Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin

  • rojane
  • 13:11 12 Tîrmeh 2023
  • |
img
MÊRDÎN - Karmend Oktay Mungan li Nisêbînê ji hêla komeke çete ve hatibû kuştin û hinek miştekiyên di dozê de îfadeyên xwe yên têkildarî Mehmet Şerîf Başak ku di dozê de weke “pêdanker” dihat darizandin guherandin. Kurê Mungan, da zanîn ku gef li wî û miştekiyan hatine xwarin. 
 
Karmendê bi navê Oktay Mungan, di 10’ê sibatê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê rastî êrişeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Mungan, rakirin nexweşxaneyê û di 1’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. Mungan, ji hêla komeke çete ve hatibû kuştin û 12’emîn danişîna doza kuştina Mungan li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Denîz Işik, Gurkan Çalişkan û Onur Yildiz di dozê de girtî tên darizandin û li girtîgehên lê dimînin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Bersûcên din Dogan Oral, Eyyup Aksoy û Kemal Urun ku ji ber xebatên çetetiyê ji dosyayeke cuda girtî ne jî tev li danişînê nebûn. Bersûcê din karmend Mehmet Şerîf Başak, Îzzetîn Duzkaya, Adnan Koç, Abdullah Er, Ahmet Yildiz, Oguzhan Karayilan, Sînan Demîrtaş, Cemal Dînç, Leyla Oral, Dara Yaruk û Ugur Kaya ku bi awayekî negirtî tên darizandin jî tev li danişînê nebûn. Hinek gilîker û parêzerên her du aliyan di danişînê de amade bûn. 
 
ÎFADEYÊN XWE GUHERANDIN
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Hat diyarkirin ku bersûcê firarî Vedat Urun hêj nehatiye girtin. Abdulkadîr Mungan û Tacîddîn Mungan daxwaznameyek dan û gotin ku îfadeyên xwe yên derheqê bersûc karmend Mehmet Şerîf Başak de ku di dosyayê de weke “pêdanker” tê darizandin, paşve kişandine. 
 
JI BO 6 KESAN CEZAYÊ MUEBBETÊ HATE XWESTIN 
 
Dozger, mutalaaya xwe ya berê dubare kir xwest ku Onur Yildiz û Denîz Işik ji ber sûcê “Kuştina bi plankirî”,  Îzettîn Duzkaya û Adnan Koç ji ber sûcê “Ji bo kuştina bi plankirî alîkarî dane” bên cezakirin. Ji bersûcan Kemal Urun hatibû girtin lewma dozger daxwaza xwe ya tefrîkirina dosyayê paşve kişand û xwest ku ji ber sûcê “pêdankirina kuştina bi plankirî” li Urun û Mehmet Şerîf Başak cezayê muebbetê were dayîn. Her wiha xwest ku dosyaya bersûcê firarî Vedat Urun were tefrîkkirin. 
 
Her wiha dozger got ku derheqê bersûcên bi navên Abdullah Er, Ahmet Yildiz, Gurkan Çalişkan, Oguzhan Karayilan û Sînan Demîrtaş û Cemal Dînç, Dogan Oral, Eyyup Aksoy û Leyla Oral de delîlên teqez tune ne lewma daxwaza beraeta wan kir. Dozger, ji bo bersûc Dara Yaruk û Ugur Kaya jî xwest ku neyên cezakirin. 
 
'JI BER GEFAN ÎFADEYÊN XWE GUHERANDIN’
 
Piştre jî kurê Mungan, Mehmet Salîh Mungan axivî û ev îdiaye kirin: “Mamên min ji ber gefan îfadeyên xwe guherandin. Lê ez nizanim bê ka şahidên din çima îfadeyên xwe guherandine. Gef li me jî hatin xwarin. Daîreya ku em tê de dimînin li ser navê Mehmet Şerîf Başak e. Min têkildarî gefê di 12’ê hezîranê de daxwazname da. Abdulkadîr Mungan û yên din, ji ber gefên Mehmet Şerîf Başak tirsiyan û îfadeyên xwe guherandin. Mehmet Şerîf Başak hêj niha jî gefan dixwe.” 
 
Piştre jî li dijî mutalaayê ji bersûc û parêzerên wan û ji gilîker û parêzerên wan parastin hate xwestin. Parêzeran got ku di dosyayê de geşedanên nû hene û xwestin ku dema parastina li dijî mutalaayê were dirêjkirin. 
 
BERSÛCEK HATE BERDAN 
 
Dadgehê ji bo bersûc Gurkan Çalişkan biryara tehliyeyê da. Her wiha biryar da ku rewşa girttî ya bersûcên din bidome, daxwaza girtina bersûcên negirtî tên darizandin ted kir û danişîn taloqî 28’ê îlonê kir. 

Sernavên din

15/07/2023
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin
21:42 Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin
21:26 Li Baselê ji bo Dag û Er çalakî: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
20:32 Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin!
19:23 ‘Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye, bi tu awayî nayê qebûlkirin'
16:55 Nimêja Qeyûm: Rê hatin girtin û ser kesên tev li cemaetê bûn hat lêgerînkirin
16:51 Çoltarê gundê Xûlepûr ê Xîzanê hate bombebarankirin
16:36 Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere?
16:27 Malbata Şenyaşar: Em ê di 18’ê tîrmehê de li Meletiyê bin
16:06 Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin
15:52 Li Geverê civîna gel bi girseyî hat lidarxistin
15:24 Karkerê ji îskeleya înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
15:22 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê: Polîtîkayên dijminantiya jinan tundiyê zêde dike
14:43 Çalakgerên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li hin bajaran hatin bibîranîn
14:18 Îdianameya Merdan Yanardag hate qebûlkirin
14:18 Li Zapê bi bombeyên taktîk nukleer êriş hatin kirin
13:43 Li Hindistan û Pakistanê baranên musonê: 191 kes mirin
12:53 Di lêpirsîna kuştina Temel de hejmara girtiyan bû 3 kes
11:48 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn: Çirûskên we gihîştin bi milyonan
11:34 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Hewlêrê di roja 58’an de didome
11:14 Ji ber doza hevjînê wî, nasnameyê nadinê
10:47 Li Mêrsînê 11 kes hatin binçavkirin
10:46 Derheqê 54 parêzerên piştgirî dabûn malbata Jîna Emînî lêpirsîn hate vekirin
10:36 Sercerdevanê Mûsa Çelîk qetil kirî tenê 20 mehan girtî ma
10:17 Li Licê îşkenceya li şivanan hatiye kirin: Necezakirin rê li ber bêperwatiyê vedike
09:44 Me xwe gihand dîmenên lêkolîna cihê bûyerê ya komkujiya malbata Şenyaşar
09:05 Şahidên 14'ê Tîrmehê: Ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû
09:03 Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Dewlet hiqûqa xwe binpê dike
09:01 ‘ATK li gorî rêgeza wekheviyê tevnagere'
09:01 Bi birîndarî hat girtin, 31 salan girtî ma: Em deyndarên gelê xwe ne
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
13/07/2023
19:08 Dibe ku li Ewropayê germahî bigihê 48 pileyan
18:47 Dadgeha Bilind daxwaza ji bo berdana Can Atalay red kir
18:29 2 HDP'î hatin girtin
18:21 Du keçên êzdî piştî 9 salan hatin rizgarkirin
17:52 Banga ji bo tevlîbûna civîna gel a li Geverê
16:35 23 sal û 4 meh ceza li kesên êrişî avahiya HDP’ê kiribûn hat birîn
16:24 Gotinên dawî yên leşkerê digotin ‘bi teqezayî mirî ye’: Ji mirina me fermandar berpirsyar e
15:38 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in
14:30 Tecrîd li Wanê hate protestokirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:06 KCD ji bo hevrûbûna qetlîama Geliyê Zîlan banga avakirina komîsyona heqîqetê kir
13:35 ‘TMO randevûyê nade cotkaran’
13:16 Tabelaya Parka Hafiz Akdemîr bi mehane nayê nûkirin
12:53 Jinek li Îzmîrê hat qetlkirin
12:52 Dag û Er 57 roj in li dijî binpêkirinan di greva birçîbûnê de ne
12:44 Pêşniyarqanûna ji bo Komkujiya Zîlanê: Bila bibe ‘Roja Bîranîn û Şînê’
12:38 Çepên Kesk û HDP: Sûcên li dijî zarokan zêde dibin, tedbîr bigirin
12:31 Di doza Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak de dê mutalaa bê dayîn
11:41 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
11:34 Qala remza têkoşînê Alî Çîçek kir: Em bi têkoşîna wan bêhnê distînin
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:40 Ji bo girtiyê nexweş Ozturk kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
10:38 Tenê 2 sal ceza li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştibû hat birîn
10:38 Li Mêrdîn û Şirnexê zem li avê hate kirin
10:04 Li Dîlokê bekçiyan kesek kuşt
10:03 Sarisozen: Di Lûtkeya NATO’yê de ji bo êrişan peyamên erênî hatin dayîn
10:03 Şahidên Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Ji bo şoreşgeran bû mînak, peyam berxwedan bû
09:23 Zeyneb Murad: Divê em di sedsaliya Lozanê de tecrîdê bidin rakirin û yekitiya neteweyî ya kurd ava bikin
09:06 Li Girtîgeha Şakranê ferzkirina 'şerîatê'
09:05 Biraziyê Bişar Yazici: ATK girtiyan ber bi mirinê ve dişîne
09:04 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe
09:02 Pirsûs di bin toz û dumana qeyûm de maye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
12/07/2023
22:36 Rojnamevan ji girtîgehê derketin
22:14 Girtî Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:10 Li Zurîhê tecrîda li Îmraliyê hat protestokirin
19:46 NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e
18:00 Înfaza girtî Alî Şen ku 30 sal in girtîî ye, hat şewitandin
16:58 Ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê hate dayîn
16:57 Parêzerên rojnamegeran: Bi dosyayê hatiye lîstin
16:29 Li Qoserê kuştina jinan hat protestokirin
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN