Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye

  • rojane
  • 09:00 5 Tîrmeh 2023
  • |
img
WAN - Dîrektorê ÎHR'ê Amiry-Moghaddam diyar kir ku li Îranê bidarvekirina mirovan zêde bûye û got ku ev jî di dema protestoyan tê kirin. 
 
Li Îranê di şeş mehên ewil ên salê de herî kêm 354 kes hatine bidarvekirin. Piraniya kesên ku hatine bidarvekirin jî, kurd û belûciyên ku pêşengiya çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emîniyê, kirine. Li gor daneyan; herî kêm 77 kurd, herî kêm 71 belûc hatine bidarvekirin. Li gor daxuyaniyên rejîmê jî; ji kesên hatine bidarvekirin 260 kes jê ji ber sûcên tiryakê hatine înfazkirin. Lê rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê jî diyar dikin ku girtî bi awayekî adil nayên darizandin û gelek kes jî piştî îşkenceyan sûcan qebûl dikin.
 
Dîreoktora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) Amiry-Moghaddam darvekirinên li Îranê û pêvajoya darazê nirxand.
 
DARVEKIRIN ZÊDE DIBIN
 
Amiry-Moghaddam ku li Zanîngeha Osloyê profesor e û di heman demê de pisorê Norolojiyê ye, ji ber zextên rejîma Îranê çûye Norwecê û li vir 17 sal berê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ava kiriye. ÎHR, rojane û mehane binpêkirinên mafan ên li Îranê dike rapor. Amiry Moghaddam diyar kir ku dravekirinên li Îranê li gor par pir zêde bûne û ev tişt anî ziman: "Darvekirin li gor par ji sedî 36 zêde bûne û di heman demê de înfazên ji ber sûcên tiryakê jî pir zêde bûne." 
 
‘DARAZ NE SERBIXWE YE'
 
Amiry-Moghaddam bilêv kir ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê darvekirin pir zêde bûne û wiha domand: "Rejîm bi vê dixwaze peyamekê bide. Ji mirovan re dibêje, 'Em dikarin we bikujin û em vê dikin.' Daraza Îranê ne pergaleke serbixwe ye. Parçeyeke mekanîzmaya çewisîner a Îranê ye û gelek kes jî piştî tên girtin nikarin parêzeran peyde bikin. Hema bibêje li her kesî cezayê mirinê tê birîn û tên dravekirin. Mirov dibêjin, 'ji bo li xwe mikur bêm hatim îşkencekirin.' Li dadgehên şoreşê darizandin sergirtî tên kirin. Li gel xirabûna pergala darazê, edalet û zelalî jî tune ye." 
 
PERGALA TOTALÎTER
 
Amiry-Moghaddam diyar kir ku armanca biryarên darvekirin ne ji bo têkoşîna li hemberî sûc e û wiha got: "Armanc ji bo pêşîgirtina protetsoyan û çavtirsandinê ye. Rayedarên Îranê jî baş dizanin ev ji bo dûrxistina ji sûcan ne kêrdar e. Sedema domandina înfazan jî, ew e ku ew ceza civakê çavtirsandî bike û hîn zêde pêşî li ber protestoyan bê girtin. Min di lêkolînên xwe yên çend salan de ev tişt dît; dema înfazên li Îranê parelelî dema protestoyan e. Gava bûyerên siyasî dest pê dikin, darvekirinên bi vî rengî tên kirin. Ji ber ku rayedar ji protestoyan ditirsin, înfazan jî bi armanca çavtirsandinê didin destpêkirin. Lê tu pergaleke totalîter dê heya dawiyê nedome. Komara Îslamî ya Îranê jî pergaleke totalîter e û ew jî dizanin dê heya hetayê neçin. Tenê ne çewisîner in, di heman demê de nikarin pirsgirêkên rojane yên mirovan jî çareser bikin. Her wiha pri dejenre bûne. Baş dizanin ku dê nikaribin bi tirsê civakeke li gor dilê xwe ava bikin." 
 
'MAKÎNEYA MIRINÊ'
 
Amiry-Moghaddam ku Îranê şiband 'makîneya mirinê' wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em kesên ku ji ber sûcên tiryakê tên darvekirin, wekî qurbanên mesreferzan ên makîneya mirinê ya Komarê Îslamî bi nav dikin. Ji lew re, înfazakirina wan dibe sedema berbelavbûna tirsê. Lê ev nabe cihê bertekeke navneteweyî jî û maliyeta wê ya siyasî jî kêm e. Ji ber ku civaka navneteweyî heya niha bertek nîşanî darvekirinan nedaye, li Îranê her roj du kes tên darvekirin." 
 
Amiry-Moghaddam diyar kir ku saziyên navneteweyî û raya navneteweyî bi heman helwestê nêzî hemû înfazan nabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Îranê heya niha 7 çalakger bi dar vekirine û civaka navneteweyî bertekeke tund nîşan da. Lê ji bo nêzî 350 înfazan jî tu bertek nîşan neda. Lewma divê li ber her înfazê rabe." 
 
MA / Berîvan Kûtlû
 

Sernavên din

05/07/2023
13:50 Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî 'navenda çandê’ vekir!
13:32 Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam
12:56 Halîde Dundar li Amedê hat veşartin
12:36 Êrişa Îsraîlê bi dawî bû: 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
12:25 Bi ser Kampa Lavrioyê de hate girtin: 50 kurd û penaberên siyasî hatin binçavkirin
11:29 ‘Li dijî xweza, dîrok û ekolojiya Kurdistanê sûcê qirkirinê dikin’
11:11 Li gorî TUÎK'ê enflasyon ji sedî 38, li gorî ENAG’ê ji sedî 108
10:59 Derhêner Çalan: Em ê di FilmAmed de çîroka her kesî bigihînin civakê
10:58 Di 6 mehan de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
10:50 MLSA’yê ji bo rojnameger Sedat Yilmaz serî li AYM’ê da
10:16 Aktîvîsta jin li Efganistanê di bin çavan de hate tecawizkirin
09:57 Li gundê Biligayê talankirina daran: Leşkeran gef li gundiyan xwarin
09:52 Bi hinceta qerta Newrozê 10 meh ceza dan girtiyê nexweş
09:50 Di Doza Kobanê de ji bo parastina li dijî 5 hezar rûpel mutala 28 roj dem hat dayîn
09:12 Zarok Ma dikeve 3 saliya xwe: Mînaka yekemîn a perwerdehiya muzîka kurdî
09:02 Ciwan dest ji çandiniyê berdidin!
09:02 Şaredariya AKP'î parka li perava golê veguherandiye sergoyê
09:02 'Ziman xizîne ye, tu dereng bimînî tu yê gelek tiştan winda bikî'
09:00 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê bidarvekirin zêde bûye
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
04/07/2023
21:04 Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin
20:17 'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike'
18:32 Cerdevanek li Herêma Kurdistana Federe mir
18:24 Di Doza Kobanê de banga ji bo esasgirtina biryarên DMME'yê
16:56 Guler ê DAIŞ’î: Bi qasî min bihîstî Komkujiya Pirsûsê dewletê kir
16:42 Pankarta ku azadiya Ocalan daxwaz dike daliqandin
15:52 Nivîskarê girtî Yaşar Aslan li Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin
15:05 Fîdan: Ji bo endamtiya Swêdê mimkin nîne mirov qala rewşekî erênî bike
14:43 10 meh cezayê hepsê li helbestvan Ahmet Tellî hat birîn
14:03 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ji bo Kayaalp ê MHP’î qebûl kir
13:31 Îstînafê cezayê faîlê êrişa zayendî xera kir
13:21 Danişîna Beştaş hate taloqkirin
13:04 Olan: Bila li Bedlîsê qedexeya derketine derve were bidawîkirin
12:52 Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin
11:47 Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin
11:28 Çolterên gundên Bedlîsê tên bombebarankirin
11:27 Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:26 Malbatên Pirsûsê serdana Malbata Şenyaşar kirin: Em li edaletê digerin
11:26 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:35 Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin
10:31 Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin
09:36 'Heya ku aqilê dewletê neguhere, dê dosyeyên Vedat Aydinan neyên ronîkirin'
09:11 Ji bo benzînê dîsa zem hate kirin: Lîtreyê 26 TL derbas kir
09:03 Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin
09:02 Qeyûm di 3 salan de 450 milyon TL deyn xistiye stûyê şaredariyê
09:02 Heta niha 15 hezar malbat vegeriyane Şengalê: Hêza me ya ji nû ve avakirinê heye
09:01 Nivîskar Cewo: Hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû
09:00 ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
03/07/2023
23:15 Aktivîst Dundar jiyana xwe ji dest da
20:19 Banga ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Espiyeyê
18:54 Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye!
16:48 Qedexeyên derketina derve ji wezîr Yerlîkaya hat pirsîn
16:30 Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê: Di 6 mehan de 354 kes hatin bidarvekirin
16:14 MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
16:11 HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo civînên bi gel re dicivin
15:33 Yaşar Aslan piştî 30 salan hat berdan: Divê em berxwedana xwe mezin bikin
15:33 Tirkiyeyê dema qedexeya geştên ji bo Balafirxaneya Silêmaniyeyê dirêj kir
14:57 Partiya Çepên Kesk xwest ku tecrîd li cihê wê bê lêkolînkirin
14:43 Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
14:37 Tuncel: Erdogan jî di nav de her kes bir rola Ocalan dizane
14:37 Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin
14:36 Malbata Şenyaşar: Ma gelek zor e ku hûn bi edalet bin?
14:36 ‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
13:06 Buldan: Divê tecrîd tavilê bê rakirin û Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
13:05 Sancar: Doza Kobanê parçeyeke ‘Plana Têkbirinê’ ye
12:51 Dewleta tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
12:39 Li Dîlokê şer derket: 3 kes mirin
12:34 Festîvala FilmAmed ji nû ve tê lidarxistin
12:12 Îsraîlê êrişî Şerîeya Rojava kir: 5 kes hatin kuştin
11:54 Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin
11:53 Li pey ‘Cîlo Fest’ a qeyûman tenê gilêş û qirêjî ma
11:31 Bîlançoya 6 rojên protestoyên li Fransayê: Zêdetirî 5 hezar wesayît hatin şewitandin
10:47 'Bi girtina rojnamegeran gefan dixwin’
10:33 Raportora NY’ê Lawlor: Ez ê doza Aydin ji nêz ve bişopînim
10:19 Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da
10:18 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 108,5 e
09:24 Rapora 6 mehan a Efrînê: 12 kes hatin kuştin û 173 kes hatin revandin
09:03 Xwebûn vê hefteyê bi manşeta ‘Azadî parastinê dixwaze’ derket
09:03 'Desthilatê qadên daristanî veguherandin navenda rantê'
09:01 Her havînê ava Hespistê tê qutkirin: Di hefteyê de çar seatan av didin gundiyan
09:00 Cotkarên ku TMO randevûyê nade wan zadê wan li ser bênderan man
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
02/07/2023
23:59 Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve
19:07 Elaldi bû Serokê Amedsporê
16:11 Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye
16:02 Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê destdirêjî li zarokeke 13 salî kirin
15:15 Xwepêşandan li Fransayê diqewimin, lêpirsîn li Tirkiyeyê tê destpêkirin
14:55 HDK: Agirê Madimak şewitandî hêj venemirî ye
13:58 Emîne Şenyaşar: Dixwazim kesên zarokên min qetil kirin bên cezakirin
13:33 Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn
13:31 Li gundê Zîlanê agir bi genimê gundiyan ket
13:18 Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin
12:08 Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin
11:22 Bîlançoya meha hezîranê hate eşkerekirin
10:48 Li Rihayê trambûs tebiqî
10:41 HDP’ê qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî
10:33 Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin
10:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
09:38 Rewşa Dag û Er roj bi roj girantir dibe