Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn

  • rojane
  • 13:45 8 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê xwestin faîlên Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin bên darizandin. Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî li aqûbeta Îsa Efe yê winda pirsîn. 

 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 752’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHD’ê, rêveberên MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windana hildan. Vê hefteyê li faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de li malê hat binçavkirin û paşê hat qetilkirin pirsîn.
 
GOTINÊN AYDIN BI BÎR XIST 
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn beriya daxuyaniyê axivî û axaftina Aydin a "Li herêmê rêxistinên tarî bûyerên qirêj pêk tînin, divê bûyer ji aliyê dewletê ve bên eşkerekirin, heke dewlet rastiyan eşkere neke, kiryar dewlet e" bi bîr xist û got ku tevî 32 sal di ser pêvajoya tarî re derbas bûye jî heta îro tu bûyer nehatiye ronîkirin. Zeytûn diyar kir ku heta kiryar ango faîl bên dîtin dê têkoşînê xwe bidomînin.
 
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirin û qetilkirina Vedat Aydin xwend. 
 
SERPÊHATIYA AYDIN 
 
Serpêhatiya Vedat Aydin wiha ye: “Vedat Aydin di sala 1953’an de li gundê Heciya Kurdan ê girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê ji dayîk bû. Di sala 1979’an de ji Beşa Wêjeyê ya Enîstîtuya Perwerdeyê ya Amedê mezûn bû. Di dema darbeya 12’ê Îlonê de hate girtin û 4 salan girtî ma. 
 
Di nava ÎHD û HEP'ê de cih girt. Serokê HEP'ê ê bajarê Amedê bû. 5’ê Tîrmeha sala 1991’ê de polîsan Vedat Aydin ji mala wî birin û piştî vê bi 2 rojan li Madenê mirî hate dîtin. Di 10’ê Tîrmeha sala 1991’ê de bi beşdariya hezaran mirov ku li ber derê avahiya HEP’ê ya Amedê kom bûn berê xwe dan Madenê û ketin rê.
 
Bi hezaren kesên ku di wesayîtan de cih nedîtin û ji bo merasîma cenazeyî çûn ber Mizgefta Sûmerê. Kesên ku gihiştine Madenê ji 10 hezarî zêdetir bûn. Hemûyan erebeyên xwe bi pûşiyên kesk, sor û zer xemilandibûn. Karkeran dest ji kar berda û dikandaran dikıanên xwe girtin û ji biçûkan bigire heta kal û pîran tev li merasîma cenazeyê bûn. 
 
Vedat Aydin (38) bavê 3 zarokan bû, di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji hêla kesên ku xwe weke polîs dane nasîn ve li malê hate binçavkirin. Li ser vê parêzerê Aydin ji midûriyeta polîsan pirsa Aydin kir. Lê jê re tê gotin ku Aydin li wir nîne. Du roj piştre di 7’ê Tîrmehê de li ser rêya Maden û Erxeniyê cenazeyê wî hate dîtin. Cenaze di 10’ê Tîrmehê de teslîmî malbata wî hate kirin. Di merasîma cenazeyê de jî polîsan gel gulebaran kir. Bi dehan sivîl qetil kirin û bi sedan jî birîndar bûn.
 
EM Ê DEST JI EDALETÊ BERNEDIN
 
Em ji sala 31’ê çileya 2009’an heta niha biisrar daxwaza xwe ya dîtina windakiriyan û darizandina kujerên wan didomînin. Em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Yek ji nirxên mirovahiyê jî, mafê gor û şînê ye. 32 sal in di dosyeya wî de tu pêşketein çênebûye. Em ê dest ji xwesteka edaletê bo Vedat Aydin bernedin.”
 
Piştî daxuyaniyê di şexsê Vedat Aydin de ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 588’emîn de li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê Cadgeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Xizmên windayan, rêveberên ÎHD, OHD, MEBYA-DER tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê li aqûbeta Îsa Efe yê di 7’ê tîrmeha 1996’an de li gundê Dêşî yê bi ser navçeya Dêrika Mêrdînê ve hat windakirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatin girtin, hat pirsîn. 
 
27 SAL IN XEBER JÊ TUNE YE 
 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî daxuyaniya vê hefteyê xwend û qala serpêhatiya windakirina Îsa Efe kir û di rojekê de du caran tê binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin. Elçî destnîşan kir ku 27 sal in agahî ji Îsa Efe nayê girtin û tevî hemû hewldanên malbatê jî lêgerîn bêencam dimîne. 
 
Piştî xwendina serpêhatiyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
 
 
 

Sernavên din

11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin