Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir

  • rojane
  • 16:56 4 Tîrmeh 2023
  • |
img

RIHA -  Endamê DAIŞ’ê Kasim Guler di Doza Komkujiya Pirsûsê de weke şahid lê hat guhdarîkirin. Guler, diyar kir ku bi çavdêriya leşkeran derbasî Sûriyeyê bûye û pirsa “Kê Komkujiya Pirsûsê kir?” jî wiha bersivand: “Hin kesan digot dewletê kiriye. Min wisa bihîst.” 

 
Di 20’ê Tîrmeha sala 2015’an de li pêşiya Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûs a Rihayê li dijî ciwanên bi pêşengtiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) êrişeke bombeyî hate kirin. Di êrişê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Têkildarî komkujiyê li bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hate lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, kesên ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûn, parêzerên Platforma Ji Bo Pirsûsê Edalet, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, SGDF, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), nûnerên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek kesên din tev li danişînê bûn. 
 
Di danişînê de weke şahid li bersûcê ji Doza Komkujiya Gar a Enqereyê girtî Kasim Guler, Omer Yetek ku tê gotin karûbarên medyayê yê DAIŞ’ê dike, Azzo Hala Suleyman El Aggal ku Wezareta Karên Hundir dibêje teqemeniyên komkujiyên Sultan Ahmet û Pirsûsê wî peyda kirine jî hate guhdarîkirin. Her sê şahid bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Kasim Guler axivî. Guler, da zanîn ku wî Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî nas kiribû û wiha got: “Min Îlhamî Bali di sala 2010’an de li Girtîgeha Edeneyê nas kir. Em mehekê bi hev re man. Wê demê têkiliya Îlhamî bi DAIŞ’ê re tune bû. Me li ser îslamê sihbet dikirin. Derheqê komkujiya Pirsûsê de tiştekî nizanim. Min tiştek nebihîstiye.” 
 
‘HINEK KESAN GOTIN DEWLETÊ KIRIYE’
 
Piştre jî parêzerên Platforma Ji Bo Pirsûsê Edaletê pirs ji Guler kirin. Guler, got ku bi bîra wî nayê bê ka kengî tev li DAIŞ’ê bûye û wiha domand: “Ez di bin çavdêriya leşkeran de derbasî Sûriyeyê bûm. Em carnan em bi rex leşkeran derbasî Sûriyeyê dibûn. Carnan dihatin girtin lê leşkeran tiştek nedigotin. Ez bi dehan caran derbas bûm. Ev, polîtîkaya dewletê bû. Bi awayekî asayî dihatin û diçûn.” Ji bo pirsa “Komkujiya Pirsûsê kê kir?” jî Guler wiha got: “Hinek kesan digot dewletê kiriye. Min wisa bihîst.” 
 
Piştî pirsên kûr ên parêzeran, Guler got ku ew tenê şahid e û bi îdiaya pirsên tên kirin “agahiyên taybet in” nikare bersivê bide. Piştre jî Guler ji bo pirsên dihat kirin bersivên weke “Nizanim, nas nakim” da. 
 
‘MIN LI GIRTÎGEHÊ BI ÎSTÎXBARATÊ RE HEVDÎTIN KIR’ 
 
Piştre jî li Azzo Suleyman El Aggal hate guhdarîkirin. El Aggal di destpêka axaftina xwe de îdia kir ku tu caran neketiye Tirkiyeyê û jê derneketiye. Lê belê piştî pirsên parêzeran, Aggal got ku di sala 2012’an de birîndar bûbû û bi ambulanseke aydê Tirkiyeyê çûye nexweşxaneya dewletê ya navçeya Kaniya Xezalan û 2 rojan li wir ma ye. Parêzeran jî sedema bersivên hev nagirin pirsîn û wî jî bersiva berê dubare kir. Parêzer ketin gumanê ku kesê îfadeyê dide Suleyman El Aggal nîne. Li ser vê yekê Aggal îdia kir ku hemû îfadeyên li emniyetê di bin îşkenceyê de dane û wî tenê îfadeyên hatine amadekirin îmze kiriye. Aggal, destnîşan kir tevî di girtîgehê de bû jî bi peywirdarên îstîxbaratê re hevdîtin kiriye û têkildarî naveroka hevdîtinê tu agahî parve nekir. 
 
PARASTINA ‘EV TIŞTÊN MIN ÊN TAYBET IN!’ 
 
Piştre jî li Omer Yetek hate guhdarîkirin. Yetek, îdia kir ku di dema komkujiyê de li Sûriyeyê bû û wiha got: “Li Tirkiyeyê di navbera min û PKK’ê de pirsgirêk hebû. Lewma di sala 2015’an de çûm Sûriyeyê. Li Tebqayê jiyam. Tevî malbata xwe çûm. Li ser Kaniya Xezalan bi rêyên qaçax çûm. Digotin yên dişînin Tirkiye ye. Li cihê ez çûmê OSO hebû. Piştre DAIŞ hat. Nêzî 3 salan li wir mam. Di sala 2018’an de hatim ser sînor û min xwe teslîmî leşkeran kir. Min xwest birevim lê DAIŞ’ê ez xistim zindanê. Min ew her tim rexne kirin û xeletiyên wan gotin. Lewma ji min hez nedikirin. Yên hewl didan birevin dixistin hefsê. Pere nedan min. Pereyê min hebû.” 
 
Parêzeran pirsa “Te li Sûriyeyê çi kar dikir? Te çiqas pere qezenc kir?” ji Yetek kir û wî jî wiha bersiv da: “Ez bersûc nînim. Çima ewqas pirsan ji min dikin. Ev tişt, jiyana min a taybet e.” Yetek îdia kir ku îfadeyê li emniyetê di bin îşkenceyê de daye.” Piştre jî hemû pirs bi bersivên weke “Nayê bîra min, agahiya min jê nîne, na” bersivand. 
 
‘EZ TENÊ LI EDALETÊ DIGERIM’
 
Piştî şahidan, îcar Dîlek Kaya axivî ku bavê wê Îsmet Şeker di komkujiyê de hatibû qetilkirin. Kaya bi bîr xist ku bi ser komkujiyê re 8 sal derbas bûne û ev tişt anî ziman: “Melayek heye, vîdeoya komkujiyê dikişîne û di çenteyê wî de alaya DAIŞ’ê derdikeve lê nayê darizandin. Ev edaleteke çawa ye? Bavê min kuştin. Wêneyê êrişkar heye lê emniyetê negirtiye û tu kes nayê darizandin. Edalet li ku ye? Madem îstîxbarat hebû wê demê çima peywira xwe pêk ne anîn. Ew çima niha li vir nînin? Tekane daxwaza min edalet e.” 
 
Piştre jî Fethî Aydin ku kurê wî Çagdaş Aydin hatibû qetilkirin, Yasemîn Boyraz ku dayika wê Bahar Nazegul Boyraz hatibû qetilkirin û ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Yalçin Demîr axivîn. 
 
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî di danişînê de wiha got: “Gilîker û mexdûran qala pêvajoya 8 salan kirin. Em di her danişînê de daxwazên xwe tînin ziman. Doz 8 sal in didome lê biryara nepeniyê bi salan domiya. Mirov bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Li vir sûcekî li dijî mirovahiyê heye lewma nakeve ber demborînê.” 
 
‘WEZARETA KARÊN HUNDIR ÇIMA MUDAXELEYÊ NAKE?’ 
 
Piştre jî parêzer Serdil Îzol axivî û ev tişt anî ziman: “Divê Abdullah Omer Aslan weke bersûc li dosyayê bê zêdekirin. Ji ber têkiliyên wî yên bi DAIŞ’ê re, hevjîna wî dev jê berda. Aslan ji hêla gel ve hate girtin û di çenteyê wî de pateyek derket. Tevî vê jî hate berdan. Ji ber biryara nepeniyê me nekarî agahiyan bigirin. Em piştre hîn bûn ku piştî îfadeyê hatiye berdan. Me serlêdana sûc kir lê encamek jê derneket. Weke şahid lê hate guhdarîkirin û gotinên wî hev nagirin. Faîlekê bûyerê bi destê darazê tê astengkirin. Tu caran Yakup Şahîn neanîn danişînê. Ev bû 8 sal lê hêj jî Wezareta Karên Hundir daxilî dosyayê nebûye. Daxwaza me ew e ku ev komkujî weke sûcê li dijî mirovahiyê were qebûlkirin. Em nizanin kesê weke şahid lê tê guhdarîkirin bê ka bi rastî jî ew in an na. Gotinên wan hev nagirin lê bersûc nînin. Hevjînên Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali hatin darizandin û berdan. Lê îfade hebûn ku endamên rêxistinê ne. Em dixwazin dadgeh bi awayekî cidî lêkolînê bike bê ka Îlhamî Bali li ku ye. Di qeydên tapeyan de xuya bû ku Mûstafa Mol û Mûstafa Demîr her tim bi Îlhamî Bali re axivî ne. Me derheqê serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû de serlêdana sûc kir lê encamek jê derneket. Divê Davûtoglû tiştên dizane li vir bibêje.” 
 
‘EV WIJDANÎ NÎNE’ 
 
Parêzer Eylem Sarioglû jî got ku ew dixwazin xwe bigihînin rastiya madî û wiha pê de çû: “Ji sala 2011’an heta niha haya hem emniyetê hem jî raya giştî ji Bali hebû. Tê zanîn ku ji bo rêxistinên cîhadîst mirovan dişîne. Şahidê lê hatiye guhdarîkirin got bê ka çiqas bi hêsanî dihatin û diçûn. Bali jî wisa dikir. Denîz Buyukçelebî ku lêgerîna wî hebû bi malbata xwe re hevdîtin dikir û hevdîtinên rêxistinî dikir. Di rewşeke wiha de hûn nikarin çavekî xwe bigirin û bibêjin ez bi çavê din lê digerim. Lêgerîna Bali hebû û agahî hene ku wê demê li Tirkiyeyê bû. Dema di destê me de nehat girtin lê niha hewl didin bigirin. Hinek bi wijdan bin. Beriya niha hinek raporên îstîxbaratê l dosyayê hatin zêdekirin lê ev agahî hev nagirin. Em dixwazin xebateke berfireh were kirin û li dosyayê bê zêdekirin. Bila bi saziyên navneteweyî re nivîs werin şandin.” 
 
‘DIVÊ LI YAKUP ŞAHÎN WERE GUHDARÎKIRIN’
 
Parêzer Erkan Sabrî Unuvar jî diyar kir ku divê weke şahid li Yakup Şahîn jî were guhdarîkirin û ev tişt anî ziman: “Me xwest li xwediyê motosîkletê were guhdarîkirin. Motosîklêta Şahîn heta niha qet nebû rojev. Xebatek nehat kirin bê ka motosîklête yan na. Şahîn di cotmeha 2015’an de hate girtin û motosîklêta wî 8 mehan ji bo xebatan hatiye bikaranîn. Divê Şahîn were vê derê û derheqê motosîkletê de agahiyan bide me. Her wiha em dixwazin hemû qeydên kirariyan ên têkildarî Şeyh Abdurrahman Alagoz de pêşkeşî dosyayê bên kirin.”
 
‘DIVÊ EM LI SER BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ BIAXIVIN’ 
 
Herî dawî jî parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel axivî û wiha got: “Divê em li ser nêrîna pergala darazê ya li hemberî vê dosyayê biaxivin. Divê berpirsyartiya dewletê jî were eşkerekirin. Ez ji Pirsûsê me û wê demê rewşeke awarte hebû. Haya dewletê ji her tiştekî hebû. Divê hemû rayedarên wê demê bibandor bên tespîtkirin û darizandin. Divê hemû tor bên teşhîskirin.”
 
DOZ HATE TALOQKIRIN 
 
Piştî parastinan, şandeya dadgehê biryara xwe da. Şandeyê daxwazên parêzer û malbatan red kir û doz taloqî 5’ê kanûnê kir. Malbatan bertek nîşanî redkirina daxwazên xwe dan. 
 
Piştî danişînê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de malbatan gotin ku dê her tim daxwazên xwe bînin ziman û têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. 
 

Sernavên din

05/07/2023
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe