'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'

  • rojane
  • 09:01 18 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Hevserokê OHD'ê yê Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku polîtikayên tecrîdê ji aliyê hiqûqî ve dibe sedema gelek binpêkirinan û got ku heta tecrîd hebe dê mafên mirovan ku hatine bi destxistin jî di bin xeterê de bin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komployê navneteweyî hat girtin û 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F'yê de di bin tecrîdeke giran de ragirtî ye, 28 meh in tu agahî jê nayê girtin. Her wiha agahî ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ên li cem Ocalan girtî ne jî nayê girtin. Tevî ku gelek caran Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Konseya Meclisa Parlamenterên Ewropa (KMPE) der barê sepanên tecrîde de Tirkiye hişyar kiribû jî tecrîd bi hemû binpêkirinên mafên mirovan ve berdewam dike. 
 
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke binpêkirinên hiqûqî yên ji ber tecrîde nirxand û got ku heta tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan ku hatine bi destxistin di bin xeterê de bin. 
 
'TECRÎD YEK JÎ PARÇEYA STRATEJIYA ŞERÊ TAYBET E'
 
Oyke bi lêv kir ku sepanên tecrîde li dijî qanûnên Tirkiye û DMME'yê ne û wiha got: "Li gor qanûnên DMME'yê qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran yek jî binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan in. Di hiqûqa nûjên a dinyayê de sepana tecrîdÊ hatiye qedexekirin lewma li tu cihekî wek vê sepana tecrîde ku li ser birêz Ocalan tê meşandin tune ye. Ji ber wê jî sepana tecrîde taybetî ji bo birêz Ocalan tê meşandin û bi hiqûqê nayê pênasekirin. Sepana tecrîdê ku li ser birêz Ocalan tê meşandin bi rewşa siyasî ve giredayî ye. Desthilat dixwaze fikr û rêmanên birêz Ocalan negehejê civakê. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin yek jî parçeyekê stratejiya şerê taybet e." 
 
'TECRÎD QAÎDEYÊN HIQÛQÊ JÎ BINPÊ DIKE'
 
Oyke destnîşan kir ku sepana tecrîde dibe sedema binpêkirinên qaîdeyên hiqûqê û ev tişt anîn ziman: "Desthilat dixwaze nêrîn û dengên li dijî wê tune bike. Ji ber wê jî sepana tecrîdê li ser hemû civakê ferz dike. Mînaka herî şênber jî girtina rojnameger Merdan Yanardag e. Merdan Yanardag li ser tecrîdê çend gotin kirin û pişt re jî demildest hat girtin. Lê dema meriv bertekên li dijî girtina Yanardag dinêrê hemû jî li ser parastina azadiya fikr û remanan e lê ne tenê ev, divê meriv sepana tecrîde jî bibîne ku çawa li ser mirovan weke amûrekî zextan tê bikaranîn. Ji ber wê jî divê hemû pêkhateyên civakê li dijî sepana tecrîdê derkevin û ji bo bi dawîkirina tecrîdê di nav hewldanan de bin."
 
'DIVÊ HEMÛ KES LI DIJÎ VÊ BÊ HIQÛQIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
 
Oyke anî ziman ku tecrîd ji ber ku li dijî hiqûqê ye bi hewldanên hiqûqî ve encam nayê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê êdî hiqûq hatiyê sekinandin. Tişta ku em dibêjine tecrîd rewşeke li dijî hiqûqî ye û sûcê îşkenceyê ye û bi salan e berdewam dike. Divê yên ku baweriya wan bi hiqûqê heye li dijî vê sepanê derkevin. Divê hemû kes li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bike. Ji ber ku pediviya hemû kesan bi hiqûqê heye. Divê hemû baro û partiyên siyasî ji bo bi dawîkirina sepana tecrîdê di nava hewldanan de bin."
 
'HETA TECRÎD HEBE MAFÊN MIROVAN DÊ DI BIN XETERÊ DE BIN'
 
Oyke diyar kir ku heta sepana tecrîde hebe hemû mafên mirovan dê di bin xeterê de bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê baro û rêxistinên hiqûqê sepana tecrîde di çerçoveya hiqûqê de binirxînin û pêşî li vê sepanê bigirin. Ji ber ku heta sepana tecrîdê hebe hemû mafên mirovan ku hatinê bidestxistin dê di bin xeterê de bin. Ango mafên bingehîn ên mirovan dê bên binpêkirin, ji bo em bi rewşeke wisa re rû bi rû nemînin divê demildest pêşî li vê bê hiqûqiyê bê girtin. Heke wisa nebe bi awayekî kêfî hemû mafên mirovan dê bên binpêkirin." 
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

18/07/2023
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e
19:53 Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê kongreya xwe ya ewil lidarxist
19:33 Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
18:32 Doza Nezîr Tekçî ya AYM’ê biryara binpêkirinê dabû sibê dest pê dike
18:07 Li Geliyêhirçê dest bi birîna daran kirin
17:03 Zaroka li Mûşê hatibû revandin hate dîtin
17:02 Kongreya MEBYA-DER’ê: Armanca me azadiya Abdullah Ocalan e
16:45 Keskîn: Em dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên wekhev
16:09 Ji 4 kesên ku derketin ser Cîloyê agahî nayê girtin
16:08 Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî: Ya em ê biçin malê yan jî em ê biçin Enqereyê
15:30 Abdullah Ocalan: Lihevkirina AKP-NATO'yê plana tasfiyekirina kurdan e
15:22 ÎHD’a Rihayê kongreya xwe ya 17’emîn li dar xist
14:45 Li navçeyên Stenbolê civînên gel berdewam dikin
14:30 Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin
13:57 Baca benzîn, mazot û gaza xwezayî hat zêdekirin
13:04 Êrişên bi bombeyên taktîk nukleer berdewam dikin
12:40 Çalkiya Dag û Er du meh li pey xwe hişt
12:14 TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
12:13 Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin
12:12 Li Rojhilat û Îranê di 7 mehan de hezar kes hatin girtin
10:52 Paqijiya derewîn a Gola Wanê!
10:22 Li Koreya Başûr lehî: Herî kêm 33 kes mirin
10:05 Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye
10:00 Ji rojnamevan Aktan: Bilêvkirina sûcekî nabe sûc
09:59 Rojnamgerên hatin berdan: Nikarin dengê me kêm bikin
09:34 Cihêkarî li penaberên ku bûne mexdûrên erdhejê tê kirin
09:03 Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
09:02 ‘Ji nava qanûnên der barê girtiyan de dijminatiya li hemberî kurdan derket'
09:01 Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
15/07/2023
21:34 Li Mûşê zarokek hat revandin
21:30 Li Bismilê civîna gel
18:10 Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin
16:24 ‘Divê girtiya nexweş Ozbek teqez were berdan’
16:00 Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş
14:56 Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin
14:38 Qeymeqamê 'alîkariyên erdhejê li ser xwe zimet kirî' hate girtin
14:36 Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin
14:08 Malbata Şenyaşar: Em ê neheqiyê di eywana dadgehê de bînin ziman
13:50 Malpera Yenî Yaşamê hate astengkirin
13:48 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Aras û Ay pirsîn
13:29 HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin
12:28 Dayikên Şemiyê di hefteya 955’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev
11:07 ‘Dê têkoşîna birêxistinkirî bi xwe re serkeftinê bîne’
10:53 Hevserokê DFG'ê Altan: Me rûmeta rojnamegeriyê parast
10:39 Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin
10:38 Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir
10:14 Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn
09:48 Rewşa Dag û Er giran dibe: Hikûmeta Başûr bêdeng e
09:28 Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin
09:05 Salaz: Li qereqolên ku alaya Kurdistana Federe lê daliqandî leşkerên tirk hene
09:04 Serokê Baroya Mûşê: Divê Doza Vartînîsê nekeve ber demboriyê
09:03 Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir
09:02 Hevserokê PYD'ê Muslim: Em bi hêza xwe bawerin
09:00 ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN
14/07/2023
23:00 Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin