Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn

  • jin
  • 10:43 9 Tîrmeh 2023
  • |
img

WAN - Hevserokê Komîsyona Zarokan a Baroya Wanê Mûstafa Ozoral bal kişand ser zêdebûna hejmara zarokên têne zewicandin û anî ziman ku mekanîzmayên parastina zarokan nayên bikaranîn. 

 
Avakarê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî cemaeta Îsmaîlaga Yûsûf Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi Kadîr Îsteklî yê bi 29 salî re da zewicandin. Nîqaşên têkildarî bûyerê û mijarên weke “daxwaz" û “efû” yê berdewam dikin. Herî dawî Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan (YRP) ku bi AKP'ê re tifaq çêkiribû anî ziman ku zarokên 15 salî dikarin bizewicin. Li gorî rapora Parlamentera Partiya Gel a Komarê (CHP) a Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî hejmara zarokên temenê wan di bin 19 saliyê de eşkere kiribû û diyar kiribû ku di serdema AKP'ê de vê hejmarê 2 milyon derbas kiriye. Di nava 22 salên îktîdara AKP'ê de zarokên ji 15 saliyê biçûktir herî kêm 21 hezar û 87 caran ducanî bûn û zarok anîn. Li gorî raporê di navbera salên 2012 û 2021’an de der barê 129 hezar zarokan de biryara ‘dikare bizewice’ hate dayîn. Di raporê de hat gotin ku di 22 salên derbasbûyî de hejmara dûcanîbûna zarokên ji 19 saliyê biçûktir, derket 2 milyon û 88 hezar û 925’an. 
 
Hevserokê Komîsyana Zarokan a Baroya Wanê Mûstafa Ozoral têkildarî rewşa zarokên di temenê biçûk de têne zewicandin axivî.  
 
BERPIRSYARIYÊN DEWLETÊ
 
Ozoral bi bîr xist ku tu bingeha zagonî ya zewicandina zarokan nîne, 18 salî jî ji bo zewacê têr nake û wiha got: “Zewaca zû heye û zewicandina zarok a bi zorê heye. Ne pêkan e ku li Tirkiyeyê temenê zewacê bikeve 15’an. Di zewacên zarokan de berpirsyar dewlet e. Peymanên navneteweyî hene, divê dewlet li gorî berpirsyariya xwe tevbigere. Heke dewlet li gorî zagonan tevbigere, dikare rê li ber van zewacan bigire."  
 
‘EFÛ RÊ DIDE ZEWICANDINA ZAROKAN'
 
Bi domdarî Ozoral bal kişand ser nîqaşên efûya kesên bi zarokan re “dizewicin” û wiha domand: "Divê ev yek weke zagona cezayê bê nirxandin. Li zagonan de madeyeke sûc a ‘Destdirêjiya kesa nebalix’ heye. Li gorî vê zagonê, kesê bi zarok re dikeve têkiliyê cezayeke kêm distîne. Ger ku zarok bêje daxwaza min tune bû, kesê destdirêjiyê dike dikeve hepsê. Mixabin nêzîkatiya ku ‘êdî em nikarin tiştekê bikin, em çawa xwe ji vê rewşê rizgar bikin, ger em aliyê hember ceza bikin dê zaroka me mexdûr bibe’ heye. Ev yek jî pêşî li helwesta ‘tiştek nabe’ vedike û rê li ber zewicandina zarokan vedike."
 
‘MEKANÎZMAYÊN ZAROKAN DIPARÊZIN KARÎGER NAKIN'
 
Di berdewamê de Ozoral bal kişand ser zarokên di 15 saliya xwe de tên zewicandin û parastina wan a ji hêla hiqûqî ve û ev nirxandin kir: "Dema ku zarok bi rewşeke wiha re rûbirû dimîne, gelo dikare xwe bigihîne mekanîzmayên parastinê yan na? Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û hêzên ewlekariyê. Hemû helwestên zayendî yên li dijî zarokan, îstîsmar e. Li gorî qanûnê têkildarî zarokên di bin 15 saliyê de, heke zarok bibêje 'daxwaza min heye’ jî tişta hatiye kirin îstîsmar e."  
 
BANGA SERLÊDANÊ
 
Ozoral da zanîn ku li hemberî zewicandina bi darê zorê û destdirêjiyê du rê hene û axaftina xwe wiha qedand: "Ev dê bi zagonan pêk bên. Zagon bi dû şêwaza pêk tên: an ji bo pêşketina civakê şert û mercên nû ava dike ku bi vê şêwazê sepanên berê nayên meşandin. Ji ber wê zagonên nû tên çêkirin. Wekî din ji bo pêşî li nebaşiyan bê girtin, meclis zagonan derdixe û bi cezayên di wan zagonan de jî pêşiya sûc digire. Li gel vê jî ev yek li ser civakê tên ferzkirin. Divê ev rewşe ji civakê re baş bê vegotin û bûyerên bi vî rengî neyên veşartin. Heya ku civak neyê vê astê dê zewacên bi vî rengî pêk bên û dê destdirêjî berdewam bikin. Mixabin destdirêjî heye û komîsyona me jî ji bo van mijaran bi dildarî dixebite. Kes bila xwe nede paş û serlêdanan bikin."
 
MA / Berîvan Kûtlû
 

Sernavên din

11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin