Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin

  • rojane
  • 11:27 17 Tîrmeh 2023
  • |

AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica diyar kir ku ew pêvajoya ji nû ve avakirinê berdewam dikin û got ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan ji tu rojevê qut nîne û xwest tecrîd demildest bê rakirin û girtiyên nexweş bên berdan. Sarica anî ziman ku jina li dijî polîtîkayên şerê taybet xwe li her derê bi rêxistin dikin û têkoşînek bêhemba dikin. 

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aynûr Sarica li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Sarica bal kişand ser kongreya awarte ya DBP’ê ku di 25’ê hezîranê de li dar xist û destnîşan kir ku ji ber di warê hiqûqê de pirsgirêk hebûn wan ji neçarî kongreya xwe ya navendî bi awayek awarte li dar xistine. 
 
Sarica bal kişan ser pêvajoya piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê û wiha got: “Me piştî hilbijartinan li gel rêxistinên xwe yên bajaran û rêveberên xwe dest bi pêvajoya rexne û xwerexnekirinê kir. Em îro jî vê pêvajoya ji nû ve avakirinê didomînin. Niha jî ev pêvajo bi civînên gel berdewam dike. Em wek DBP’ê rexneyên herî zêde li ser xwe digirin. Piştî ev pêvajo bi dawî bibe em ê xwerexne bikin. Em ê bi gelê xwe û rêxistinên xwe re xwe xurt bikin û li ser esasê xurtkirinê xwe bi rê ve bibin. Em ê kongre û konferansên nû li dar bixin û pêvajoyê bi rê ve bibin. Em ê wek Meclisa Jinan, ciwanan û rêxistina xwe ji nû ve saz û ava bikin û viya nîşanî gel bidin.”  
 
Sarica di berdewmiya axaftina xwe de bal kişand ser van mijarên di rojevê de: 
 
TECRÎDKIRINA OCALAN
 
“Mirov nikare pêvajoya tecrîdê ji van pêvajoyan qut binirxîne. 28 meh in agahî ji birêz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Hevdîtin nayên kirin. Dixwazin bi van qedexeyan û agahînegirtinê gel ji ramanên birêz Abdullah Ocalan qut bikin. Tenê ne astengkirina fizîkî ye, di heman demê de astengiya fikr û ramanê birêz Ocalan e. Her çiqas astengiyan derdixin lê gelê kurd hin bêtir xwedî li birêz Ocalan derdikeve. Gel dixwaze tecrîd bê rakirin û hevdîtin bên kirin. Daxwaza me jî ew e ku tecrîd demildest bê rakirin û hevdîtin bên destpêkirin. 
 
Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Tecrîdek dijwar li ser girtiyan heye. Ev tecrîd bi destê pergalê tê birêvebirin. Ji ber daxwaza mafên demokratîk û mafên gelê kurd pergal tecrîda li ser girtiyên siyasî yên kurd giran dike. Jinên kurd û gelê kurd vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Girtîgehan bi jinên gelê kurd tije kirin e. Çimkî ev pergal ji vîna jina azad a kurd ditirse. 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Girtiyên nexweş her ku diçe zêde dibin. Yek ji van jî Ozge Ozbek e û her ku diçe rewşa wê krîtîk dibe. Pergala dewleta tirk baş nîşanî me dide ku girtiyan dişîne mirinê. Di tu hiqûqê de tune ye ku girtiyên nexweş girtî bimînin. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş demildest bên berdan. Jinên girtî û girtiyên nexweş bi destê vê pergala qirêj tên îşkencekirin. Em ê vê qebûl nekin. 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET 
 
Li aliyê din jî pergala heyî dixwaze li bajarên bakurê Kurdistanê bi rêbaza şerê taybet xwe li ser pêya bigire. Pergal dixwaze bi şerê taybet, çand, ziman, mafên jin û ciwanên kurd ji holê rake û xwe li şûna wan bicih bikin. Pergal madeyên tiryakê di nava ciwanên kurd de belav dike. Dixwazin hişmendiya ciwanan şolî bikin, zimanê wan tune bikin. Ciwan bi her awayî tên astengkirin. Divê me di her warî de hişyar bin. Bi destê çawişên pispor û polîsan şerê taybet li bakurê Kurdistanê tê meşandin. Zarok û ciwanên kurd bi destê çawişên pispor tên îstîsmarkirin. Faîl û kujer nayên cezakirin, tên xelatkirin. Faîl mafdar tên dîtin. 
 
PEYMANA STENBOLÊ 
 
Ev nêzî du salan e Peymana Stenbolê li Tirkiyeyê hatiye betalkirin. Bi betalkirina peymanê dixwazin jin daxwaz û armancên xwe pêk neyînin. Naxwazin dengê jinan bilind bibe. Naxwazin jin û ciwan bêjin mafên min hene. Em dîsa dibêjin Peymana Stenbolê mafê me ye û em ê her tim ji bo mafên xwe têbikoşin. 
 
SEDSALIYA LOZANÊ Û JIN 
 
Bi pêşengiya TJA’yê li Amedê Konferansa Lozanê hat lidarxistin. Komxebatek têr û tije û baş bû. Hewcedarî pê hebû. Di komxebatê de mafên hemû netewên hatine bindestkirin li ser wan hat axaftin û nîqaşkirin. Jinan gotinên xwe gotin û jinan got em ê bi hev re bi ser bikevin. Hefteyek şûn ve dê sedsaliya Lozanê temam bibe. Mafên kurdan, suryaniyan, ermeniyan û hemû kêmnetewan hatine binpêkirin. Mafê perwerdehî, ziman û mafên hebûna jiyana netewan hatin binpêkirin.  Fermana parçekirin û astengkirina mafên kurdan hat derxistin. Me li dijî netew-dewletên wan netewa demokratîk ava kir. Me got em netew-dewletê qebûl nakin. Di sedsala duyemîn a Lozanê de û sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê yek e. Xwedî heman hişmendiyê ne. Dixwazin li ser tunehesibandina mafên netewan, jinan, ciwanan xwe sedsalek din jî li ser pêya bigirin. Em ê her li ber polîtîkayên tunehesibandinê bisekinin. 
 
EM LI BER XWE DIDIN
 
Em wek Meclisa Jinan a DBP’ê, hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê ji bo mafên jinan, zimanan, mirovan, zarokan, civakan berxwedanek pir bidîrokî bêhempa dikin. Pergal herî zêde jî çav berdaye mafên jinan û zarokan û ciwanan. Lê rêxistina me ya jinan îro mal bi mal, kolan bi kolan bajar bi bajar xwe bi rêxistin dike û dibêje ez li ber van polîtîkayan ji bo mafên jinan û rêxistinkirinê têdikoşe û em ê bi jinan re bi ser bikevin. Em wek DBP’ê, TJA’yê ji nû ve xwe di nava civakê de bi rêxistin dikin. Em ê li dijî polîtîkaya mêrperest a îktidar û dewletê her tim li kolanan bin û li ber xwe bidin. Em ê berxwedana jinan a “Jin jiyan azadî” her belav bikin.”  
 
 

Sernavên din

18/07/2023
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin