Di doza rojnamegeran de şahidê nepen: Li ser navê dewletê tevgeriyam

  • rojane
  • 13:32 5 Tîrmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Di duyemîn doza rojnamegeran de li şahidê nepen hate guhdarîkirin. Şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5” diyar kir ku li ser navê dewletê tevgeriyaye û li xwe mikûr hat ku îdiayên kirin tenê ji tiştên bihîstine pêk tên. 

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan di 25’ê cotmeha 2022’yan de bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di serdegirtinan de 9 rojnameger hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de jî hatin girtin. Her 9 rojnameger jî di 16’ê hezîrana îsal de hatin berdan. Duyemîn danişîna doza rojnamegeran hate lidarxistin. Danişîna doza Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Gozelyuz û Zemo Aggoz, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Mehmet Gunhan ku demekî li bûroya MA’yê ya Enqereyê stajerî kir, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin. 
 
Ji rojnamegeran Aggoz, Nazlim, Gozelyuz, Yalçin û Gunhan tev li danişînê bûn. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û MLSA’yê jî danişîn şopandin. 
 
PARASTINA AGGOZ
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan û bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî ji ewil rojnameger Zemo Aggoz parastina xwe kir. Aggoz, diyar kir ku doza li wan hatiye vekirin têkiliya xwe bi rewşa siyasî ya Tirkiyeyê re heye û wiha got: “Hewl didin bi îdiayên vala rojnamegeriya me krîmînalîze bikin. Ji ber ku em li MA’yê dixebitin lewma ev tawanbarî li me tên kirin. Dozên ku hûn serokatiya wan dikin jî di nav de, min gelek dozên li edliyeyê şopandin. Ew tiştên me di wan nûçeyan de nivîsandine tevek jî di qeydên we de jî hene. Heta nûçeyên me derheqê Doza Dedeogûllari de çêkirin jî weke sûc hatine nîşandan.” 
 
Aggoz, da zanîn ku hevdîtinên wê yên bi xwişka xwe re kirine jî weke sûc hatine nîşandan û wiha pê de çû: “Ev axaftin çawa dibin sûc? Her wiha di raporên MASAK’ê de cih dane pereyê min şandî û ji min re hatiye şandin. Ev tiştekî pir asayî yê jiyanê ye. Min nûçe çêkirin û pereyê wê standiye. Ma ez pereyê xwe negirim?” 
 
‘MIN NEKARÎ ZAROKÊ XWE BIMÊJÎNIM’
 
Bi domdarî Aggoz bal kişand ser îfadeyên şahidan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber îdiayên virt û vala, hem rojnamegeriya me û hem jî ajansa em lê dixebitin tê tawanbarkirin. Ji ber van îdiayan, 45 rojan min nekarî pitikê xwe bimêjînim. Ji ber van îdiayên bêbingeh, ez neçar mam ku tevî pitikê xwe yê 10 mehî bêm vê derê. Ez dixwazim biryara şertê kontrola edlî yê derheqê min de were rakirin û ji vê dozê bên warestkirin.” 
 
ÎDÎAYÊN ŞAHIDÊ NEPEN
 
Piştre jî li şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" hate guhdarîkirin. Şahidê nepen, îfadeyê xwe yê di lêpirsîna dozgeriyê de dubare kir. Şahidê nepen  "K8Ç4B3L1T5" îdia kir ku rojnameger Denîz Nazlim di salên zanîngehê de tev li xebatên xwendekaran bûye û hewl dan van xebatan îllegalîze bike. Balkêşe ku di vê navberê de serokê dadgehê ev pirs ji şahidê nepen kir: “Denîz Nazlim piştî DÎHA’yê di MA’yê de xebitî. Gelo endamên rêxistinên yên girêdayî Duran Kalkan ev talîmat dayê?” 
 
Li gel ku rojnameger Selman Gozelyuz heta niha tu carî li Wanê nexebitiye jî, şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" îdia kir ku Gozelyuz li Wanê xebitî ye. Şahidê nepen ji bo rojnameger Ceylan Şahînlî jî got ku li Enqereyê nûçegihantiyê dike. 
 
Têkildarî rojnameger Habîbe Eren jî şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" got “derheqê wê de agahiyeke zelal ber destê min nîne” û ev îdiaye kir: “Li gorî min endama rêxistinê ye.” Piştre jî îfadeyên şahidê nepen ên li dozgeriyê hatin xwendin. 
 
BERSIVA PIRSA DADGEHÊ NEDA
 
Rojnameger û parêzeran cara ewil îfadeyên şahidê nepen li eywana danişînê bihîstin. Şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" îdia kir ku li MA’yê xebitî ye û “agahiyên” têkildarî rojnamegeran jî li wir bi dest xistine. Bi domdarî jî got: “Îfadeyên ez didim, ji hêla her kesên li MA’yê dixebitin ve tên zanîn.” Li ser vê yekê serokê dadgehê pirsa “Tu çiqas dem li MA’yê xebitî? ji şahidê nepen kir lê bersiv neda. 
 
TIŞTÊN DIZANE TENÊ BIHÎSTINE!
 
Piştre jî parêzerê Dîren Yurtsever, Ozgur Erol axivî. Erol, ji şahidê nepen pirsa “We îfadeyê xwe di kîjan dîrokê de da?” kir. Şahidê nepen jî got ku bi bîra wî nayê. Li ser pirsa “We ev îfadeye di çarçoveya lêpirsîneke derheqê we de hatiye destpêkirin de da?” jî weke “Na” bersivand. 
 
Îcar jî Erol pirsa “We di îfadeya xwe de got ku her kes bi van xisûsan dizane. Gelo ji bo te tiştekî xwezayî ye ku tiştên wiha ewqas rêxistinî ji hêla her kesî ve bên zanîn?” Şahidê nepen jî got; “Tiştekî xwezayî ye.” Erol, vêcarê jî ji bo îdiaya “DFG li ser fermana rêxistinê hatiye avakirin” pirsa “agahiyeke şênber di destê te de heye?” kir. Li ser vê yekê jî şahidê nepen got ku di destê wî de agahiyên şênber nînin lê ev agahî bihîstine. 
 
'EZ LI SER NAVÊ DEWLETÊ TEVGERIYAM’
 
Parêzer Erol piştre jî pirsa “Gelo te ev xebat li ser navê dewletê kirine?” kir. Şahidê nepen jî got; “Erê.” Ji bo pirsa “Tu peywirdarê cemaweriyêyî yan na?” jî şahidê nepen got; “Na.” 
 
ÇELÎK: ME JI TU KESEKÎ FERMAN NEGIRTINE
 
Xwediyê Îmtiyazê yê MA’yê rojnameger Ferhat Çelîk jî li ser SEGBÎS’ê weke şahid lê hate guhdarîkirin. Çelîk, diyar kir ku bi kesên deset bi ajansê dikin re peymanê îmze dikin û da zanîn ku rojnamegerên tên darizandin jî beriya ajansê dewr bigire dest bi kar kirine. Çelîk, îdiaya “Kes bi fermana rêxistinê tên peywirdarkirin” jî derewand û wiha domand: “Navenda me ya nûçeyan heye. Bi awayekî xwezayî em jî di çarçoveya pêdiviyan de bi nûçegihanan re dişêwirin. Li Rihayê pêdiviya me pê hebû û me jî Emrûllah şande wê derê. Me tu ferman ji tu kesî negirtine.” Serokê dadgehê jî pirsa; “Çima hûn her tim nûçeyên bi heman şêweyî çêdikin?” ji Çelîk kir. Çelîk jî got ku ew rojnamegeriyê gelemperî li ser bingeha maf û gel dikin. 
 
Rojnameger Gunhan jî têkildarî îfadeyên şahidê nepen axivî. Gunhan, wiha got: “Her tiştên hatine kirin, weke ku bi fermana rêxistinê hatibin kirin tên nîşandan. Li Tirkiyeyê nêzikatiyek heye ku dê bibêjî qey îradeya mirovan tune ye. Îro jî ji bo çapemeniyê heman rewş derbasdar e. Ez rastî tu xebatên rêxistinî nehatim. Haya min ji sedî 1’î îfadeyên şahid tune ye.” 
 
Serokê dadgehê ev pirs kir: “Te fakûlteya tipê di 12 salan de nekarî xelas bikî. Gelo li gorî te ev tiştekî asayî ye?” Li ser vê yekê Gunhan jî ev bersiv da: “Di nava van 12 salan de ez 6 mehan di nava çapemeniyê de xebitîm. Di rojên din de jî ez li nava zeviyan dixebitîm. Hûn çawa vê rewşê bi hev ve girê didin.” 
 
Rojnameger Gozelyuz jî xwest ku biryara şertê kontrola edlî ya derheqê wî de were rakirin û materyalên dijîtal lê werin vegerandin. Gozelyuz got; “MA, ji AA’yê pir rewatir e. Hûn hewl didin me û xebatkarên MA’yê krîmînalîze bikin.” 
 
Parêzeran jî diyar kirin ku îdiayan qebûl nakin û dê di demên piştre de îfadeyên berfireh bidin. Parêzer Hulya Yildirim, xwest ku hemû rojnameger ji dozê bên warestekirin. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
 
Dadgehê, navberekî kin da û piştre biryara xwe da. Dadgehê, biryar da ku şertê kontrola edlî bidome, daxwaza îadekirina materyalên dijîtal red kir. Her wiha biryar da ku li Ozgur Baran û Huseyîn Dorudenîz weke şahid bê guhdarîkirin. 
 
Danişîna din jî taloqî 26’ê cotmehê hate kirin. 

Sernavên din

08/07/2023
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye
09:03 Parêzer Ozdemîr: Girtina rojnamevanan veguherî cezakirinê
09:03 Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin
09:02 Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da
09:00 Li quntara Çiyayê Cudî li ber stranên Botanê bi zibareyî paletiyê dikin
09:00 ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
06/07/2023
21:24 Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî
20:39 Zarok MA 2 saliya xwe pîroz kir
20:09 Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin
16:36 Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket
16:22 Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin
16:05 HDP’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da
15:57 Mazlum Ebdî: Em berxwedana xwe mezin bikin û hêzên xwe bikin yek
15:06 Tecrîd di rojeva meclisê de ye: Hêviya aştiyê ya gel tê tunekirin
15:04 Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê
14:38 Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye
14:26 Taksîvanan li Wanê kontak girtin
14:21 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin
14:21 KESK tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bû
14:09 Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû
12:23 Ji Abdullah Ocalan 28 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin
11:25 Yavuz piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan: Ez şanaz û serbilind im
11:03 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
11:03 Çalagan: Divê tecrîda li ser birêz Ocalan demildest bê rakirin
10:19 Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
10:16 Çalakiya Dag û Er di roja 50’an de didome
10:00 Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye
09:59 Aydenîz: Divê em bi dilwêrekî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
09:32 Zem li mazotê hate kirin
09:16 Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan
09:08 Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin
09:05 ‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'
09:02 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû ji bo danişîna rojnamegeran bang kir
09:01 Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
05/07/2023
23:59 Piştî 31 salan ji girtîgehê derket
17:30 Cezayê muebedê li kujerê Makbûle Sevînçê hat birîn
17:23 Ji bo Hevseroka DFG'ê Muftuoglû serî li AYM'ê hat dayîn
17:14 Nobeda Edaletê di roja 835'an de ye
16:28 Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
16:24 400 fezlekeyên aydî parlamenterên berê şandin serdozgeriyê
16:08 ‘Heta rastiya madî derdikeve holê em ê têkoşîna xwe bidomînin’
15:49 Li Herêma Bestayê şerekî dijwar diqewime
14:58 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza kifşa cihê bûyerê hat redkirin
14:50 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê diyar dike
14:20 Aydenîz çû serdana cotkar û esnafan