Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin

  • rojane
  • 09:01 16 Tîrmeh 2023
  • |
RIHA - Ferît Şenyaşar ku der barê danişîna doza birayê xwe Fadil Şenyaşar de axivî, bi lêv kir ku heke di danişînê de birayê wî neyê berdan dê çalakiya xwe li Enqereyê berdewam bikin û ber bı Wezareta Dadö ve meşeke girseyî li dar bixin.
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê di dema xebatên hilbijartinê de êriş birin ser dikana malbata Şenyaşar û di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar bi birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê êrişên xizmên Yildiz li nexweşxaneyê jî berdewam kirin. Di hundirê nexweşxaneyê de Celal û Adil Şenyaşarê birîndar û bavê wan Hecî Esvet Şenyaşar bi awayekî hovanê hatin qetilkirin. Êriş li pêş kemareyan pêk hat, lê tevî 5 salan jî edalet pêk nehatiye. Dayik Emîne Şenyaşar û kûrê wê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşarê di êrişê de bi birîndarî xilas bûbû ji boedaletê di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeda edaletê kirin. Çalakiya malbatê zêdetirî 2 sal in berdewam dike.  
 
Tevî ku kujer nehatin darizandin jî Fadil Şenyaşarê bi birîndarî di êrişan de xilas bûbû dema li Nexweşxaneya Amedê dihat dermankirin li ser biryara dozgeriyê bi awayekî birîndar hat binçavkirin. Şenyaşar bi awayekî birîndar hat Edliyeya Rihayê û li wir hîn bû ku bav û birayên wî jiyana xwe ji dest dane. Şenyaşar, li Edliyeya Rihayê hat girtin û ew birin Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmar 1'ê, lê piştî demekê ew sevkî Girtîgeha Xarpetê kirin û 5 sal in di girtîgeha Xarpetê di hucreya yekkesî de ye. Doza Komkujiya Malbata Şenyaşar, weke dosyeya cihe kar û nexweşxane hatibû yekkirin. Dê danaşîna 2'yan a dozê di 18'ê Tirmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Hejmara 3'yan a Meletiyê bê lidarxistin. 
 
Ferît Şenyaşar ku der barê danişîne de ji ajansa me re axivî, bi lêv kir ku heke edalet pêk werê dê çalakiya xwe bi dawî bikin, lê edalet pêk neyê jî dê çalakiya xwe li Enqereyê bidomînin û ji bo danişînê bang li raya giştî kir.
 
'TEVÎ KU 5 SAL DERBAS BÛN JÎ EDALET PÊK NEHAT'
 
Şenyaşar bi lêv kir ku 5 sal in ew û dayika wî têkoşîna edaletê didin û got ku tevî 5 sal di ser komkujiye re der basbûne jî edalet pêk nehatiye. Şenyaşar bibîr xist ku birayê wî bi awayekî birîndar hatiye girtin û wiha got: "Lê yên ku bav û birayên min qetil kirin 5 sal in nehatine girtin. Piştî ku ez bûm parlamenter min çalakiya edaletê di Meclisê de, dayika min jî li ber Edliyeya Rihayê domand. Tevî ku destnedana ser parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz qediyayê jî nayê girtin. Divê ew bê girtin, ji ber gumana bê girtin dibe ku ew bireve derveyî welat jî." 
 
'EDALET PÊK NEYÊ ÇALAKÎ WÊ LI ENQEREYÊ BIDOME'
 
Şenyaşar bal kişand ser danişîna doza birayê xwe ku dê di 18'ê tîrmehê de bê lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birayê min 5 sal in bi talîmata serdestan tê girtin. Hem dimênên ewlehiyê û hem jî bi raporan bi awayekî şênber diyare ku meşrû mudafayê lê tevî vê yekê jî birayê min nayê berdan. Heke di 18'ê tîrmehê de birayê min bê berdan, ez û dayika xwe em ê bi pankarta xwe bigrin û biçin malê. Lê heke edalet pêk nayê em ê nobeda xwe ya li ber Edliyeya Rihayê bi dawî bikin û çalakiya xwe bibin li Enqerê ye berdewam bikin."
 
Şenyaşar der barê çalakiya xwe ya li Enqereyê de ev agahî dan: "Em ê li Enqerê di Meclisê de bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî bikin. Pişt re jî li Meclisê heta Wezareta Dadê çalakiya meşa girseyî li dar bixin. Pişt re jî em ê li ber deriyê Wezaretê çalakiya xwe bidin destpêkirin. Çalakiya me wê di çerçoveya hiqûqê de pêk were. Em dixwazin edalet pêk were ku dayik biçe mala xwe lê heke edalet pêk neyê em ê çalakiya xwe li ber deriyê Wezareta Dadê bidomînin."
 
'DAXWAZA ME EDALET E'
 
Şenyşar di dawiya axaftina xwe de ji bo piştevaniya danişînê ev bang kir: "Em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqê, sazî û rêxistinên civakî dikin ku di 18'ê tîrmehê de werin danaşînê û bibînin ku darizandineke çawa pêk tê. Wezaretê Dadê dibêjê, 'Edaleta ku dereng pêk hatiye ne edalet e' lê tevî dimênên kameraya ewlehiyê jî birayê min 5 sal in girtiyê. Daxwaza me edalet e."
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

18/07/2023
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin