê hat dîtin
15:39 ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin
14:44 Li aqûbeta Recaî Aydin û li kujerê Vedat Aydin hat pirsîn
14:02 KNK’ê xwest daxwaza Mazlûm Dag û Abdurahman Er were qebûlkirin
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin